[STOCKHOLM, 24/11 2007]
Tarîx hîn dike, bêguman yên ko bixwazin fam bikin.
Sîyaset têkelhev û tevlîhev e, famkirina wê ne hêsa ye.
Him mirovên demagog karin di sîyasetê de bi ser bikevin him jî yên zana û xwedî îdeal.
Sîyaset li ber destê herkesî û di destê herkesî de wek ronahî û agir e.
Him kare xwedîyê xwe bişewitîne, him jî kare bibe rêveker.
Virekên herî mezin sîyasî ne, ratgoyên herî mezin jî ji wan dertên.
Direwên wan dikarin bibin bela serê sedhezaran, rastgotinî jî dikare berevajî be.
Ziman mifteyê sîyasetê ye.
Di devê demagogan de wek helawê ye, nezan bi hêsayî dikirin.
Ziman giran e, ji bo yekî zane wek kolana bîrê avê ye.
Sîyaset, ziman û tarîx sê gotinên bargiran in.
Sîyaset, tarîx û ziman bê hev nabin.
Tarîx siberoja xebat, çalakî û jîyana îro ye.
Duhî îro bû, îro ji bo duhî sibe ye, sibe dibe duhî û tarîx.
Mirov tarîxa xwe diafirîne.
Tecrûbe zanîn e, zanîneke bêhempa ye.
Tecrûbe jîyan e, rastîyê destnîşan dike, dubare dibe lê mirov naxapîne.
Tecrûbeya hinên din, tecrûbeya bavûkalan, tecrûbeya mirov bi xwe, hemî ji bo zanîn û rênasînê hêja ne.
Nivisîn parvekirina zanîn û hiş e, pejirandina hevbeşîya tecrûbe û lêfikirînê ye.
Ziman, nivisîn, tecrûbe, tarîx û sîyaset.
Ziman û alfabe.
Alfabe ji bo nivisîna zimanekî zerûrî ye.
Alfabeyên ji hev cuda hene.
Zana û sîyasetmedarên her mîletekî li gorî deng, gramer û rahetîya hînbûna zimanekî yekî destnîşan dikin û bi kar tînin.
Lê carinan di vê bijartinê de heta dereceyekî sîyaset dibe tayînker.
Nexwe di hin rewşan de mirov mecbûr e ko li rewşa civakî, sîyasî û çandî bifikire û biryarekî sîyasî bide.
Berê herçawa bûbe û çima weha bûbe jî, me kurdan ji ber şertên cuda çend alfabe û çend zarava bi kar anîne û hîn jî bi kar tînin.
Alfabe ji herfan pêk tên ko bersîva dengên di zimanî de hene didin. Herf şikil in ko mirov li gorî zimanê xwe dengek dide herfê. Bi serê xwe bêmahne ne. Ango tiştekî teknîkî ye ko ji bo xwendin û nivisînê mirov wek wasiteyekî bi kar tîne.
Eger sebebên sîyasî em bidin alîyekî, di bikaranîna vê an wê alfabeyê de ji bilî meseleya kîjan alfabe hêsantir e, tiştekî din namîne. Gelo mirov alfabe û şiklên hîndî, japonî, çînî bi kar bîne dê çi bibe?! Heke mirov bibîne ko zarokên kurdan bi van alfabe û şiklên navbirî zûtir hînî xwendin û nivîsandinê dibin, çima na!! (Celadet Bedirxanî gava alfabeya latînî ji bo kurdî danî, him ji ber hêsanîya hînbûna xwendin û nivisîna kurdî ya bi vê alfabeyê him jî ji ber sebebên sîyasî welê kir.)
Vêca em werin rastîya xwe:
Kurdên li Turkîyeyê û yên li Sûrîyeyê alfabeya latînî bi kar tînin ko bi kurmancî dinivîsin. Kurdên zazakîaxêf jî vê alfabeyê bi kar tînin.
Kurdên li Îraqê û yên li Îranê alfabeya erebî (Xerbî alfabeya Muhemedî dibêjin!) bi kar tînin ko çi bêje hemî soranîaxêf in.
Îro li ber destê kurdên Îraqê hemî îmkan hene ko bi herawayî zimanê xwe di hemî waran de bi kar bînin û ew jî tînin.
Li Turkîye, Sûrîye û Îranê ev îmkan tune ne.
Rastîyeke din: Ji sedî 75-80yî kurdan kurmancî, 12-15 soranî, 5-8 zazakî û zaravayên din diaxifin.
Tecrûbe û tarîx: Timî bala tirk, ereb û farisan li ser rewşa kurdan e û ji nêzîk ve tehqîb dikin. Di salên şêstî û heftêyî de tirkan him li Îraqê him jî li kurdên Îraqê fişar kirin ko rê nedin kurmancî û alfabeya latînî. Tirk difikirîn ko alfabeya latînî û zaravaya kurmancî dikare bibe sebebê geşkirina şiûra mîlî ya kurdan li bakûrê Kurdistanê.
Tirk îro jî her weha difikirin, bingehê sîyaseta kemalîstan ev e ko bi rêya asîmîlasyon û entegrasyonê kurdan ji hev bixînin û tune bikin; tirk dê pir kêfxweş bimînin ko alfabeya latînî tucar neyê bikaranîn û herweha kurmancî jî nebe zaravaya perwerdeyê. Di vê xalê de tirkên kemalîst û soranîaxêfên zaravaparêz wek hev difikirin. Yên ko îro kurdên bikarhênerên alfabeya latînî wek kemalîst bi nav dikin, di esasê xwe de wek ko me destnîşan kir, ew û kemalîst destbirakê hev in!
Baş e, mesele çî ye, çima yekî soranîaxêf kare weha bifikire?
Bi qenaeta min çend sebeb hene:
1. Ev kes difikirin ko li Turkîyeyê meseleya kurdî mirî ye, nemaye, kurd asîmîle bûne ji lewre divê mirov hesabê wan neke.
2. Piştî ko mirov weha bifikire dimîne ka kurdên mayî kîjan zaravayî û alfabeyî bi kar tînin. Di rewşeke weha de bêguman soranîaxêf di piranîyê de ne.
3. Parêzerên vê xetê wek nasyonalîstên sedsala berê li meseleyê temaşe dikin, yanî zimanekî yekgirtî li ser esasî zaravayekî ko bi ya wan ev jî soranî ye. (Kemalîstan jî li Turkîyeyê welê kir!)
4. Parêzerên vê xetê him sebebên sîyasî diavêjin pişt guhê xwe him jî wan fikir û vîzyoneke Kurdistanî nîne. Ko hebe jî sînorên fikir û vîzyona wan di çarçoveyeke muayen de ye. Yanî ew li kurdên Bakûr nafikirin û weselam.
Vêca di rewşeke welê de ka kî nêzî xeta kemalîstan e ji ber xwe ve eşkere dibe. Parêzerên vê xetê çi dibêjin bila bibêjin de fakto di vê xalê de tam li gorî dilê kemalîstan diaxifin û tiştine di qalibên fikrên kemalîst û rêberên wan jakobenan de dikin.
Li dawîyê çend pirs dimînin:
Gelo dê sîyasetmedarên Kurdistana başûr di hemî waran de li rewşa kurdên parçeyên din nefikirin û bi tenê başûr ji xwe re bingeh bigirin?
Gava ew xwedî fikir û vîzyonekî bin ko kurd miletek in û welatê wan hatîye parçe kirin, ma divê ji çarçoveya parçeyekî firehtir nefikirin?
An kurdên başûr ji birayên xwe yên Bakûr re dibêjin li çareya serê xwe binêrin?
Dibe ko ji hêla sîyasî de zêde dest nade an jî ew hêz nîne ko ji bo kurdên Bakûr dengê xwe bilind bikin; lê gelo çi asteng li pêş wan hene ko di warê çandî de ji kurdên Bakûr re nebin alîkar?
Lê tiştekî bi tecrûbe û tarîx dîyar e: Kurdên parçeyên din çi difikirin bila bifikirin, kemalîst wan ji bo vîzyon û projeya xwe asteng dibînin. Lê heke ew behsa kurd û Kurdistanê nekin dibe ko kemalîst dev ji wan berdin! |