KURDISTAN, 29/12 2007 — Di bin navnîşana “Ezmûna Herêma Kurdistanê û ewlekariya neteweyî” de çar rojan di dawiya vê salê de, karûbarê helqeya lêkolînî ko ji aliyê Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî ve hatibû organîze kirin, li navenda rewşenbîrî û civakî ya zanîngeha Selaheddînê li Hewlêra paytext, bi rê ve çû.
Di helqeya “Ezmûna Herêma Kurdistanê û pirsa ewlekariya neteweyî” de, diwanzdeh axaftinvan ji siyasetmedar û akadîmisyen û ronakbîrên Kurdistanê ji piraniya pêkhateyên wê (Kurd-Tirkmen-Kildan) û ji tevahiya şepolên siyasî yên cuda-cuda (neteweyî-çepgîr-lîbêral demukrat û îslamiyên ronakbîr yên serbixwe) beşdar bûn. Herweha, gelek kes amadeyî sêmînerên helqeyê bûn ji hemû şepol û bîr û hizran, rojane 400 kes amade dibûn bi rêjeya 100 kes her rojekê.
Em dikarin giringî û taybetmendiyên helqeya navborî di van xalên hanê de, bi kurtî destnîşan bikin:
I. Dema wê. Helqe di lûtkeya kirîza di navbera kurd û tirkan de hate sazkirin, di bin siya gefên leşkerî ji aliyê dewleta tirk ve bi derbasbûna nav axa Herêma Kurdistanê bi behaneya teeqîb kirina çekdarên PKK-ê ji kurdên Tirkiyeyê yên ko di hindek cihên çiyayî yên asê de li ser sînorên hevbeş di navbera herdû welatan de bicî dibin. Her weha, di dema ko artêşa îranê navçeyên Herêmê topbaran dikirin bi behaneya lidûvçûna çekdarên kurdên îranê yên girêdayî girûpeka leşkerî-siyasî ser bi PKK-ê a ko şerê çekdarî li dijî rêjîma tirkiyayê dimeşîne, ji ber ko eva dawî ji dehan sal ve mafê gelê kurd binpê dike.
Van bûyerên ko bi rengekî dîrêkt xwezaya têkiliyên kurdên îraqê bi kurdên parçên din re xistine ber pirsiyarê de, ji ber tevlîbûna cogirafîk û malbat û êl û eşîretan di navbera kurdên îraqê û yên parçên din de, tevlî peywendiyên civakî û mirovî û çandî, anku hevgirtina neteweyî di navbera nişteciyên deverên nêzîkî sînorên navneteweyî yên ko rengê xwe yên niha sitendin ji dema cenga cîhanî ya duyemîn ve.
Gef û tawanbarkirina hikûmeta tirkiyayê û ya îranê jî ji seroketî û hikûmeta Herêma Kurdistanê a federe re, bi piştgirtin û hewandina çekdarên kurd yên ji herdû welatan, sedemekî din bû ko heleqeya lêkolînî dest biavêje pirsa peywendiyên neteweyî û rastî û xwaza û asta wan tev li radeya rastî anjî nerastiya wan gef û tawanan.
Her weha, giringiya sazkirina heleqeyê di vê dema niha de vedigere helwêsta hikûmeta îraqê bi xwe, û reaksiyonên hêzên siyasî yên di desthilatdarî û opozisyonê de derbarê gefên dewletên cînar ji herêma kurdistanê re û rola hikûmeta navendî li dijî gefên derveyî û dîtina wê derbarê pirsgirêka kurdî û mafên gelê kurd di welatên ko kurdistan li ser wan hatiye dabeşkirin de ji aliyê destûrî û perspektîva yasayên navneteweyî di îraqa nû de. Bi wateya berpirsiyariya hêzên firenetewe nemaze yên amerîkî di warê parastina ewlekarî û seqamgîriya îraqê û herêma wê a Kurdistanê a federe, ev hêzên ko îraqê li gor biriyara konseya ewlekariya navneteweyî dagîr dikin û berpirsin di ber parastina xak û milletê wê de.
II. Ji ber giringiya ezmûna ciwan û hêvîdar ya Herêma Kurdistanê ji aliyên neteweyî-niştimanî-herêmî-navneteweyî.
Ji aliyê neteweyî, hinde ko çareseriya fêdêral a ko gelê kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe ve ji kurd û tirkmen û kildan û asûrî û ereban ji destpêka salên 90-î ji sedsala buhurî ew hilbijartin di riya dengdan û vîna azad de hate bicîanîn û di destûra îraqê a nû de hate çesipandin piştî rûxandina dîktatorîzmê wekî destkefteka dîrokî ko dibe nimûneyek di warê çawaniya pêkanîna çareseriya aştiyane û demukratîk ya pirsgirêka kurd di welatên navçê de bi rêçareya mûnasîb bo her rewşekê û li gor taybetmendiyê wê û lihevkirina pêkhateyên wê.
Bê guman, pêkanîna herêma fêdêral ya kurdistana îraqê vedigere bo canfidayiya gelê wê li ser rêbaza Barzaniyê nemir û yekîtiya hêzên wê yên siyasî û bîreweriya seroketiya wê ya xwedî ezmûn. Ev yeka cihê herêmê bihêztir dike di tevgera neteweyiya Kurdistanê de li derveyî îraqê û dibe alîkar ko ew bi rola navenda neteweyî a demukrat ko rêzê ji hemû aliyan werdigire, rabe.
Ji aliyê niştimanî-îraqî ve jî, bi peydakirina aşîtî û hevjiyanê di navbera navendê û herêma kurdistanê de, û rawestandina siyasetên şovînîst û kiriyarên leşkerî û gurkirina nijadperestî û neteweperestî ko ji aliyê rêjîm û hikûmetên îraqê yên li pey hev dihat peyrewkirinê, ji ber ko çareseriya fêdêral xwîna ko ji birîna îraqiyan diherikî rawestand tev li êş û azar û şer û cengên wan. Her weha, rûmeta lihevkirina ser çareseriyeke niştimanî demukratîk da îraqiyan bo cara yekê di îraq û navçê de ji pirsgirêka kurdî re, ev tiştê ko dê yekîtiya niştimanî û peywendiyên dostanî û hevjiyanê di navbera kurd û ereban û tevahiya pêkhateyên dinê de bihêztir bike.
Ji aliyê herêmî de, ji ber liberxwedan û pêşxistina ezmûna herêma kurdistanê wekî encameke proseya guherîna demukratîka çavrêkirî ji aliyê gelên navçeya rojhilata nêvê tê hijmartin, ji vê wêdetir wekî çirûsînekê di warê aşîtiya navxweyî û seqamgîrî û avakirin û azadiyên giştî û aboriya azad û geşepêdan û misogerkirina xwendin û perwerdê û tendurustiyê û lihevhatina niştimanî û toleransa olî(ayînî) û pejirandina nêrîna cuda û azadiya jinê û bihêzkirin û firehkirina buneyata jêrîn a civaka sivîl û rêzgirtina dadwerî û yasa û baweriyan, ev destkeftiyên ko bi gelemperî di navçê de nayêne bidestxistin.
Ji aliyê navneteweyî ve jî, hinde ko ezmûna herêma kurdistanê beşdariyeke giring di warê rizgarkirina îraqê ji dîktatorîzmê de kir, û tevlî proseya siyasî a berdewam bû di warê şerê li dijî terorê de. Di demeke wisa kin de, herêma kurdistanê bi mikurhatina serkirdên civaka navneteweyî û hêzên mezin û neteweyên yekbûyî bû nimûneyeke berz ya milletekî xwedî semax ko piştî dehên salan ji tepeseriyê rizgar bû, û dikaribû xwe bipêşve bibe di warê geşepêdan û proseya siyasî a demukratîk di destpêka sedsala nû de bi îmkanên xwe yên zatî.
III. Ji dîtina pêwendiya tevlîhev di navbera erkê parastina ezmûna herêm û pirsa asayişa neteweyiya kurdistanî sebaretî xebata siyasî a demukratîk ya hêzên rizgarîxweziya neteweyî di çarçoveya bidestxistina mafên rewa li gor prensîpa mafê neteweyan di destnîşankirina çarenûsa xwe de di hemî waran de. Bi giştî herdû mijar bi hev re girêdayî ne, lê di pêşî de parastina ezmûna herêm ko dibe bingehek bo çesipandina asayişa neteweyî, di nav de pirsa aşîtî û seqamgîriyê û çareserkirina pirsgirêka Kurd di riya diyalog û lihevhatina niştimanî de di navbera nûnerên gel û pêkhateyan ji hêzên demukratîk û guherînxwaz û bangewaziya avakirina stratejiyeke neteweyî ko bibe nûnerê berjewendî û mafên hemû parçe û hêzan li gor bernameyeke kurdistanî bo aşîtî û hevjiyanê ji bo sîstêmkirina pêwendiyê di navbera tavilê pêkhate û hêzên karê niştimanî ê kurdî li cîwarê Îraqê û diyasporayê di çarçoveya destûra îraqa federe û herêma kurdistan de û li gor yasayan û bi rengekî zelal, û jimartina şêwaza şerê çekdarî ko ji aliyê hêzên tevgera rizgarîxweziya kurdistanî ve dihat meşandinê di demeke berê de û hêjî tê meşandin ji aliyê hindeka ji wan wekî PKK-ê wek şêwazeke kevin û ne li gor qonaxa niha ji ber ko ew zererê digihîne doza kurdî û ezmûna herêma kurdistanê, tevlî pêwîstiya liberçavgirtina rewşa herêm- di nav de dûrketina ji tundûtîjiyê û rawestandina êrîşên leşkerî li dijî dewletên cînar ji xaka herêm.
Her weha, heleqeya lêkolînî da xuyakirin ko hindek elementên nû yên erênî peyda bûne di warê pêwendiyên neteweyî yên kurdistanî de, dê bihêztir bibin eger ko hêzên kurdistanî xetereya şêwaza xebata çekdarî bizanibin. Dîsa, hindekan tekez kir ser taybetmendiya ezmûnên neteweyî di parçeyên kurdistanê de ji aliyê şêweyên xebatê û armanc û bername tanî di warê çandî û radeya têgihîştinê û bi serxistina aliyê niştimanî ser ê neteweyî di xebata demukratîk a ko tevgera kurdî birêve dibe.
Ji aliyekî din ve, hate lihevkirin ser xwendina rewşa hizbî a şermezar ya tevgera kurdî li Îran û Tirkiyê û Sûriyayê (ji bilî Kurdistana Îraqê hinde ko partiyên sereke hevgirtî ne û desthilatdariyê birêve dibin). Vê rewşa xirab hiştiye ko piraniya wan partiyan ji naveroka xwe ya xebatê vala bibin û dûrî berpirsiyariya xwe ya dîrokî bikevin tiştê ko pêwîst dike dîtina alternatîveke ji nav navendên millî û nifşên nû û rewşenbîr û jinan û bi sûdwergirtina ji waneyên rabirdû û zanîna pisporan ji serkirdên xebatkar yên ko daxwaza nûbûn û pêşvebirinê dikin bi mebesta avakirina tevgerên nû ko vîna piraniyê temsîl bikin û li gor pêwîstiyên qonaxa niha bin ji aliyê pêşveçûna siyasî û civakî û çandî.
Sebaretî birêvebiriya siyasî ya damûdezgehên herêmê girêdayî peywendiya bi cînaran re, gellek hizr û pêşniyar hatin pêşkêşkirin ko bi piranî dew dikin ko lêvegerînek di xwezaya peywendiyên berê yên nêgatîv–di hindek waran de-bi rêjîmên cînar re were destpêkirin, tev li berfirehkirina wan daku tevgerên siyasî û çandî yên kurdî û bizavên demukratîk yên niştimanî di wan welatan de û sazî û rêxistinên civaka sivîl jî hembêz bikin.
IV. Ji aliyê lidûvçûna hûrbîn û lêkolînan ji bo pêşvebirina hizrê neteweyî kurdî bi kûrahiya wî ya mirovî û demukratîk a vekirî ser hevpişkê niştimanî ê ereb û tirk û faris û hindek hevpişkên din ko ewjî wekî kurdan ne xwedî desthilat in anjî dûrxistî ne. Her weha, çareserkirina astengiyên ko dikevin riya temamkirina mercên pêşvebirina hizrê neteweyî û paqijkirina wî ji tundî û hişkbûn û dijminahiya neteweyên dinê. Dîsa, hate tekezkirin ko rikeberiyên qonaxê yên çandî û zaniyarî û siyasî û dîrokî li ser herdû astên hundirîn û derveyî werine çareserkirin, nemaze diyalogên bêwate û teng di navgînên ragihandinê de di navbera elîtên kurdî ji aliyekî ve û ronakbîrên gelên hevpişk ne yên ko dûrî helwêsta fermî ya rêjîmên tepeser tenê, lê belê elîta partî û tevgerên niştimanî yên opozisyonê yên ko daxwaza guherîn û çaksaziyê dikin jî.
Ji ber van sedeman hate dîtin ko diyalog berdewam bibe di riya tavilê alav û sazî û dezgehan de, tevlî sazkirina semîneran ji bo pêşdîtina paşerojê û danîna şiyanên berî qewimandina bûyeran û lêkolînkirina her bûyerekê û encamên wê.
Ev erk dikeve ser milê tiwêjeyên rewşenbîr û akadîmîsiyen û zanîngeh û pispor û dezgehên zanistî û çandî de. Bê guman, ev lêkolînane derbarê karûbarê neteweyî û ezmûnên tevgera rizgarîxweziya kurdî ji dema sedsalekê ve ko aniha bi dirustbûna herêma federe encam da, dibine alîgir ji jêder û xwediyên biriyarê û tevgerên siyasî re û agahiyên pêwîst ji bo parastina berjewendiya neteweyî û niştimanî yên giştî, pêşkêşî wan dike. Bi vê çendê, Komenda Kawa bo Çanda Kurdî careke din rêz û hurmeta hemû beşdaran wergirt.
***
Selah Bedredîn çavdêrê giştî yê Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî ye. |