[ ÇARŞEM, 2024-12-04 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Veguherînên demografiya kurdî
KURDISTAN, 8/1 2008 — Helqeya lêkolînî ya dawî bi her çar sêmînerên xwe ko ji aliyê Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî ve hatibû sazkirin li Hewlêrê, ji komek lêkolîner û akadîmîsiyenan re derbarê pirsa guherîna kotekî ya demografiyaya tevaya navçên kurdistanê di demên kevin û nû de, derfetek da ravekaran ko bizanibin çi bi serê kurdan hatiye kirin li tevaya deverên hebûna wan û li pêşiya çavên cîhanê ji sedê salan ve û ta niho, wekî hewldanên binpêkirin û înkarkirina hebûna wan ya netewî di riya qirkirin û koçberkirinê de, digel siyaseta nezankirin û xîzankirinê û qedexekirina çand û kultûra wan û înkarkirina dîroka wan û bicîkirina regezên din xwediyên çanda nijadperest di navçên wan de bi mebesta ko kurdan bikin "kêmneteweyeke" bê hêz û bê hêvî di welatê bav û kalan de.

Diyar e ko encamên daqurtandina sîstêmatîk ya erdnîgariya Kurdistanê, û bicîkirina regezên din di nav xaka kurdistanê de bû sedem ko realîstên tevgera netewî ya Kurdî cudahiyê di navbera du corên kurdistanê de bikin: Kurdistana dîrokî ya berê û Kurdistana niha ya heyî.

Gelek mêvanên helqeyê behitîn dema ko dîtin destpêka hewildanên guherandina semyanên struktûra civaka kurdistanî yên mirovî û cogirafî û şaristanî li ser destê tiwêje û takekesên ko ji cîhana koçeriyê derbasî nav cîhana şaristaniyê bûn, hate kirin li gor ko zanayê mezin Îbn Xeldûn dibêje. Ev kesên ko serkeftinên îslamê di serdema xelîfeyên raşîdî de bikar anîn bêyî ko prensîbên ola îslamê a pîroz pêk bînin, û gellek têde neçû wan şepoleke neteweperesta tund damezirandin, di serî de Benî Umiye bang dikirin bi avakirina rêbazeke îslamiya-erebiya sîstêmatîk, anku vejandina îslameke–xurû-taybet bi ereban, û di xizmeta çanda erebî de li dijî musilmanên ne ereb!

Ev rêbaz li dijî musilmanên ne ereb radiwestiya û şert û mercên xwe li ser wan ferz dikir, û newekheviya nijadî berbelav dikir, di nav de tunekirina çanda musilmanên xeyrî-ereb û nasnameya wan yanjî bi navkirina wan wek "mîletperest" û "biyanî" û sivikdîtina dîroka wan ya berî îslamê, û veşartina rabirdûya wan û danîna nav û navnîşanên nû ser hemû tiştê girêdayî jiyana aborî û civakî û rewşenbîrî û danûsitendinên di navbera mirovan de berovajî guhdana bi semyanên Cezîre erebî landika îslam û nameya wê yên ko vedigerin serdema Cahîliyetê û berzkirina aliyekî mezin ji dîroka wê a kevin, wek nimûne helbestên "muleqatên" ko bi dîwarê Keebê ve didaliqandin" tev li kelepora pêkhateyên wê ên eşîretî û dab û tîtalên wana, digel lehengiya mêrxasên wana ên pûtperest!

Osmanî jî li ser şopa bapîrên xwe çûn, ewên ji êlên deştên Tirkistanê yên dagirker, bi pêlên wan yên li pey hevû du naskirî bi tundiya here hişk li dijî çi kesê rastî wan hatî, bi dagirkirina xaka kurdan împeratoriyeta xwe serhevdekirin, piştre komara xwe ya kemalîst. Ew her berdewam bûne di warê meşandina proseya guherandina binyata nişteciyan li navçên kurdistanê, ji navçê sînorî destpê dikirin tanî digihîştin navendên bajaran, eva bi sirgûnkirina hezaran ji giregir û serokên kurdan û malbatên wan berbi deverên Anatoliyayê yên dûr ve, weke kiriyareke leşkerî bo parastina ewlekariya neteweyiya tirkî!

Ev prose ser destê artêşê hate bicî anîn û Kurd ji mal û milkên xwe hatine bêparkirin û dewletê dest danî ser wan, û êl û xêlên tirkan-piştî ko bi çek û peran hatine piştgirtin- di şûna wan de akincî kirin û li gellek navçên kurdistanê bicî bûn, û dest bi belavkirina kaosê û talankirina hebûnên gundiyên kurd kirin bi alîkariya hêz û alavên desthilatê.

Her wisa, bi hezaran malbatên dewletên balkan ên kok-tirk, nemaze ji bulgaristanê-li navçên kurdistanê hatine bicîkirin bi mebesta tirkkirina wan. Ji hingê ve, kurd bûne kêmnetew di hin wîlayet û bajaran de, û tirkên bicîkirî bûne piranî.

Di berdewamiya vê proseyê de, navnîşanên tirkî hatine sepandin di dayireyên nasnamê û nufûsan û tomarkirina zarokan de, û cil û bergên Kurdî hatine qedexekirin, digel ferzkirina hînbûna zimanê tirkî di mêtodên perwerdê û fêrkariyê de, ên ko tirkan pîroz dikin wekî nijadekî pêşketî û cuda, di bin silogana ko li her cî û deverekê hate avêtin (kêfxweş e ewê ko bêje ez tirk im!).

Bi vê proseya ko bi sedê salan berdewamkir û hêj ranewestiyaye, proseya qirkirina gelê ermenî ê dost jî hate bicî anîn. Li gellek bajar û navendên şaristanî, ermenî piranî bûn-ji aliyê netewî û olîdarî ve- digel suryan û roman. Ew bi piranî hatine tunekirin û yên mayîn jî hatine koçberkirin. Ev helwêst li dijî kurdên êzîdî jî pêk hat, ewên ko di serdema dewleta osmanî de hijmara wan bêtirî nîv milyonê bû li gor stastîka fermî a hikûmetê, lê belê niha hijmara wan li seranserî tirkiyayê ne bêtirî çend sed kesî ye.

Ji dema avakirina herdû dewletên sûriyê û iraqê, û înkarkirina hebûna kurdan û mafên wan di destûrê herdû welatan de, niyazên nehênî hebûn bi dûrxistina nijadê kurd ji hevsenga niştimanî û hijmartina wî wekî laşekî biyanî, tevlî ko ew ji welatiyên resen in û beşdariyeke çalak di cengên serxwebûn û rizgariyê de kirine û beşdarî jiyana giştî ya wan welatan bûye. Lê belê, cudahî di navbera rewşa kurdan li herdû welatan de hebûye.

Li vir em dê bêtir bala xwe bidin rewşa kurdan li Sûriyê.

Ji aliyê siyasî ve, partiyên erebî bi piraniya dîtinên wan yên hizrî yên burciwazî û netewî û îslamî û sosyalist xwedî du helwêstan bûn sebaretî kurdan. Yek jê, îzolekirina kurdan wekî gel û doz û ya din jî bêdengiya li hember azar û kilametên ko têne serê wan. Di van rewşan de, tiwêjên şovînist û derdorên wan di birêvebiriya dewlet û desthilatê de bi serketin ko vê derfetê bikar bînin û vê dijminahiya li dijî kurdan bixine pratîkê de, di riya bicîanîna gellek kiriyarên fermî û yasayî û astengkirina jiyana kurdan bi gellek şêwe û şêwazan, wekî: Qedexekirina tevlîbûna Kurdan di kolîca leşkerî û alavên ewlehiyê û mesleka dîplomasî de yan girtina postên bilind di tavilê birêvebiriyan de, digel qedexekirina çanda Kurdî-ziman, weşandina pirtûkan, huner û kelepora Kurdî- û qedexekirina bikar anîna peyva Kurd di alavên medya û ragihandinê û mêtodên perwerdê de, tev li dûrxistina cotyarên kurd ji sûdên yasa çaksazîkiria çandîniyê û bêparkirina melakên kurd ji mafên wan yên yasayî, û bênasname hiştina dehê hezaran ji ber hin sedemên nijadperestî.

Wisa em dibînin ko arzûyên guherîna binyata demografîk ya navçên Kurdî li sûryê û iraqê berî serdestiya partiya Beesê jî hebûn, vê partiya ko qonaxeke nû di vî warî de destpêkir.

Ji salên 60î ji sedsala buhurî ve, di bin siya rêjîma Beesê di herdû welatan de, proseya guherîna binyata demografîk derbasî qonaxa-idelojîk- û pilanên siyasî û sîstêmatîk bû, û sûd hate girtin ji ezmûnên berê di warê binpêkirina gel û neteweyan û ji holê rakirina semyan û teybetmendiyên wana, nemaze kelepora Naziyan û "serkeftinên" wan yên şovînist li dij Cihuwan û yên dîtir, û kelepora (bi vê yekê biramin!) projeyên tevgera ziyonîst sebaretî tepeserkirina gelê Felestînê û derbider kirina wî ji welatê wî û guherandina struktûra navçên wî ya demografîk û avakirina komelgehên zoremillî nîv- leşkerî li ser xaka wî.

Ev yeka bû nimûne ji berpirsên beesî û rewşenbîrên wan re û wan li ser kurdan pêk anîn, û bi eşkere "endezyarê" pilana kembera erebî, endamê seroketiya welatî ya partiya Beesê Mihemmed Talîb Hîlal bi vî tiştî bang dike di belgenameya xwe de ya bi navê "Lêkolînek derbarê parêzgeha Cezîrê ji aliyên netewî-civakî û siyasî ve".

Beesiyên iraqê heman rêçika beesiyên sûryê girtine ber xwe û lê zêde kirin di warê bikaranîna rêbazên leşkerî ên tirsnak di kurdistana iraqê de, evên ko gihîştin radeya cînosayid û gelqiriyê û bikaranîna çekên kîmewî û koçberkirina bi kotekî ya gelê kurd û akincî kirina bi zorê ya ereban di navçên erebkirî de, bi taybetî li parêzgehên Kerkûk û Mûsil û Hewlêr û Diyalayê.

Siyaseta Sefewiyên îranê jî ne gellekî dûrî ya osmaniyan bû. Di serî de, siyaseta wan –siyaseta belavkirina kurdan û koçberkirina êlên wan bû bi gellek hincet û behaneyên cuda-cuda berbi Eylam û Xurasanê ve û bicî kirina faris û azerî û tirkmenan di navçên wan de, nemaze bajarên wan ên serekî ên ko daniştiyên wan yên resen-kurd- bûne kêmnetewe. Her wisa, pirsa mezhebî jî rola xwe lîst di warê piştgirtina netewên şîî mezheb ser hîsabê neteweya kurd ko bi piranî sunnî mezheb in. Ji aliyê din ve, di gellek qonaxan de kurd li ser herdu aliyên sînorê hevbeş tûşî ceng û kilametan hatine ji alî hevbendiya sefewî-osmanî de, tevlî dijminahiya kûr navbera herdu aliyan de. Li vêrê, pêwîst e destnîşan bikin ko desthilata îranê tanî ketina rêjîma şahî silogana–panîranîzm-a nijadperest ko kurdan jî vedihewîne diavêt bi mebesta tecrîtkirina kurdan ji hestên wan yên neteweyî û dûrxistina wan ji pirsgirêkên wan yên çarenûssaz û xebata wan ya adîlane. Lê, di serdema komara îslamî de, kurd dihêne kuştin û struktûra wan ya demografîk dihête guherandin bi motîvên geşkirina neteweteya faris û mezheba şîî di heman demê de.

Bi kurtî, wisa dixuye ko hewilên guherandina binyata demografîk li seranserê parçe û navçên kurdistanê bi mebesta tirkkirin û fariskirin û erebkirinê ji demên kevin de destpêkirine, lê belê gihane lûtkeya xwe di serdemên nuh de û her diçe bêtir tund û tûj bûyîne.

Her weha, proseya guherîna demografîk ne tenê girêdayî motîva neteweyî ya nijadperest bûye, lê her weha motîva oldarî-mezhebî jî serde zêde bûye, û civaka navneteweyî şahid û berpirsê tiştê ko hate serê miletê kurd e, çi di serdemên hevpeymanan û mihwer de yan jî di dema herdû blokên rojavayî û rojhilatî di serdema cenga sar de, lê bi hatina prensîba desttêwerdana mirovî pêvajoyeke nuh destpêkir heye ko li berjewendiya milletên bindest de be nemaze piştî berzbûna nîşanên mikurhatina şepol û gurûpên siyasî ên demokratîk li derveyî desthilatdariyê ji zarên netewên serdest bi mafê gelê kurd û nepijirandina wan ji pilanên guherîna demografîk ên nijadperest re.

-----------------------------------
Nivîskar: SELAH BEDREDÎN
Weşandin: 2008-01-08
Xwendin: 5902
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şiroveya şoven ya mafê çarenivîsê (2011-01-29)
Krîza dewletên totalîter di serdema nû de (2011-01-15)
Mafê çarenûsê bi dîtina kurdan (2010-12-24)
Gelo dê ereb ji tecrûbeya Başûrê Sûdanê sûdê werbigrin (2010-11-19)
Sûriye û Tirkiye xwe li dijî kurdan rêk dixin (2010-10-25)
Şertê avakirina dewleta hevdem: mafê çarenûsê (2010-10-06)
Aliyê hizrî di rêbaza Mistefa Barzanî de (2010-08-22)
Hewesên serberdayî yên kovara Livînê û têkdana dîroka kurdan (2010-08-13)
Di nakokiya Tirkiye û Îsrailê de kanî Filistîn (2010-06-18)
Parastina ezmûna herêma Kurdistana Iraqê (2010-05-26)
Banga Nêçîrvan Barzanî bo reformê (2010-04-23)
Rewşa tevger û bizavên gelên Îranê çawa ye (2009-08-06)
Petrola Kurdistanê di bin xizmeta Îraqa federe ya nuh de (2009-06-25)
Ewlewiyet ji rawestandina despotîzmê re ye (2009-05-31)
Çi di navbera Sûriyeyê û Tirkiyeyê de heye (2009-05-16)
Serdana Mehmûd Ebbasî (Ebu Mazin) ya Kurdistanê (2009-04-28)
Newroza îsal – çend têbînî û pêşniyar (2009-04-19)
Dadgehên serdemê rêzê li mafê çarenûsê digirin (2009-03-25)
Herêma Kurdistanê – hinek gavên giring û di cih de (2009-02-25)
Cengên veguhêz yên Rojhilata-nêvê (2009-02-09)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org