KURDISTAN, 9/6 2008 — Têgihîştin û nasandina roja 15-ê gulana 1948-an, li bal herdû aliyên nakokiyê kûrahiya wê di navbera filistîn û îsrailê de wekî kirîza here xeternak ya rojhilata nêvê dide xuyakirin. Îsrailî wê wekî roja cejina netewî ya pîroz û roja serxwebûna dewleta Îsrailê dihesibînin. Filistînî, piştî ko welatê wan hate dagîrkirin û parvekirin bê vîna wan, di bin siya terazûya hêzên lokal û erebî û nêvdewletî li dijî berjewendiya wan, 15-ê gulana 1948-an wekî roja şîna mezin û reşgirêdanê, destpêka pêvajoya penaberî û der bi der bûnê û êş û azaran dibînin. Nivîskarekî ereb wê rojê bi hûrbînî dinasîne û dibêje ko di wê rojê de: ( herdû millet hêsiran dibarînin, yek ji kêfan û yek jî ji qehra!).
Pirsgirêka filistînê ji dema 60 salî ve û heta niho jî guhdana here mezin di jiyana siyasî ya welatên erebî û herêmî û nêvdewletî de girtiye. Gulleya pêşî ko hate teqandin bi mûbadereya tevgera rizgarîxweziya niştimanî ya filistînê- tevgera Feteh-PLO di destpêka salên 60-î ji sedsala buhurî bû destpêka şerê çekdarî û avakirina bereya siyasî ya hevgirtî ko piraniya hêzên filistînî vehewand di nava dezgehên PLO-yê de eva ko bû wekî nûnerê tevahiya gelê filistînê û di demeke kurt de lêgaletî bi destxist di hemû qadên filistînî û erebî û islamî û cîhanî de û piştgiriyeke manewî û mewdanî ya bêmînak bidestve anî.
Her weha, pirsgirêka filistînê bala cîhanê bi giştî berbi xwe ve kişand. Hemû hêzên cîhanê ên cihê-cihê nêrîn û helwêsta xwe ji pirsgirêka filistînî dane nîşan dan. PLO ciyê xwe wekî tevgereke rizgarîxweziya niştimanî çesipand di warê heyetên navdewletî di gellek dezgehên girêdayî NY û Komela Dewletên Erebî û Rêxistina Kongirê Islamî û yên dinê. Bê guman, doza filistînê di rojeva xwe ya dirêj de rastî gellek şaşîtî û tevlîheviyan hat, nemaze ko dijberê wê-israil- xwediya hevbendiyên berfireh e nemaze ji aliyê rojavayê û hêzên mezin ên cîhanê ve. Di gel xeletiyên ko seroketiya tevgerê wekî tevahiya tevgerên rizgarîxweziya niştîmanî ên cîhanê pêk anîn di qonaxên cihê-cihê de. Here bêtir ko bandora nêgatîv li tevgerê hîşt bûyerên ko wê li urdunê û lubnanê di salên 70-yan ji sedsala buhurî dîtin, tev li parçebûnên dema niho.
Doza filistînê di dema zîrveya xwe de dema ko PLO û seroketiya wê ya siyasî li lubnanê bûn li dirêjahiya 20 salan, bû ciyê baldariya piraniya hêzên rizgarîxwez û pêşverû ên navçê û cîhanê. Li lubnanê şert û merc peyda dibûn ji bona jinûve avkirina heykeliyeta PLO û berfirehkirina çalakiyên wê ên siyasî û ragehandinî û dîplomatîk û rêkxistina filistîniyên diyasporayê û girêdana peywendiyan bi hundirê filistînî û tevgerên aştîxwez ên israilê û hêzên çep bi giştî re. Her weha, PLO hevbendî û peywendiyên xwe bi dewletên kampa sosyalîst û erebî û cîhana sêyemîn û ewropayê re bihzêkirin, ev yeka ji bilî avakirina hevbendiyeke stratejîk ya tund bi tevgera welatparêziya lubnanê re bi seroketiya şehîd Kemal Canpolat ta radeya ko wan di yek eniyê de şer kir di dema cenga sivîl ya lubnanê li dijî dijberên lokal û rêjîma sûriyê.
Her di wê demê de, destpêka bihêzkirina peywendiyan bû di navbera herdû tevgerên rizgarîxwez ên filistînî û kurdî de. Ew dema bû destpêka naskirin û diyaloga birayane di navbera me-wekî nûnerê hêzeke serekî ya tevgera kurdî li sûriyê, ko min ew temsîl dikir-û serkirdên hêzên filistînî û rêxistina rizgarîxweza filistînê PLO-yê de bi seroketiya serokê koçkirî Yasir Erefatî. Ev peywendiya ko me paşê berfirehtir kir daku bigihîje piraniya hêzên tevgera netewî ya kurdistanî li îraq û îran û tirkiyayê wekî gaveke pêşeng berbi berdewamkirina guftûgo û diyalogê bi mebesta şîrovekirin û danasandina mafên gelê kurd ên rewa û bihêzkirina hevkariya kurdî-erebî li ser bingeha rêzgirtina dualî.
Rêxistina rizgarîxweziya filistînê (PLO) bi seroketiya tevgera Feteh û sembola wê ya welatparêziyê Yaser Erefatî û bi alîkarî û piştgiriya piraniya hêzên çeprew ên serekî serkeft di pêşkêşkirina bernameyê xwe ê realîst ko li ser bingeha aşîtî û goftûgoyên bi israîlê re hatiye danîn derbarê pejirandina hebûna du dewletan li gora biriyarên NY û îradeya civaka nêvdewletî. Ji bona pêkanîna vê armancê PLO-yê guftûgoyên nehênî ên berdewam bi israîliyan re kirin bi çavdêriya navnetewî nemaze ya ewropayî û di encam de peymana Osloyê sala 1993an hate îmzekirin, ev peymana ko bû sedem ko seroketiya filistînî vegere welêt û desthilatdariya niştimanî bête damezirandin li ser beşekî ji axa filistînê ya dîrokî. Belê, ev peymana navborî û mûbadereya aşîtiyê ya filistînî ji encama kongirê Madrîdê ê lihevhatinê di navbera îsrail û ereban de bû di sala 1991-ê, ev kongirê ko hate girêdan bi beşdariyeke cîhanî û çavdêriyeke navnetewî, û bû destpêka qonaxeke nû ji mikurhatina welatên erebî ya dîrokî bi dewleta israîlê berbi normalîzekirina peywendiyên aborî û dîplomatîk di navbera dewletên erebî û israîlê de.
Di qonaxa niho de, pirsgirêka filistînî rûbirû ye bi van xal û kêşeyan re:
1. Rikeberiyên nepijrandina îsrailê ji mafê gelê filistînê di destnîşankirina çarenûsa xwe de, her weha ne amadehiya îsraîlê ko forma çareseriya tam û temam îmze bike, û peydakirina kosp û astengiyan li pêşiya prosesa çareseriya aştiyane digel berdewamkirina siyaseta dorpêçkirin û birçîkirinê dijî navçên filistînî, bi ser da jî meşandina rêbaza tundî û şer û destkuştinan û têkbirina binyeta jêriya filistînî ya aborî û jiyanî û mirovî.
2. Rikeberiyên ji encama inqîlaba tevgera Hemassê a leşkerî li dijî desthilatê li Xezzayê û veqetandina navçê ji desthilata niştimanî wekî gefxwarineke micid ji bingehên yekîtiya niştimanî re û retkirina rewatiya rêxistina rizgarîxweza filistînî-nûnerê tekane ê gelê filistînê-û berdewamkirina rêbaza tundûtûjiyê ko pirsgirêka filistînê wisa vediguheze ji pirsgirêkeke rizgarîxwez ya gelekî ko têdikoşe nasnameya xwe ya netewî biçesipîne bo pirsgirêkeka nakokiya oldarî û şaristanî, û bi vê yekê ew–Hemas-armanc û pilanên rastgirên israîlî ê tundrew û dijî aşîtiyê pêktîne û ziyan û zererê digihîne doza gelê filistînê. Bi van karên xwe ên ne di rê de, Hemas piştgirî û sêmpatîzma hêzên azadîxwez û demokratxwez ên cîhanê ji dest dide, nemaze paş ko Hemas tevlî hevbendiya dijayetîkirinê ya herêmî bû ya bi seroketiya sûrî û îranê û dûvikên wan ji tundrewên islamîst li lubnan û îraqê, ev hevbendiya dêspotîk û li dijî demokirasiyê li ser herdû astên lokal û herêmî.
Dema birêz Xalîd Mişel lîderê tevgera Hemasê derket ser alavên medyaya rêjîma dêspotîk ya şamê provokatîv bû ji miletê xwe re di pileya yekemîn de û piştre ji hemû hêzên rizgarîxwez û pêşverû û demokiratîk li sûriyê û dewletên erebî ên dostên doza filistînê di êvara inqîlaba bira cêwiyê wî û hevalê wî yê îdeolojîk seyidê-serkeftina xwedayî!! - Hesen Nesrûllahî li dijî lêgaletiyê li Beyrûtê eynî weke wî li Xezzayê kiribû. Mişel–weke cêwiyê xwe-bi gotinên kelevajî û pûç gef li hemû dijberên xwe ên nêrînê dixwarin, di nav de dewletên mezin ên cîhanê û hikûmetên erebî û NY û hêz û şepolên welatperwer ên filistînê!
Li hemberî van rikeberiyên çarenûsî, hêzên gelê filistînê ên welatparêz û demokratxwez ên girêdayî rêxistina rizgarîxweziya filistînê hewil didin kirîza xwe ya navxweyî derbas bikin di riya ji holê rakirina encam û paşencamên înqîlaba Hemassê û şopandina yasa û qanunê. Eva digel rawestandina prosesa destdanîna ser xaka filistînê di riya diyalogê bi çavdêriya civata nêvdewletî û bikaranîna alavên xebatê ên rewa ji bona parastina destkeftiyan û misogerkirina mafê neteweyan di destnîşankirina çarenûsa xwe de û avakirina dewleta filistînê ya serbixwe digel dewleta îsraîlê de li gor biriyarên nêvdewletî û pabendiyên birêvebiriya emerîkî û dewletên ewropayê. |