STOCKHOLM, 29/11 2007
Kurdî zimanê te ye.
Ev hezar sal e pê tê nivîsîn.
Gelek şaîr û nivîskaran bi vî zimanî berhem afirandine.
Xanî, Cizîrî, Feqîyê Teyran nimûne ne.
Welatê te heye, navê wî Kurdistan e.
Ev welat di sînga Rojhilata navîn de wek dilekî êsîr e.
Ev dil parçekirî û birîndar e.
Îro roj ereb, tirk, faris li ser vî dilê êsîr hespên xwe dibezînin!
Tu kole yî, ew efendî ne!
Tu jar û perîşan î; pergende yî, ew efendî ne.
Tu di xeyala xwe de xwedî welat î, ew de fakto li ser dilê te ne.
Tu xwedî ziman î, lê devê te girtî ye.
Tu xwedî welat î, lê hespên biyanîyan li axa welatê te pîkolî dikin.
Tu xwedî tarîx î; lê di şiûra xwe de nezan î.
Tu kole yî, efendî ew in.
Tu li ba wan, di hişê wan de tune yî!
Tu li ber derîyê wan hejar û neçar î!
Tu xwedî ziman î, lê ka dibistanên te!
Tu xwedî ziman î, lê ka dezgehên te!
Tu xwedî welat î, lê ka alaya li ser banên te!
Tu xwedî tarîx, ziman, welat û çand î, lê ka dewleta te!
Tu di medya tirkan de magazîn î!
Tu ji bo wan pêkenîn î!
Tu di alfabeya wan de ne çu tişt î!
Ew milet, dewlet û xanedan in!
Tu êsîr û bende yî!
Tu ne birayê wan, tu di deftera wan de hew kole yî!
Tu kole yî, ew efendîyên te ne!
Ew carinan dibêjin tu jî insan î!
Ew carinan dibêjin tu jî ji me yî!
Ew carinan dibêjin tu birayê me yî!
Tu dilê xwe xweş dikî, tu reben û belengaz î!
Tu xwe ji bîr dikî, tu koletîya xwe ji bîr dikî!
Tu wek zarokekî kêfxweş dibî!
Lê nebe ko tu behsa ziman, dibistan, tarîx, milet û dewletê bikî!!
Efendîyên te, pardon birayên te, dê ji dil bixeyidin!
Ew dê hedê koletîya te bînin bîra te!
Kole û efendî!
Efendî û kole!
Hin ji koleyan li meydanê radikin welwele!
Li hev dinêrin, dilê kole û efendî dibe geş!
Çi biratîyeke xweş, çi biratîyeke xweş!!! |