STENBOL, 5/7 2005 —Tu diyariyeka ruhê Zînê, ya belezîzka di nava gelî de, ya Madame Bovary û ya Anna Karenînayê bûyî.
Tu çûyî; tinê birqiya li ser rûyê te, biþirîna li ser lêvên te, agirê dilê te û tîrên çavên te yên ji wesfên Cizîrî man. Tu ne ya vî qernî bû; ji familyeya ko tu jê bû, kes nemabûn, lewra tu ewqes bi lez çûyî. Bêþansiya te, ne Ehmedê Xanî, ne Balzak, ne Fluabert ne jî Tolstoy hebû ko “erzûhala” te binivîse; ew jî yên demên borî bûn.
Tu çûyî. Ew çi derd, ew çi girê, ew çi diltengî, ew çi neçarî bû? Dizanim, neçariya ji edetên hezarsalan, ji ezabê gorê dijwartir e.
Di wextekê navrojê de, roj, herwekî di nava asîmanan de daleqiyayî bû; li ber çavên hemî kesê; zarokên dînemêr ji nav kuçeyên teng xwe diavêtin xaliyan û topepê dilehîztin; ziremêran tif dikirin kolanên qirêj û simbêlên xwe ba didan; bajar di nav çûyîn-hatineka bêserûber de, herkes li dûv bazariyekê bû; rizgarkerên direwîn wekî tacirên hêviyê serê her goþeyî girti bûn; li ber derê mizgefta mezin, selmezinan titina qaçax dipêçan; raserî baxçeyên Hewselê, li ber bedenê, jineka gerok weledê xwe yê bavnediyar dimêjand; dijberiyên wekî agir û barûtê di nava vî bajarî de, dikeliyan û wekî kêrê birek bûn; tîm û sîxwirên mirovkuj li dûv nêçîrên xwe bûn; di ser de jî, zîndan jî di dev re bû; çiyayên ji ezel heta ebed bûyîn pesara þervanên azadiyê, ji ber cengawerên di kontaran wan de binberbûyîn ji xwe dihatin þermê; keçxatunên rûfiroþ, dilxapîn û bêperwa wekî seklawiyan digeriyan, li ser cadeyên vîtrînên wan dibiriqîn… (Kesê ji min re negot ka çi demsal bû)
Birqiya rûyê te di tebeqa heftê de, li ser þaneþînê bibû wekî pêleka ewrê xembar. Ew çi keder bû? Te çawa mist girdayî û nixamtî bû, ew gulîvandikên xelek xelek yên pora xwe ya kehrîbar ko di wextê xwe de hertim di reqs û semayê de bûn. Ew dêmên te yên diþibiyan heyîva çardehþêvî, bibûn kurt. Ger hevçaxên Henriette-ê ji goristanên giran rabûna û bihatina, dê wan bigota; “ev belezîzka di gelî de ye, hatiye li vê þaneþîna, li qeta haftê rawestiya ye.” Lê ka gelî, ka ew xwerista ji gul û kulîlkan dîmenekê îremî li ber çavên mirov rast dikir û ji mêþik, kulî û belbelîtangan û alema çûk û teyrikan senfoniyeka îlahî pêk dianî?… ka ew xwerist, ka ew gelî?
Hawîrdoreka betonî herwekî runiþtî bû li ser girêya dilê te; bajar di xomîniyeka giran, teqereqeka bêahang de bû… Bayekê sar ne ji hewa, lê ji nav pêta dilê te diherîkî. Kezepreþiya çûyînên bêwext û bêmiradiyê… Pisîkeka ji gera kolanan westiyayî di bin wê xirbetirenpêla ko te di jor de, lêdinêrî de keti bû di xeweka kûr de.
Digotin, te bi lez bejin dabû, lê tu çima ewqes bi lez çûyî, kesê qet qal nekir. Çîroka dilê te xefî bû, ti caran kesê nezanî. Çûyîneka bêname… Kesê name û þe‘ir li ser delaliya te nenivîsîn, çarînên evînê li ber guhê te nexwendin. Tinê mirêk þahidê delaliya te bû. Te girêya xwe, ne ji siltanê dilê xwe û ne jî ji hakîmê erd û asîmanan re got. Ew çi êþ û azar bû ko tu ewqes zû behandî?… Li pêþber firtoneyên di dilê te de radibûn, ev rêzik çend bêwate û sivik in. Herwekî kelekvanek li pêþber noqavbûna Titanîcê ji xwe re li pîspîskê bide.
Sorgulîya hinarikên rûyê te nîþana qernê evînê bû. Bêdengiya te qêrîna Zînê bû, lê bêþansiya te, ti Mem di vî esrî de nebûn.
Tu ne bi gêjiya afyonê, ne bi kezebperitandina arsenîkê û ne jî bi xeta hesînî çûyî. Tu ji welatê bilindahiyan, ji welatê Zînê bû, divîya bû ko tu ji bilindahiyê ber bi valeyiyê ve bifirî! Kesek ji berî pisîkê li firîna te nehesiya! Wê jî zar nema bû, bajar jî ji te bêxeber bû. Te çawa fir da, kesê rastî negot; herkesê ya dilê xwe got.
Tu dibînî, min jî qet navê te hilneda! Qey tu wekî lehengên navborî, hima xeyalek bû hatî ber çavên min? Xeyal an jî rastî, birqiniya rûyê te, delalî ya te ya ferîþtahî ko di her nefesekê de gulpeka kederê dadiqurtand, rastî bi xwe bû, lê jiyana direwîn û rasteqîn, li gel vê rastiya te bêwate bû.
Ez jî kurt û kurmancî bêjim: Felek mala te neava! |