HEWLÊR, 9/12 2007 — Sal xilas bû û bo yekalîkirina mişkileya Kerkûkê referandum nehat kirin. Hê ji zû de pêşbînî dihate kirin ko ev proses nayê encam dan û ewên ko li Bexdayê karbidest in astengan dixin ber rêya cîbicîkirina madeya 140-ê ko taybet e bi vegerandina deverên veqetandî yên Kurdistanê. Bi berevajî bendewarîyeke zêde ya çavdêr û şirovekaran, nirxandina serkirdayetîya kurd ew bû ko referandum têt encam dan, ger nehate encam dan jî Kerkûkê bi rengekî din distînin.
Bi kurtî û puxtî, weko em dibînin wext bi ser ve çû û Kerkûk venegerîya. Niha biwarekî weha di destê me da nîne em zêdetir wextê bi avê da berdin û bipirsin ka kî ji vê rewşê berpirs e! Te rastî jî divê, ne tenê yek kes berpirs e ta bi bestika wî bê girtin û lêkolîn li gel bê kirin. Kerkûk û deverên din mişkila hemû gelê Kurdistanê ye û her kes di pileya xwe da li beramberî wê berpirs e. Lê belê pêwist e hemû wextî berê rexne li serkirdayetîya siyasî ya Kurdistanê bê girtin û bi bestik û pêsîra wan bê girtin, berpirsîya mezin karûbarê malê ye.
Li gor hemû çavkanî û belgeyên dîrokî, Kerkûk Kurdistan e. Li gor serjimêrîya akincîyan ya sala 1957-ê û pêş destpêkirina guhertina pêkhateyên akincîyan li wî bajarî û li wê wîlayetê, Kerkûk beşek bû ji axa Kurdistanê. Rejîma Iraqê ji sala 1961-ê ve dema ko dît kurd dixwazin mafên wan yên siyasî yên destnîşankirî hebin, dest bi guhertina pêkhateyên bajêr kir da mohra kurdbûnê jê bibe, bi taybetî jî ji ber ko bajar deryaya petrolê ye, weku Xaneqîn, Şengal, Enzale û gelek deverên din. Ne dost û ne dijmin kes nikare van axaftinên jorê û kirdarên rejîma Iraqê înkar bike.
Serkirdayetîya siyasî ya Kurdistanê dema bi destûra miweqet yan ya daîmî ya Iraqê razî bû ko çareserkirin dê bi referandumê bêt kirin di problema Kerkûkê de nîşana yekemîn ya paşvegavavêtin û ji-ser-guhê-xwe-avêtinê nîşan da. Bi pesendkirina vê çareserîyê bo yekalîkirina Kerkûkê me nîvê çarenivîsa bajêr ji dest da û nîvê din jî ma bo encamdana referandumê, wate rapirsîna xelkê bajêr gelo ka Kurdistanê dixwazin yan na. Rapirsî jî em dibînin ko nehate cî û Kerkûk di grewa yekê da xusirî.
Xeletîya duyê ya serkirdayetîya siyasî ya Kurdistanê di vê mişkileyê de ew bû ko tenê pişta xwe bi cîbicîkirina vê biryarê girêda û bikaranîna hemû şêwazekî din di ser guhê xwe re avêt. Aşkira ye her pêngaveke ko hatibe avêtin di Iraqa piştî ruxandina rejîma Beesê de, di çarçêweya prosesekê da bûye ko nav lê danîne prosesa siyasî. Naveroka prosesa siyasî ya Iraqê jî tiştek bûye ko jê ra hatîye gotin rêkeftin û tebayî (îtifaq û tewafûq). Madeya 140-ê û hemû tiştên din yên destûrê, her weha destûr bi giştî, hilbijartina parlementoyê, pêkanîna hikûmetê û hemû tiştên din, beşek bûn ji vê prosesê, wate ji vê rêkeftin û tebayîyê. Lê belê ev du sal zêdetir e her biryareke ko pêştir di encama rêkeftin û tebayîyê de derketibe, ketîye jêr metirsî û gefan de, ger nebêjin her ji binî ve jî hatîye hilweşandin. Kurdan xeletîyek kir û pişta xwe dan dîwarekî ko hinek ji alîyê din ve dikolin.
Sunnîyên ko di destpêkê de alîyek bûn ji van biryar û rêkeftinan, ev salek dibe bi giştî ji hikûmetê û parlementoyê vekişîyane, lê belê hewl didin bi rengekî din û bi wergirtina beşekî zêdetir ji (rêkeftin û tebayî) vegerin meydanê. Dibe ko di çend heyvên bên de beşekî zêdetir ji karûbarê welat bikeve destê wan. Şî'e jî di dema van çend salên hikûmeta Iraqê de, çi dema Îbrahîm Caferî û çi dema Nûrî Malikî, desthilat tenê bo xwe dorpêç kirine û hemû tişt li vî welatî bo berjewendîya wan vedigere. Bi giştî, ev herdu alî şî'e û sûnne di milmilaneya navbêna xwe de hîç tiştek ji wê rêkeftin û tebayîyê nehiştine, her weha bîr jî nakin rojekê vegerin ser. Ew ji bo guhertina terazûya hêza di navbêna wan de, bi hemû hêza xwe milmilanê bi hev re dikin, çi hêza civakî be û çi hêza welatên cîran û dûr. Tenê kurd in di vê meydanê de weko dibêjin "li benda firoya gayê zer e" û weha dizanin dê madeya 140-ê bê cî bi cîkirin.
Diviya bû serkirdayetîya Kurdistanê ji wê lihevhatîtir be ko di vî wextê dîrokî de pêşan da. Şî'e û sûnneyan sûd ji hemû hêzeke civakî wergirt, lê belê bi dirêjahîya vî wextî pişta serkirdayetîya me li civakê bû. Bo rojên teng, li vê Rojhilata-navîn de tenê hêza civakî dikare mişkila yekalî bike neko rêkeftinên navbêna hêzên siyasî. Li herêmekî pişt bi rêkeftinên siyasî tê girêdan heger binemayên rewiştî di peywendîyên hêzan de rol bibîne neko qaçaxçîyetî û destbirî. Ji alîyekî din ve jî, hêza kurdî ya di nav desthilata Iraqê de lawaz e û bêhtir tiştekî dîkorî ye. Wezîrekî ereb li Bexdayê dikare bi kêfa xwe serêşîyekê ji hikûmeta Kurdistanê û bernameyên wê re çêke, weko me di girêbestên mesela derxistina petrolê de dît yan salane di mesela serfkirina butçeyê de dibînin.
Bo serkeftina di mişkileya Kerkûkê de, tenê çareserî veger e bo hêza civakî ger desthilata Kurdistanê weko caran bawerîyê bi hêza civakî hebe. Ev jî pêş hemû tiştekî bi riya azadkirina ragehandin û çalakkirina rêxistinên civaka şaristanî-nûjen tê encam dan. Heşt heyv berî niha jî bawerîya min weha bû, rêya tenê bo yekalîkirina Kerkûkê û deverên din yên veqetandî ew e ko kêşe bibin bi kêşeyên civakî, neko heta hetayê di pişt perdeyan de bên giftûgo kirin, ya ko li pişt perdeyan de têt giftûgo kirin hindek tiştên siyasî yên narewa ne neko pirseke pîroz. Wiha mekin yan ne dê roj bêt ko Kerkûk bi tevahî ji dest biçe. Xelkê Kurdistanê bi hîç navtêdanekê bo wergirtina Kerkûkê nalebite, dibe ko ji kurdan re Kerkûk ne derd jî be. |