STENBOL, 28/6 2005 —Bîranînên hatîn dizîn û destliserkirî; lewheyên bîranînên mirovên welatê bi sedsalan hatî dagirkirin, hemî bi rengê xakiyên leşkerî ne. Defterên rojgirtinên zarokan jî hatine tune kirin; fotoalbûm jî hatine şewitandin… Çar dîwar, odeyên tarî, girtin, birin tunekirinên meçhûl; şevên ko şeveqên wan bi brandayên cemseyên eskerî hatine perde kirin û rojên ko hêvîyên wan bi potîneyên eskeran û bi paletên debabeyan hatine eciqandin û şevên bi dengên motor û wîswîsa aparatên sîxwiran hatine qet kirin û îmtihanên îşkenceyan bûne lewhe û kodên vegotinên nifşên bihorî û ev, ji nifşên nû re jî wekî tuka nehletê mane. Di welatê di bin nîrê dagirkeriyê de her tişt xwar û kirêt e. Lewheyên tebiqî, cihên xwe li ser ziman û mejiyê mirovên wî welatî vekiriye!
Ev dîmen, ev vegotin û ev peywendî çend navqetînin. Dinyaya direwan çend qebîh e… tîranên biçuk, dîktatorên miswede, peyxemberên sexte hemî sifetên delaliyê û cewherên însanetiyê binpê kirine. Lê îmkanek, deriyek, derwazeyek heye, ti dîmen û peywendiyên dagirkeran nikarin derî li ser bigre… Xeyal. Pêşiyê xeyal divê, bi dûv re kar û lebat. Xeyal… Xeyal, “Birqa sipêdê û şeveq e”; wekî şefeqa li başûr e. Xeyal, her êvar ji nû ve evîndarbûn e.
Dayikekê digot; “Kurê min, sibeheka qerisî bû, mû ji maran dibû û babê te girtin û birin, tu hingê hatî dinê, lewra me navê te danî Hikmet.” Ya yezdanê mezin, hikmeta xwedê!; afirendêrên şiyanên însanetiyê, lê binêrin karîgeriya “hikmeta xwedê” û kiryarên hikûmeta dagirker çend tevlihev bûne. Ebdulselam, Şêx Seîd, Seyît Riza, Qazî; sîha sêdaran qet ranabe; Helebçe, mezintirîn bîranîndera hiş û bîranînên me ye, ji heft tebeqên erdê bir bi heft tebeqeyên asîmanan ve bilind dibe; şahidê hovîtiya hemû zemanan e.
Keriyên segan û aparatên hov, sibehên me yên daborî xeniqandî ne; lê her êvar, em ji nû ve evîndar dibin, bi şewq û viyaneka xurt û bêhimpa dixwazin sibeha nû bigrin. Belkî xeyalên me jî, ji tariya şevê mifa digirin û xwe diparêzin, da ko roja nû bigrin; problem hemî, girtin an jî negirtina roja nû ye. Roja nû, bi xembariya sibehên xeniqî yek qesem e; “Bi yezdanê mezin sond dixwim, berjewendî û yekîtiya xak û gelê Kurdistanê biparêzim”.
Dinya hemî şahid e ko ev sond û peyman, li hizûra nûnerên miletan û nûnertiya hemî miletan de hate xwarin. Êdî ev sond, ji bo her kurdekî birûskeya neteweyî ya pîroz e; ev brûske dê cetwela karê dilê her kurdekî dirust bike. Dê ji îro û şûn da erd û asîman şahidiya bicihanîna vê brûskeyê bikin. Ev brûske, peymana roja nû ye.
Dema sibehên qerisî û şevên krîstal çû. Bila nijdeciyên sibehên xeniqandî û dizên zemanên zarokên welatê rojê ji xwe re li kunên tarî bigerin û bikevin wan kunan de û heta ebed jê dernekevin. Roj zeptkirî ye
Stranên evînê xweş in, hevalo. Tu hima her êvar ji nû ve evîndar bibe. Dê êdî muqtedirê bîranînên me, em bi xwe bin. Dê fotoalbûmên me û defterên rojgirtinên zarokên me neyên destliser kirin. Dizanim hêj teyrikên bûm, şivanmijûlik li ber bircên Diyarbekirê dikin wîqe wîq. Lê ev wîqe wîq, ji dirandinê pêvetir ne tiştek dî ye. Kurên tirsonekan nikarin bilindahiya wan bircan zeft bikin. Ti peyxemberên sexte û dîktatorên miswede jî nikarin êdî sibehên me biqerisînin…
Dê hemî abideyên derewîn, li binguhê erdê bikevin, dê çavşir û serşirên xizmtekar jî efendiyekê tinê nebînin ko jê re xizmetê bikin.
Dê dinya hemî bibîne ko em ji Erasmus humanîsttir, ji Eyûb adiltir in. Lê nizanim çima evînê wext guhortiye ser êvaran? |