STENBOL, 13/7 2005 —Mêrxasî nemaye bajaro xwe ragire, ti caran kunc û davikên poştan hinde cihê xwe li ser mîndera mêrxasiyê venekirine... Ti caran qeleşî û bêbextiyê hinde cih ji lehistikên eşkere nestandîye. Usul û uslub nemaye, tu di dehfika bêbextan de yî. Te hertim li ser rînga mêrxasiyê derbeyên xayîn û giran xwarine; ev, rast e. Li ser rînga boksê ti caran reqîbê te, bi mêranî li ber te ranewestiya ye; tu nizanî ka kî hekem e, kî temaşavan e, an jî ka kî ligel de di şer de ye; kulm û derbeyên mirinê ji her alî ve tên te; lewra bi dehan caran tu di nava xwînê de dilerizî, dilerizî, dilerizî û li erdê dikevî, lê ketina te, ti caran nebûye teslîmbûna te, hertim, careke dî, di nava wan anaforên xwînê de, bi quwet û giraniyeka polayî tu radibî ser xwe û bi ezameta gladyatorê kurd Ristemê Zal, tu mista xwe vedihejînî; agir ji nav çavên te dibare; dinya hemî, bi heyirî temaşeyî vê ketin û rabûna te dike, bajaro.
Derek tenê ya te bêderbe nemaye. Lê te, ti caran serê xwe netewandiye bajaro, bircên te bilind û esîl in, tewandin li wan nayê. Di bin her kevirek yê te de mêrxasek raketiye bajaro, bide xatirê wan mêrxasan, bejna xwe ji poştan re netawîne.
Gelek riwayet di derbareyê te de tên gotin bajaro, li gor rêwî û rêwîngî dibêjin, bi 5f-yan hirsa dilê te vedimirînin, te kedî dikin û rêve dibin. Bajaro ez dil nadim wan f-yan rave bikim; li te nayên; gelek miqedesatên te hatin bin pê kirin; bêbext û poşt dixwazin te bextereş bikin û hiş û mejiyê te bidizin; lê tu xwe netawîne û her gav li bîra xwe bîne û bizane ka tu kî yî. Ji wê ezameta bircên te diyar e ko tu xwediyê dîrok û medeniyeteka çend kevnare yî. Ji sêdarên di nava dilê te de hatine çikilandin diyar e ko tu çend îsyankar î. Her siyasetmedarekî/a bêşiyan, bazirganiyekê li ser te dike û bêşerm û bêfihêt sifetekê li te dike, riyekê, navekê ji te re dibîne.
Raveyên xesandî li te nayên bajaro. Bide bo xatirê xwedê û bijîşk Fuad, ew Fuadê ko dixwestin ko hişê wî jê bidizin; lê wî got “Na hişê min li serê min e; berxê nêr ji bona kêr e”. Bajaro xwe ji bîr neke. Bawer bike Wedat mêrxasekê kezebpola bû, ewî xwe kir mertalê rûmeta te. Hafiz destebirayekê min yê ezîz bû, dêm û rûyê Hafiz rengê te dida, xwetawandin di rojgirtinên Hafiz de tine bû.
Kes ji bo dîroka kevnar nikare qayîja te bikêşe, lê hima em ji dema qumandarê ereb - ko ew jî bi kunekê re ket nava dilê te - Xalid bin Welîd û vir ve bihesibinîn, dibe ko hejmara mêrxasên di ber “kêrê” de çûyîn ji ya kevirên bircên te ne kêmtir be. Serê wan hatin birîn, lê netawiyan bajaro.
Bajaro, xwe netawîne, tewandin li te nayê; kesê wekî te makdarî ji pêxwasan re nekiriye, lê ti caran pêxwasên te ne bêgurur bûn; di deftera wan de poştîtî tine bû.
Bajaro, çi bi serê te hat? Ew kîjan kuncên poşt bûn rêdan qatilên Hikmet Fidanî û wan destên xwe di nava kolanên te de serbest hêjandin?
Dizanim ji bêbextiyên ko li serê te hatine, heqê te ye ko tu rûyê xwe li dinyayê hemiyê biqurmiçînî; lê xwe netawîna bajaro! Dîlmayîna te, bêbextî û bêexlaqiya hemî sazî û amurên zemanên modern e. Lê qusûra te jî gelek e bajaro, gelek Gokalp û Pirînççîzade ji nav te derketin, îro jî ew tuximmirov hene; îro jî çeteyên terorîst di himbêza te de çeperan li ber kurdperwan digirin. Ji bîr neke ko nav û nîşanên te ji wextê hemî zemanan dirêjtir û navdartir e.
Xwe ragire bajaro netawe, tewandin li te nayê! |