HEWLÊR, 11/2 2008 — Bi berdewamî di alavên ragihandina Kurdistanê de gotegotek dubare dibe, dibêje desthilata kurdî giringiyê bi daxwaz û projeyên ciwanan nade. Her çiqas tu caran min ji wan projeyên ko guh lê nayê girtin nedîtine heya bizanim ev gotegotên ha rast in yan na, nikarim baweriyê jî bi axavtinekê bînim ko hîç bingehekî wê nebe! Mebesta projeyên ciwanan jî çi ye ez nizanim! Gelo her daxwazeka ko gencekî pêşkêş kir, bi projeya gencan hesab e û ger hate bi cîh anîn rewşa gencan tê guhartin? Yan bi rengekî din, mebest ji problema gencan çi ye? Gelo em qala grubeka civakî dikin û em dixwazin paşerojeka rengîn û geş jê re dabîn bibe, yan jî mebesta me tiştekî din e!
Li gor min bi hîç rengekî çênabe ev pirs bi rengê serî bê ziman. Ez dikarim bêjim ne pirsek e jî bi navê pirsa gencan. Ya ko heye problema hemû civakê ye, bi zarok û genc û pîr, nêr û mê ve, hemû kes ji destê wê dinalînin, ew jî problema nebûna bernameya kar e. Bêbernameyî bi ser hemû biwarên jiyana civakê de zal e: Kultur, aborî, kiştûkal, bazirganî, tenduristî, perwerde û xwendin, her weha siyaset jî. Ciwan hestyartirîn beşê civakê ne, dibînin jî ko nebûna bernameyan derencamên wê yê xirab hene bo ser niha û paşeroja wan loma hewar û nalîn bêhtir ji wan tê.
Hindek genc, her weha hindek rewşenbîr jî, vê pirsê bi rengekî berevajî tînin ziman û fişarê dixin ser ragihandinê. Li gor wan genc bêzar e û pêwist e derfeta werziş û xweşguzeranî û wextderbaskirinê jê re bêne dabîn kirin. Hinek wezaret jî di jêr vî rengê fişarê de dest bi bicîhanîna bernameyên riwaletî kirine. Ev corek e ji siyaseta serxweşkirinê. Pêwist e genc di avakirina welat de rolê xwe bileyize neko bi bêberpirsyaretî kolan bi kolan bigere. Ev dan û standina li gel gencan tu ferqa wê tune li gel dan û standina nexweşekî ko pêwistiya wî/wê bi bêhnvedan û îstirehetê hebe li parkê, galerî û geştekê da.
Loma li gor min ger tiştek hebe jê re bê gotin projeya ciwanan divê eva xwarê be:
Yekem: Giringîdan bi berzkirina astê xwendingeh û zanîngehan. Dibînin vekirina van hemû zanîngeh û peymangehan bê wêya ko ciyekî baş jê re hatibe amade kirin bo xwendin û razan û werziş, yan bê hebûna baxçe û melavangeh û sînema û ciyên wextderbaskirinê, nîşana bê bernameyîyê ye. Wate zêdetir giringî bi jimare û çendayetîyê hatiye dayîn neko bi çawayetîyê. Xwendekar li ciyê herî nêzîkî mala xwe dixwîne, ev şaş e, xwendina zanîngehê derfetek e bo jiyana mirov cara yekem li derveyî mal û aîlê. Di ser van re berjêrbûna astê xwendinê karesat e.
Dûwem: Nebûna pirtûkxaneyên giştî li bajar û qeza û nahiyeyan, bi taybetî li Hewlêra paytexta Herêmê yek pirtûkxaneya giştî heye ko tu giringî pê nahatiye dayîn di wextekî da ko nifûsa vî bajarî yek milyon kes e, dibe ko pêwistî bi sî çil pirtûkxaneyan hebe. Handana gencan bo xwendin û perepêdana hêza hizirkirina wan yekem merc e bo çêkirina paşerojeka geş bo her civakekê.
Sêyem: Vekirina kampên dewrê hevotina havînan û bihêzkirina jêhatîbûna cesteyî, yan sepandina demekê xizmeta serbazî bo hemû ciwanan pirseke pêwist e. Berelakirina gencan bêyî wêya ko hîç tiştek wî bi gel û welatê wî ve girêde, tenê karê bêbernameyîyê ye. Mebesta vê kampê ne westandin e, corek e ji xulên rewşenbîrî bo bihevrejiyan û dîtina ezmûneke cuda ji wê ya ko pêştir dîtine.
Çarem: Salane festîvalek bo ciwanan bê saz kirin, ji her çar parçe çendîn hezar genc bên dawet kirin, bê guman bo kampeka yek heyvî li çiya û deşta, neko li otêlên pênç stêr, evna jî bo mebesta gehandina bernameyên rewşenbîrî û hunerî û werzişî û tiştên bi vî rengî. Ev festîval dê rolekî giring bibîne di bihêzkirina hest û hişê netewayetî da.
Pêncem: Giringîpêdana ragihandinê bi pirsa weko bernameyên rewşenbîrî, karê palûte bo paqijkirina bajar û cade û kolanan, xizmetguzariya tenduristî yan vekirina dewreyên jinavbirina nexwendevaniyê ko ciwan bi dilxwazî û îdeel weko dewreyên havîna rolê tê de bibînin, neko ew dewreyên riwaletî ko neha hene.
Şeşem: Giringîdan bi rêxistinên civaka şaristanî, ev baştirîn derfet e bo bihêzkirina karîn û jêhatîbûna mirov di temenê ciwanî da. Li her welatekî ev rêxistin bingehê jiyana demokrasîyê ne û derfeta yeksan didin bo xwederxistinê. Dam û dezgahên dewletê ji ber bîrokrasiyê nikarin rê bidin ciwanan da ko xwe bidin xwiya kirin, loma ev rêxistin tenha şêwazê sazgar in ji bo wê mebestê.
Em dikarin çendîn xalên din jî binivîsînin, lê belê ezê bêm ser heman fikra serî ya vê nivîsînê ko min got problema me nebûna bernameyê ye. Ev hemû xal û gelekên din dikevin nav lîsteyekê ko jê re tê gotin bernameyê avakirina civaka demokrasiyê, ew civaka ko rolê giring dide ciwanên xwe, bêyî bikaranîna gotegot û gengeşeyên bê wate û vala, paşeroja wê civakê hewqasî bi hêz dibe ko stoyê xwe xwar neke bo hîç bareşekî. |