STOCKHOLM, 3/2 2008 — Mirov carinan li rewşa civaka tirkan dinere û mat dimîne.
Generalên zir ordîyeke bi çek, tank, top û balafiran berê xwe didin gora Ataturk û digirîn!
Rektorên unîversîteyan, xwende û goya zanayên bi sifeta profesoran in, diçin ser gora Ataturk û digirîn!
Mamosteyên dibistanan, şagirtên îlm û îrfana îdeolojîya resmî pêl bi pêl diçin ser gora Ataturk û rondikan direşînin!
Siyasetmedarên tirkan li hev nakin, nikarin pirsgirêkan çareser bikin, li hev dixin û paşê diçin ser gora Ataturk û gazindan dikin!
Jinên serqot, jinên qaşo modern ji biryara hikûmeta xwe ya derbarê serpêçan aciz dibin û diçin ser gora Ataturk û diqîrin: Tirkîye sekuler e, dê sekuler bimîne!
Patronên sendîkayan diçin ser gora Ataturk û li wir doza karkeran diparêzin!
Serokên partîyan piştî daliqandina lewheya partîya xwe, berê xwe didin gora Ataturk û sonda pêgirîya xwe ya ji bo prensîbên Kemal li hizûra wî dixwin!
Awuqat, dozger, dadger û hiqûqzanên din bi cubeyên xwe diçin ser gora Ataturk û sonda pêgirîya xwe ya prensîbên Kemal dubare dikin!
Ergenekon, mergenekon, Kuvacî, Kizil Elmacî û hemî çete û alîgirên wan, berî çalakîyên xwe diçin tewafa gora Ataturk û sonda parastina Komara Kemal dixwin!
Heke ji tirsan nebe dê hemî diz, eşqîya, virek û gendel jî berê xwe bidin ser gora Ataturk û sonda pêgirîya xwe ya ji bo înqîlabên Kemal bixwînin!
Li hember Komara Tirkîye talûkeyek (!) bê bihîstin, cumleten zû radibin ser xwe û bi mitîngên parastina Cûmhûrîyetê berê xwe didin ser gora Ataturk û dibêjin komar di talûkeyê de ye!
Talûkeyek li hember sekularîzma ko dewleta tirkan li gorî mefaet û berdewamîya hukumranîya burokratan danîye heye, tavilê cumle burokrat berê xwe didin ser gora Ataturk û gazindan dikin!
Ma tirk van hemî tiştan bikin dê kurd ji wan kêm bimînin, kurdên kemalîst jî, ji bo çareserkirina pirsa kurdî berê xwe didin ser gora Ataturk û doza Meclisa 1-em ya dewra Kemal dikin!
Kî ma?
Divê goçkar, terzî, berber, necar, sîwaxçî, şivan, gavan, manken, artîst û hemî kesên xwedî huner û karek yên vî welatî jî xwedî maf bin ko berê xwe bidin gora Ataturk û doza jîyaneke baş bikin!
We aştî, şer, welat, mirov, teyare, erd, asîman, ol, huner, milet, dewlet, hikûmet, jin, mêr, werhasil çi bêt hişê we li ba Ataturk heye. Zû berê xwe bidin ser gora wî û daxwaza xwe jê re bêjin!
Di gora xwe de rahet raze Ataturk!
Nevîyên te li gorî prensîbên te hatin û tên perwerde kirin!
Wek welat û milet li ser rêya te ne!
Li qisûra zarokên xwe menêre, carinan bêrîya te dikin û tên seredana te!
Ya star!
Hew çend gotin tên bîra mirov:
Welat û civatek ji zarok û sêwîyan pêkhatî! |