KURDISTAN, 24/3 2008 — Di herdû beşên pêşî yên vê nivîsarê de, min nêrîn û helwêsta xwe ji hindek pirsgirêkên nakokiyê di nava tiştê ko wek opozisyonê tê nas kirin - bi hemî tiwêje û şepol û kesayetiyên wê - dabû xuya kirin. Her wisa, min hewil da ko çend pirsên siyasî ên sereke destnîşan bikim ko dikevin koka projeya niştimanî de wekî: (danasîna sûriyê wekî welat û millet û pirsên pirrengiya netewî û oldarî û mezhebî û erk û mikurhatina bi maf û pabendiyên destûrî û yasayî û ne wekheviyên şêwazên guherînê ên aştiyane û cemawerî yan bi piştgiriya hêzên derve, her weha cidahiyên xwendina rewşa siyasî û rêzbûna hêzan li ser asta herêmî (Felestîn-Lubnan-Iraq-Iran-Tirkiyê- cîhana erebî bi giştî) û li ser asta ya navnetewî jî.
Ji xwe cidahiya here mezin di derbarê pirsgirêka kurd û mafên etnîk û neteweyan de rû dide, ev yek di bernameyên hemî hêzên opozisyona sûriyê de tê xuyakirin. Di vir de em jibîr nekin cidahiyên berz di derbarê rol û sûdeya gurûpên îslama siyasî de di nava karê opozisyonê li gor tecrûbeyên zanistî li hawîrdorê, ji ber hinde ko piraniya wan li milê şepola dijayetiyê radiwestin di proseya guherîna demokratîk de di gel hevbendiya Tehran-Şamê de).
Di heman nivîsarê de, min li gor ezmûna tevgera niştimaniya sûriyê gotinên hin kesan yên ko têne jimartin wekî alîgirên-opozisyonê- di warê tawanbar kirina wê bi nerênî û tundrewî di dijatîkirina rêjîmê û nepejirandina diyalogê pê re. Min dabû xuyakirin ko rêjîm bi xwe dema danûsitendinê bi hêzên opozisyonê re çê dike ji dîtineke ewlekarî û bi şêwazên tepeserî û terorkirinê çê dike, ne ko bo mûxatabgirtina siyasî, û ew venasînê bi wan nade wekî hêzên niştimanperwer ko hay ji niha û pêşeroja welêt hene, lê berovajî vê çendê rêjîma zordest wan wekî komên siyasî ên li der-yasa û hevkarên biyaniyan li qelem dide.
Bi gotineke din, rêjîm bingehên dêmokrasiyê yên here girîng di warê pejirandina nêrîna cida yan rêdana bi çêkirina hilbijartinên rast û qebûlkirina encamên vîna gel têk dibe, û ew ji herkesî bêtir berpirs e di ber rawestandina diyalogê û hevtêgihîştina erênî ne tenê di navbera wê û hêzên opozisyonê de, lê belê di navbera tevahiya pêkhatên civaka sûriyê de jî….).
Du rêbazên cuda di nava opozisyona sûriyê de
Diyar e ko li sûriyê hemî hêzên siyasî ên di desthilatdariyê de û ên li derveyî wê jî, tev li ronakbîr û rojnamevan bêpar in ji kultûra kar û xebata demokratîk.
Ji dawiya salên 50-î ji sedsala buhurî, jiyana siyasî li sûriyê ne ya saxlem e. Hemî yan jî piraniya mêkanîzmên karê siyasî hatine rawestandin wekî rikeberiya aştiyane di navbera opozisyon û desthilatdariyê de û veguherîna deselatê û berpirsiyarî û şefafiyet. Ev hemû di gel sepandina nêrîna totalîter di riya yasayên awarte û alavên ewlekariyê û destdanîna ser îqtîdarê bi rengekî tam û temam. Helbet, rêjîma dêspotîk desthilatdarî bi destxist di riya derbeyên leşkerî û gotara îdeolojîk a germ û gur û derbaskirina qonaxan bi kotekî, evî tiştê ko riya normal ya pêşveçûna çînên civakî rawestand û bobelat û kilamet anîn bi ser aboriya welatî û dahatiya netewî û dabeşkirina samanan, û bû sedem ko civaka sûriyê jihev bikeve û nakokiyên pir ciyên xwe têde bigirin.
Her weha, hîşt ne tenê ramana siyasî li nik tiwêjên desthilatdar biherife lê belê li nik elît û sembolên part û saziyên civaka sivîl ya sûriyê bi giştî jî, eva ko ji destpêkê de siloganên guherîn û çaksazî û misogerkirina mafên mirovan û xwestekên başkirina rewşa çîn û tiwêjên bindest û serkutkirî bilind kirin û qurbaniyên mezin di ber vê helwêsta xwe de dan.
Di dema niha de, li hember serdestiya rêjîma dêspotîk piraniya milletê sûriyê di rewşeke pir xirap û aloz de derbas dibe. Elîtên gelê Sûriyê ên siyasî û rewşenbîrî, di riya opozisyona siyasî li hundir û derve- hewil didin ko rê li ber vê yekê bigirin û armancên gelê sûriyê pêk bînin.
Erkê me ye di vî biyavî de em rastiyên nakokî û cidahiyên di nava refên opozisyona niştimaniya sûriyê de bidin ber çav, ne ko em wan veşêrin û binuxmînin. Du rêbazên dijber niha pêkhatine û nêrîna wan ji hindek pirsgirêkên çarenivîsî cida ye wekî:
Yekem: Rêxistinên opozisyonê niha li hember du rêbaz û mentalîteyan e. Yek jê totalîtera netewî û olîdarî ye tevlî nemana rêxistinî a dibistana totalîtera sereke, û bikaranîna kêm a xwe rexneyê yan jinûve ravekirina bernameyên kevin-wek ko tevgera birayên misilman-îlankir. Ya duyem jî dîtineke demokratîka lîbêral e ko xwe di rûbirûbûneke siyasî–hizrî–çandî de dibîne bi mentalîteya takekesane re, eva ko rastiyê li nik xwe tenê dibîne û li dijî karê bikom radiweste. Ev mentalîteya dişibe ya rêjîma dêspotîk ko pêdiviye were guhêrandin û ji holê were rakirin. Ne veşartî ye ko di herdû rêbazan de hinek kes hene durûtiyê bikartînin ji ber hin sedemên kesînî û taybet, lê çawa be jî ew nebûne şepoleke serbixwe û bihêz.
Duyem: Di dema ketina îdeolojiyayên totalîter ji dema rawestandina şerê sar ve, û berdewambûna rewşa neseqamgîrî li nik bermayên hêzên netewî û komûnîst û îslamgir, evên di rewşeke xirab de ne ji ber kirîzên wan û astengiyên di pêşiya proseya guherîna demokratîk di hin welatên rojhilata navîn ên berbijarên guherînê wekî lubnan û felestîn û sûriyê û îran nemaze piştî avêtina gavên giring li efxanîstan û iraqê.
Her wisa, di bin siya paşveçûna helwêsta erebî û aloziyên pirsgirêka felestînî ji ber serhişkiya israilê û dijminatiya wê ya bêsînor, û inqîlaba tevgera Hemas ê li dijî lêgaletiyê, û berbelavbûna projeya iranê a netewî-mezhebî li ser gellek astan bi piştgiriya fermî ji aliyê rêjîma sûriyê û alîkariya hin komkên terorîst û hêzên tarîperest.
Di van şert û mercan de, hevbendiya berjewendîparêz di navbera tundrewên şepolên islama siyasî û bermayên tevgerên netewî bandoreke xwe ya nêgatîv li ser nav û navdariya hin hêzên opozisyona sûriyê hîşt. Nemaze ko hin endamên vê hevbendiya navborî xwediyê paşmayeke ne ya paqij in û tirs û gumanê li bal piraniya gelê sûriyê çê dikin, bi taybet li bal nifşên erebî ên nû û netewên ne ereb û olên ne musulman û mezhebên ne sunî ko bi hev re koka serekî ya çi guherîneke çaverêkirî li welêt pêktînin. Dîsa, ev hevbendî nayê pejirandin li ser astên herêmî û navneteweyî û dê bibe sedem ko opozisyona sûriyê ji piştgirî û alîkariyê were bêparkirin. Diyar e ko alternatîvê dêspotîzmê divê ko dijberî wî be ne wêneyek jê be! Di halekî wisa de, gelo ne şaş û xelete ko em çarenivîsa gelê xwe bispêrin rêbazeke ji berê de naskirî bê encamên wê çawane?
Sêyem: Çi kesê ko pêşveçûnên navçê û cîhanê di van bîst salên dawî de bişopîne, wekî guherînên kûr ên di welatên ewropa û asiya û afrîqayê de ên pirreng ko bûne cihên pevçûn û şer û nakokiyan, û meydanên bikaranîna cînosayda netewî û regezperesî û olî û mezhebî di bin siya rêjîmên totalîter de ko desthilat û hêza xwe ji piraniya yekreng ya xelkê werdigirin, dê giringiya prensîba-demokrasiya tewafuqî-bibîne, ev prensîba nuh di warê çareserkirina pirsgirêkan û bicîanîna aştiya sivîl û pêşkeftina civakî ko yek ji encamên qonaxa piştî şerê sar bû û berhema mirovî bû di dawiya sedsala buhurî de, eva ko hatibû naskirin bi rêzgirtina mafên mirov û gelan û xwestina demokrasiyê û bihêzkirina binyat û rola civakên sivîl, û kêmkirina navendiya hişk û tepeseriya bi navê piraniyê û rê vekirina li pêşiya beşdariya adilane û giştî ji aliyê tavilê pêkhatên civakî di warên avakirin û desthilatdarî û dabeşkirina samana niştimanî, û hîştina biriyarê ji her pêkhatê re ji bo destnîşankirina çarenûsa xwe di çarçoveya welatekî yekgirtî de.
Di vî warî de, li welatê me ê pirreng bi netew û ol û mezhebên xwe, ko gelê me ji berê û niha rastî binpêkirin û sitemkarî û kiriyarên nijadperestî derheqê tiwêjên niştîman perwer ji nişteciyên resen wek kurdan tê, hêjî navendên opozisyona sûriyê nemaze piraniya ereb û bi taybet alîgirên şepola islama siyasî û netewî guh nadin vê prensîbê û bi kotekî wê car bi car bikartînin ne di binyeta rêxistiniya hundirîn de û nejî di bernameyê siyasî de û ne jî di projeya destûrê nuh de û nejî di helwêstên siyasî ên rojane de.
Çaremîn: Ne erkê me ye li vir ko em behsa tevahiya hêzên opozisyonê bikin, ji ber vê çendê ko hin ji wan eynî wekî rêjîmê têne birêvebirin ji aliyê tek-serok- û tek–nêrîn ê ve, lê baştire ravekirina ezmûna Eniya Felata Niştimanî li Sûriyê û Danezana Şamê were kirin, ev herdû hêzên ko piraniya reng û pêkhatên sûriyê bi xwe ve digirin û niha li ber qonaxeke giring in di jiyana xwe ya siyasî de, nemaze piştî kirîza wan rûda û hate xuyakirin û eşkerekirin.
Mebesta me jinûve mêzandin û destnîşankirina helwestê ye ji pirsgirêkên nakokiyê yên girêdayî rêbaza hizrî û helwesta siyasî û mîkanîzma rêxistinî. Ev yeka pir giringe û dê biriyara dawî ya çarenivîs û pêşeroja wan ya siyasî û rola wan di projeya karê niştimanî yê demokratîk de bide.
Eger ko hêj zû be-li gor me- ezmûna Eniya Felatê bêt ravekirin, lê belê pir bi sûdeye destpêkirina xwendina bûyerên dawî ên Danezana Şamê û civînên wê ên vê dawiyê û girtina hinek stûnên şepola lîbêrala demokratîka radîkal, eva ko di rûbirûbûneke siyasiya tund de ye bi hevbendiya netewî-islamî re, derbarê gava nû ya Danezanê-piştî ko tenê silogan diavêtin di destpêkê de-û pêşkêşkirina alternatîvê demokratîk di şûna rêjîma dîktator de. Her weha nêrîn û helwêsta wê ji tevahiya pirsgirêkên herêmî û navneteweyî ên ko me di herdû beşên berê de anîbûn zimên. Di baweriya min de, girtin û zîndankirina endamên şepoleke taybet ji opozisyonê vedigere arezûya rêjîma sûriyê ji bo rawestandina pêşveçûna Danezana Şamê berbi eniyeke opozisyonê ya rastî ko liv û bizavê vegerîne nav kolana siyasî û cemawerî û lawazkirina peywendiyan di navbera tavilê şepolên radîkal di tevahiya çarçove û komên opozisyona sûriyê de li derve û li hundir de.
Pirsgirêkên nakokiyê ko Danezana Şamê “teqandin” û rêjîm aliyekî sereke bû di vê teqînê de, her ewin pirsgirêkên ko li pêşiya tevahiya hêzên opozisyonê hene.
Tirsa rêjîmê ya here mezin ewe berbelavbûn û pêşkeftina dijminê wê yê sereke û alternatîvê çaverêkirî ye, angu şepola demokratîka lîbêrala radîkal di hemî deverên hebûna hêzên opozisyonê de, û berdewambûna wan ser pêkanîna bernamê wan ê siyasî bi şêwazên aştiyane û demokratîk ko berjewendiyên piraniya milletê me temsîl dikin û têne pejirandin û pêşwazîkirin ji aliyê hemû heval û piştgiran- dostên pirsgirêkên me yên adilane.
Gelo em di dema ezmûna hêza vê şepola opozisyonê de ne da ko xwe jinûve avabike bi rengekî rêxistinî û siyasî ê nû?. |