HEWLÊR, 26/11 2007 — Minaqeşeya li ser zimanekî yekane ji bo ko hemu kurd pê binivîsin û bixwînin meseleyek e ko xelas nabe, bo çi? Ji ber pirseke wisa ye ko çareseriyawê ne bi wî rengê xeyalî ye ko hindek kes bîrê lê dikin. Eger bi yekî wisa be ko piştî biryareke siyasî, hemu kurd stowê xwe xwar dikin bo yek diyalekta kurdî û pesend dikin bo xwendin û nivîsandina xwe, wê demê bila dilê wî di cî da be ko tenê xeyaleke pûç û vala ye.
Berî hemû tiştekî Kurdistan ne yekgirtî ye ta navendeke siyasî hebe û biryareke weha bide, ger yekgirtî jî be, serdemê îro yê dinyayê ew serdem e ko destê xelkê di biryarên desthilatê de heye, ji bo wê yekê bi hîç rengekî rê nadin zaravayekî bi tenê bê sepandin (ferz kirin) bi ser neteweyekî pirzarava de. Serkirdeyek yan navendeke siyasî jî nîne di dema demokrasîyê de çarenivîsa xwe bixe greweke weha metirsîdar û bi berevajiyê daxwaza gelê xwe biryareke weha radîkal bide. Xwekujî ye bo serkirdeyekî siyasî ger bêt û serkêşîya kareke weha çewt bike. Di dawî de biryarên bi vî rengî, serkeftin bi dest naînin, nabin beşek ji çareserîyê û encam jî her faşil e.
Pirsyareke din, em bibêjin Kurdistan azad bûye, lê kî dibêje dê bibe yek parçe û nabê çar! Yan nabe du parçe! Baş e wî wextî çawa pisporên kurmancî yên jor û jêr em bêjin bîr û boçûn digorin di pirseke weha aloz û çarenussaz da? Gelo hîç alîyek ko biçukê wan ji deh milyon mirov zêdetir e, dev ji zargotin û nivîsandina xwe berdide bo yê din? Bêguman na!
Madem wisa ye rastîyeke gellekî aşkira ye ko ne siyasîyên kurd û ne jî rewşenbîrên kurd amade ne di derbarê sepandina diyalekteke yekane bi ser hemu neteweya kurd de danûstandinê bikin. Divêt dest ji vê bêt şuştin û dest ji van xeyalên berbelav bêt berdan. Mixabin dûbarebûna vê fikrê weku “nêr e lê bidoşe” lê hatiye. Ya herî balkêş jî ew e ew kesên ko dixwazin bi milyonan mirov fêrî diyalekteke din bibin, rojekê bîr li wêna nekirine xwe fêrî dîyalekteke beramber bikin. Lewra bo min ev helwêst ji bêberpirsyaretîyê zêdetir ne tişteke dî ye.
Em dev ji van bîr û boçunan berdin ko gelek caran me dubare kirine. Baş e em kurd çima weha hest dikin ko ger bi tevahî zimanekî me yê yekgirtî nebe bo xwendin û nivîsandinê, wî çaxî di paşerojê de parçe parçe dibin û netewayetîya me dikeve metirsiyê de? Bêguman ev ji wê metirsîya em tê da jiyane ne mezintir e ko me yekîtîya xwe ya neteweyî jî ji dest nedaye! Temaşe ke parçeparçeyî, bindestî û qedexekirina ziman di dîroka me ya dirêj da, nebûne egera (sebeba) hilweşandina me. Ji ber ko yekîtîya neteweyî li berî ko ziman be, hest û hişyarî ye, yan rewşa siyasî bi xwe ye.
Gelek caran du grub bi yek zimanî jî diaxivin lê xwe bi yek netewe nadeynin, weku mînak îrlendî û îngilîz yan qiptî û ereb ko li Misirê yekî ji wan zimanê xwe yê bingehî winda kirîye. Berevajîya vê rewşê jî heye, çar zimanên netewê Swîsreyê hene wate çar regezên cuda ne di eslê xwe da lê yek netewe pêk anîne ew jî netewa swîsrî ye, di hest û hişê welatparêzî da hîç mişkileyeke wan nîne.
Biryarên navendên yasayî û siyasî jî li wî welatî, bi her çar zimanan derdikevin. Min ji zilamekî swîsrî pirsî ma gelo xelkê weyî wa hene bi her çar zimanan biaxive, kenê wî bi pirsa min hat ji ber ko tiştê weha zor kêm rû didin, wate ziman yan ji hevudufamkirin hîç peywendîyeke wan bi yekîtîya neteweyî ve nîne. Beşek ji xelkê Swîsreyê bi şêwezargotineke elmanî diaxivin, bi zimanê standard yê elmanî jî dinivîsin û dixwînin weku elman bêyî hîç cudahîyekê, lê ger ji elmanîaxêvekî swîsrî bipirsî ma gelo tu bi netewe elman î! Bi pirsa te dilteng dibe ji ber ko bi netewayetî xwe swîsrî dizane ne ko elman. Ne dûr e bi vê pirsa te birîndar jî bibe.
Hebûna zimanekî yekane û tekane bo kurdan, dibe egera bihêzbûna wî ya netewayetî, dibe egera dewlemendîya ziman û çanda wî, ev rastîyek e, lê ger ev jî çênebû, yan di rewşekê de Kurdistana paşerojê bû welatekê serbixwe lê çend dîyalektên cuda tê de hat bi kar anîn bo kar û barê fermî, hîç gorankarîyekê di netewayetîya kurdî da nake. Ne şert e em heman kopya ereb, turk û faris yên cîranên xwe bin di mesela zimanî de. Rewş û halê me encama dîroka me ye: Nebûna çanda bi hêz û nebûna qewareyê siyasî di rabirduyê de weha anîye serê me. Weku me got netewayetî hestê mirov e neku jihevudûfamkirin e. Hevalekî min ê hewramî hebû, cara yekem bû min dît bi diyalekta hewramî bi mirovekî xwe re axivî, ez kenîyam û bi henek min got yan hun ne kurd in yan jî em? Aciz bû û got hun ne kurd in!
Rewşenbîrên kurd hê ji berê ve dikarîbûn bo pirsa zimanê yekgirtî kar bikin, di vî warî de pêngavên baş bavêjin û diyalektên kurdî nêzîkî hev bikin, ew jî bi riya hilbijartina zaravayê yekgirtî bo ragehandin, kargêrî, yasa û zargotina xwendingehan. Dibû bi pêngavên biçûk dest pê bê kirin û di encamê de bi hezaran zarave hev bigrin, da ko dema kurmancekî wî serî bakur guhê xwe da belavokeka nûçeyan ya kanaleke jêrî, bi tevahî jê fam bike. Ev ne karekî hewqasî dijwar bû, tenê hestê berpirsyaretî û hestê netewayetî dixwest. Niha jî wext maye li ser vê riyê kar bikin, ji vê jî zêdetir metodeke dî nîne. |