HEWLÊR, 29/1 2008 — Mirovê destpêkê, mirovê ko cara yekê çavê xwe li ser erdê vekir ji bo xwarinê tenê fêkî û şînahî nas dikir. Ji sibehan heta êvaran li deşt û çiyan, vî alî wî alî digeriya û ji xwe re diçêrî. Heta dawîyê xwarina goşt dît. Wisa xuya ye ko bapîrên me xwarina goşt ji ajelên dirinde fêr bûbin ko didîtin bê çawa nêçîra hevudu dikin û bi neperuşka diçin laşê yên ji xwe bê desthilattir.
Xwezî mirov her şînahîxwer maba û fêrî vê nerîta çewt nebûba ko canberan bikuje û bi vê jî dersa yekê ji dibistana şidetê werbigire. Niha jî gelek kes hene şînahîxwer in û bi tevahî asayî dijîn, henekê xwe bi me kesên goştxwer dikin û me bi nexweş dizanin. Nefret li wî bapîrê ko cara yekê xwarina goşt deranî. Gelek caran ez fikirîme gelo mirov çawa dikare dev ji vê adetê berde. Ez gihame baweriyekê ko tenê pêxemberan dikarî xwarina goşt qedexe bikin, bi vêna jî şidet li ser erdê kêm dibû ko peyama serekî ya hemûyan bûye.
Her çawa be em dev ji mirovê kevin û dirokê berdin, bên ser mirovê nû û nerîta xwarinê. Xwarin çand e, xwarina xelkê bajêr rengo-rengo û baştir e ji xwarina xelkê gundnişîn yan jî xwarina koçer û zozaniyan. Lê belê bi gişti hemû civakekê bi gund û bajarên xwe ve ji bo xwarinê nerîtên xwe yên sabit hene. Yek ji wan ko gelan ji hev cuda dike xwarin e û cihê şanazîyê ye jî bo wan. Bi vê jî xwarin beşek e ji şaristanîya mirov li ser 'erdê. Xwarina xwarinê jî her çand e, gundî cemê serekî êvaran dixwin piştî ko ji ber heywanan yan ji îş-karê xwe vedigerin. Lê belê bajarî nîvro li ba wan giringtir e bo xwarinê. Gundî bi lez dixwin û ji wan wisa ye ko xwarin tenê jibo zikdagirtinê ye, li gor gundîyan mirov dixwe ji bo bikaribê kar bike. Lê belê bajarî sifrê dixemilênin û ji wan re wisa ye ko merasim e, li gor bajarîyan mirov ji bo wê kar dike da bixwe.
Wek çawa çanda kurdî ko hejar e, xwarin û dab û nerîtên xwarinê jî berjêr in. Lê belê Kurdistan ji destpêka dîrokê ve welatekî avedan bûye, welatek e em dikarin bêjin keş û hewa wê sazgar e, ava wê heye, kiştûkal baş e û çêregehên berfireh hene bo pez û dewaran, li wê gorê diviya bû civaka kurdewarî xwediyê nerîteke pêşketîtir ya xwarinê bûya ji ya ko heye. Xwarin ji berhemên şînahî yan ajelan tên çêkirin û ev jî li Kurdistanê pir in.
Lê belê em dikarin sedema vê bedbextîyê jî bixin pal hejarîya netewî ya xwe û bêjin ev encama nebûna dewleta kurdî (!) ye. Sebebê vê jiyana bindestiyê û nebûna sabitiya di dîrokê de ye! Ko dewleta te nebe bajarê te jî nabe! Ko bajarê te nebe xweşguzeranî jî nabe! Ko xweşguzeranîya te jî nebe xwarin dibe erkekî bi lez ya dagirtina valahiya zikî! Dîrokek ko ji du bêjeyan pêk têt: bixwe û here.
Dema ez xwarina xwaringehên kurdî dibînin hêvî dikim ko careka din çavê min pê nekeve. Ez ne gelekî di derdê xwe de me ko di vî temenî de hêjî ligel xwarina xwe neguncim. Wa jiyan di vê çermeserîyê de derbas bû. Xema min ew e hindek caran mêvanên biyanî tên û tu nizanî tê wan bibî kû! Di vî welatî de xwaringeheke baş nîne bo rewşên weha yên tengav. Televizyona kurdî jî bi qasî ko giringî bi zindîkirina lawik û heyranan dide ko zindî nabin, ji dehan yekê wê giringî bi zindîkirina xwarina folklorî daba, niha em bûbûn xwediyê xwaringeha kurdewarî. Yan ji bedêla helperînê (reqskirin) ko em pê riswa dibin, me giringî bi nerîta xwarinê û navê texlîtên ceman bida ta ko xelk hinekî şaristiyanane li gel xwarinê bidin û bistînin, encam bi tevahî cûda dibû.
Li xwaringeheke Çînî de, hevalekî min got çima kêfa te ji van corê xwaringehan re tê, min got "menû" wate rêbera xwarinê azadî daye min loma dixwazim di bufa vekirî de destê xwe bigerînim. Got erê baş e bufa vekirî bi kurdî dibe çi! Min got: Çêrîna azad. Got di Kurdistanê de ev reng “çêrîna azad” hebûya xwediyê wê zerar dikir. Min got: Kurd neku tenê her zêde dixwin, belaş dixwin û bîr li encamên wê jî nakin. Got mixabin, kurd di hemû tiştî de bi lez e, di xwarinê de, di ajotina terempêlê de, di biryardana şerî de, xwezî bapîrên me ji bo serbixweyîyê jî carekê lez kiriba ta em jî îro bibûna xwedî bajar û xwarin û kultura xwarinê û da ko dema biyanîyekî berê xwe daba “kavilê me” em hewqasê bêzar nebûna.
Kesekî din bûya ji bedêla hindek dam û dezgehên rewşenbîrî, di nav vê hemû alozîya ragehandinê de nediçû û ev hemû xercî bo damezrandina kenaleke nû ya televizyona kurdî serf nedikir ko wekî heyva li çardeha xwiya ye diçe rêza faşilên din. Dê biçûya û bo çêkirina xwaringeheke hevdem bo çêkirin û pêşkeşkirina xwarina xwemalî ya kurdî planek danîba. Dê ji hemû aliyekî ve ji bedêla bêjer û derhênerê nezan, kebabçî û aşpêjên lihevhatî û şareza ji her çar parçeyên Kurdistanê jê re kom bikira. Ez bawer im serkevtina wî asantir û bi leztir dibû, cihê tiliya wî jî bi ser çanda kurdewarî de zêdetir dibû, herweha dibû cihê şanaziyê jî di vê kavilgehê de. |