KURDISTAN, 31/10 2008 — Di atmosfêreke gumanbar de, piştî hevdîtinên serokatiya Kurdistanê bi komîteya serokatiya hikûmeta navendî ya Îraqê re li Silêmaniyê di sêyê vê mehê de, serdana serokê Kurdistanê ber bi paytexta federal ve, bi mebesta beşdarîkirinê di zîrveya pêncalî de û berdewamkirina diyalogê bi hikûmeta Bexdayê re derbarê pirsgirêkên nakokiyê ko pir nemabû biteqin nemaze li Xaneqînê, tê wateya nîşandana helwêsta Hewlêrê ya rasteqîne di derheqa rewşa siyasî ya giştî ya Iraqê de.
Herweha, serdana serokê Kurdistanê tê wateya parastina proseya siyasî li Iraqê, û pabendbûna kurdan bi prensîba çareseriya aştiyane di riya diyalogê de ya girêdayî krîza niho bi hemû dûrahiyên wê yên destûrî û qanûnî û ewlekarî û îdarî, digel vekolandina paşeroja peywendiyên kurdî-erebî di Iraqa nû de.
Di heman çarçovê de, serdana kurdan bo Bexdayê ji bona dîtina çareseriyan nîşana rohnbûn û lêvegerîna li aliyên negatîv yên peywendiya di nav bera herdu gelan de ye. Dîsa, ev seredana giring sembola hesteke bilind e bi berpirsiyariya niştimanî derbarê pirsên nakokiyê û erka serrastkirina şaşîtiyên rejîma jinavçûyî û peydakirina riyên jinûveavakirina tiştên ko rejîm û hikûmetên berê yên Iraqê ji dema damezirandina dewleta Iraqê û heta niho li dirêjahiya bêtirî nîv sedsalekê xirabkirin re.
Bêguman, niştimanperwerên Iraqê ji ereb û kurd û netewên din beşdariyê dikin di warê jiholêrakirina astengiyên di pêşiya proseya siyasî ji dema rûxandina rejîma dîktator di nehê nîsana 2003-ê de û heta niho.
Helbet, ev prose dê bi sernekeve bê lihevkirina kurd û ereban weke du pêkhatên sereke yên Iraqê, bi hêviya peydakirina çareseriyan ji pirsgirêkên heyî re di riya pêkvejiyana herdu netewan di çarçoveya iraqeke federeya yekgirtî de.
Di heman warî de, ez dibînim ko gok di yarîgeha hevpişkê ereb de ye, ji ber vê çendê ko ew yê pir û serdest e. Divêt aqilmendên erebên Iraqê bersiva têza aqilane ya seroketiya siyasî ya Kurdistanê bidin. Seroketiya ko daxwaza jiyaneke hevbeş û adilane di navbera kurd û ereban de di bin siya Iraqa federe ya yekgirtî de dike.
Arîşe û nakokî di navbera herdu aliyan de bi diyalogê çareser dibin. Kurdistan bi Iraqê ve girêdayî ye û kurd ne li dijî yekîtiya axa Iraqê ne. Ji bo arîşe mezintir nebin divêt hikûmeta Bexdayê li van rastiyên hanê mikur were:
Serketina projeya Iraqa nû ya federe ya demokrat ya pirengî di riya qebûlkirina kurdan wekî netewekî resen xwedî mafê destnîşankirina çarenûsa xwe. Li gora dîrok û erdnîgarê kurd hevpişkên erebên Iraqê ne di warê çarenûs û desthilat û samanê de. Divêt veger li dîroka beriya nehê nîsana 2003-ê qet pêk neyê. Her wisa, divêt bendên destûrê werin binecih kirin, û weke berê dema daxuyaniya 11-ê adara 1970-ê nebe. Dema ko bi qanûneke şêwandî hate danan ji aliyê Beesiyan ve sala 1974-ê. Rijdbûna serokê Kurdistanê li ser binecihkirina bendên destûrî ne taktîkek demî ye lê belê girêdaneke stratejik e bi yasa û destûrê ve.
Dûpatkirina rastiya karesatên gelê Kurdistanê ji dema avabûna Iraqê ve. Divêt, qet neyê înkar kirin ko gelê Kurdistanê di dema rejîma jinavçûyî de rastî binpêkirin û koçberkirin û tunekirinê hatiye nemaze karesata Helebçeyê.
Li Iraqa nû divêt hemî rêç û şopên nijadperestî û şovîniyê ji holê werin rakirin. Di nav de, pirsên navçeyên ji Kurdistanê hatîne veqetandin di dema beesiyan de, wekî Kerkûk û Şengal û Xaneqîn û yên din.
Her di vî warî de, divêt rêz li hestên gelê Kurdistanê û yê Iraqê û yê derdorê were girtin der barê artêşa Iraqê ya berê û ziyan û zererên wê. Eve jî ne bi vegerandina serleşkerên berê dibe, lê di riya jinûveavakirina artêşeke niştimanî girêdaya destûrê û dûrî karê siyasî bi serkêşiya kesatiyeke sivîl weke wezîrê berevaniyê. Her weha, artêşeke ko tevahiya pêkhatên Iraqê tê de bi yeksanî beşdar bin, ne wek niho hinde li gor belgên wezareta berevaniya Iraqê bi xwe rêjeya kurdan di artêşê de tenê ji % 9 e, ji xwe di postên lîderiyê de kurd tenê ji % 2 pêk tînin!.
Qedirgirtina rola niştimanî û demokratîk û dîroka hêzên pêşmergên Kurdistanê ji dema salên 20-ê ji çerxê buhurî dema ko ew li dijî dagîrkeriya Brîtanyayê derketin di serdema hikûmeta Şêx Mehmûdî de û hetanî roja îro.
Hêzên pêşmergey herdem li dijî dîktatoriyê û terorê û rejîmên kevneperest li ber xwe dane û ji bo bidestveanîna demokrasiyê li Iraqê têkoşiyane weke serhildanên Barzan û şoreşa îlonê bi serkêşiya Barzaniyê nemir.
Di heman çarçovê de, hêzên pêşmergey opozisyona Iraqê bi tevahiya pêkhate û hêzên wê ve parast, gelo dibe navên xelet li pêşmergên Kurdistanê werine kirin wekî mîlîşiya...
Hêvî heye ko hevdîtina kupîtkê berê xwe bide pirsgirêkên çarenûsî yên girêdayî paşeroja Iraqê, nemaze peymana iraqî-emerîkî û asoyên dewrûberê erebî û lihevhatina niştimanî û pirsên ewlehiya navxweyî. Di vî warî de, dê rola Kurdistanê posîtîv be di derbarê destnîşankirina siyaseta Iraqê bi giştî.
Şandeya Kurdistanê weke nûnerê tevahiya pêkhatên civakî û netewî yên Kurdistanê dê karesata xiristiyanên bajarê Mûsilê pêşkêş bike û riyên çareserkirina wê di çarçoveke taybet wekî otonomiyeka xiristiyanan di nava Kurdistanê yan jî dervey wê.
Çaverêkirî ye ko danûsitendina aliyê ereb bi doza Kurdistana Iraqê re di çarçova giştî ya peywendiyên erebî-kurdî di Rojhilata–nêvê de be, ango di çarçoveya dîtina hevbeşiyên di nav bera du netewên cîran û dost de ji dema destpêka dîrokê hetanî demên islamê û dema împeratoriyeta eyûbî û qonaxên berxwedana hevbeş li dijî koloniyaliyê û dagîrkeriyê û pêk anîna serxwebûna niştimanî.
Guhnedana bi nerîna rejîmên şovînî derheqa kurdan, ji ber ko bidestveanîna kurdan bo mafên xwe dibe serkeftinek bo gelê ereb bi xwe. Ev yek dê paşerojeke hevbeş ya rohnîdar ji herdû miletan re misoger bike.
Lihevkirina ereb û kurdan li Iraqê û jibîrnekirina netewên dinê jî, dê riyên bicî anîna çareseriya demokratîka aştiyane ya arîşeyên gel û netewan li seranserê navçê bihêz bike, û dê bibe nimûneyek di warê xêr û bêrên şikandina rejîmên dîktator û proseya guherîna demokratîk û aştiya navxweyî.
Kurd ji herkesî bêtir iraqî ne û xelkên Kurdistanê gellek rijd in li ser yekîtiya axa Iraqê, nemaze iraqeke destûrî û dadmend ji bona hemû lawên xwe. |