HEWLÊR, 3/2 2008 — Di jiyanê de kîjan zayend geşbînîtir e, jin yan mêr? Gelo kesekî ji we rojekê ev pirsyar ji xwe kiriye û li pey bersiva wê geriyaye? Nizanim kesî kiriye yan na! Lê belê ez bi xwe ev cara yekem e bîr li pirseke weha dikim û dixwazim bizanim kîjan, jin yan mêr bi geşbînîyeke zêdetir li jiyanê temaşe dikin!
Ta ko hander be ewê din jî weko wê/wî li jiyanê temaşe bike. Ji ber ko her çawa be di bingeh de jiyan bi xwe geşbînî ye. Lê belê reşbînî rewşeke demkî ye! Di bersiva wê pirsyara serî de, kesek dibêje mêr geşbîntir e! Ê hun nabînin di civaka me de mêr ji sibehê heya êvarê, li pey peydakirina rizqî de baz dide! Ev jî nîşana wê ye ko li gorî wî jiyan xweş e û dixwaze bi riya destkeftên maddî geştir û ciwantir bike. Her weha baş e ko mirov bipirse ka çi asoyeke jinê heye di navbêna herçar dîwarê mal de ko geşbîn be!
Li gor min her ev bersiva serî dide xwiya kirin ko mêr reşbîn e û jin geşbîn. Mêr li derveyî malê rû bi rûyê civakeke aloz dibe. Dan û standina navbêna xelkê li bajarê bazirganîyê de, yan li dam û dezgehên hikûmî, yan jî di karê siyasetê de bi rengekî berjewendî, xweperestî û menfeetperwerî bi ser de zal e. Ger ne şiyar be dixapînin, çavê wî girêdidin, dibe ko stoyê wî jî bişkênin. Êdî di rewşeke weha de çawa ne reşbîn be!
Bi berevajîya vê dan û standina jinê bi zarokan û xwarinçêkirin û xemlandina malê û bi xwexemlandinê re, yan her tiştekî din di navbêna wan herçar diwara de, dibin sedama ko wê geşbîn bikin. Bi taybetî di vê serdemê de ko şoreşa teknîkî mala wê kiriye cîhaneka mezin. Ji sibehê heya êvarê bi sedan bername, fîlm, stran, dîmen, mûzîk, pêşandana cil û bergan û pêşbirke, dikarin malê bikin behişta xemilandî. Gelekî normal e ko jinek yan zorokeke enîşka malê ji zilamekî navsere yê derve, baştir ha ji xweşiyên jiyanê hebe û bi riya televizyonan, zêdetir giringiyê bi tamên veşartî bide, yan jiyan li balê bibe sêhreke xweş ya duredest.
Em dikarin mînakeke din jî bînin, bi rengekî giştî jin kêm li bernameyên siyasî temaşe dikin. Bi taybetî dilteng dibin dema ko dibînin zilam runiştine û temaşeya belavokên nûçeyan dikin. Bernameyên siyasî bêyî ko haya me jê hebe hundirê me wêran dikin. Dinya me dikin bi gora teng û taristan. Kêm car bi temaşekirina van bernaman mirov dibîne ko jiyan li ber çavê mirovî ji berê rontir be. Bi taybetî hinek ji bernameyên siyasî û belavokên nûçeyan, xewê diherimînin. Êdî çawa reşbîn nebe ko di mal de kiryara yekem û dawîyê ya van bernameyan her mêr yanî zelam in.
Di vir de em dikarin di wê nehêniyê jî têbigihin ka ji bo çi jin kêmtir berê xwe dide karê siyasetê. Hinek caran min ji jinan bihîstiye ko dibêjin nêrgel in ko nahêlin mêgel bi derencên siyasetê de bi ser kevin loma di vî warî de rolê wan weko rêjeya wan nîne. Ez bawer nakim ev rast be. Jin bi xwe weko derûnî dûr e ji biwarên serbazî, siyasî û polîsê nehênî, yan her tiştekî din ko xweşiya derûnî pê nede. Tenê di civakên pêşketî de jî ev heya radeyekê rast e. Gelek caran di TV-yan de dibînim ko rayedarên Yekîtîya Ewropayê, mil bi mil rawestiyane û beşişîbûna derewan ji lêvan dibare, di tenişt vê beşişîbûnê de jî xap û plan hatine veşartin. Di nav wan de kêm jin dixwehîn.
Ji bo jinê siyaset ne biwarekî balkêş û dîlber e, loma ji mêran kêmtir dikevin nav. Tenê ger heya tu bêjî wekhevî jî hebe di nav civakê de, jin û mêr di vî alî de nabin wekî hev. Li gor min sedema serekî di vê de ew e ko jiyana ji siyasetê dûr geşbînî ye. Mirov bixwaze û nexwaze, di siyasetê de pakî û paqijiya mirovî bêmirês û gemar dibe. Kêm kes heye di çirava siyasetê de dawa wî pîs nebe. Tenê bo wan kesan jî ko tê de bi pakî kar dikin, siyaset biwarekî dudilî ya derûnî ye. Li gel vê di civaka Rojhilatê de siyaset gelek caran dibe belaya serê yên ko diçin rêza wê, yan bo malbat û der-dora wan. Kêm caran siyaset bûye sedama xweşhalî û ciyê bêhnvedanê. Kesek weha bifikire ko siyasetê bextewerî daye kesên ko tê de kar dikin, şaş fam kiriye. Vê pîşeyê ji hezaran kesan kesek jî bextewer nekiriye, herçiqas riwalet û dîmen weha nebêje.
Di vir de em digihin bersiva wê pirsa ko ji serî de em li pey digerin. Jiyan bi çavê jinê geştir e ji çavê mêrî. Jin jiyanê bi rengînî dibîne, xewnan bi tamên şêrîn ve dibîne û hezar xewn û tevnan ji bo wê vediçine. Ger kesek bêje baş e ji bo çi jin kêmtir li ber xwe dide ta bighê vê tam û xweşiya jiyanê! Li gor min di vê boçûnê de jî her xirab têgehiştî ye. Jin ji bo bighî xwestek û armancên xwe ji mêran nehênîtir kar dikin ji ber ko xewnên wan naziktir in. Tu peywendiya vê jî bi paşketîbûna civaka me ve nîne heta ko em bêjin azadiya jinê kêm e, xwezaya mêyîniyê bi xwe weha ye, şa'îr-ane ye û bêhtir bi hestan kar dike neko bi bîrkirin.ê
Lê belê pirsek derdikevê holê, ger weha ye û jin ji mêran geşbîntir in, ji bo çi keç yan jinên me bi giştî li hember probleman de zû bêhêvî dibin û çareseriyê di xwekuştinê de dibînin? Bi baweriya min ev jî her ji geşbînî û xweşbaweriyê tê. Xewneke xemilandî bi hezaran gul û gulzar û bextewerî, dema rûbirûya reşbîniyên dinyayeka din dibe, xwe nagire û zû diroxe. |