HEWLÊR, 4/12 2007 — Hinek caran ji vê gotina Hacî Qadirê Koyî dimînim ecêbmayî: "Zimanê kurdî belav nebû mezin bû, vaye di navbêna me da ji nav çû"! Mebest ji “mezinbûna” zimanê kurdî çi ye! Kengî zimanê kurdî mezin bûye! Hîç belgeyek nîne ji bo rastîya vêna. Tenê ev dikare bêt gotin ko ev axaftin di çarêka dawî ya sedsala nozdehê de hatîye kirin. Wê demê li Stenbolê rewşenbîrên kurd ketibûn ber şepola çanda rojava, di bin tesîra wê çandê da bi damezrandina rêxistinên siyasî, derxistina rojname û belavokên modern ve mijûl bûn.
Di nav van de rewşenbîr û çalakvanên hemû deverên Kurdistanê û ser bi şêwazên cuda-cuda dihatin dîtin. Wisa xwiya ye ko problema zimanê yekgirtî ji wê demê ve dest pê kirîye û hatîye rojevê. Ew jî dibe ko weko niha her yekî bi alîyekî ve kişandibe. Bêguman rewşenbîrên siyasî û rojnamevanên wê demê hest pê kirine ko bê zimanekî yekgirtî karê neteweyî nayê encam dan. Weko me dît, piştre û bi destê van rewşenbîran, rojnameya "Kurdistan" bi kurmancîya jorî sala 1898-ê li Qahîreyê derket, piştre jî sala 1908-ê "Kurd Tealî û Terakkî", û sala 1913-yê "Hetawî Kurd" û "Rojî Kurd" bi kurmancîya jorî û jêrî yanî bi du şêwazan li Stenbolê derketin.
Êdî zimanê kurdî belav bû. Ji wê dema ko mişkileya zimanê standart destpê kir û heta îro, nêzîkî sed sal yan zêdetir di serve çû, lê mişkile her weku xwe ye û tu guhortin bi ser da nehatine, pêngaveke here biçûk jî ber bi pêşva neçûye, tiştek jî nayê xwîya kirin ji bilî pêşnîyarên devkî û ne di cî da, weku daxwaza sepandina (ferz kirin) yek diyalektê bi ser hemû kurdan de. Evna pêşniyareke sade ye, daxwazek e ko ne hêjayê cîbicîkirinê ye, ya rastî rengekî henekpêkirinê ye, ji ber ko çareserkirina her mişkileyekê bi biryarên siyasî, pêş hemû tiştekî desthilateka fermanrewa ya bi hêz pêwist e, ko ev jî di Kurdistanê da nebûye û dibe ko heya paşerojeke dur jî nebe. Di wê dema sedsala pêşî da desthilatdarîya kurdî di baştirîn rewşa xwe da yek partî bûye, yan jî şoreşeke çekdarî bûye mîna şoreşa Eylûlê, yan serkirdeyek bûye mîna Barzanîyê bav, ger biryarder jî bû bê mekenaîzma wê ya cîbicîkirinê nebûye.
Ji sala 1970-yê û vir de, yanî ji dema rewşenbîrî û xwendina kurdî li Kurdistana başur bi berfirehî destpê kirîye, rewşenbîr û xwendevanên ser bi zaravayê jêrî zext li serkirdayetîya siyasî kirine ta ko bi biryareka “biwêrane = cesûr” vê mişkileyê yekalî bike. Bêguman mebest ew bûye kurmancîya jêrî bê yekalî kirin, bê sepandin û ne tiştekî din. Lê belê serkirdayetîya siyasî neçû jêr vî barî, yan em bêjin ew cesaret bi xwe re nedîtîye ji ber ko zanîye ger biryareke bi vî rengî bo Kurdistana başur hêjayê cîbicîkirinê be, baş e çi ji bakur û rojhilat û rojava bike! Li gor serkirdayetîya siyasî pirsa zimanî pirseke neteweyî ye neko parçeyî, weke ko çawa pirseke rewşenbîrî ye neko siyasî. Ev zexta rewşenbîrên Kurd ji bilî xwedizîn ji berpirsyaretîya erkên wan ne tiştekî din e. Di heman demê da jî rengekî bêzarkirina siyasî bûye, ko em hemû dizanin ji bo çi ye û niha jî dixwaze berdewam be.
Di axaftina derbarê zimanê yekgirtî da serkirdayetîya siyasî ji rewşenbîrên kurd bêhtir hêmin û liserxwe bûye. Berdewam daye diyar kirin ko ev kar tenê bi biryarên siyasî nayê yekalî kirin. Ev karê rewşenbîrên kurd e ko xemxwarê çareserkirina mişkileya zimanî bin, ev mişkileyek e ko erkê wan e, lê belê bêguman serkirdayetîya siyasî dikare di paşerojê da piştîvan be bo her biryareke giştî û berjewendîyeke sertaserî. Di nava salekê da ev çendîn car e guh li rêzdar serokê Kurdistanê digrin ko daxwazê ji rewşenbîran dike vê mişkilê çareser kin, lê çareserkirineke zanistî, di ciyê xwe da û hêjayê cîbicîkirinê. Bêguman bidestxistina zimanekî “mezin = gird” bo hemû kurdan ne tiştekî asan e û bi pêşniyarên sade û biryarên liserpê li pişt diruşma yek netewayetîyê da bi dest ve nayê ko mirov berdewam ji hindek rewşenbîran dibihîse.
Ev jî gotineke kal û pênegehiştî ye ko dibêje: Ji ber ko Nalî û Salim û Kurdî bi kurmancîya jêrî nivîsîne, êdî kurmancîya jêrî bûye standart û xilas. Ewên van axaftinan dikin haya wan ji edebiyata giştî ya kurdî nîne. Edebiyat bi zaravayên din jî hatiye nivîsîn û niha jî tê nivîsandin. Ger temaşeya dîroka edebiyata kurdî bikin hîç gumanek namîne ko xurttirîn edebiyata klasîk bi zaravayê kurmancîya jorî hatîye nivîsandin.
Di sedsala pazdehê de Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran û Elî Herîrî, edebiyateke payebilind bi vî zaravayî pêşkêş kirine. Piştî wan jî Ehmedê Xanî destana Mem û Zîn nivîsîye. Ne balkêş e ger em bizanin nêzîkê sala 1774-ê Mele Cercîsê Erbîlî ji Hewlêrê çûye Amêdîyê û kitêb nivîsîye li ser şirovên qesîdeyên Melayê Cizîrî, qesîde bi kurdî û şirove bi farisî. Rewşenbîrên kevin bi vî rengî bi zimanê kurdî ra didan û distandin. Wa diyar e mebesta “girdbûn” ev danûstandina kurdane bûye bi zimanî re, neko “girdbûna” ziman bi xwe. Hacî Qadir di pesindana Mem û Zîn de dibêje: "Eman qedrê vê kitêbê bizanin, di cîhana niha de yên weko wê nemane". Piştî vêna êdî edebiyata jêrî tê, ko ji Nalî ve destpê dike ew jî di yekem çarêka sedsala nozdehê de ye.
Tenê di rojnamevanî, danîna rêziman, çêkirina elîfba û zaravasazîyê da jî, heya nîvê yekem yê sedsala bîstê xilas dibe, ronakbîrên jorî li pêş bûne û berhemên giring pêk anîne. Dibe ko her ev bihêzbûna edebiyata jorî be, wisa kiribe yekî mîna Mele Mehmûdê Beyazîdî sala 1858-ê di kitêba bi nav û deng "Adat û Risûmatnameya Ekradîye" da dibêje kurmancî “qewîntirîn” zaravayê kurdî ye. Lê belê ewê ko me dît, rewşa siyasî ya kurdan bi rengekî bû hîç diyalektek nehat ferz kirin ta ko miletekî belavbûyî weko kurdan pê “gird = mezin” bibe. Her ji bo vê yekê dixwazim balê bikşînim ser wê yekê ko Mele Mehmûd dibêje; bêjeya “kurd” ji “gird” hatîye ji ber ko di wextê xwe da “girdbûn” yanî “kombûn” e. Wisa xwiya ye evna gellekî kevn e ger na di serdema nû da kurd bi “girdî” nehatîye dîtin.
Bi kurtî, bo çêkirina neteweyeka bi hêz û zimanekî “gird” û rewşenbîrîyeke baş, pêwistîya me bi çareserîyên zanistîyane û pêşniyarên di cî da heye, pêwist e bernameyeke me hebe, bi dilsozî û bi hevra kar bikin û xwe biwestînin. Ev erkê rewşenbîran e neko yê siyasîyan. Nabe rewşenbîrên kurd vî erkî ji stoyê xwe derxe û car-bar weko henekpêkirin gokê bavêjê meydana siyasî û bêje ka çima hun vê mişkileyî çareser nakin? Di van salên dawî da, ev nexweşîya sepandina yek diyalektê ko ji başûrve destpê kiribû, bakur jî girt û hindek ji wan jî daxwaza sepandinê dikin. Bêguman ev pêşnîyareke asan, bê erk û bê mandîbûn e, lê belê bo rewşenbîran jî pir bêberpirsyarane ye. Karê biberpirsyaretî “girdbûn” e bo çareserkirineka jîrane ko pêdivî ye em lê bigerin.
Gird: mezin, gir, kom
Têbînî: Ev nivîsar berê bi soranî lêbelê bi alfabeya latînî di Nefelê de belav bûye. |