STENBOL, 31/5 2008 — Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 17-yê gulanê de di warê xizmet/serweriya giştî de ji Koleja Washington & Jefferson ya eyaleta Pensylavniayê bi seremoniyeka mihteşem dîplomaya fexrî doktorayê girt; ev kolej yek ji kevintirîn unîversiteyên Emerikayê ye, di 1781-ê de hatiye damezirandin. Ew hemnav e digel paşnavê George Washington û Thomas Jefferson. Lewma di 18-yê gulana 2007-ê de peykerê ji bronzî yê George Washington û Thomas Jefferson di kampusa vê unîversîteyê de hat vekirin, peyker, bi texmînî 10 gavan bilind e.
Di tarîxa Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê de, babên danêr hene ko wan yek li dûv yekê Emerîka ava û avedan kirine. Bêşik general George Washington hem wekî serqumandarê hêza rizgariya Emerîkayê (1775–1783) hem jî wekî babê danêr jî, bab û serokê pêşiyê yê Emerikayê ye û ew wekî babê neteweya Emerikayê têt nas kirin (Peter Galbright bi minasebetekê general George Washington û general Mistafa Barzanî dişibîne hev) lê ger Washington wekî bavê neteweyî bêt sembolîzê kirin, Jefferson jî sembola xizmet û awayê serweriya neteweyî ye. Jefferson serokê Emerîkayê yê sêyê ye û ew nivîskarê manîfestoya serxwebûnê ye (2/7 1776), wextekê di kabîneya George Washingtonî de jî wezîrtî kiriye.
George Washington ji 1789-ê heta 1796-ê du deman serokatiya Emerîkayê dike. Cara seyê jî, ji wî têt xwestin ko ew serokatiyê bike, lê ew bi xwe qebûl nake, lewma ev tradîsyona serokatiyê ya bi herî zêde bi heşt salan hatî sînor kirin hêj berdewam e; tenê Franklin Roosevelt di dema şerê cihanê yê duyê de, ji heşt salan zêdetir serokatiyê dike, piştî şerî ev tradîsyon dibe hukmekê yasayî ko ti serok nikarin ji du caran zêdetir bên hilbijartin.
Bi qasî manîfestoya serxwebûnê ya Jefferson axaftina xatirxwestinê ya George Washintonî jî di jiyana siyasî ya Emerîkayê de bi nav û deng e; neteweya Emerîkayê bi van herdu belgeyan hatiye bi firşik û havên kirin.
Jefferson di manîfestoya serxwbûnê de wiha dibêje: “Mirov hemî bi awayekê yeksan/wekhev hatine dinê, Xuda bo hemiyan hindek mafên ko qet nayên dewr kirin û dest jê nayê şûştin daye. Bi destxitina jiyanê, azadî û bextewarî di nêv van mafan de ye.”
Ruhê vê manîfestoyê ne tenê ji bo xelkê Emerikayê lê ji bo dinyayê hemiyê wekî glopeka ronahiyê ye. Lewma jî Emerîka xwe wekî navenda prensîba azadiyê dibîne. “Komareka adil û saxlem dê bo hemî neteweyên dî yên dinyayê jî bibe nimûne û monumentek rastkirî” Helbet ev gotin jî yên Jeffersonî ne.
Ji aliyê dî, dema ko George Washington di axaftina xwe ya xatirxwestinê de ji bo hemî neteweyan edalet û aştiyê dixwaze vê “wesiyetê” jî dike: “Nebin heyranê ti miletan; miletên ko bi hestên nefretê an jî yên heskirinê li himberî miletekî dî bo xwe bikin adet, dê bibin kole, dê berjewendî û wezîfeyên xwe yên esasî ji bîr bikin.”
Helbet zincîreya babê danêr yên Emerîkayê dirêj e. Bo nimûne; Abraham Lincoln (1861–1865) bi rakirina yasaya koletiyê şerê nêvxweyî yê Emerikayê qezenc kir û yekîtiya Emerîkayê parast û xurt kir. Teodore Roosevelt (1901–1909) bi vekirina kanala Panamayê nefes li Emerikayê vekir, bi rola xwe ya mizakereyê ya li himberî şerê Rûs-Japonyayê de xelata Nobelê yê aştiyê wergirt. Wilson (1913–1921) bi çardeh prensîbên xwe rêya felata hemî neteweyan û aştiya nêvneteweyî nîşan da. J. F. Kennedy (1961–1963) digot ji bo bi serketina azadiyê bi qasî ko em her bedelî bidin û milê xwe bixin di bin her barî de, em xurt in.
Wekî vê çîroka biserketinê ya dîrokî, Emerîka îro jî temsîl û serkêşiya dinyaya demokratîk dike. Bêşik ev dînamîzma ko cihek hinde giring dide Emrîkayê baweriya bi bicihanîna model û normên demokrasiyê ye. Qet ti danêrek û babek yê Emerîkayê îtîbar bi ti model û rêyên derveyî demokrasiyê nekirine. Ji ber ko wan bawer kiriye ko dema neteweyek di nêvxwe de baweriyê bi demokrasiyê û bi cihanîna wê bîne, dê hingê ew netewe aştî, aramî û yekîtiya nêvxweyî pêk bîne û dê bo neteweyên dî yên dinyayê jî bibe modelek û rêyeka felatê.
Di vê mehneyê de, qalibên mentaliteya têgihiştina dinyayê ya kurdan û emerîkiyan nêzikî hev e. Lewma dema ko mirov bêje îro dinya şahidiyê dike ko kurd modeleka nû di Rojhilata-nêvê de ava dikin, ev dê ne mibalexe be.
Ger mirov berê xwe bide helwêsta Mesûd Barzanî mirov dibîne ko ew rê û rêbaz û cewherên wî ji general Mistafa Barzanî wergirtine û hostahiya xwe jî li ser zêde kiriye, têra hîmet û yekgirtina xak û miletê Kurdistanê û aştiya nêvxweyî dike. Mesûd Barzanî hertim wekî babên danêr yên emerîkî bi israr referansê li hiqûq, edalet û mafê miletê xwe dike û di heman demê de bo dinyayê jî zimanê aştî û diyalogê dide pêş… Ji aliyê serqumadariya şerê rizgariya neteweyî ve ger mirov general Barzanî û general Washington bide ber hev, ji aliyê parastina yêkîtiya xak û miletê kurd ve rolê Mesûd Barzanî digel karakterê George Washingtonî dişibe yê Abraham Lincoln.
Îro Mesûd Barzanî ne tenê wekî serokê Kurdistanê ye, di heman demê de di dilê miletê kurd de ew wekî sembola parastina yêkîtî û xaka miletê kurd û Kurdistanê ye. Bo nimûne, ew nahêle bi hesabên biçûk dijberiya soranî û kurmanciyê an jî bakurîtî û başûrîtiyê bêt kirin.
Vêca dema ko George Washinton û Abraham Lincolnên Kurdistanê hebe, Nêçîrvan Barzanî an her kurdekê dî çima nebin Jefferson û Rooseveltên Kurdistanê.
Min gotinên George Washingtonî jî bir nekirine, dizanim “heyraniya bi çavkorî, mirovî çavkor dike”. Lê “heyraniya” kurdan û emerîkiyan beramberî yek e û têgihiştina wan li ser modela bihevrejiyanê û garantîkirina mafê hemî mirov, grub, ol û neteweyan e, realîzekirina vê modelê ne xeyal, Kurdistana azad, modela zindî ya li ber çavan e. Lewma her mirovekê aqilê wî li serî baş dizane, di Rojhilata-nêvê de projeyên ko hemahengiyê digel rastiya Kurdistanê neke, dê ti paşerojeka wan tine be. Unîversiteya Washington DC berî çend salan “kursiyê” general Mistafa Barzanî vekir. Serqumandarê Centcomê –navenda leşkerî ya Emerîkayê – general Petraeus dema ko serqumandarê hêzên bakurê Iraqê bû, digot “lehengê min Barzanî ye”. Niho jî Nêçirvan Barzanî fexrîdoktora ji Koleja Washington & Jefferson girt. Bingehê van niqteyên sembolîk giring e.
Helbet Neçîrvan Barzanî ev fexrîdoktora ne tenê ji bo biserketina karê xwe yê serweriya giştî; pêşxistina aboriyê, perwerdeyê û xizmetên dî stand, di heman demê de ji bo parastina mafê grubên hindik, mafê jinan û pêşxistina demokrasiyê li herêmê ev rûmet wergirt.
Di encamê de, li gorî qinaeta min, pêwîst e ko ji her aliyî ve kurd rola bavên danêr (di vê nivîsê de mebest ji bavîtiyê qet ne rola bavê totaliter û fermandar e, bav, bo hîmet û xizmetê ye) yên Emerîkayê baş bizanin, lêkolînê li ser bikin. Heta herwekî çawa “kursiyê” general Barzanî li Unîversiteya Washington DC heye, divê di unîversiteyên Kurdistanê de jî “kursiyê” George Washington, Thomas Jefferson û bavên dî yên danêr hebe.
Belê Kurdistan ji aliyê cografî, jeopolîtîk û beşerî ve ji Emerîkayê gelek bi dûr e. Rojhilata-nêvê bi modelên xwe yên têkçûyî û xirab û bi sifreya guran bi nav û deng e. Lê divê neyê jî bîr kirin, çi di dema medan de be û çi jî di dema Selahedînê Eyubî de be, Rojhilata-nêvê ji aliyê qalîteya jiyana mirovahiyê ve xudanê modeleka biserketî bû. Lewma kurd dikarin digel şkênandina bextê xwe yê xirab, bextê Rojhilata-nêvê jî ber bi başiyê ve biguhorînin. |