STOCKHOLM, 5/2 2008 — Dilşad Ebdurehman wezîrê ezam yê perwerdeyê, yê hikûmeta Kurdistanê ye; û li ser pirsgirêka bikaranîna du lehçeyên kurdî, di hevpeyvîneke bi rojnameya Kurdistanî Nwê (Ev nwê çî ye? Ma çi bi ”nû” hatîye?) de dibêje:
— Hebûna du zaraveyan bi awayê niha di qonaxên xwendinê de dê tesîreke xirab li ser netewayetiya kurd bike lewre pêwîst e wek netewe zimanekî me yê nivîsê yê yekgirtî hebe û bi zaraveyên din bê têkel kirin”.
Di berdewamîya hevpeyvînê de wezîrê perwerdeyê weha dibêje:
— Divê em hemû bi giyanekî berpirsiyariyê di hewla çêkirina zimanekî yekgirtî yê kurdî de bin.
Di hevpeyvînê de nerazîbûna xwe li ser bikaranîna kurmancî li deverên wek Dihokê dide zanîn û gotinên li jor rêzkirî dibêje.
Em kurt û ji bingehê dest pê bikin.
Wezîrê perwerdeyê qebûl dike ko kurdî ji çend lehçeyan pêk tê (ev fikira wî erênî ye!).
Wezîrê perwerdeyê dibêje ji ber rewşa sîyasî û duhukûmetîya berê li devera Dihokê kurmancî wek zimanê perwerdeyê hatîye qebûl kirin (vê yekê negatîf dibîne!).
Di dibistanan de bikaranîna du lehçeyan xelet dibîne û dibêje dê tesîreke xirab li ser netewayetîya kurd bike. Ji ber ko bi ya wezîrê perwerdeyê neteweyek=zimanek. Bi gotineke din çênabe du–sê ziman, an jî lehçeyên zimanekî bibin zimanê perwerdeyê!
Esasê vê fikira wezîrê perwerdeyê vedigere kû derê? Vedigere înqîlaba jakobenan ya li Fransayê ko 218 salan berê çêbûbû. Yek dewlet, yek milet, yek ziman, yek ala.
Wek têt zanîn li hin deran û bi taybetî li welatên paşketî ji bo çareserîya pirsgirêkên bi vî rengî birêvebirên gelek dewletan dan ser vê rêya jakobenan û xwestin bi darê zorê civateke homojen pêk bînin ko li ser asîmîlasyon û tunekirina miletên din dihate ceribandin. Eger em çavên xwe li nimûneyan bigerînin, Tirkîye û Îran du nimûneyên li ber çavan in. Li herdu dewletan jî hew zimanê tirkî û farisî resmî ne û zimanê perwerdeyê ne.
Lê ji hêla din heke em bala xwe bidin dewlet û civatên demokrat, em dê bibînin ko hemî kes û dewletan nedaye ser rêya jakobenan û lingên xwe nexistine qeydûbendên rejîmîn totalîter de.
We nimûne divên, fermo: Swîsre, Kanada, Norweç, Hindistan, Afrîkaya Başûr, Spanya û gelekên din.
Nexwe li ber me bi tenê mefûmeke netewetiyê nîne ko em bêjin dunya alemê weha kiriye û divêt em jî welê bikin. Dunya alemê li gorî rewşa xwe, li gorî realîteya xwe, li gorî sîyaset û îdeolojîya xwe, ji xwe re rêyek, metodek ecibandîye û bi kar anîye. Hinan daye ser rêya jakobenan, hinan jî ew rê red kirine û metodên demokrat û plûralîst bi kar anîne ko li rastîya welat û civata wan digunce.
Vêca piştî hemî van tecrûbe û nimûneyan mirov rabe û bide ser rêya jakobenan û çavên xwe li realîteya civata xwe bigire, ev ne karê aqilan e û tu çareserîyê jî, ji me re, peyde nake. Berevajî ew dê yekîtîya neteweyî ko wezîrê perwerdeyê behsê dike, ji hev bixîne û neteweya kurd tarûmar bike.
Wezîrê perwerdeyê ji bîr dike ko yên dane ser wê rêya jakobenan hemîyan bi darê zorê û bi dîktatorî ew tişt kirine. Di roja îroyîn de ew metod êdî xewn e, kes qebûl nake. Û bi ser de jî ne rêyeke adil û demokrat e. Eger mesele bê ser piranîyê, wezîrê perwerdeyê baş dizane ko piranîya kurdan kurmancîaxêf in (% 70-80).
Di rewşeke weha de wezîrê perwerdeyê bi kîjan aqilî radibe û dibêje bila soranî bibe lehçeya perwerdeyê û bila lehçeyên din jî bibin hevkar û temamkarê soranî?!
Û ma kurmancî ewqasî dûrî soranî ye ko li Silêmanî ”zarok û mamoste jê fam nakin” û red dikin? Nexwe erebî û farisî bêtir nêzîkî soranî ye ko wê acizbûnê li hember erebî û farisî nîşan nadin!
Bi rastî mirov mat dibe li hember fikirên weha ”terûteze”!
Wekhevî, demokrasî, tolerans, plûralîzm û civateke pirdeng, pirreng û pirzimanî li civat û welatê me digunce.
Hêvî dikim ko hikûmeta Kurdistanê ji tecrûbeyên welat û civatên din yên demokrat û plûralîst, – wek Norweç, Spanya û yên din – îstîfade bike û biryara wê bibe sebebê geşbûn, gulvedan û dewlemendbûna zimanê kurdî bi hemî lehçeyên xwe ve.
***
Min berê jî çend caran li ser vê babetê nivisîbû. |