STENBOL, 26/7 2008 — Xirabiya şerê qirêj ya herî mezin ew e ko mirovan, komelgehê ji exlaq, ji hestên edalet û wijdanê bi dûr diêxe; exlaq dejenere dibe, wijdan difetise, hestên edaletê çi ye namînin. Di heman demê de, berpisiyarên şerê qirêj jî xwe bi ti awayî di dergehên hiqûqî de nabînin. Her wekî dewleta Ergenekonê ti caran hiqûq û mafê mirovan li bîra xwe neanî. Herwekî Abdullah Ocalanê serokê PKK-yê bi hemî himpayên xwe ve, ji hemî pîvanên hiqûqî bi dûr jiyayîn.
Berî niho eyamekê gotgotek belav bû û gotin “pora serê Abdullah Ocalanî hatiye kur kirin”. Li ser vê gotegotê di serî de parlamenterên DTP-yî û paşê hemî mirîdên Ocalanî xwestin qiyametê rast bikin û li Diyarbekir û bajarên dî yên Kurdistanê bi protestoyan derketin meydanê; di zindanan de û li derve bi sedan mirovan dest pê kir pora serê xwe cûzan kirin; jinan pora xwe kur kir. (Di edetên kurdan de jin di facîayên mezin de keziya xwe kur dikin.)
Her heman Abdullah Ocalanî di vê hefteya borî de, di hevdîtina digel eboqatên xwe de gelek bi rehet û aşkere got; “15 hezar kurd bi destê çeteyên PKK-yê hatin kuştin”. Lê li ser vê gotinê qet deng ji kurdekê derneket, ew hiqûqnas, ew parlamenter, ew siyasetmedar, ew jinên pora xwe kur dikin yek napirse gelo ka gunehên wan kurdên ji aliyê çeteyên PKK-ya Ocalanî ve hatine kuştin çi bû? Ew kî bûn? Kur û keçên kê bûn? Bi rastî jî ew ji aliyê kê ve û bi çi awayî hatin kuştin?
Dê û bavê wan hemiyan wan wekî şehîdên Kurdistanê dizanin; lêzimên wan wesa dizanin ko ew di “şerê azadiyê” de bi guleyên dijminan hatine kuştin! Herwekî efsaneya Mahsum Korkmaz. Abdullah Ocalan dibêje derew e ko Mahsum Korkmaz di şerî de hatibe kuştin, dibêje ew bi guleyên PKK-yiyan hatiye kuştin.
Herkesê ko PKK-yê ji nêzik ve nas dike, baş dizane ko gotina “binkevirkirinê” ji nan û avê gelek rehettir di nêv PKK-yê de têt bi kar anîn. Binkevirkirin navê mekanîzmaya kuştinên di nêva PKK-yê de ye. Lewma bi heman rehetiyê Ocalan dibeje, “çeteyên di nêv PKK-yê de 15 hezar kurd kuştin”.
Gelo li gorî çi wijdan, pîvan û exlaqî kurkirina pora Abdullah Ocalanî hinde dibe arîşeyek mezin lê qet behsa kuştina 15 hezar ciwanên kurd nayê ber çavên van mirovan?
Ev çi hezeyan in? Çi şermeke giran e ko kesê şerm bike nemaye! 15 hezar mirov serwind û binber bûne; kesek nabêje ka çima? Gelo ev çi zihniyet e ko xwîna xort, keç û ciwanên miletê kurd de hinde erzan dibîne?
Gelo ew çi “serokê neteweyî” ye ko rêxistinek bi navê PKK-yê damezirandiye, ji jêr heya jor her PKK-yiyek li gorî xwe “afirandiye û disiplîneze” kiriye (ji ber ko her PKK-yî dibêje serok em ji nû ve afirandin” bi vê jî nemaye neteweyek ya bi navê kurd “ji nû ve çêkiriye”, lê wê rêxistinê bêyî ko haya wî jê hebe 15 hezar kurd kuştin?
Abdullah Ocalan bi devê xwe sîstema xwe ya krîmînal-melez raberî ber çavan dike. Ji ber ko li gorî hiqûqa şerî û hiqûqa însanî, ji bo şerê gêrîla meşrûbûnê heq bike, divê xudanê îdare û disîplîneka li gorî hiqûqa şerî be; lewma her berpirsiyarek yê gerîla di vê niqteyê de li himberî yên bi wî ve girêdane berpirsiyar e. (Binêrin Crimes of War, a- z guide.)
Lê wesa xuya dike ko di qada Abdullah Ocalanî ya “qadirê mitlaq” û alîgirên wî de ti giringiye meşrûbûnê, normên însanî û hiqûqî nîne, je ber ko Ocalan li ser hertîştî re ye. Lewma ew hertim ji bo tawanên xwe hindek gunehkaran dibîne; ew jî ew in yên ko sîstema wî raxistine ber çavan; kuştina 15 hezaran jî dixwe stoyê wan; yek ji wan Selîm Çurukaya ye.
Ya rast ew e ko Selîm Çurukaya digel sîstema Abdullah Ocalan ya krîmînal, gunehên xwe yên digel wî jî bi pirtûka bi navê “Apo’nun Ayetleri” raberî ber çavan kiriye û bi romana bi navê “Sırlar Çozulurken” jî projektor daye ser wê Ergenekona li pişt “qudreta” Ocalanî. Her ji aliyê exlaqî û wijdanî ve jî çi ji destê wî tê dike û dibêje. Mirovek dî yê ko Abdullah Ocalan zêde behsê dike û tawanên xwe dixe stoyê wî Selahattin Çelik e.
Lê Selahattin Çelik hêj xwe ji gunehên xwe daneweşandiye, hindek bûyerên ko raste-rast destê Selahattin Çelikî tê de hene çêbûne; Selahattin Çelik qet xwe nade ser wan bayan. Bo nimûne bûyara kuştina çar xortên KUK-cî û kuştina yekê komunîstê Iraqê, di 1985-ê de li başurê Kurdistanê; Selahattin Çelik di nêv vê bûyerê de bû û ew baş dizane ka ew bûyer çawa çêbû. Lê Selahattin Çelik xwe ji vê bûyerê bêpar dike û di pirtûka xwe ya bi navê “Ağrı Dağını Taşımak” de vê bûyerê wekî “komployek” ya KDP-yê tîne ziman. Însaf!
Divêt Selahattin Çelik û gelek dî yên wekî wî baş bizanin, dema ko ew ji bo hindek gunehên xwe cesaret nekin sîstema Abdullah Ocalanî ya krîminal teşhîr bikin, dê hingê Ocalan hemî tawanên xwe li ser stoyê wan bar bike. Ji ber ko ti caran can nabe toz û ba! Ger mirovek tenê jî nemîne şahidiyê bike, ji bîr nekin Kurdistan welatekê têrbaran e û dilopên baranê pir in, dê rojekê çip-çipa wan dilopan li ber deriyên we dane û şahidiyê ji sîstema Ocalanî ya krîmînal re bikin.
Tenê ji devê Abdullah Ocalanî, 15 hezar can, 15 hezar kur û keçên xelkê di çiyayên Kurdistanê û Beqaeyê de binber bûn, dema rojekê hestên wijdanê, bîr û bawaeriya edaletê di vê cografyayê de bê cih, bêşik dê hesab ji Radovan Karadziçên Kurdistanê bêt pirsîn; vêca ev Karadziç çi ergenekoncî an jî çi tetîkçiyên Abdullah Ocalanî bin.
Bila haya qesabên Kurdistanê ji peymanên Cenevreyê nebe û bila qet nedin ser guhê ko çi ordiya nîzamî be û çi jî çekdarên nenîzamî bin, herdu alî jî mecbûr in ko pêgir bin bi hiqûqa şer û prensibên hiqûqa însanî ya nêvneteweyî; lê dema rojekê wijdana însanan û hiqûqê di vê cografyayê de jî serî hilda, dê hingê ew jî wê cehennema ko wan heq kiriye bibînin. |