HEWLÊR, 13/6 2008 — Di vê devera me de wate li Rojhilata navîn, mirov hemî bêhnekî bi derdên xwe ve dinale û ji derdê rejîmên sîtemkar di nava xwe de difûre. Van rejîman bêhn li civakê teng kiriye û neku dengekî xweş herweha nûzenûz jî ji pirsên wekî demokrasî, azadiya fikirderbirînê, mafê mirovî yan mafên şexsî, ji hîç koşe û enîşkekê ve nayên bihîstin. Hatina îslamiyên nerm bo ser desthilatê li aliyekî raweste ko tehdîdê li ya heyî jî dike û dixwaze civakê bibe çaxên pêş dîrokê. Lê kurdên me dixwazin di vê nave de pêngavên berevajî biavêjin.
Pêngavên berevajî mirovê berevajî jê re divê. Ji bo pêngavavêtina ber bi dahatûyeke demokrasî pêdiviya te bi kesekî ye ko kurê vê serdemê be, ceste û bîrkirina wî di rabirdû de nejî û ji aliyê cûda jî netirse. Beşekî zêde yê serkirdayetiya civaka Kurdistanê vêca çi ewên di warê siyasetê de kar dikin yan di warê rewşenbîrî de, çendek nebin ewên din çi bi ceste û çi bi fikir hê di qonaxa çiya û şerê navxweyî de ne û nikarin vî kirasî ji xwe biavêjin. Loma di rewşeke weha de pêngavên ber bi pêş ne karekî hêsanî ye.
Ew Hewlêra ko gelek kesan jêre digot gund, niha rojane bergê nû yê bajarvaniyê dipoşe. Projeyên giştî hewqasî zêde ne ko tu dibêjî qey av e û diherike, bînayên dewletî, supermarket, apartman, xwaringeh û baxên giştî ji serî heta binî bajar pêçane. Di van rojan de êvarekê tenê bi koşeyeke bajar de geriyam, ji gundê zanîngehê ve heta bi riya Bineslawe, di astê van hemû xaniyên ciwan û modern de mame şaş. Nizanim bêjim bi hezar hezaran yan çi jimareyeke mezintir! Evna hemû nîşan û pênasiya xweşguzerandina xelkê normal ê Kurdistanê ye. Serokkomar Mam Celal carekê di seredana xwe ya Hewlêrê de kêfxweşiya xwe bo vê pêşketina mezin derbirî û got: Em ji kek Nêçîrvan dixwazin heman tiştî li Slêmaniyê bo me bike.
Te rastî divêt, Slêmanî jî kêm pêşneketiye. Gelek ji dîmenên Hewlêr û Slêmaniyê dişibihin hev. Dihok jî her wisa ye. Berî demekî em çûne Dihokê, her çiqas baş jî şarezayê vî bajarî me lê belê di nava van sê-çar salên borî de hewqasî hatiye guhertin, me rê şaş kir û heta em gihan ciyê xwe wextekî me yê zêde belaş çû. Mixabin Kerkûk heta niha ji vê pêşketinê bêbeş e û hêviya me ew e rojekê berî rojekê bê tenişt vê bernameya rengîn ya vesazkirinê ya hikûmeta herêma Kurdistanê.
Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmetekê ye, azadiya wî kêm bûye di destnîşankirina wezîr, birêveberê giştî û rawêjkarên di hikûmeta xwe da. Hemû tişt ji aliyê du partiyan bi komelek rabirdûya tejî kelem û bîrkirina aloz biryar li ser tê dan. Parlemento jî tenê wan dema tevdigere ko fermanek ji banî ve jêre hatibe. Loma di rewşeke weha de avêtina pêngavên ber bi pêş ne karekî hêsanî ye, lê belê li gel vêna serokwezîrî kariye hevahengiyê di navbêna herdu aliyên beşdar de biparêze, her weha bibe desteberê tebayiyê jî, ta wî astî ko aliyê beramber daxwaza dirêjkirina dema karê wî bike bo du salên dî jî. Êdî ji wê demê û virde Nêçîrvan Barzanî bû destnîşankerê YNK-ê bo serokwezîriyê û ev jî cara yekem e di dîroka herdu partiyên kurdî de, wate PDK û YNK-ê de rû dide.
Di nava diwazdeh salê borî de, çi sê sal weku cêgir û çi neh sal weku serok di hikûmeta Kurdistanê de, Nêçîrvan Barzanî bû ciyê hêvî û paşeroja jinan. Min kesek weku wî bi peroş û kirdarî, bo nehiştin yan kêmkirina cudahiya navbêna zayenda nêr û mê de nedîtiye. Li gel derxistina her yasayekê de jî berê axaftina wî li merivên ayinî bûye ji bo piştgiriyê, piştre beşên din ê civakê. Zaniye ger ji hemû aliyekî ve hevkarî neyê kirin guhortin jî nayê kirin. Nêçîrvan Barzanî bi berdewamî xwestiye vê xala nehemwar û pir lawaz a civaka kurdî rast bike û hewl bide careka din weku kole danûstandin ligel jina kurd neyê kirin. Jin û lawên Kurdistanê jî, bi berdewamî û bê tehamûl li benda wê yekê bûne serokwezîrê wan bi hewara çareserkirina mişkileyên wan yên bêhejmar de bê.
Ji aliyekî din ve, ne bê sebeb e ko rojane tehdîd li hikûmeta herêma Kurdistanê tên kirin. Ev navçe yekem navçe ye di hemû Iraqê de ko di aramiyê de dijî. Ji devera pir tevlîhev û xudanmişkile, xelkên ji şer reviyayî, bi komî berê xwe didin vê navçeyê. Xelkên xwendevan û zaniyar ji bo karkirinê ji Bexdadê tên û li bajarên Kurdistanê dihewin. Şanazî ye bo gelê Kurdistanê û ezmûna wê ko hemû xirîstiyanan bi dilekî xweş berê xwe daye herêmê û bi taybetî paytexta wê. Ev ne tiştekî veşartî ye, evên pêşyêê hemû bûne cihê balkişandina hikûmet û çavdêrên rojavayî û giringîpêdana zêdetir a Kurdistanê. Her ji bo vê yekê, hikûmetên cîranên Iraqê û bi taybetî ewên ligel herêma Kurdistanê de hevsînor in, tenê ne ji bo dijayetîkirina Emerîkayê ye ko terorîstan dişînin herêmê yan sînor dibezînin û destdirêjiyê di sînorên wê de dikin, di nav wan de dostê nêzîk ê Emerîkayê jî heye. Te rastî divêt ev dahatûya geş a demokrasî, mafê mirov, kome mafên şexsî û azadiya derbirînê ye ko sebir ji wan re nehiştiye.
Ger herêma Kurdistanê bibûya hêlîna terorîstan û tejî mişkile û hevrikiyên neteweyî û ayînî bûya, yan jî milmilaneya partîyetîyê bibûya rêgir li pêşiya projeyên jinûveavakirinê, bêguman ne giringîpêdana siyasî a rojava, ne girêbestên derxistina neftê û ne cihê sermayedarên biyanî dibû. Rast e ko Kurdistanê di ware xizmetguzariya tendirustî, ava paqij, kanalîzasyon rêgaûban û perwerdeyê de pir kêmûkasiyê weha hene ko li benda çareseriyên bilez in, rojane jî dengê xelkê û rexnegirtina wan bo van tişta bilind dibe, lê belê bibiryarbûna serokwezîrî û dilniyayîdana wî a berdewam, weha kiriye xelk bi bawerî di bendewariyê de bin û baweriya wan w be ko demeke kêm maye ta bigihin xweşguzeraniyeke giştî. Ji van hemûyan, bo xelkê Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ne tenê weku serkirdeyê bizava demokrasiyê hatiye nasîn, herweha weku kesayetiyeke karîzmatîk lê tê meyze kirin, bi taybetî jî bo ciwan û jinan bûye cihê hêviyê û pêve girêdan û geşbîniyê.
Serokwezîrê Kurdistanê di gelek warên din de geşî û bawerî bi paşerojê daye xelkê Kurdistanê. Bê fors û fort, xwemezinnedîtin, demarxavî û tolerans baştirîn rewişt in ko di mirovekî berpirsyar de hebin. Di dema wergirtina bawernameya doktoraya fexrî (şanazî) li Zanîngeha Washington û Jefferssonê, di destpêka axaftina xwe de got: “Ez kêfxweş im ko vê bawernameyê ji bedêla xelkê Kurdistanê werdigrim”. Bi vê axaftinê Nêçîrvan Barzanî, hemû serkeftinên hikûmeta Herêmê bi şanazî vegerand bo gelê Kurdistanê neku bo xwe û kabîneya xwe, yan partiyên desthilatdar yên Kurdistanê.
Di herêma Kurdistana Iraqê de ronamevaniyeke me heye bi başî behsa hîç rastiyekê nake. Ji bedêla ko vê firsetê bi kar bîne bo gurkirina hêz û baweriya xelkê bi paşeroja welat û ezmûna wê a siyasî, kiriye bi firsetek bo te’n û marez û henekpêkirin. Ev çi ragehandineke te’zi ji mere daniye di astê wê pêşwaziya germ ko ji aliyê lutkeya bilind a Dwletên Yekgirtî yê Emerîkayê ve li serokwezîrê Kurdistanê hatiye kirin! Ecêb e tu dibêjî qey rojên serdema şerê navxweyî hatiye xewna me! Jiyana rastteqîne ew e ko durişim û prensîbên rastgoyane yê mirov hebe bi taybetî jî rojnamevanan, bêhnek bo serînetewandinê û bêhnek bo milkeçiyê. Neku bo desthilata siyasî, milkeçî bo desthilata rastî ko bilindtirîn desthilat e.
Carekê di dawiya sala 2005-ê û di dema propagandeya hilbijardinên giştî yê Iraqê de, dengê gilehî û nerazîbûna xelkê Kurdistanê bilin dibû. Hinek kesan digot em naçin dengdanê û em piştgiriyê li lîsteya kurdî nakin. Wê demê di astê van axaftinan de nîgeranî di rûyê karbidestên Kurdistanê de dixwiya û sedemên wan kêmûkasiyan dianîn di ware xizmetguzariyê de ko xelk li ser dirawestiya, wê demê min ji serokwezîrî pirsî ka gelo ew di wî warî de çi dibêje! Got: “Beşek ji xebata me ji bo wê yekê bû miletekî rexnegir dirust bikin. Miletek ko tirsa wî ji gotina bêjeya ”na” nebe. Loma ew axaftin çiqas me nîgeran dikin hewqasî jî me dilxweş dikin bo wêya ko em di bernameyên xwe de serkeftin bo çêkirina miletekî xwedî bîrûra”.
Ewên di vê minasebetê de hewqasî sixêf kirin, yan bi laqirdî behsa pêdana bawernameya doktoraya fexrî ya Nêçîrvan Barzanî kirin ko ji aliyê Zanîngeheke Emerîkayî ve danê, ko cara yekem e ev zanîngeh wê bawernameyê bide kesekî neemerîkayî, di hel û mercekî de van axaftina dikin ko Nêçîrvan Barzanî şanazî bi wê yekê dike ko beşdarekî aktîv bûye di çêkirina vê hewaya azadî û raderbirîna eşkere ya xelkê de. Aciznebûn ji vê medyaya bêprensîp, îspat dike ko ev zilam çiqas hêjayê wergirtina xelat û bawernameyên bi vî rengî ye û di paşerojê de jî çiqas cihê giringîpêdana navendên akademîk û rêxirawên civakî yê şaristanî dibe li welatên pêşketî. Ev e cudahiya Kurdistanê û serokwezîrê wê ji welatên deverê.
Em kêfxweş dibin ko dibênin paşeroja mirovê kurd li vê deverê, ne ew e hemû bêhnekê bi derdên xwe ve binale û ji derdê rejîmên sîtemkar di nava xwe de bifure. Rast e ko kêmûkasiyên Kurdistanê hene û kes vê înkar nake, em hemû jî her yek bi rengekî li ser van kêmûkasiyan diaxivin, yek bi zimanê rexne û yek jî bi zimanê şûr, lê belê ya ko em jê dilniya ne ew e ko pirsên wekî demoqrasî, azadiya raderbirînê, mafê mirov û mafên şexsî li Kurdistanê, ne wehm û xeyalbelavî ne, ev weku dengê dûrî trênê, ellaweys, heyran û lawikê kurdî, ji hemû enîşk û qeraxekî vê deverê tê guhê me û ji me re dibêje paşeroja xemilandina Kurdistanê pir nêzîk bûye. |