KURDISTAN, 5/8 2008 — Bi derbasbûna 43 salan di ser yekemîn hewla micid û hûrbîn û xwediya lêgaletiya dîrokî û gelêrî û rêxistinî, anku konfîransê 5-ê tebaxê sala 1965-an, ko ez di birêvbirin û sazkirina wê de beşdar bûm û dikarim bêjimku ji hemû aliyan de serkeftî bû, bi armanca serastkirina rêbaza tevgera netewiya kurdî li sûriyê hate sazkirin.
Bi vê bonyê ez bi pêwîst dibînim ji bona sûda giştî û ronkirina nifşê piştî tebaxê ez hin rastiyên ko hewl tê kirin ji hin aliyan ve ko wan veşêrin bidim rohnkirin nemaze ji bona nifşê rabûna adara pîroz ya sala 2004-ê, evên ko mêkanîzmeya xebatê li dijî rêjîma dêspotîk bipêşxistin, û alîkarîkirina çi kesê xwedî xîret û beşdariya hizrî û çandî di warê pêkanîna guherîna radîkal di tevgera siyasî ya kurdî de kiribe, û peydakirina çareseriyan ji kirîza wê ya bêçare re. Her weha, ez van rastiyan pêşkêş dikim bo ronakbîr û siyasetmedaran û tevahiya welatparên kurd. Di heman dem de, ez daxwazê ji hemû aliyan dikim ko ew jî nêrînên xwe yên rexneyî di derbarê giringtirîn bûyer di dîroka tevgera me ya kurdî li sûriyê de bidin pêşkêşkirin.
Gava yekem
Tovên pêşî yên tevgera siyasî ya kurdî li sûriyê piştî peymana sayiks-bîko sala 1916-an hatin çandin, dema parçeyek ji Kurdistana dîrokî tevlî sûriyê bû li gor îrada nêvdewletî û hêzên serdest û mandat ji aliyê kolonyalîzma firansîzî, hevpişka sereke di peymana navborî de, ji wexta avabûna tevgera Xoybûnê ya ko di dawiya salên bîstan û destpêka salên sîhan ji sedsala buhurî pêkhat li Qamişlo ya ko nû ava dibû wê çaxê û li Sofera lubnanê hate eşkerekirin (îlankirin).
Damezirênerên tevgera Xoybûnê (dora 30 kesî -Mele Ehmedê Namî ko di civîna damezirandinê de ya ko li mala Qudûr Begê hat sazkirin amade bûbû navê wan di bîranînên xwe de tîne zimên). Piraniya wan serokeşîr û ji malbatên arîstokratên bajarî bûn û oldarên ronakbîr tevlî hin rewşenbîrên wê serdemê.
Zulma ko li gelê kurd dihat wan dikire yek. Welatê wan hatibû parçekirin û kurd di bin zulmê de dijiyan. Di dema împeratoriyeta osmanî û piştre komara tirkiyê bi seroketiya Kemal Ataturkî, her weha hebûn û mafên wan hatine înkarkirin ji aliyê dewletên hevbendên rojava nemaze îngêltere û firansa û elmaniya û îtaliya. Her wisa, ji dema ko dewleta sûriyê hate avakirin di hemû qonaxan de kurd dihatin înkarkirin û mafên wan yên siyasî û netewî dihatin binpêkirin.
Lê tevî hestên wan yên netewî û dilsoziya wan, li gor belge û şehediyên hin amadebûyan bername û pilanên zanistî derbarê rewşa nêvdewletî û herêmî tunebûn. Ji aliyê dî ve jî, pirsgirêka kurdî li sûriyê piştî tirkiyê dihat ji ber ko xebat li dij hikûmeta tirkiyê di pileya pêşî de dihat wê demê.
Li ser riya Xoybûnê
Tunebûna çareseriyeke yekser ya doza netewî ya kurdî li sûriyê di acendayên tevgera xoybûnê de bi ti awayî nebû asteng di pêşiya rola tevgera Xoybûnê di warê geşkirina proseya şiyarkirin û bîrmendkirina cemawerên kurdên sûriyê û belavkirina çanda netewî di nêv wan de di riya rojname û kovar û belavokan de yên ko di bin çavdêriya law û neviyên Bedirxan Paşa de damezirênerên serekî yên tevgera Xoybûnê,-li Qahîrê û Şam û Beyrût ê derdiketin wekî Kurdistan û Hawar û Roja Nû û Stêr tevî alîfbeya kurdî ya latînî ji bona xurtkirina gramêrên zimanê netewî yê kurdî ko cara yekê–bi tîpên latînî-li ser destê mîr Celadet Bedirxan hate xuyakirin. Ziman jî şertekî bingehînî ye yê avabûna neteweyan e. Bi kurtî, em dikarin rola Xoybûn ê di jiyana netewî ya kurdên sûriyê de wiha rave bikin: Çespandina şert û mercên geşkirina bîreweriya netewî, çespandina rêbaza siyasî û çandî ya tevgera netewî ko heta niho têt meşandin û bûye taybetmendiyeke pozîtîv ya rojavayê kurdistanê.
Damezirandina Partiya Demoqrata Kurdistanê li Sûriyê
Piştî peydabûna şert û mercên objektîv û zatî di jiyana kurdên sûriyê de, û avabûna partiyên demoqrat li bal gelên di qonaxa rizgariya niştimanî li gelek welatên asiyayê, di nav de partiya demoqrata kurdistanê li îranê û îraqê bi piştgiriya yekîtiya sovêtî ya berê, welatparêzin kurdên sûriyê û elîtên ronakbîr di sala 1957-an de Partiya Demoqrata Kurdistanê li Sûriyê damezirandin. Partî pêwîstiyeke dîrokî bû wê demê ji bona çespandina rola kurdan ya netewî û niştimanî û çespandina nasnameya kurdî û bidestxistina mafan û dewlemendkirina tevgera demokratîk li welêt.
Partî di demeke zû de piştgiriya gelê kurd bidestxist. Tevahiya çîn û tiwêjeyên civakî xwediyên nêrînên cuda-cuda li dora ala partiyê kom bibûn. Cudahî di warê nasnameya kurdên sûriyê de hebû, gelo kurd li sûriyê netewe ne yan jî kêmnetewe ne? Di gel rêbazên munasîp yên xebatê û çawaniya danûsitendinê bi desthilatê re û pirsgirêka demokrasiyê û pirsên civakî li sûriyê û ravekirina pirsa netewî li dewletên derdorê.
Heşt sal bi bûyerên xwe yên lokal û herêmî û kurdistanî, tevî girtina serok û endamên partiyê ji şepola bi bawerî û xwedî prensîb bi seroketiya Apo Osman Sebrî beriya zelalbûna rêbaza çep ji aliyê hizrî û çandî û siyasî ve, bes bûn ko kirîza navxweyî ya partiyê geş bibe ta ko cudabûn û parçebûn di nav refên partiyê de çêbû. Ev yeka ko bi alîkariya rastgiran pêkhat yên ko nehatibûn girtin wê demê ko hewil dan partiyê bikin komeleyek di bin çavdêriya desthilatdariyê de!.
Destpêk
Eger zehmet be em behsa veguherîna stratejîk di jiyana hizrî û çandî û siyasî ya kurdên sûriyeyê de bikin ya ko bi konfîransa tebaxê destpêkir bêyî ko em behsa tesîra hawîrdora lokal û herêmî û ta radeyekê ya cîhanî jî di gel faktorê here sereke yê navxweyî bikin, lê em dikarin bi hêsanî bibêjin ko diviya bû em derbasî qonaxeke nû bibin û tevgerê rizgar bikin piştî gehîştina faktorê navxweyî û pêşveçûna civakî digel rabûna bayê guherînê di nav refên tevgerên rizgarîxwaziya neteweyî yên herêmî û cîhanî paş têkçûna şepola rastgir di warê pêkanîna bernameyê niştimanî yê demokratîk de.
Ji ber vê çendê diviya bû rê li pêşiya kirîzê were girtin û welat û gel û netewe û maf û hevpişkî werine pênasekirin, di gel danîna bernameyekî nû di warê nitştimanî û netewî û bersivandina pirsên giring derheqa pirsên nakokiya di navbera tavilê tiwêjeyên niştimanî de û li hemû deverên ko kurd li wan dijîn. Her weha, destnîşankirina şêwazên alternatîv yên xebata cemawerî û rawestandina proseya bierebkirinê ko hingê destpêkiribû.
Me dikaribû bi dilsozî û wefadariya xwe tevî rewşa zehmet û dijwar ya wê hingê ko em bingehên şerê li dijî rêjîmê biguherînin û bi zimanekî kurdî ê nuh muxatabe navendên şovonî bikin, û diyalogê bi demokratxwazên erebên sûriyê re vekin, bi sedema ko em xwedî yek çarenûs in di riya bicî anîna guherîn û dadwerî û wekheviyê de.
Vê yekê rê li ber hevfêmkirin û diyaloga eşkere vekir û bû sedem ko gelek hêzên berfireh yên çepên sûriyê û filistînê û libnanê û çepê erebî bi giştî piştgiriya pirsgirêka me bikin, piştî ko wan dadmendî û realîteya xwestekên netewî û demokratîk yên kurdan di çarçoveya sûriyayekê yekgirtî de fêmkirin.
Gelek hêzên siyasî yên ko peywendiyên dostanî û hevkariyê di navbera me û wan de hebûn, nêrînên gelek pozîtîv derheqa doza kurd de dan ta radeya pejirandina mafê kurdan di destnîşankirina çarenûsa xwe de. Wekî, partiya kar a sosyalîst û rêxistina Feth-şaxê sûriyeyê û bereya demokratîk ya rizgariya filistînê û kombenda kar a komûnîst li sûriyeyê.
Her weha, em serketin û me gengeşe bipêşxist. Berê gengeşe li ser hebûna yanjî tunebûna gelê kurd dihate kirin, lê me hîşt ko ew bibê li ser şîrovekirina prensîba mafê gelê kurd di destnîşankirina çarenûsa xwe de di çarçoveya sûriyayeke demokratîka plûrala yekgirtî de, û me têrma kurdistana sûriyê, ya ko ji yekîtî û serweriya welêt kêm nake lê belê pirnetewiyê di cografiyaya niştimanî de destnîşan dike û realîteyeke ko ji sedê û ji hezarê salan ve heyî ye, bi wan da qebûl kirin.
Di encama ked û xebata çepê kurd de, kurdên sûriyê wekî pêkhateyekî resen di tevna niştimanî de hatine dîtin, ta ko rêjîma dêspotîk bi xwe ev yek wekî realîteyekê pejirand. Her wisa, pirsgirêka kurd kete acendayên rojane yên desthilat û opozisyonê de, heta ko alavên ewlekariya welatî neçar man ko danûsitendinê di gel pirsa kurdî di riyên siyasî de bikin ne riyên ewlekariyê tenê de, di riya nivîsgehên wan yên taybet bi dîroka kurdan û tevgera wanî siyasî û hildana raporên wan ji saziyên dewletê yên bilind re, ewjî ko hinek ji wan raporan bi dest me ketin hate dîtin ko naveroka wan bi piranî analîzên siyasî ne ji pirsa kurdî li sûriyê û navçê de.
Ji destpêka xebata me de, em bi çareseriyeke demokratîk re bûn di riya diyalogeke eşkere û li ser bingehên eşkere. Di vî warî de, li ser pêşniyara serokatiya hêzeke filistînî ya dost û navçetiya wê di destpêka salên 80-yan ji sedsala buhurî de, me diyalog bi seroketiya sûriyê re destpê kir ewjî cara yekê û ya dawî bû. Em behitî neman ji helwêsta rêjîmê ya wê demê û dostên me yên filistînî jî wekî me difikirîn, û wan jî dît bê çiqasî rêjîm ne amade ye ko êş û arîşeyên milletê kurd fêm bike.
Ji aliyekî din ve, em serketin di warê bi cîhankirina pirsa kurd li sûriyê di riya danûsitendina bi dewletên sosiyalîstên berê re û hin demokrasiyên rojavayî û rojhilatzan û kurdzanên wan re. Me bi sedan xwendekarên kurd şandin xwendinê li fakulte û înstîtût û unîversîteyên wan dewletan û gelek lêkolîn û deqên hêja ji rûsî hatine wergerandin ên li ser dîroka gelê kurd di nav erşîva kevin û nehênî ya rûsiyaya qeyserî û dewleta sovêtê di nav de qonaxa împeratoriyeta osmanî û salên herdû şerên cîhanî yên yekê û dudoyê.
Ev destkefta siyasî-çandî-zanistî ko ji encama wê saziyeke çandiya pêşketî hate sazkirin bi navê Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî, ev kombenda ko heta niho karê xwe berdewam dike li ser şopa dibistana Bedirxaniyan û tevgera Xoybûn ê di çarçoveya Kurdayetiyê de bi herdû formên wê yên siyasî û çandî.
Divê em li vir bêjin ko me doza kurdî li sûriyaya di bin hikmê rêjîma dêspotîk û zulmkar de çareser nekir, lê belê me riya çareserkirina wê da vekirin eger şert û mercên niştimanî yên navxweyî peyda bibin ew dê çareser bibe. Belê, rewşa me jî weke ya piraniya hêzên demokratîkên sûrî yên opozisyonê ye, yên ko heya niho guherîna demokratîka çavrêkirî pêk ne anîne. |