KURDISTAN, 11/10 2008 — Eve demek e realîteya siyasî li Iraqê tevlîhev dibe. Nakokî û cudahî di navbera nûnerên pêkhatên Iraqê de gurtir dibe. Nemaze ji ber nêzîkbûna îmzekirina peymana stratejîk di navbera hikûmeta Iraqê û Dewletên Yekgirtî yên Emerîkayê de.
Her wisa, gellek pirs û pirsgirêkên din jî hene ko vê nakokiyê germtir dikin wekî, sazkirina yasaya wîlayetan û hilbijartinên şaredariyan û bi taybet wîlayeta Kerkûkê û deverên ko ji Kurdistanê ji ber sedemên neteweyî hatine veqetandin, û madeya destûrê ya 140-ê digel yasaya petrolê û gazê, arîşeya di navbera desthilatên hikûmeta navendî û hikûmeta Kurdistanê de di warê siyaseta berevanî û mewdanî û pêşdebirinê û peymanên bazirganî û peywendiyên derve û geşkirin û bipêşdebirina çanda netewî û planên ewlekariyê li dijî afata terorê... htd!
Rejîma Iraqê niho daye ser şopa rejîma jinavçûyî ya Sedamî. Wek dixuye ew û hevbendên xwe îdeolojiyaya partiya Beesê dimeşînin. Ev îdeolojiya şovonî û dijî hemû netewên ne ereb yên Iraqê, ko di serdema buhurî de dihate bikaranîn û cîbicî kirin.
Tevî hemû hewldanên wan û xweveşartina wan li pişt sloganên welatparêziyê û yekîtiya axa Iraqê û serweriya yasa û qanunê ew bi serneketin ko armanca xwe ya sereke veşêrin ewjî têkbirina vîna gelê Kurdistanê û mafên wî yên destûrî û qanunî, û paşketina wan ji peymanên imzekirî ji dema ko hin ji wan di nav refên opozisyonê û civata hukimraniyê de bûn û piraniya wan niho di civata nûneran de ne.
Lihevkirina hêz û girûpên erebî yên Iraqê yên girêdayî Îran û Sûrî û Tirkiyê li dijî Kurdistanê ne surprîz yan tiştekî derbingehok e. Ev yeka derbirîneke aşkera ye ji vîna herêmî ya li dijî proseya siyasî ya heyî piştî rûxandina dîktatorîzmê li Iraqê, her wisa li dijî Iraqa federal ya nû ye û tenê siyaseta biyaniyan derdibirin li dijî îradeya niştimanî ya Iraqê, ko xelkê Iraqê dixwaze ber bi pêşkeftin û seqamgîrî û aştiya navxweyî ve biçe. Ev yek li Lubnanê jî çêbû ji aliyê hêzên dijayetîker bi serkêşiya partiya - Hizbullahê.
Ez baş dizanim ko tiştê vana digihîne hevûdu dijatiya mafê rewa yê gelê kurd e û têkbirina ezmûna Kurdistana Iraqê ye. Di piraniya pirsan de li hev nakin, lê ko babet tê ser mafê gelê kurd ew halê hazir dibine yek û hemû nakokiyên xwe ji bîr dikin. Baweriya wan bi mafê gelê kurd di destnîşankirina çarenûsa xwe de bi azadî di çarçoveya Iraqa pirnetew û nûjen de, nîne.
Ev dibe ho û sedemê şîroveyên tevlihev der barê wateya federalîzmê wek ko berê çêbû derheqa peymana adarê ya otonomiya Kurdistanê sala 1970-ê, dema ko rejîma Beesê ew guherand û bêwate kir û kir wekî qanunek ne temam sala 1974-ê - ko ev dîrok bû destpêka şerekî qirêj li dijî gelê Kurdistanê bi alîkarî û piştgiriya şahinşahê Îranê yê jinavçûyî.
Lê belê niho dem guheriye. Federalîzma gelê kurd di destpêka çerxê bîstûyekê de di atmosfera demokrasiyê de pêk hatiye piştî ketina dîktatorîzma here xerap di Rojhilata-nêvê de. Her wisa di atmosfereka cîhanî ya nû de ko tê de ciyê mafê gelan û mirovan parastiye û di bin siya sîstemeke cîhaniya nû ko prensîbên dad û azadiyê diparêze.
Ev federalîzma destûrî û qanunî ye, di gel rastiyên serdemê diguncê ko gellek qewareyên azadbûyî yên gel û netewên ko ti nemabû bihatana jibîrkirin li Ewropa û Asiya û Efrîqayê bidest xistine. Di heman çarçoveyê de, niho şîroveyên nû li holê hene der barê serweriyê û pîroziya sînorên koloniyalî ên berê ên kevin û nû jî. Federalîzma Kurdistanê îradeya gelê Kurdistanê bi hemû pêkhate û neteweyên wê ve derdibire, wekî kurd, tirkmen, asûr û ereb. Ev pêkhate hemû bi can û xwîna xwe xwedî li ezmûna Kurdistanê derdikevin û parêziya wê dikin heta dawî.
Hin kesên pilanger û niyetxirab vedibêjin ko dê şerê nijadî li Iraqê destpê bike ango şerê di nav bera kurd û ereban de. Lê dîrok û dema niho vê vegotinê derew derdixin. Rojekê ji rojan mafên gelê kurd ne li dijî maf û berjewendiyên gelê din bûne, wekî ereb û tirk û faris. Berjewendiya wan û ya kurdan ne dijberî hev in. Her weha doza kurdî jî herdem di ser aliyên olî û mezhebî re bûye, ji ber vê çendê ko gelê Kurdistanê gelekî pirreng e û doza wî neteweyî ye-ne olî anjî mezhebî ye.
Ez di wê baweriyê de me ko ev vegotin û pilanên pan-erebîst gelê Kurdistanê natirsînin ji ber doza wî û federalîzma wî ya neteweyî ne. Li başiya kurda ye ko diyalogîstekê ereb ji hemû şepolên netewî û îslamî û lîbêral û demokratîk û çep, hebe. Nûnerê kurdan jî di vî warî de Hevpeymaniya Kurdistanî ye. Wisa, dê diyaloga netewî ya kurdî-erebî li dora hemû pirsên hevbeş geş bibe.
Dîsa, li başiya kurda û hemû iraqê ye ko federalîzmeke erebî digel federalîzma Kurdistanê de çê bibe. Navenda federe jî li ser bingeha peymaneke destûrî bête danan. Eve jî tekez dike ko nakokiya di navbera herdû aliyan de ne ya nijadî ye, û ev yek dibe rêgir li ber avabûna federalîzmên ol û tayfe û mezheban û her wisa Iraqê qurtal dike ji pareçbûnan û hestên avakirina iraqeke yekgirtî û serdest ko bibe welatê hemû pêkhate û neteweyên xwe, bihêztir dike.
Lojîka ko ferz dike ko – hikûmeta navendî ji yên herêman bihêztir be, neko hikûmetên federe (mebesta wan federalîzma Kurdistanê ye!) ji ya navend bihzêtir bin – ne lojîkek hûrbîn û dûrdîtî ye. Tevlîhevî pir e, ka gelo mebesta wan ji hêzê bi xwe çi ye? Hêza leşkerî an aborî an pêşdebirinê ye? Yanê jî mebesta wan hêza butdcê yan ya ewlekarî û seqamgîrî yan jî serweriya yasa û qanunê ye? Anjî mebesta wan wekheviya erk û mafan di nav bera neteweyan de ye? Yan jî radeya bicîkirina pîvanên parastina mafên mirova ne yan çi? Gelo li hember vê lojîka gumanbar hêzên parastina sînorên Kurdistanê ne beşek in ji hêzên çekdarên Iraqê? Gelo hêzên polîs û asayişê yên li ser deriyên sînorî û li firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê ne beşek in ji hêzên asayişa Iraqê?
Herdu alî - hikûmeta navendî û ya Kurdistanê - divêt xwe bispêrin diyalogê, li gora destûra iraqê. Her wisa, li gor pabendbûna bi berpirsiyariyên xwe yên siyasî û exlaqî û qanunî ve. Di vî warî de, divêt hikûmeta navendî dev ji şîrovekirina rejîma têkçûyî berde der barê pirsgirêka kurdî û wateya federalîzmê. Berpirsiyariya mezin dikeve stuyê hikûmeta navend de ji ber ko ew aliyê here bi hêz e di hevsenga niho de. Lê, wek ko dîrok me fêr dike hêz bi berdewamî ji aliyekî tenê re namîne! |