STENBOL, 17/3 2008 — Di dawiya vê hefteya borî de serdozgerê dadgeha bilind ya tirkan Abdurrahman Yalçınkaya bi îdiaya ko AKP (partiya edalet û pêşxistinê) bûye çepera hêzên li dijî rejîma sekuler bi taleba daxistinê doz li himberî wê vekir. Vê bûyerê yekser ajendeya siyasî ya tirkan serobin kir. Niho jî di vê mijarê de çav li biryara dawiyê ya dadgeha destûra bilind in.
Helbet li Tirkiyeyê AKP, ne partiyeka ji rêzê ye; bi dûv hev re eve du car e bi serê xwe dibe hikûmet, cara pêşiyê di hilbijartinên 3-yê meha 11-yê ya 2002-yê de ji %34-ê dengan û ji 550 kursiyên parlamentoyê jî 363 girtin. Di hilbijartina 22-yê tîrmeha 2007-ê de jî, ji %46,54-ê dengan û ji 341 kursiyên parlamentoyê qazanç kir; hejmara kursiyan kêm bibû, lê meşruiyeta xwe hêj xurttir kir.
Her AKP-yê dikarî di dema hikûmeta xwe ya pêşiyê de, bi serê xwe destûra bingehîn jî biguhorîne, li gorî arîtmektîka parlamentoyê ew hêza wê hebû; ji ber ko partiya “pro-kurd” Hadep di bin bendava hilbijartinên 2002-yê de mabû û kursiyên wê jî hemû ketibûn ser yê AKP-yê, ji aliyê hejmara kursiyan ve AKP bêreqîb bû. Lê AKP-yê bi awayekê cidî bawerî bi demokratîzkirina yasayan neanî.
Hemî hewldanên hikûmeta yekê ya AKP-yê, bo dilxweşkrirna Yêkitiya Ewropayê bûn, ti gavên cidî yên ko Tirkiyeyê demokratîze bike ne avêtin. Bo nimûne hem destûra bingehîn ya tirkan û hem jî hemî mewzuata Tirkiyeyê li gorî rêçikên îdeolaojiya fermî ya kemalîzma ko li ser esasê “yekmilet”, “yekdewlet”, “yekziman” û “yekolîtiyê” hatine formule kirin. Her li gorî yasaya partiyên siyasî jî, çênabe ti partiyeka siyasî ji derveyî rêçikên kemalîzmê hewl bide û ji derveyî ziman, kultur û hebûna miletê tirk pêve behsa hebûna ti grub, ziman û kulturên dî bike.
Lê qet heta niho rojekê tenê AKP-yê bîr lê nekir vê yasaya partiyên siyasî biguhorê û rê veke ko hemî partiyên siyasî gelek hêsan karê xwe bikin; di vî warî de qedexên herî giran û mezin li ser dorûberên siyasî yên kurd in û Tirkiye goristaneka partiyên siyasî ye.
Bi gotineka dî, wijdana Erdogan û partiya wî qet jê nerihet nabe, dema ko kurd nekarin bi navê xwe partiyeka siyasî ava bikin; her Erdogan û partiya wî heya niho sadiqê wê destûrê ne ya ko dibêje; “çênabe ji derveyî ziman, kultur û hebûna miletê tirk pêve behsa hebûna ti grub, ziman û kulturên dî bêt kirin”.
Ji ber ko di serî de Erdogan bi xwe baweriyê bi prensîbên demokarsiyê naîne; hemû hewldanên wî ji bo xurtkirina pozîsyona wî ya siyasî ye, ne ji bo bicihanîna prensibên demokratîk e. Bo nimûne Erdogan ji DTP-yê (partiya civaka demokratîk) hez bike hez neke, li gorî hindek normên “nîv-demokrasiyê” pozîsyonek û hebûneka wê di parlamentoyê de heye. Lê Erdogan qet rû nade DTP-yê û dibêje ez qet hevdîtinê jî digel nûnerên wê nakim. Ji ber çi? Ji ber ko Erdogan qet naxwaze nêvbeyana xwe û generalan û rejîma kemalîst xirab bike.
Ger general û rejîma kemalîst destûrê bidin Erdogan, destê xwe di pişta wî de bînin û bihêlin ko ew pozîsyona xwe ya siyasî xurt bike, ew amade ye ko bi dinê hemiyê re jî şer bike. Ji ber ko di qalibên zihniyeta Erdoganî de demokrasî ne sîstemeka bi tevahî ye û ji bo her kesê ye.
Ger Erdogan îman bi demokrasiyê hebûye bi kêmanî, qasê ko giranî dida kefiya bawermendekê, dê ew qes jî qenebe rêz ji doza miletê kurd û hebûna miletê kurd re jî bigirtibûya.
Lê di heqê rastiya doza kurdan de, di siyaseta nêvxweyî û ya derve de, ji derveyî gotinên vala û helwestên êrişkar pêvetir Erdogan heta niho çi gaveka cidî avêtiye? Hîç! Ji ber ko hêj di qalibên zihniyeta Erdoganî û partiya wî de, li Tirkiyeyê ji derveyî tirkan, çênabe kesek û grubek dî bi navê xwe xudan heq û hiquq be. Lewra Erdogan û partiya xwe bi rûyê xwe yê derewîn yê “mexdûryetê/demokrasiyê” piştgiriyê ji dinê digirin, lê di eslê xwe de ji xizmeta rejîmê qet derneakevin; general jî vê lehîstokê digel Erdogan û taxima wî baş dilehîzin. Lewma Erdogan û partiya wî qet ne masum in…
|