STENBOL, 30/1 2008 —Rewşa ko mirov di dinê de be, wekî mirovekê bi serê xwe jî girêftariyeke mezin e li gorî Camus an jî her wekî dilgermiya çayvexwarineka li ser kursîkên baxçeyê ko li ber dîwarekê kevnar digel dosteke kevin an jî her wekî dil çawa bixwaze an jî di êşa neçariyeka xedar de bi hêviya dîtina ‘yên’ ko di raboriyê de hatina winda kirin. Çi tê guhortin, di cihê xwe de çi dimîne wekî xwe, çi, ji çi diqete ber bi kû ve diçe. Bavê ko bêsebir li ber deriyê dersxaneyê radiwestiya û dixwest bêhnekê zûtur keçika wî der bikeve bê, lê wî çi dît; çavên wî çawa vekirî man… her wekî rawestîna wê “ferîştaha dîrokê bimatmayî bi paş ve dinêre”.
Brûskek vedide asîmanê reş dikelişe; li zozaneka bi dûr li ber belekên berfê lemlîlazegek serê xwe hil dide…
Benjamin dibêje mafên yên ko di dîrokê de mexlûp bûne li ser me heye; lewma ferîştaha dîrokê ber bi paş ve dinêre.
Di tevnûpîreka modern, di neçariyeka însanî de, zarokek di jêreya jêr de, di valayê de hilawistî; diqîre, direcife ji wehma wehşeta aloleya kûr; ne şairê ko rêya xwe di darîstanê de winda kirî hay jê heye, ne jî wê ferîşteha ko ji aliyekê ve firtoneya baxê îrem ji heft-tabekên asîmanan wê ber bi xwe ve dikêşe û ji aliyê dî li himberî pirêzeya “benîademan” çavzîq, devûpençvekirî maye.
Hey brê (Debreyî) Hesen ma te zen dikir ko seriyên di vê pirêzêyê de hatîn firandin wuşiyên genimî ne!.. Binêre şûnpêyek tenê bêxwîn heye.
Sal duhezar û x, mexlûqek mejî di çerxa paleolîtîk de, ew bi xwe navûdeng bi postalên postmodern, bi apolet û bi unîformayê bi bêqusuriyeka dema modern hatiye çêkirin, di bin birqîya objektîfên bi huner de, bi îhtîşameka telejenîk, bi tîhniya mirovê di beriyê de rêlêwindabûyî, tasa xwînê bi remza alayê, bi noşa ab-i heyatê raberî dinê dikir û bi dilsojiyeka serdest digot “rûmet û şiyanên me hemû di vê tasê de ye, hêza xweragirtina me jî tenê ew e”.
Hemî mihareta qamereyan bo şabaşa wê tasê û şeraf yê tas di dest de dihat bi kar anîn; her wekî wijdan ne tenê bûyîn teneke, her bûyîn mêrik jî; çi tê raberkirin wê/wî nîşan didin. Herder, hertişt mirêk in, mirov tenê leylan didin. Xwedanê tasê û zarokê di jêreya jêr de hilwastî bi rasteqînî li ber çavan in. Mekanê wan guhortî jî be hertim hevzemanê hev in…
Zarokek ji landikek ya hemî stariyan berê xwe jê guhortî û dayîk li kêlekê bêserî, bi dest û bi pehînêkê hildifirigî û bi navê “dada şorşgerî” bi reşaşekê di nava birhûçavan de dibû serad…
Generalek bi îhtişameka saraya buckinghamî bi retuleka modern dihat pêşewazî kirin. Di heman demê de di cadeyeka serekî ya bajarekê de, zarokek di şûna germiya himbêzek ya libendêmayî de di nav xwîneka sar de divegeviziya. Destek kirêgirtiyê tarî li ser navê xaliban ji paş ve bi guleyek li serê mirovê bi dillerzokiya kevokan gava xwe diavêt dida.
Li zozanên dûr, di reşeya şevê de frokeyên cengê di bilindahiya deh-hezar gavan de ji jor, bi teknîka “bêqusur”, li dilopa xunava xwehdana li ser ceyndika Kejika sêsalî ko di bin konê du-stûnî yê reş, di xweka şêrîn de destek yê xwe li du kakilên gozan miçandî nîşan digirtin.
Bombeyên xezebê di şûna rastgehên jiyanê yên xwen û hêviyên zarokan çalên kraterî dihêlan, rutîn ev bûn, Helepçe û xuşkên wê ne jirêdeketinek bûn, dîrokeka berdewam bûn.
Walter Benjamin ji tirsa naziyan xwe kuşt an jî, ji wê lehengiya li himberî astengên nebez yên pîrhevoya modern rawestiyayî… çi ferq e? Dew her birê mastî ye.
Lê Benjamin ne firinên naziyan dît ne jî generalên ko tasa Arşîmet lê dayîn şerm kirin… ne jî teknîka jinûveçêkirina “aura”yê!
Lê ger ew di sal duhezar û x-ê de, her vê gavê, li vir jî bûya, dê her carek dî bigotibûya Mesîhê ko dê kurêmirovan rizgar bike, jinûvekifşkirina windayan û windakiriyan e.
|