HEWLÊR, 4/6 2008 — Manggirtin û xwepêşandan dû rengên tundûtujiyê ne bo pêşandana daxwaziyan ji bo desthilatê, lê belê raperîn ragehandina şoreşê ye bi armanca wergerandina desthilatê piştî ko hêviya xelkê bi yek carî ji awirdana wê desthilatê beramber daxwaziyên wan tê birîn. Îmzekomkirin jî rengekî din ê fişara xelkê ye. Lê belê şêwazê wê ji yên din nermtir e. Şêwazên pêşî nîşana daxwaz û aciziyê ne, komkirina îmzeyan derbirîna ricayê ye.
Ev cudahî qet nebe li navçeya me, yanî li Kurdistanê weha ye. Xelkê gundekî yan taxekê ji bo lêdana bîreke avê, yan vekirina xwendingehekê îmze kom kirine, yan bi zaraveyê kevin "dosya" dane desthilatdariyê bo derxistina maleke nexoşewîst ji kolanê yan li nêzîkê malan meyxaneyek neyê vekirin. Kevneşopiya îmzekomkirina siyasî jî heye, vê di serdemên dawî de bi rengekî berfireh serî hilda. Di dema osmaniyan de şêx û zilam maqûlên deverekê nivîsên resmî pêşkêş kirine weku nimûne ji bo kêmkirina bacê di salên xelayê de. Hindek caran ev jî derbas kirine û daxwaza fermanberên xwemalî û binkeyê tendirustiyê kirine bo deverên xwe weku xwestekeke siyasî.
Piştî şerê cîhanê yê dûwem û berfirehbûna bizava çepîtiyê, partiyên çep û komunîstan gelek caran ji bo berdana xebatkarekî hevalê xwe îmze kom dikirin. Carên weha hebû jimareya îmzeyan gihiştiye sedan hezar û belkî milyonan jî, ji bo kê? Ji bo girtiyekî çep weku nimûne li Şîlî yan Srîlanka. Bêguman ji bo berdana hevalekî xwe li navxweya welêt nekarîne xebateke bi vî rengî bimeşênin, kê diwêriya îmze bike!
Îmzekomkirin ji ber ko navê eşkere li ser e, hertim ji bo daxwaziyeke rewa û mirovane ye, bo nehiştina zilmekê ye, yan qet nebe bo gehandina daxwaziyekê ye ko encamên metirsîdar bi pey de nînin. Ev rengê ha jî bêhtir tika û daxwaza lavelavkirinê li xwe digire neku boksweşandin yan gefxwarin. Ewên ko îmze dikin, gelek caran ji ber ko digihin wê baweriyê ko daxwazeke rewa ye, bê lêkolîn razî dibin, ji ber ko dizanin kevneşopiya îmzekomkirinê çawa ye û çi ye. Herweha hinek caran haya wan jî jê nîne navê wan ketiye lîstê.
Eva vê dawiyê, yekser di van nêzîkan de li Kurdistanê rû da. Gelekan meleyan bê agahiya xwe pêşan da ko navê wan jî ketiye lîsteya paşkoyeke tehdîdwarî ko dibêje ger desthilat, riya şerî’etê negire pêş ji bo sizadana wan kesên bûne sedema teşhîrkirina navê Xwedê, wî çaxî ew, wate ewên ko îmze kirine, riyên din digrine pêş. Evna tehdîdek e neku tenê li jimareyek nivîskar û dezgehên rewşenbîrî ye, herweha li desthilatê bi xwe ye jî.
Gelek nivîskaran jî li vir û li wir poşmaniya xwe nîşan da ji ber ko razî bûne navê wan bikeve tenişt yên ko dixwazin diyalekta jêrî bi ser zimanê kurdî de bê sepandin, piştî wêya ko ji wan ve hate xwiya kirin bangewaziya wan bûye sedema gileh û gazinên xelkekî zêde. Yan piştî ko dîtin hinek ji nivîskarên lîsteya wan ji xelkekî zêde yê devereke Kurdistanê re dibêjin "garan" û "ga-gel" jiber ko bi rengekî din diaxivin.
Ji be wê jî, îmzekomkirin bo tika û lavelavkirinê ye ne bo sizadan û sepandinê yan bi çavekî sivik temaşekirina xelkên din, ji bo daxwazekê ye ko zerara wê ji kesên din re tune, bo rizgarkirina xelkê ye ji sizadanê. Weku mînak li ser pirsa bîr û baweriyê ger fermana li sêdaredana nivîskarekî derçûba, weha dihat çaverê kirin merivên ayinî ji bo desthilatdaran nameyan binivîsin û îmze bikin ta dilê wan bi vî "kesî" bişewite û li "gunehê" wî xweş bibin. Çaverêya nermî pêşandan, çavpoşî û sîngfirehiyê ji Xwedê û ayîn û merivên ayînî tê kirin neku anîna dijwartirîn siza. Heger hikûmeta Herêmê xwestiba yek diyalektê bi ser hemû navçeyên Kurdistanê de bisepêne, weha dihat çaverê kirin ko nivîskar îmzayan kom bikin û bidin xwiya kirin ko ev kar li dijî mafên xelkê ye, ne ko ew bi xwe bên û daxwaza binpêkirina mafê xelkê ji desthilatdariya welêt bikin.
Di vir de çend pirsyarek rûbirûyê wan kesan dibe ko navê wan di wê daxwaznameya 474 kesî de hatiye: Baş e me got yek ji wan yên ko navê wî di wê projeya lêpirsîna şer’î de hatiye û bi navê wan hatiye nivîsandin ko daxwaz dikin bê siza dan, ger bi destekî kesnezan derbek lê ket, gelo xwediyê wan îmzeyan rûbirûyê lêpirsîna yasayî nabin?
Jib o çi di vî welatî de desthilata dadweriyê nîne? Yan her nebe rastî heyfstandineke ‘eşîrane nabin ji kesûkarên derblêketî? Bêguman di vî warî de xwedîyên îmzayan nikarin daxwaza parastina yasayî bikin di pirsekê de ko wan bi xwe pêştir yasa tê de piştguh kiriye. Riya rast ya çareseriyê ew bû, ger çend kesek ji van biçûna û dozek tomar kiribana, dibû dozeke giştî û yasayî, weku hemû welatekî din li Kurdistanê jî dawakariya giştî heye.
Ya ji hemûya metirsîdartir, ew kesê tehdîda bikaranîna şêwazên din dike xwiya ye hêzekê şik dibe bo encamdana tehdîda xwe! Xwiya ye ew bi xwe partiyek e yan partiyek li pişta wî ye! Bawernakim mebesta wan ji hêzê, hêza wî xelkî be ko li pey wan nimêj dikin. Ewên ko diçin mizgeftê hemû ne endamên yek partiyê bi tenê ne. Gelek ji wan hevwelatiyên nerm in, ji ayînperwerî berê xwe didine mizgeftê neku bo serêşiyê. Dibe ko bêhtirên wan endamên partiyên desthilatdar bin û ta partiyên wan tiştekî ji wan re nebêjin tevnegerin. Ji xeynî vêna hinek ji wan navên ko di lîsteyê de hatine ne mela ne jî ta ko em bêjin mebesta wan ew kes in ko li pey wan nimêj dikin. Li vêderê bi tevahî eşkere ye evna destê partiyekê ye yan her “desteke” û xelas.
Heman tişt ji bo meseleya wan 53 nivîskarên ko îmza jibo sepandina diyalekta kurmanciya jêrî (soranî) bi ser hemû kurdan de kirine. Ji bîra wan çûye ko divê serdemê de binemayên mafê mirov û demokrasiyê bi rengekî bingehîn ji yasa û destûrê şemitîne û bûne binemayên beşekî zêde ji birgeyên yasayî. Li gor yasayê, di vê serdemê de nabe xwestekên xelkê di hîç meseleyekê de bêne binpê kirin vêca ew mesele her çi be. Ji bîra wan nivîskaran çûye ko sepandina ziman vedigere serdemekê ko rêmanên mafê mirov, demokrasî û xwesteka giştî, hê nehatibûn rojevê.
A çewt di vî welatê me de ew e ko elîta rewşenbîr, çi rewşenbîrên kevin û çi rewşenbîrên nû, ji bedêla nermî, şefafiyet û rêzgirtina mafê xelkê ji desthilata siyasî bixwazin, tên û bi hêleke berevajî şîretan dikin. Rewşenbîrên kevin ko bêhtir merivên ayînî li xwe digire û piştre îslamiyên hevserdem, serê ziman û binê zimanê wan ‘efu-kirin û sebir û tehemûla ayînî ye, lê belê nunerayetiya vê ramana mirovayî nakin û bîr li ramana serbirîna xeyri-îslam (kesên din-ne îslam) dikin. Rewşenbîrên hevserdem jî wek wan, mafê mirov û tolerans û mafên şexsî piştperde dikin, girtîbûna wan ji ya merivên ayînî ne kêmtir e. Hinek caran jî ji wê desthilatê bêrehmtir in ko daxwaza şefafiyet û vekirina zêde jê dikin. |