STENBOL, 14/2 2008 — Bêşik di dinê hemiyê de durûtî an jî dustandardî cihekê xwe yê giring di siyasetê de digire. Lê ev nayê wê wateyê ko pîvanên siyasetê ji derveyî pîvanên exlaqî ne. Divê neyêt ji bîr kirin ko dema siyaset ji pîvanên exlaqî bêpar be, ji hemî hêjayî û cewherên însanetiyê ji bêpar dibe, êdî ti îdiayeka siyasetê bo însanan namîne.
Lê dema mirov li mentalîte û gotara siyasî ya desthilat û aqilmendên rejîma tirk dinêre, mirov heyirî dimîne, herwekî ko ew qet bawer nekin ko bi rastî jî divê însan xudan exlaq bin; serokwezîrê tirkan Recep Tayyip Erdogan dike qêr û hewar û dibêje; “asîmîlasyon tawaneka li himberî mirovahiyê ye”. Generalê tirkan yê yekê Yeşar Buyukanitî berî çend mehekê kêm zêde tiştekî wiha got: “Me hindek hêjayiyên bingehîn yên wekî demokrasiyê û mafê mirovan ji destê xwe berdan û niho ev hêjayî li himberî me tên bi kar anîn”.
Lê mixabin, ne general Buyukanıt ne jî Recep Tayyip Erdoganê ko xwe wekî muminekê nîşan dide, van hêjayîyan wekî hebûn û formek pêdivêyî yê jiyana însanan nabînin, ew van wekî gazik û pêvekêşkên siyaseta hikûmraniyê dibînin. Em mirovê esker, generalî danin aliyekê. Dema mirov berê xwe dide gotin û kiryarên Erdoganê ko xwe “mumin” û “mitedeyyin” dibîne, mirov dibîne ko ji bo wî jî ev hêjayîyên mirovahiyê ne pîvanin wesa nin ko li herderê û ji bo herkesê miteber bin.
Wekî têt zanîn berî çend rojên borî li Almanyayê bûyereka gelek trajî rû da, sêyê sibatê roja bazarê li bajarê Elmanyayê li Luwgishafenê agir bi avahiyekê ket (an jî hinekan pêxist), pênc jî zarok 9 kesan bi şawatê canê xwe ji dest da. Kesên bi vî agirî canê xwe ji dest dayîn hemî ji Entabê bûn. Li ser vê bûyêrê Recep Tayyip Erdogan bi taxima xwe ya temam ve çû Elmanyayê û li wir xîtabî tirkên mahcir kir, lê wî ji bîr kir ko Elmanya welatekê yê demokrasiyê ye û pêgirê prensîbên maf û azadya mirovan; her hemî nezaketa dîplomasiyê jî da aliyekî û her wekî serokê opozîsyoneka marjînal ya Elmanyayê be, dest pê kir dersên mafê mirovan dan Elmanyayê û ji tirkên Elmanyayê re got li berxwe bidin, mafê xwe ji destê xwe bernedin. Her wî li wir got; “perwerdeya bi zimanê zikmakî mafekê esasî yê mirovan e, bi ti awayî kes nikare vî mafî asteng bike”.
Kela canê Erdoganî ya di vê mijarê de ranewestiya û vê sêşema (12/2 2007) borî jî, di kombûna gruba partiya xwe ya parlamentoyê de ko objektîvên medyayê li ser wî bûn û di ser de jî di navçavên “75 parlamenterên binyatkurd” dinêrî û referans li tirkên Elmanyayê kir û got “asîmîlasyon tawaneka li himberî mirovahiyê ye”. Bêşik ji niqteyên ko komalgeha nêvneteweyî li ser li hev kirine, wekî tawanên li himberî mirovahiyê qebûl kirine, yek jî asîmîlasyona bi darê zorê ye. Erdogan jî bi vê niqteyê de bi gotinê biheq e. Lê dema pirs bêt ser siyaseta ko dewleta tirk ve 80 sal e bi awayekê xedarane, cih cih wekî jenosît, lê bi temamî siyaseteka etnosît û asîmilasyona li himberî kurdan dimeşîne, zimanê Erdoganî têt guhortin. Tawana li himberî mirovatiyê dide aliyekê berpirsiyariyên wî yên “hikûmraniyê” derdikevin pêş.
Lewra li gorî Erdoganî qebûlkirina zimanê kurdî û perwerdeya bi zimanê kurdî, bi awayekê herî hêsanî jî mirov jê re bibîne, bi qasî “telaqê jinberdanê zehmet e”. Li bîra me hemiyan e; wî nimûneya vê yekê di serê meha borî de, di bersîva ko dayî serokê Baroya Diyarbekirê Sezgîn Tanrikuluyî de diyar kir. Dema ko wî ji Tanrikuluyî pirsî, “tu di cihê min de bûya, te dê çi bikiribûya?”
Tanrikuluyî got: “Min dê di unîversîteyan de beşê kurdolojiyê vekiribûya û her di asteyê dibistanên navîn de jî min dê kurdî wekî derseka serbest bi cih bikiribûya”. Li ser vê yekê Erdoganî ji Tanrikuluyî re got: “Ji bo mirovên bêjin jinberdan hêsanî ye, ji ber ko tu ne di meqamek yê berpirsiyasriyê de yî tu wesa hêsanî diaxivî”. Belê wekî hon dibînin, li gorî Erdoganî dabînkirina daxwazên kurdan yên herî însanî jî ne karê mirovên xudanberpirsiyarî ye.
Her li gorî Erdoganî û hikûmata wî kesên ko daxwaza perwerdeyê an jî her çi xizmeteka dî ya bi kurdî bikin, herî kêm divê cihê wan zîndan be, bo nimûne serokê belediyeya Surê ya Diyarbekirê Abdullah Demirbaş, sala borî, ji bo xizmetê digel zimanên dî, hewla da ko zamanê kurdî jî bi kar bîne, lê ev hewldana wî bo sedem ko ew û hemî meclisa wî ji aliyê wezareta nêvxweyî ya tirkan ve ji kar hatin bi dûr xistin û niho jî hêj tên mehkeme kirin. Her ji siyasetmedar, weşanger û xwendekaran bigire heta rojnamevan û nivîskaran bi dehan kurd bi sedema parastina zimanê kurdî hêj tên mehkeme kirin, gelek jî tên ceza kirin.
Ji aliyê dî Erdogan xwe şampiyonê diyaloga di nêvbeyna şaristaniyan de jî dibîne, her li kîjan cihî be, dema ko çar mirovan dibîne, pesnê xwe yê mirovşirîniyê û aştîxwaziyê dide dibêje, “min li himberî argumana dijberiya şaristaniyanan digel serokwezîrê Spanyayê rêzdar Zapateroyî projeya diyaloga şaristaniyan daye destpê kirin û em bi hev re vê projeyê dimeşînin…”. Ew dixwaze bêje bi vê projeyê em dê dinê ji hemî belayan xilas bikin.
Lê dema behsa kurdan û diyalogê dibe serê Erdogan gelek diêşe li gorî wî qet çênabe diyalog digel serweriya kurd û bi welatekê ko navê wî Kurdistan be, bêt dayîn. Di vê mijarê de ew ji quweta zendan, ji hejmara firokeyên cengê, ji debabe û topan bawer dike… Lewra wî digot; “otonomiyeka bi navê Kurdistanê li Arjatinê jî çêbe em dê li himber derkevin”.
Erdogan xwe lehengekê muminan jî dibîne, lewra ji bo kefiya jinên oldar nerazîbûna xwe diyar kir û got; “welew ko turban (kefî) semboleka siyasî be, ma dê çi bibe, divê azadî ji sembolên siyasi re hebe”. Her ji bo ev kefî li unîversîteyan de serbest bibe, madeyên destûra bingehîn jî dan guhortin. Lê dema ko ev sembol, Xwedê neke! kesk-sor-spî be û di navê de jî rojeka zer hebe, hemî xewn û xew li Erdoganî diherimin. Dibe roja manûnemanê… Erdogan wî gîsnê di çavê xwe de nabîne.
Gotineka pêşiyên kurdan heye, dema mirovek gelek kêmasiyên wî hebin û qet wan kêmasiyên xwe nebîne, lê qusûreka herî hindik ya hevalê xwe li ber çavên xwe mezin bike, dibêje "gîsnê di çavê xwe de nabîne lê ji yê dî re dibêje şûjin di çavê te de heye." Baş e, Erdogan bi wî gîsnê di çavê xwe de çawa li dinê dinêre, çawa li rûyê “75 parlamenterên binyatkurd dinêre û bi wî gîsnî dê çawa ‘kelheya Diyarbekirê’ fetih bike. Ger Erdogan bi rastî qelbî û mumin be, dê bi wî gîsnî çawa biçe roja mehşerê!
***
Di encamê de Erdogan bi wî gîsnê di çavê xwe de, çi derewan li dinê û Xwedê dike bila bike, ew karê di nêvbeyna wî û wan de ye, lê divê kurd bi ti awayî baweriya xwe li Erdoganî neînin. Heta niho wî pêngaveka tenê cidî ya ji bo çareseriya doza kurd û rêxweşkirina digel serweriya Kurdistanê neavêtiye. Erdogan û esker bi hev re, siyaseta dualî ya tirkan dimeşînin, ev siyaset, aliyekê wê “quweta zendan e, aliyê dî nermkirin e û guhortinên kozmetîk in” û bo qezençkirina zemanî dilehîze, cihê ko bi “quweta zendan” nekarin, karê xwe bi devnermiyê û xweşkirina bi rê ve dibin, lê ji gotinê pêve tiştek dî tine ye, hemî serûberkirinên ji bo hemahengiya rewşa nû seresere (kozmetîk) ne, ji bo vê zihniyetê tişta mayinde û meşrû tenê quwet e…
Lewra Erdogan dixwaze bila kirasê muminan li xwe bike an jî yê şampiyoniya lihevragirtina şaristaniyan an jî xwe wekî şovalyeyê demokrasiyê bavêje meydanê, ev hemî, derew û şeklî ne, gavekê tenê ji derveyî vê siyaseta durû û tenê ji quwetêbawer, na avêje. Derew û pratîka Erdoganî eve pênc sal in ko li meydanê ye. Gavek tenê cidî neavêtiye. Ji îro şûnde jî naavêje; dema ko eskeran wekî asteng nîşan jî dide, ew jî her lihevkirinek e di nêvbeyna wî û eskeran de, manîfestoya siyaseta hikûmeta wî ya dema nû jî, di 4-ê gulana 2007-ê de di hevdîtana wî û general Yaşar Buyukanıtî de li ofîsa wî ya Dolmabaçeya Stenbolê hat diyar kirin…
Erdogan sadiqê manîfestoya generalan e. Lê guhortin bivê-nêvê ye, guhortinên li Tirkiyeyê çêbin jî, dê ji presa şertên derveyî û neçariya generalan çêbibe, ne ji demokratbûna Tayyip Erdoganî. |