STOCKHOLM, 20/4 2008 — Enstîtuya Kurdî ya Parîsê bi navê “Gaziya çareseriya aştiyane ya pirsa kurdî li Tirkiyê” tekstek amade kiriye û li bakurê Kurdistanê û Ewropayê wê li kurdan belav dike da îmza bikin. Enstîtuya Kurdî ya Parîsê dezgeheka kulturî-kurdî ya Fransayê ye û wezîfeya wê qet û qet ne çareserkirina doza neteweyî-siyasî ya miletê kurd li bakurê Kurdistanê ye.
Heger serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Kendal Nezan bixwaze siyasetê bike hingê paytexta bakurê Kurdistanê Diyarbekir li hêviya wî ye û bila kerem bike mal û karê xwe bibe Diyarbekirê, li wêderê partiyeka siyasî ava bike û xebatê ji bo “çareseriya aştiyane ya pirsa kurdî li Tirkiyê” bike.
Hinek kurd tiştan zû ji qalibê xwe derdixin. Heger her dezgeheka kulturî ya li bakurê Kurdistanê projeyên siyasî yên jixwemezintir bikin karê xwe divêt li bakurê Kurdistanê 500 partiyên siyasî ava bibin. Heger her dezgeheka kulturî li başûrê Kurdistanê projeyên siyasî yên jixwemezintir bikin karê xwe divêt li başûrê Kurdistanê 1 000 partiyên siyasî ava bibin ji ber li başûrê Kurdistanê belkî 1 000 dezgehên kulturî yên kurdî ko ji Enstîtuya Kurdî ya Parîsê mezintir in hene.
Li hemî welatên dinyayê dezgehên kulturî û entelektuelên wan welatan di daxwazên xwe yên siyasî û neteweyî de ji partiyên siyasî pêşdetir in ji ber berpirsiyariyeka siyasî ya dîrekt li ser milên wan nîne. Bo nimûne li başûrê Kurdistanê serokê sendîkayeka kurdî pir bi rehetî dikare behsa serxwebûna Kurdistanê bike lê belê Celal Talebanî û Mesûd Barzanî wisa bi rehetî nikarin behsa serxwebûnê bikin. Ev normal e û li piraniya welatan wisa ye.
Lê belê gava ko mirov teksta gaziya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê dixwîne mirov dibîne ko tê de behsa mafê miletê kurd yê desthilatê nîne û bilekis gartantiyek ji bo Tirkiyeyê heye ko kurd daxwaza axê li wî welatî nakin.
Partiya Karkerên Kurdistanê partiyeka siyasî ye û berjewendiya xwe di hemwelatîbûna Tirkiyeyê û nebûna mafên etnîkî, grupî û neteweyî yên miletê kurd de dibîne û lewra rêberê wê Abdullah Ocalan heroj pesnê kemalîzmê dide û aboqata wî Aysel Tugluk jî dibêje bila li başûrê Kurdistanê jî dewleteka kurdî çênebe ji ber ew ji bo kurdên bakur ne baş e. Ev siyasetek e û em wê siyasetê fêm dikin û li dij derdikevin.
Gelo çi li Enstîtuya Kurdî ya Parîsê û serokê wê Kendal Nezanî ketiye ko di gaziya xwe de qet behsa dozeka neteweyî neke û behsa ti rengên desthilata kurdî yan hebûna welatê kurdan Kurdistanê neke. Ji teksta Kendal Nezanî bêhna rêberê PKK-ê Abdullah Ocalanî têt û jixwe li gor ko min bihîstiye li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Aysel Tugluka dijmina Kurdistanê jî ew îmza kiriye û ji kurdan dixwaze ko wê îmza bikin.
Ne dûr e ko di amadekirina vê teksta gaziya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê de trafîkek di nêvbera rêberê PKK-ê Abdullah Ocalanî û serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Kendal Nezanî de çêbûbe. Abdullah Ocalan bi rêya DTP-ê kurdên li welatî ji tirkan re dixesîne û bi hevkariya Kendal Nezanî dixwaze kurdên li derveyî welatî jî bîne ser “xeta rast”.
Heyf û mixabin ji serokê Kadepê Şerefeddîn Elçî û serokê Hak-Parê Sertaç Bucakî re ko wan jî ev tekst îmza kiriye. Partiyên herduyan jî di programa xwe de behsa desthilata kurdan bi forma federasyonê dikin lê belê di vê tekstê de herdu jî bûne “hemwelatiyên” dewleta tirkan û tenê daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî dikin û garantiyê jî didin Tirkiyeyê ko ew minaqeşeya “axa Tirkiyeyê” nakin. Piştî îmzakirina vê tesktê wekî wezîfeyeka siyasî li ser herduyan jî ferz bûye ko partiyên xwe fesix bikin û beşdarî DTP-ya Aysel Tuglukê û Abdullah Ocalanî bibin.
Bi saya serê dewleta federal ya başûrê Kurdistanê û bi saya serê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî kurd li Rojhilata-nêvê bûne aktorên siyasetê û hêdî Emerîka û Yekîtiya Ewropayê jî dema ko digel Tirkiyeyê minaqeşeya problema kurdan û tirkan dikin dibêjin bila Tirkiye mafên “siyasî û kulturî” yên miletê kurd li bakurê Kurdistanê bidiyê û digel kurdan li hev bêt.
Heta niho Yekîtiya Ewropayê dema behsa kurdên bakur dikir di çarçeweya “mafên mirovî” de behsa wan dikir û ti caran kurd wekî milet û doza kurdan jî wekî dozeka siyasî nedihesiband. Niho emerîkî û ewropiyan siyaseta xwe bi awayekê pozîtîv ji bo kurdan guhortiye lê belê kurd bi xwe çend gavan paşve çûne û doza miletê kurd diêxin qalibê “hemwelatîbûna” Tirkiyeyê de û tenê behsa hinek mafên kulturî dikin.
Enstîtuya Kurdî ya Parîsê di gazînameya xwe de dibêje bila li Tirkiyeyê kanaleka yelevizyonê ya legal bi kurdî hebe. Hikûmeta tirkan niho wê daxwazê pêk tîne û kanaleka TRT-ê dike kurdî. Enstîtuya Kurdî ya Parîsê dibêje ew minaqeşeya tixûbên Tirkiyeyê nake û dewleta tirkan jî dibêje heger hon wê minaqeşeyê nekin di çarçeweya ferdî de ew dê rê bide kurdan ko kultura xwe bijîn.
Di gazînameya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê de tenê du daxwaz hene ko dewleta tirkan pêk neanîne ew jî perwerdeya bi zimanê kurdî ye ko bi îhtimaleka pir mezin bi zora Yekîtiya Ewropayê dê bibe û qebûlkirina hebûna kurdan di qanûna esasî ya dewleta tirkan de. Pir mihtemel e ko di qanûna esasî ya nû de tirk wê jî bi şiklekî formûle bikin û diyar bikin ko kurd li “Tirkiyeyê” hene.
Baş e heger tirk van herdu daxwazên Enstîtuya Kurdî ya Parîsê û PKK-ê qebûl bikin doza miletê kurd li bakurê Kurdistanê dê safî bibe? Haşa summe haşa.
Haşa summe haşa ji ber li başûrê Kurdistanê di dema Sedam Hisênî de jî kurdan gelek mafên kulturî hebûn û di destûra Iraqê de jî îtiraf bi hebûna wan dihat kirin lê belê cardî jî mesele safî nebû.
Carekê di sohbetekê de min ji rojnamevanê tirk Ilnur Çevikî re got tiştek heye ko hon tirk fêm nakin. Min gotê heger Tirkiye hemî kurdan ji aliyê zimanî ve asîmîle jî bike cardî jî mesele safî nabe ji ber kurd doza desthilatê li welatê xwe dikin. Çawa ko AKP ji bo desthilatê şerê kemalîstan û eskeran dike wisa jî kurd dê ji bo desthilata li welatê xwe şerê tirkan bikin herçend ew ji aliyê zimanî ve asîmîle jî bibin.
Careka dî dibêjim. Ji ber ko di teksta gazînameya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê de qet behsa mafê desthilatê yê miletê kurd li welatê wî Kurdistanê nehatiye kirin ez wê îmza nakim. Ji ber ko gumana min ji kurdbûna min nîne û ez pêwist jî nabînim ko ji tirkan re bibêjim “ez îtiraf dikim ko ez kurd” im, ez wê îmza nakim. Ji ber ko ev kar ne wezîfeya Kendal Nezanî û Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ye ez wê tekstê îmza nakim.
Ji bo ko haya xelkê kurd ji vê gazînameya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê çêbe ez wekî erkeka rojnamevaniyê li ser milên xwe dibînim ko wê di Nefelê de belav bikim da raya giştî ha jê hebe û yê ko bixwaze minaqeşe jî bike.
Li ser navê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê heştê vê mehê kesekî teksta gazînameyê bi kurdî û tirkî ji min re rêkir da îmza bikim û di têbîniya wê de xwestibû ko ez wê belav nekim. Min rêz jê re girt û belav nekir. Lê belê 18-ê vê mehê heman teksta gazînameyê bi rêya dezgeheka kulturî ya kurdî ji gelek kesan û Nefelê re hat verêkirin û di wê de daxwaza belavnekirinê nebû û lewra ez niho wê belav dikim.
Teksta kurdî û tirkî ya gazînameya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê li jêrê ye.
***
Gaziya çareseriya aştiyane ya pirsa kurdî li Tirkiyê
Em kesên ko li jêr îmzeya wan heye îtîraf dikin ko, em Kurd in û dixwazin bi vê nasnameya xwe bên nas kirin, li ser axa bav û kalên xwe bi rûmet û nasnameya xwe weke Kurd bijîn, zimanê xwe û çanda xwe bi serbestî îfade bikin.
Nasnameya gelê kurd ê ko ji destpêka avakirina Komara Tirkiyê û bi vir de nêzîkî ji çaran yekê nifûsa wê pêk tîne tune hatiye hesibandin, zimanê wî hatiye qedexe kirin û bikaranîna wî weke cirm hatiye hesibandin, çanda wî hatiye înkar kirin û ew hîn jî ji gellek mafên din ên mirovî bêpar hatiye hiştin.
Îro li Tirkiye ya ko namzeda beşdarbûna civata demokratîk a Yekîtiya Ewrûpî ye, ji sedî bêtir kanalên televîzyonê û bi sedan radyo li seranserê welêt weşanê dikin. Li dor sed û sîh saziyên perwerde û fêrkirinê hene ko di asta zanîngeh û xwendegehên bilind de ne hene. Lê, ne kanaleke televîzyonê ya legal heye ko bi zimanê kurdî weşanê bike heye, ne jî kanaleke radyoyê yan dibistaneke seretayî û navendî yan jî saziyeke bilind heye ko bi zimanê kurdî xizmeta perwerdeyê bide.
Daxwaza saziyên wiha weke sûc tê qebûl kirin, parlamenter û şaredarên ko bi dengên gel hatine hilbijartin jî bi vê tawanê tên darizandin.
Ji aliyekî ve hê jî realîteya kurdî li Tirkiyeyê nayê qebûl kirin û ji aliyê din ve jî ev realîte weke pirsa terorê tê dîtin. Ji bo çareseriya pirsê bi operasyonên eskerî yên li derveyî sînor li çareyê tê gerdandin ; ev yek jî, têkiliyên Kurd û Tirkan hê bêtir xirab dike, balansên herêmî û îstîqrara Birêveberiya Kurdistana Îraqê bi awayekî cidî tehdîd dike.
Birêveberên dewletê yên Komara Tirkiyeyê têvî van kirinên bê insaf carinan jî behsa biratiya Kurd û Tirkan dikin. Lê, ji biratiyê têgihîştina me kurdan ko yek ji gelên herî kevnar ên li ser vê axa ko ji medeniyetan re bûye dergûş, ji biratiyê ne ev e.
Em, bi cîran û birayên xwe re dixwazin wek hev bin, xwediyê heman mafan bin. Şer û şidet weke ko nikare bibe qedera tu civatê, ne çarenivîsa me ye û divê nebe jî. Em qedereke wiha red dikin. Îro tevî hin kêmasiyên xwe jî Bireveberiya Kurdistana Îraqê, bi nasîna mafên hindikahiyên dînî û çandî îsbat dike ko li Rojhilata Navîn jî xwediyên bermayên çandî yên cihê dikarin di nav aştî û wekheviyê de, bi hev re weke bira bijîn.
Êdî divê ev pêvajoya serkutkirin-serîhildan-sertkutkirin a ko ji dused salî û bi vir de domdike bi dawî bê û dengê çekan bê birrîn. Divê ji pirsa kurdî re, ya ko tu çareseriyeke wê ya eskerî nîne re, li ser bingeha daxwazên hevbeş ên herî kêm ên gelê me yên li jêr çareseriyeke aştiyane bê dîtin.
Destûra nû ya ko tê amadekirin divê ko hevwelatiyê li ser bingehê nijadtarif meke, dev ji înkara gelê kurd berde û hebûna gelê kurd li Tirkiyeyê nas bike û mafên hevwelatiyên Kurd ên weke bikaranîna zimanê xwe di her asta perwerde û xwendina resmî û qada giştî de, bi avakirin û bikaranîna medya, komele, sazî û partiyan pêşxistina çanda xwe û bi serbestî îfadekirina daxwazên xwe yên siyasî û parastina van mafan temîn bike.
Li ser vê bingehê avakirina aştî û ewlehiyê, ji bo ko deftera şidet û şerê çekdarî bi awayekî giştî bê girtin, divê bê îstisna efûyeke siyasî ya giştî bê derxistin û PKK li gor prosedureke diyarkirî çekên xwe dayne. Her wiha divê sîstema parêzgerên (korucu) gundan jî bê hilweşandin.
Ev daxwaz ne li dijî sînorên heyî ne, ew mafên mirovî yên bingehî in, ko her welatekî demokratîk ji hevwelatiyên xwe re nas dike. Divê ne daxwaza van mafan, berevajiya wê nasnekirina wan mafan weke sûc bê hesibandin.
Ji bo çareserkirina vê pirsê herçend ko hewildanên jidil û bikêrhatî yên demeke dirêj ên gellek ronakbîr, akademîsyen, nivîskar û mirovên ji pîşeyên cihê û xebatên înîsîyatîfan bê encam mabin jî, bêguman em wan teşebusan bi teqdîr û spasdarî pêşwazî dikin. Li gel van hewildanan, em ji welatên Ewrûpayê yên ko berpirsiyariya wan a dîrokî di drama mirovî ya gelê kurd ê ko bi dirêjiya sedsala XXan rûbirûyî neheqiyên mezin bûye de heye û herweha ji Amerikayê dixwazin ko piştgiriya şidet û înkarê nekin û ji bo alîkariyê di amadekirina bingeha vê pêvajoya çareseriya aştiyane de bikin, kesên weke Birêz Tony Blair, Marti Ahtisaari, Felipe González û Bernard Kouchner ko di çareserkirina pirsa Îrlanda, Bask, Katalan û Kosovayê de xwedî tecrûbe ne, weke navberkar tayin bikin.
Helbet Kurd jî ji alîkariya madî ya Yekîtiya Ewrûpî ya ko her sal bi sedan milyon dolaran didin Filistînê memnûn in. Lê, divê her ev Ewrûpa, ji bo ji nû ve avadankirina herêma kurdî ya welatê namzed Turkiye jî, ko ji alî aborî ve hatiye îhmal kirin û bi paşde hiştin, bi taybetî jî ji bo jinûveavakirina 3400 gund û bajarokên ko di salên 1990-î de ji alî dewletê ve bi behaneya ewlekariyê bi zorê hatine valakirin û wêrankirin jî alîkariyê bike ; navên orîjînal ên gund, bajar û herêmên coxrafî yên ko bi awayekî kêyfî hatine guhertin dîsa li wan bên vegerandin ; divê ji bo pêkanîna vegera ser mal û milkên xwe ya li dor sê milyon koçberên kurd ên ko ji warên xwe hatine kirin, amadekirina planeke pêşketina aborî jî ji xwe re weke erkeke wîjdanî bibîne.
Bi ya me pirsa kurdî êdî ne pirsa Tirkiyeyê bitenê ye, pirsa Rojhilata Navîn, pirsa Ewrûpa, pirsa mirovayetiyê ye. Bi vê bîr û baweriyê em bang li wîjdanê rayagiştî ya Tirkiyeyê, rayagiştî ya dinyayê dikin û ji bo çareseriyeke demokratîk a aştiyane di demeke kurt de em piştgiriya wan dixwazin.
_______
TÜRKİYE'DE KÜRT SORUNUNA BARIŞÇIL ÇÖZÜM ÇAĞRISI
Biz aşağıda imzaları bulunan insanlar itiraf ediyoruz ki, bizler Kürdüz ve bu kimliğimizle anılmak, atalarımızın toprakları üzerinde onurumuz ve kimliğimizle birer Kürt olarak yaşamak, dilimizi, kültürümüzü serbestçe ifade etmek istiyoruz.
Türkiye Cumhuriyeti'nin kuruluşundan beri nüfusunun yaklaşık dörtte birini oluşturan Kürt halkının, kimliği yok sayılmış, dili yasaklanarak kullanılması suç sayılmış, kültürü inkâr edilmiş ve daha pek çok temel insani haklarından yoksun bırakılmıştır.
Bugün demokratik bir Avrupa Birliği camiasına katılmaya aday olan Türkiye'de ulusal düzeyde Türkçe yayın yapan yüzden fazla televizyon kanalı ve yüzlerce radyo faaliyette bulunmaktadır. Yüzotuz civarında üniversite ve yüksek okul düzeyinde öğretim kurumu vardır. Ancak, Kürtçe yayın yapan ne bir tek legal televizyon kanalı, ne bir radyo kanalı olmadığı gibi, ne ilk ve orta, ne de bir yüksek öğretim kurumu bulunmaktadır.
Bu tür kurumları talep etmek suç sayılmakta, halkın seçtiği belediye başkanları ve milletvekilleri bile bu nedenlerle yargılanmaktadır.
Türkiye'de hala Kürt gerçeği kabul edilmediği gibi bir terörizm sorununa indirgenmeye çalışılmakta, sorunun çözümü için sınır ötesi askeri operasyonlarla çare aranmakta; bu da, Kürt-Türk ilişkilerini daha da gerginleştirerek bölgesel dengeleri ve Irak Kürdistanı Yönetiminin istikrarını ciddi bir şekilde tehdit etmektedir.
Türkiye Cumhuriyeti devlet yöneticileri bu insafsız uygulamalara rağmen kimi zaman da Türk-Kürt kardeşliğinden bahsetmektedirler. Ne var ki, uygarlığa beşiklik yapmış bu toprakların en eski halklarından biri olan biz Kürtlerin kardeşlik anlayışı bu değildir.
Bizler, komşularımız ve kardeşlerimizle aynı haklara sahip olmak istiyoruz. Savaş ve şiddet hiçbir toplumun kaderi olamayacağı gibi bizim de kaderimiz değildir, olmamalıdır. Böyle bir kaderi de reddediyoruz. Bugün bazı yetersizliklerine rağmen Irak Kürdistanı Yönetimi, dini ve kültürel azınlıklara haklarını tanımakla Orta-Doğu'da bile çeşitli kültür miraslarının bir arada barış içinde kardeşçe ve eşitlik içinde yaşayabileceklerini kanıtlamaktadır.
Hiçbir biçimde askeri bir çözümü olmayan Kürt sorununa, aşağıda belirtilen ve halkımızın ortak asgari talepleri temelinde barışçıl bir çözüm getirilmeli; iki asırdan beri süregelen baskı-isyan-baskı süreci artık sona erdirilmeli ve silahlar susturulmalıdır.
Hazırlanmakta olan yeni Anayasa, Türkiye’de vatandaşlık tanımını bir soy esasına bağlı olarak tanımlamamalı ve Kürt halkının inkârına son vererek varlığını kabul etmelidir. Kürt vatandaşlara kendi dillerinde her düzeyde resmi eğitim-öğretim imkânı sağlanmalı ve kamusal alanda kendi dillerini kullanma, medya kurma ve işletme, dernek, kurum ve parti kurma, kültürlerini geliştirme ve siyasal istemlerini özgürce ifade ve savunma haklarını güvence altına almalıdır.
Bu temelde barış ve güven ortamının yaratılması, şiddet ve silahlı çatışma sayfasının tamamen kapatılması için, istisnasız genel bir siyasi af çıkartılmalıdır ve PKK belirlenecek bir prosedüre göre silah bırakmalıdır. Keza bu bağlamda köy koruculuğu da tasfiye edilmelidir.
Bu talepler mevcut sınırları sorgulamayan ve tüm demokratik ülkelerin vatandaşlarına tanıdıkları asgari temel insan haklardır. Bunları istemek değil, aksine tanımamak suç sayılmalıdır.
Problemin çözümü yönünde uzun bir süredir etkin ve samimi bir çaba içersinde bulunan, Türkiyeli pek çok aydın, akademisyen, yazar ve çeşitli meslekten insanların ve inisiyatiflerin çalışmaları yeterince sonuç alıcı olmasa da, şüphesiz ki takdir ve şükranla karşıladığımız girişimlerdir. Bu çabaların yanı sıra, 20. Yüzyıl boyunca büyük haksızlıklara uğrayan Kürt halkının yaşadığı insanlık dramının tarihi sorumluluğunu taşıyan Avrupa ülkelerinden ve ABD'den inkâr ve şiddet politikalarını desteklememelerini ve bu barışçıl çözüm sürecinin zemininin hazırlanmasına katkıda bulunmak için İrlanda, Bask, Katalan ve Kosova sorunlarının çözümünde deneyim kazanmış Sayın Tony Blair, Marti Ahtisaari, Felipe González ve Bernard Kouchner gibi deneyli devlet adamlarının Kürt sorunun çözümünde arabulucu olarak görevlendirmelerini istiyoruz.
Avrupa Birliği'nin Filistin'e her yıl yüz milyonlarca dolar maddi yardım vermesinden elbette ki Kürtler de memnun olmaktadırlar. Ne var ki, aynı Avrupa Birliği, aday ülke statüsündeki Türkiye'den, ekonomik olarak ihmal edilip geri kalmasına yol açılmış Kürt bölgelerinin onarımı ve özellikle 1990'lı yıllarda devlet tarafından güvenlik gerekçesiyle zorla boşaltılan yaklaşık 3400 Kürt köyü ve yerleşim biriminin yeniden inşasına olanak sağlanmasına; yerlerinden edilen üç milyon civarındaki Kürt göçmenin yurtlarına ve yuvalarına dönüşünü sağlamak için kapsamlı bir kalkınma planı hazırlamasını yardımcı olmalı; keza isimleri değiştirilerek keyfi bir biçimde yeniden adlandırılan Kürt yerleşim birimlerinin isimlerinin orijinal şekline iadesini de vicdani bir görev edinmelidir.
Bizce Kürt sorunu artık sadece bir Türkiye sorunu değil, bir Orta-Doğu, bir Avrupa, bir insanlık sorunudur. Bu nedenle Türkiye kamu vicdanına, dünya kamuoyuna çağrıda bulunuyor, acilen demokratik bir barışçıl çözüm için desteklerini istiyoruz. |