HEWLÊR, 15/1 2008 — Piraniya xelkê dibêjin qey bextîyarî û xembarîyê du me‘nayên cida hene, peywendîya wan yekser bi astê xwexwedîkirin û jiyanê ve heye. Weha dizanin ko bona mirov bi bextîyarî bijî pêwist e ji alîyê aborî ve destdirêj be. Ger hat û terazîya aborî hate xwarê û berevajî bû êdî bayê bextîyarîyê jî kêm dibe û bayê xembarîyê dest pê dike. Piraniya xelkê bi vî rengî tê digihin. Lê belê ger em piçekî bala xwe bidin der-dora xwe emê bibînin ko ne şert e ko ev têgehiştin rast be. Em dibînin ew bextiyarîya ko astê jiyanê dabîn dike bextiyarîyeke demkî ye, yan jî em dikarin bêjin riwayet e û bêhtir xwe di dîmenan de nîşan dide neko di naverokê da.
Gelek mînak hene bo wê yekê ko mirov dikare di jîngeheke nûpêgehiştî û sade de bextewer bijî. Berê jiyan ji niha sadetir bû, berî pêncî salan bêhtirên xelkê Kurdistanê jar û belengaz bûn, bi nanekî hejarîyane bi rê ve diçûn, lê belê dilxweştir bûn. Bi berevajîya neha bûn, ko pêşketina aborî, şoreşa teknolojî, ber bi pêşveçûna çareserîya nexweşî, pêşketina xwendevanîyê, guhastin û gihandin, vana hemiyan reng daye di hûrdekarîyên jiyana îro ya xelkê de, lê belê dilê wan xembar û tevlîhev e. Ger pêşketîbûn bingehê jiyanê bûya, diva bû mirovên niha ji mirovên berê bextewertir bûna.
Bi giştî, adet û nerîteke mirovane ye ko bi berdewamî axînan bo duhî dikişîne û jê we ye duhî xweştir bû, ev ne rast e, jiyana duhî ji jiyana îro ne xweştir e, kesekî ko weha bîr bike şaş e. Mirov ji nezanî yan ji derve ve, weha fam dike ko duhî ji îro xweştir bûye. Dibe ko civaknas yan jî komelnasek bêhtir bikaribe li ser vî babetî biaxive bê ka ji bo çi mirov weha bîr dike. Ewa ko ez dixwazim li vir behsê bikim ew xemokî ye ko ragehandin berhem tîne û bi ser jiyana xelkê de disepêne bêyî ko xelk bi xwe hestê pê bik. Bi taybetî li vê devera paşketî ya dinyayê ko hîç tiştek li ser bingehê zanistî bi rê ve naçe.
Rastîyeke balkêş e ko îro em dibînin jiyana mirov ji ya berê xweştir e lê xembartir, diviya bû berevajî be. Wa bizanin beşekî zêde yê vê weresî û xemokîyê vedigere bo wê karîgerîya negatîv ya ko pêşketina guhastin û gehandinê bi cê dihêle. Aşkira ye ko di gehandina zanyarî û bîr û boçûnan de hêlên guhastin û gehandinê rolekî mezin dibînin, bo têgehiştin, nasîn û zanînê rê kurt dikin, mirovê niha zû û bi asanî ji cîyekî diçe cîyekî din. Negere jî, zanîn û zanyarî jêre tê nav malê. Dikare mezintirîn pileya xwendinê xilas bike bêyî ko lingê wî ji malê derketibe derve.
Ev asankarîyên hevserdem in ko pêşketina guhastin û gehandin û sîstema nû û jiyan danîne. Lê belê di heman demê de ev asankarîyên ha sêhra jiyanê jî kêm dikin. Weku sirûşt mirov dixwaze bighê hemû tiştî lê belê ko gehayê jê bêzar dibe û ji ber çavê mirovî dikeve. Ev edeteke giştî ye, ko di jiyana mirov de reng dide û dibe sedema xembarî û bêtaqetîyê, lê belê ya ko gellekî taybet e bi vê devera me ko em beşek in ji civaka Rojhilatê, yan civaka misilmanan, ew e ko ragehandin bi taybetî jî televizyon, di televizyonê de jî belavokên nûçeyan û bernameyên siyasî bûne sedema wêranbûna derûnî bo kesên ko temaşe dikin.
Belavokên nûçeyên ragihandina navçeya me, kurd jî li gel, ji serî heya binî şer û tevlîhevî û grew û girjî û tujî û ajaweya siyasî ye. Kêm caran ji vê çerçewê derdikeve, derkeve jî yan reşeba û boran û lehî û agirpêketin yan jî zevîhêj, yan belavbûna petayeke weko nexweşîya mirîşkan û kolêrayê. Di belavokeke nûçeyekê da, ko em rojane li ber in, geşbûna jiyanê û xwesteka mirov bo paşerojê yan birek bo sibe, reng nadin. Rojane nûçeyên xweteqandinê, fişar, hereşeyên çekên nukleer, metirsîya serhildana dîktatoryetê, qirkirin, vekirina gorên bi komel, nûçeyên dadgehkirina û helwêstê tawanbaran, hereşeya jinavbirina xelkê, poşmanbûna siyasîyan li sozên xwe, pêngavên berevajîyê demokrasîyê, perestandina gendelîyê (korrupsiyon). Ev hemû şarêzên nûçeyên rojname û televizyonan in li Rojhilata-navîn.
Bi giştî mirov bi xwe şeydayê tevlihevîyê ye, bi taybetî mirovên vê navçeya me, bi berdewamî dixwaze kêm û kurîyên der-dora xwe bizane ta xwe têde bibîne. Ewên ko di ragehandinê de jî kar dikin wisa dizanin ragehandin ew e ko tîşkê bixe ser bûyerên çewt û bê mane. Evna bi vî karê xwe bixwazin û nexwazin vê heza nexweş ya mirovê Rojhilatê têr dikin. Bêyî ko bizanin bi rêgirtina vê rêbazê, xwendingehekê dikin cihê fêrkirina çewt û bêmane, yan qet nebe xwendingehek bo qetandina zirav û wêrankirina derûnî.
Lewra ya ko ez dibînim, beşek ji wê reşbînîyê ye ko perên xwe bi ser xelkê de kişandîye, berhemê ragehandinê ye û ragehandin jê berpirsyar e. Ev jî ew tişt e ko herdem tê behs kirin û gotin ko pêwist e yên di ragehandinê de kar dikin bi taybetî berpirs, şarezayî û pisporîya wan hebe di vî alî de û hemû alîyekî wan pirsa pişkinînê be ko li ser giftûgo dikin.
Her karekî bi nezanî bê kirin, bi agir leyîstin e, ew jî ji ber encamên wê yên çewt. Dibe ko ragehandina erebî bi taybetî hinek ji kenalên esmanî û rojnameyên wan, bi bername vî karî bikin û mebesta wan ew be miletekî bêzar û hişk û dil bi kîn berhem bînin, ew xelkê teşwîq dikin bo dijayetîya neyarekî ko Îsraîl û Emerîka ye yan Rojava yan jî her çi tiştekî din be.
Ême em kurd dozeke me heye ko cuda ye. Nexşeya riya me bi tevahî cuda ye ji ya ko li vê navçeyê heye, pêwist e ragehandina kurdî di karê xwe da bernameyên wê yên serbixwe hebin û bi plan ji xwe re bike nîşan. Ev çend sal in em azad in, ji hemû alîyekî ve berê jiyana me li pêş e, lê belê em reşbîn û xembar in, di demekê de ko diviya bû geşbînîyê ji serî heya binî em pêça ba. Jiyan divê geşbînî be, bi taybetî bo me kurdan ko dereng kete ser şahrêya rasteqîne ya jiyanê. |