KURDISTAN, 28/4 2008 — Cemidandina endamtiya herdû partiyên "Partiya Kar a Komûnîstiyê" û "Yekîtiya Sosiyalîsta erebî"di Danezana Şamê ya guherîna demokratîk de bi rengekî sereke vedigerînin bo tunebûna lihevkirinê di navbera şepolên dijber yên Danezanê de, û rijdbûna şepola lîbêral – ko wê wekî şepola îzoleker bi nav dikin - li ser dûrkirina herdû şepolên demokratîk:- Şepola komûnîst û netewî - li gor wan, di gel guhdaneke zêde bi rola serbixweyan li himberî rola partiyan, tiştê ko bû sedemê qelsbûna rola Danezanê weke eniyeke karê demokratîk ya berfireh.
Herdû partên xwe vekişandî di warê destnîşankirina sedemên veqetanê de balê dikşînin ser hinek nakokiyên siyasî di derbarê giringiya pirsgirêka civakî û lidijderketina êmperiyalîzmê û êrîşa hovane li dijî Sûriyê. Ji bilî ko em bizanibin radeya rastî û realeta vê şîroveyê li himber xwendina eşkere û belû û belgekirî ya emîndariya giştî ya hibijartî ya Danezanê, her weha tawanbar kirina wê -ji herdû şepolan re bi retkirina yan jî nepijirandina encamên hilbijartinên demokratîk û meşandina siyasetên ko di encam de dikevin bin xizmeta armancên rêjîmê de, tev li xwevekişandina bilez, tevî van tiştan hemiyan jî em dibêjin ko tiştê qewimî ji encama mezinbûna nakokiyan û hevbendiyên ko hatine holê, û pişt re jî girtinên sîstematîk ko tenê yek şepol armanca wan bû dane xuyakirin ji herkesî re ko desthilatdarî bûye aliyekî sereke di nakokiyên navxweyî de di nava refên Danezana Şamê de.
Ev yeka du rûyên nakokiyê dide xuyakirin, ko herdû jî giringiyê didin nakokiya li dora gihîştina mêkanîzma rêxistinî ya mûnasîp ji bona dabeşkirina karûbaran di navbera dibjeran de ji aliyê erk û mafan, û hevpişkiya danîna biriyaran sebaretî erk û helwêstan di çarçoveya prensîba lihevkirinê de di nava dezgeh û saziyên hevbendî û eniyên demokratîk ên şefaf de.
Mixabin ko sedemên siyasî di pileya duyemîn de tên, wekî encamekê ko hatine xuyakirin piştî jihevketina rêxistinî.
Xwendineke hûrbîn ji rojeva Danezanê re, ji dema avabûna wê beriya du salan tanî roja girêdana meclîsa wê ya niştimanî û hilbijartina seroketiya wê, digel kampaniyaya girtina hin endamên wê û xwe vekişandina hinekên dîtir, dihêle ko em bi başî sedemên kirîzê bizanibin, û serê ta bigirin û bigihin van rastî û encaman:
1. Serktina faktorê rêxistinî-navxweyî yê nakokiyê. Heye ko hinek kes matmayî bimînin çawa aliyê rêxistinî di ser yê siyasî de tê girtin di warê nakokiyên hêzên Danezanê û hêzên din ên opozisyona sûriyê, lê belê ev matmayîn namîne dema tê zanîn ko mesele hemû siyasî ye di koka xwe de. Digel ko giringiya mêkanîzma rêxistinî di warê sitendina biriyaran û birêvebirina eniyan û formkirina siyaseta wan de di vê yekê de ye ko ew wêneyek piçûk in ji sûriyaya nû ya rizgarkirî ji dêspotîzmê wekî nimûneyek sembolîk ji bunyeta dewleta sûriya demokrat ya pirreng û fire-partî, her weha rengê hevpişkiya hatî di navbera pêkhateyên welatî de yên netewî û çandî û civakî di warê birêvbirina hukimdarî û dabeşkirina samanê de bi rengekî dadmend û wekhev û bi riya hevkarî û hevgirtinê.
Bê guman prosesa çareserkirina nakokiyê derbarê vê benda navborî de dibe pîvaneke rasteqîne ji radeya demokrasî yanjî dêspotîzma bunyeta avakirina dezgehan di nava refên opozisyona niştimaniya sûriyê de, her wisa dibe belgeyek ser radeya rastgotina hinek alîgirên şepolên îdeolojî yên totalîter-berê-û veguhastina wan berbi asoyên xwe-rexneyê û şefafiyet û şermezar kirina kiriyarên rabirdû û xwenûkirina şaristanî wekî ko hinek wê bi nav dikin.
Pirsgirêka din a here giring ewe helwêsta înkarkirina fermî ya pêkahateyên netewî ji bilî neteweya ereb, ji aliyê maf û hebûn û mafên di destûr û yasayan de, tevlî ne wekheviya di warê temsîlkirina pêkhateyên niştimanî ya tevna welêt a pirreng di hersê desthilatdariyan de li gorî hijmara nufûsê bi motîvên nijadperestî li ser rêbaza dûrxistin û înkarkirinê.
Eger ko hemû hêz binpêkirin û siyasetên rêjîmê li dijî pêkhateyên din ji bilî netewa ereb şermezar dikin jî, û lihev dikin di derbarê guhêrandina rêjîmê de, lê belê ev yeka dê nekeve piratîkê de ji bilî dema ko ew hêz li doz û pirsgirêkên netewên din xwedî derkevin û nûnertiya têkoşerên wan neteweyan wekî partî û tevger û kesayetiyên serbixwe bipijirînin di tevahiya rêxistin û sazî û dezgeh û nivîsgehên opozisyona niştimanî de li gor hijmara nufûsa wan.
Ev dibe belgeyek derbarê micidiya gera li alterantîvekî demokratîk ji rêjîma dêspotîk re, wê hingê mirov dikare bibêje ko opozisyona me wêneyekî rastî ye ji sûriyaya çavrêkirî re: welatekî hevpişk ji bo hemûyan.
Eger rewş li berovajî vê çendê bimeşe, em dikarin hingî bê dudilî bibêjin ko ew kesê yan hêza ko nikaribe kar bike di rêxistinên opozisyona demokratîk de, di bin siya seroketiyeke bikom û hevpişkiyeke rasteqîne ji aliyê tevahiya hêzan ve ne hêjayî rûmeta rahiştina navê opozisyonê û parêzvanê mafên gel e, her weha dê nikaribe şerê guherîn û çaksaziyê heta dawî birêve bibe, ne tenê wilo lê ew dê bibe astengî jî di pêşiya erkên guherînê û nehiştina piştgiriyê ji pirsgirêka gelê sûriyê re li ser atsên navxweyî û herêmî û navnetewî jî.
2. Diyar e ko kes û hezên ko xweji nav refên Danezana Şamê vekişandin nemaze şepola neteweperest, nakokiya xwe bi şepolên din re sebaretî pirsgirêka kurd eşkere nekirin. Hêjî wan helwesta xwe ji vê pirsgirêka girîng eşkere nekirine. Berovajî vê çendê yek ji rexneyên şepola neteweperest li ser serokatiya hilbijartî ewe ko –seroketî- hewil dide sûriyê bike wekî Îraqê (ê ko nakokiyên tayfegerî û netewî, û teror û kuştinê bikartîne ewin şepolên neteweperest ên nijadperest in tevlî girûpên îslama siyasî ya tayfeger, ne demokratxwaz û lîbêral in!) û dixwazin parçebûna tiwêjeyî û netewî ya civaka sûriyê pêkbînin-li gor pilanên împêriyalîst û ziyonîstan!!?- di şûna girêdana niştimanî li gor ko ew dibêjin.Mmebesta wan jî rêdana beşdariya kurdan wekû komeke netewî tevlî agahdariya tund derheqê rol û maf û paşeroja wan ji aliyê hemî şepolên di Danezanê de. Wisa dixuye ko nakokiya di derbarê mijara kurdî de guheriye yeka dijî îraqa fêdîrala nû, bi taybet dijî fêdîraliya kurdistana îraqê û prosesa siyasî ya demokratîka li wir û şerê li dijî terorê û desttêwerdanên herdû rêjîmên Şam û Tehranê.
3. Rêjîmê xwe negirt dema li pêşiya çavên xwe didît çawa di nava civînên Danezanê de alîgirên wê!! dikevin û dijmin û dijberên wê biser dikevin digel derçûna belgeyên dawî ko dawa guherînê dikin bi dengekî bilind û belû, belê rêjîmê xwe negirt û dest girte ser piraniya endamên şepola demokratîka radîkal.Ev reaksiyona rêjîmê ya tund ne eceb bû ji kesê ko pêşveçûnên Danezanê dişopandin, ji ber vê yekê ko têkiliyên hinek aliyan bi rêjîmê re naskirîbûn û hatine tekezekirin ji dema berî avabûna Danezanê, her wisa alavên rêjimê destê xwe nedidanîn ser tukesî ji endamên Danezanê eger ko ew li ser rêbaza xwe ya destpêkê bimana ya ko dimeşand tanî beriya civîna meclîsa niştimanî di 1-12-2007an de. Tiştê ko desttêwerdana rêjîmê di nakokiyên Danezanê de tekeze dike ewe reaksiyonên hêstîrîk û tund ji aliyê hinek kesên li derveyî welêt, ko wekî alîgirên Danezanê têne dîtin û peywendiyên wan bi rêjîmê re jî hene di heman demê de. Van kesan ji demekê ve destpêkirin pirên dostaniyê bi riyên veşartî bi navendên rêjîma dîktatorîk re avakirin di şûna prensîban de, ji bona bidestxistina postekî anjî pereyan, û destpêkirin daxwaza çaksaziyê kirin bi seroketiya serokê gênc! û dev ji xwesteka guherînê berdan bi hincet û behaneya xetera derveyî ser sûriyê.
Hêjayî gotinê ye, dema ko rêjîm dibe aliyek di nava nakokiyên opozisyonê yên navxweyî de, bi îmkan û hêza xwe ya mezin evejî belgeyeke ser tirsa wê ji zayîna opozisyoneke niştimaniya demokratîka çalakane di pêşeroja nêzîk de.
4. Benda ko em li sere lihev dikin bi herdû şepolên xwe vekişandî re ewe girêdana wan bi prensîba karê hevbeş di navbera tevahiya alî û hêz û şepolên cuda-cuda ên opozisyonê de. Di vî warî de ezmûnên tevgerên opozisyona niştimanî di serdema me ya niho de-nemaze li welatên pirnetew û tiwêje de wekî sûriyê tekeze dikin ko riya here baş di warê bihêzkirin û yekkirina hêzan de bi mebesta pêkanîna guherînê ewe ko ew bi hev re kar bikin li ser bingehên prensîba demokrasiya hevbeş ya ko deriyan vedike li pêşiya beşdariya herkesê ko daxwaza guherînê dike ji hêz û şepol û pêkhateyên netewî û çandî û civakî çendî ko nêrînên wan cida bin jî di warê hevgirtina berpirsiyarî û sitendina biriyaran de.
Di rewşek wisa de, herçende ko bernameyên dahatî cida bin jî di navbera kom û tiwêjeyan de derbarê alternatîv û rengê dewleta sûriyê ya nû û bendên destûrê wê û pirsgirêkên wê yên civakî û aborî û çandî, lê belê dikare lihev were kirin li ser bernameyekî yekgirtî di çarçoveya nakokiya hizrî û rikeberiya siyasî ya şaristanî û prosêsên rexne û xwe-rexnê di navbera hevpişkên katî de di dema niho de, tanî ko gelê sûriyê çarenûsa xwe destnîşan bike piştî ko rizgar bibe ji dîktatoriyê di riya şêwazên lêgal û hilbijartinên azad de.
Tevî ko ezmûna du salan kurt e jî di jiyana milletan de lê belê ew dewlemend bû sebaretî opozisyona niştimaniya sûriyê bi hemû şepol û tiwêjeyên xwe, ji ber ko ev herdû sal bûne qonaxeke destpê ya girîng di warê hevgihîştin û hevnaskirinê di navbera hêzên ji hev dûr, û di warê jihev nêzîkirina dijberan de-eger em nebêjin dujminan de-û bû sedemê destpêkirina diyalogê.
Ev destpêk heye ko têr bike sebaretî ezmûnkirina îmkanat û hilbijartina niyazan û naskirina rastiyan, berbi qonaxeke nû ve ko heye bibe destpêka rêzbûnên nû ji encama pisporî û bîreweriya pêşkeftî di warê destnîşankirina erkên henûkeyî de û riyên çareserkirina ewan de. |