HEWLÊR, 12/12 2007 — Ev du sal yan zêdetir e gale-gala qanûna rojnamevaniyê û pesendkirina wê ji aliyê parlamentoyê ve, di rojevê de ye. Hevalên min berdewam daxwaz ji min kirine ko ez bîr û boçûnên xwe di vî warî de binivîsim, lê belê min xwe jê daye aliyekî. Çend caran min reşnivîsa qanûnê xwend û hemû carê bêyî ko bigihîm encamekî yan fikrek bi min re çêbe min belaya xwe jê vekiriye.
Bila mikur bêm ko min nekariye tiştekî binivîsim! Qanûneke baş e an xirab e, nizanim! Çi kêmûkuriyên wê hene nizanim! Ez ji ba xwe ve hest dikim ko dillerzêneka ne pêwist ketiye nav rojnamevanan û bê sebeb ew qanûn ji wan re bûye xem, çima? Ezê hewl bidim li xwarê şiroveya vê bikim.
Nayê veşartin ew rojnamevaniya ko li Kurdistanê heye, rojnamevaniya partiyan e, yan ew e ko carekê min nav lê kiribû: “rojnamevaniya qeraxê”. Yanî di “qeraxa” partiyan de dijîn û bi awayekî ji awayan piştevaniya madî û manewî ji partiyan werdigirin. Partî jî li Kurdistanê li derveyî qanûnê ne, yan di ser qanûnê re ne, tu çawa nav lê dikî bike. Neko tenê herdu partiyên serekî, herwiha ewên din jî di heman rewşê de ne. Qanûn nikare hîç lêkolînekê ligel rojnameyekê yan hîç rojnamevanekî bike ji ber ko ger pêwist bike li derveyî dadgehê pirs tê qedandin. Yekser kit û mit weko kuştina jinan. Ko wisa be çima rewşeke bi vî rengî, çi nirxê qanûnê heye!
Ne ew tenê jî, herwiha rojname û rojnamevan nikarin hîç wextekî babetekê metirsîdar yan giring bînin rojevê ger destekî ji derve nîşana “okey” nedabiyê. Rojnamevaniya Kurdistanê heya niha jî di jêr rewşa serdema şerê navxweyî de nefesê distîne. Ya jî rast û rewatir bêjim her kesê ko bikeve ber “rêkeftina stratejîk” ji bo çi xwe bi mesela azadiya rojnamevaniyê û qanûna rojnamevaniyê ve mijûl bike! Ew qanûna ko min xwendiye ne zerara wê heye û ne jî fêdeyê wê, derkeve jî û dernekeve jî weke hev e.
Dibe ko kesek bipirse baş e ev rewşa dozexî heya kengî wiha dibe û çareserkirin çi ye? Mişkile ev e ko em bi xwe bi pey çareserkirinê nagerin, bi taybetî rojnamevan. Wiha tê hest kirin ko partiyên heyî û hikûmet jî ji vê rewşa xirab bêzar in û dixwazin çareserkirinek hebe. Wisa nezane ko ev rewşa rojnamevaniyê, bi berjewendiya herdu partiyan kotayî pê hatiye, tu rastiyê bixwazî zerarmendê mezin her ew in. Ew bi xwe jî vê rastiyê dizanin û dawî jî bila dilê we di cî de be her ew dê baca vêna bidin. Vêca qanûn jibo çi ye ger rojnamevaniya azad ji dayîkê nebûbe! Gelek caran min gotiye rojnamevaniya Kurdistanê milîsîtiya partiyan e û ji wê pênaseyê zêdetir qet pênaseyeka din li xwe nagire. Milîsîtî jî divê bê hilweşandin neko qanûn jê re derkeve.
Vekirîtir bêjim, berî ko ji bo parastina azadiya rojnamevaniyê qanûneka me hebe, divê ji bo çêkirine rojnamevaniya azad qanûneka me ya din hebe. Li welatê me hinek hokarên weko xirabiya hatiniya (qezenc) ferdan, nexwendewarî, lawazbûna çanda xwendinê, dabeşbûn bi ser partiyan de weko çawa xelk bi ser eşîreta de dabeş dibin, sistiya raya giştî û bertengbûna biwarên azadiya çapemeniyê, ev hemûyan astê firotina rojnameyan aniye xwarê û zerarê pê digihêne. Loma ezmûna kurdî, ji bo ko ber bi avakirina civakeke demokratîk ve pêngavên rast bên avêtin, pêwist e piştevaniyê li projeyên rojnamevaniya serbixwe bike. Aşkira ye ko rojnamevaniya serbixwe sîmayê civaka demoqratîk e. Hêj dûr e ko kertên taybet di vî warî da rola xwe bibîne û hikûmet jî neçar e beşekî ji butçeya xwe ya salane bo çêkirina kertên taybet di warê rojnamevaniya serbixwe da terxan bike. Her tenê hebûna qanûneka weha jî derfeteke yeksan bo ehlê vî karî vedike.
Ev xalek, xaleka din jî azadiya berpirsyariyê ye. Ew kesê azadiyê di warê pratîkî de dimeşîne pêwist e jêhatî be, yan weko dibêjin: Hêja be, lihevhatî be. Sendîkaya rojnamevanan yek ji wan dezgehan e ko partiyane (hizbî) reftar kiriye û nasname daye bi hezaran kesan bêyî ko lêkolîn li ser astê jêhatîbûna wan bike. Ji sendîkayê re ne xem e gelo hilgirê wê nasnameyê hêjayî wê ye ko karekî weha hestyar bike yan na!
Balkêş e li Kurdistanê mohleta wergirtina ajotina traktorê asantir e ji mohleta karê rojnamevaniyê. Qet nebe, divabû di salên bihûrî da sendîkaya rojnamevanan fişar xistiba ser zanîngehan bo bilindkirina asta xwendinê di beşên ragihandinê de. Herwiha bizivandina hikûmetê bo şandina şandeyên rojnamevanan, dîtina dewreyên fêrbûnê û bilindkirina asta wan li welatên pêşketî de. Yan jî anîna mamostayên biyanî û vekirina dewreyên têrûtesel li Kurdistanê bo fêrkirina rojnamevanên genc li gor prensîpên zanistî û nûjen. Piştre belgenameya karkirinê bi wan bibexşe û wan bike endamê sendîkayê.
Ji bo wê jî, weku ko min got qet pêwist nake rojnamevan xwe bi vê qanûnê ve mijûl bike, yan wiha bizane ko karê rojnamevaniyê piştî qanûneke ko bi dilê wan be, dibe weko avvexwarinê. Li ba min derketin û derneketina vê qanûnê weke hev e, ne fêda wê heye û ne jî xisar, tenê dibe ko ji bo wan kesên ko dixwazin vê heyvê bi qerebalixî bibin ser û xem û pejariya Kerkûkê ji bîra xelkê bibin baş be. |