HEWLÊR, 17/2 2008 — Civaka ”bêxem” û civaka ”xembar” weke ko ji navên wan jî xwiya ye, dû civakên cuda ne. Min di vê nivîsarê de bi xwe wateyek li van bêjeyan kiriye: ”Xembar” û ”bêxem”, ya yekem wate civaka bêxem ew civakên ko bêhtirên problemên bingehîn yê jiyana wan hatine çareser kirin, wek em bêjin çêbûna qewareya siyasî, danîna sîstem û qanûnan, nemana tehdîdên derve, danîna jêrxaneya rêûbanan û bi dehan tiştên din ko bingeha serbixweyîyê ya her civakekê ne.
Ji bilî vana jî, civaka bêxem ber bi pêşveçûna sîstema siyasî û civakî de gelek pêngav avêtine, weku mînak azadiya raderbirîn, piranîparêzî (plûralîzm), desto-destokirina desthilatê, xweşguzeranî û bilindiya astê xwe-xwedîkirinê, xizmetguzerîya tenduristî, bajarvanî, perwerde û bi çendeha tiştên din.
Lê belê civaka xembar wate civaka me, qet yek ji van destkevtan bi tevahî bi dest nexistiye, nebûye xwediyê serbixweyîyê, rojane tê tehdîd kirin, jêrxana aborî wêran e, rêûban ne baş in, perwerde û tenduristîyeke pêşketî nehatiye saz kirin, ava paqij ji bo vexwarinê yan elektrîk bo ronakkirina malê û hezar û yek tiştên din, hê babetê xewnan e. Demokrasî di pêngavên lerzokî ya yekem da ye, ew jî weko rêûbanên welat hezar û yek çal û xwarûxêçî pê ve ye. Cudabûna navbêna civaka xembar li gel civaka bêxem ne kêmtir e ji cudabûna şev û rojê, yek dinya wan li hev dicivîne ger na tiştekî wan naşibihe hev.
Em nişteciyên civaka xembar, mafê me ye em xewnê bi jiyaneka weko jiyana civaka bêxem bibînin, bixwazin mîna civaka welatên Ewropî, Emerîka, Awustralya û Japonyayê bextewer bijîn. Lê belê ji bo ko ew xewna rewa bê dîtin, pêwist e em li pey dewsa wan herin. Em hewl bidin sîstem û qanûn serwer bin, perwerde, fêrkirin û xizmetguzariya giştî baş bin, astê xwe-xwedîkirinê bilind bibe, guhestin û gehandin ber bi pêş ve here, fêr bibin rêz li mafê hevûdu bigrin, derfetê bidin ên ji xwe jêhatîtir. Evna erkê ser milê kargêrî û hevwelatîyan e, divê bikin bernameya xwe ya rojane ta ko di dahatûyeke nêzîk de bêne dîtin. Lê belê bipeydewsêketin karekî jîrane ji mirov dixwaze, teqlîtkirina korane encamên berevajî bi xwere re tîne û rê şaş dike.
Der barê teqlîtkirina korane de ezê mînakekê bênim, derfet jî têra yek mînakê dike. Ragihandin di civaka bêxem de, bêguman ne hemû beşek jê, bi pey babetên firtone da digere bo pirkirina valahiya mirov yan dûrxistina bêxemiyên wî. Ew kêşeyên me ko ji rojhilat ve heya rojavabûn ji destê wan dinalînin, di ferhengên hevwelatî yê bêxem de nînin. Xemên wan corek in kenê me bi wan tê. Weku mînak nûçeya destdirêjiyeka seksî yan dîtina termê kuştîyekî yan jî kurdek bi mêşinekê re cot bûye, dibin nûçeyên giring yê ragehandinê û bi çendeha roj bi peyde diçin. Bêguman ji bo civaka me jî evna nûçe ne, bûyerên li derveyî dab û nerît di hemû dem û cîyekî da dibin nûçeyên ser zarê xelkê, lê belê giringîpêdana ji hed bi der bi van corê nûçeyan di ragehandina Kurdistane de, bûye sedema wêya ko hevwelatî xemên xwe yên serekî ji bîr bikin.
Rahênandina (fêrkirin) hevwelatiyên kurd bo bipeydegerîna nûçeyên hunermendan û cudabûn û mêrkirina wan di rojnameyan de, yan bi pey gotegotên gendeliyê de. Yan jî pirkirina rûberekî berfieh di rojnameyan de bi axavtinên bêbingeh û galegotên devê filankes û bêvankes, yan mezinkirina babetên tundî û tujiyê ji hedê xwe bi der, dibe sedama wêya ko çîn li ser çîn xemên civaka xembar zêde bike û di paşerojê de kulturek bê rojevê em nizanin ew kultura ko bername jê re nehatiye danîn çi dibe.
Karê rojnameyan ne ew e ko gotegotan bike rastî, ew e ko bi derew derxe ger ne rast be. Rojnemevanî berpirsyaretîyeka mezin e, gehandina rastiyan erkek e di stoyê wan kesan de ye ko kar tê de dikin. Yekî, gotiye nizanim kî ye, ew ne nûçe ye ko kuçikekî gz li zilamekî kiribe, nûçe ew e ko zilamekî gez li kuçikekî kiribe. Ez bi xwe li dijî vê metodê me ger di rojnamevanîya kurdî de bê bi kar anîn, jibo kurd ya yekem jî nûçe ye. Civakeka ko rojane bi derdê xwe ve dinalîne, pêwist e bê fêr kirin da ko bi pey berpirsyaretîyê de bigere, neku nûçeyên provakasyon û firtone da. Ev welatê me rojane karên avakarinê tê de rû dide, pêwist e hevwelatiyên kurd bi riya ragehandinê vana bizane û şaşî û rastiya van karan bibîne û ji bo paşeroja xwe bikaribe biryar bide.
Teqlîtkirina korane ya ragehandina kurdî bo ragehandina welatên bêxem, wekî giringîpêdana zêde û ne pêwîst bi nûçeyên provakasyon û babetên balkêş, yan sivikkirina navekî, evna tiştên xelet in, dibe ko di paşerojê de em baceka mezin ji bo wan bidin. Bi peyketina dewsa ezmûna gelan ew e bizane ko yekem car, dema di qonaxa me de bûn çi ceribandin û çawa riya rast dîtin. Wextê me nîne em belaş bi avê da berdin, em miletekî xembar û civakeke xembar in, weha baş e em bi pey xemên rastiyên xwe da bigerin. |