DEŞTA FÎSÊ, 5/6 2008 — Rêya min ji Dîyarbekirê ber bi Deşta Fîsê bû. Herî dawî min ew derûdor bîstûneh sal berê dîtibû. Rojeke biharê, piştî nivro em ji bajêr li texsîyekê ber bi gund çûn. Bajarê xeyalên me gelek hatibû guhertin, di xortanîya xwe de min û hevsalên min, me xeyaline xweş hebûn, me welatekî azad û serbixwe divîya û bêguman di serê me de paytextê welatê azad Dîyarbekir bû.
Ez li texsîyê difikirim: Gelo gundê ko ez tê de ji dêya xwe bûm, warê zaroktîya min, warê xeyal û lîstikên min û hevalên min, ew darên behîvan yên li dora gund, ew rezên li quntarên çîyayê li paş gund, ew bexçeyên bîhok, hinar, sêv û încasan, ew darên hirmîyan, darên tûyan, darên gûzan …
Rojek ji rojên biharê, dunya xweş û tav e. Em ji pira li ser rêya ber bi Farqînê dibihurin.. Li milê çepê Unîversîteya Dîcleyê bi avahîyên xwe dixuye. Mizgeftek bi minareyên xwe dîmena unîversîteya tirkan temam dike.
Deşta Dîyarbekirê mezin û fireh e, lê îsal ji ber nebarîna baranê, deşta fireh mîna sêwîyekî reben xuya dibe. Kincên qetîyayî lê ne. Pîneyên gîha li ber tavê şewitî ne, genim û cehê bejinbihust melûl e… Ji Dîyarbekirê heta nêzî Mermerê her welê ye, li nêzî Mermerê dîmen ber bi keskbûnê tê guhertin, êdî hukimê çîya û hewa sar xwe li genimê seridî dide der. Çîyayên me careke din di hewara me de hatine, ez welê difikirim û dibişirim!
Piştî Qetînê êdî em ji deşta mezin xatir dixwazin û bi rêya xwe de didomînin…
Deşta Fîsê, girê Dikyanos, qehwexaneyên salên heftê yên li ser rêya Licê tên bîra min. Em digihîjin cihê qehwexaneyan, lê ne qehwexane ne jî kanîyên bi ava xwe ya qerisî li ber wan hene. Çend dîwarên hilweşîyayî hebûna dîmeneke kevin di hişê min de vedijînin, dîmeneke têkçûyî dîyar dikin…
Ji Deşta Fîsê êdî çîyayê Hezanê, warê zaroktîya min xuya dibe, li serê çîyê avahîyek hatîye ava kirin, ji wir hemî derûdor xuya dibe, hevrêyên min dibêjin di salên heştêyî de tirkan li wir bingeheke eskerî ava kirîye… Rêyine nuh çêkirine, xemla çîya xira kirine.
Piştî bêhnekê em digihîjin perê gund. Bi gihîştina gund re dîmenên li hişê min û yên xuyayî tevlîhev dibin. Ji kanîya li perê gund av naherike, ziwa bûye; darên tûyan yên li dora kanî ko demekê li bin sîya wan daran, gundîyan setrenc û dame dilîstin, hustîxwar mane, mîna ko xeyîdîbin welê mehzûn mehzûn dinêrin. Texsî li nav gund bi pêş de diçe, xanîyên hilweşîyayî, pencereyên bê perwaz, dîwarên bêban, avahîyên ko demekê bi deng û hilma însanan dihatin dagirtin û germ kirin, niha sêwî mane… Ew nas û dostên ko berê li van xanîyan diman yek bi yek têne bîra min…
Di salên heftêyî de zêdeyî sedî mal hebûn, ji nîvî zêdetir bûne xirbe, kes lê namîne. Gundîyan berê xwe daye bajêr, hin çûne Dîyarbekirê hin jî çûne bajarên rojavayê, li nav tirkan bi cîh bûne.
Em diçin li ber xanîyê me disekinin ko dê û bavê min lê dimînin. Piştî bi xêrhatin û pirsîna halê hev, ez li gund û derûdora wî temaşe dikim… Heyf û heyf! Ew dîmenên jîndar yên bi salan li xerîbîyê li hişê min mabûn, êdî xuya nabin. Darên behîvan, rez, darên gûzan, tûyan… dibêjin di salên notî de hatine şewitandin! Ji gund wek berê qelebalix nayê, bêdengîyeke sar bi ser gund de girtîye…
Ez di hundirê xwe de dikelim lê dengê xwe nakim…
Dibêjin rewşa Pîrik, Cinezûr, Dêrxust, Cimar, Entax, Licok, Zengê û gundên din ji ya Hezanê bi gelekê xirabtir e… demekê kes li wan gundan nemabû; lê niha hêdî hêdî ew jî şên dibin.
Du şev û sê rojan li gund mam. Şeva diduyan nêzî hungura sibehê min xewnek dît. Ez zarokekî heftsalî bûm, roj bi qasî misasekê bilind bûbû, dunya xweş û tav bû, vizîna mêşên hingiv bû; li kulîlkên darên behîvan datanîn û radibûn. Ez li bin darekê veketibûm û min li mêşên hingivî temaşe dikir… Rojê di nav kulîlkên darê re li çavên min dida, ez ji xewê şîyar bûm; di pencereyê re rojê dabû hundir… Bi hêvîya ko ez dê dîmena li xewa xwe bibînim, ez ji cîhê xwe rabûm, min ji pencereyê li derve temaşe kir: Alaya tirkan li ber qereqolê pêl dida, cîbeke eskerî di nav gund re dibihurî… |