STOCKHOLM, 31/10 2007 — Generalên tirkan salek berê hêzeke mezin ji eskerên xwe yên şerbaz veguhastin herêma nêzî sînorên Iraqê. Wê gavê çend kesan di rojnameyên tirkan de nivisîn ko ev veguhestin dê her berdewam be; sebebê asasî jî pirsgirêka Kerkûkê dest nîşan kirin. Ji xwe ev demeke dirêj e ko tirk naxwazin Kerkûk bikeve nav sînorên Kurdistana Başûr.
Tirkan (we dive generalên wan bixwînin) fam kir an jî dît ko bi rêya dîplomasî û axaftinan nikarin pêşî li vegerîna Kerkûkê li ser herêma Kurdistanê bigirin. Ji lewre him ji bo dîyarkirna nerazîbûna xwe him jî ji bo fişareke sîyasî hêzeke mezin veguhastin ser sînor. Lê dîtin ko ev tenê jî têr nake; hewcedarîya wan bi lêdana defê şer û berzkirina dengê kolanên tirkan, ango êrîşkarîya şovenîst û nîjadperestan heye. Di vê meha bihurî de bi vî an wî awayî ew rewş bi dest xistin û carekê derîyê şerxwazî, çavsorî û nîjadperestîyê vekirin.
Tv, rojname û kolanên tirkan çi bêje bi yek dengî bi awayekî êrîşker û har berê rimên xwe dan birêveberîya Kurdistana Başûr.
Li dij gef û şerxwazîya tirkan hin kurd jî ketin coşê:
Hin rabûn gotin em ê Kurdistanê li tirkan bikin Vîetnam. ( We heta niha çima nedikir, ma kesî pêşî li we girtibû, we heta niha gundek jî li bakûr rizgar nekiriye, yani Vîetnam û çi!)
Hinan got em ê Turkîye seranser bikin qada şer. (We got tirkan jî bawer kir, ne!)
Û çima ev nimûneya Vîetnamê? Sebebê asasî yê şerê Vîetnamê şerê sar yê di navbera Sovyet, Çîn û Xerbîyan de bû. Du zirhêzên mezin, Sovyet û Çîn piştgirê Vîetnamê bûn. Bi navê xerbê jî DYA şer dikir. Rast e, DYA li Vîetnamê têkçû û vekişîya lê piştî panzdeh salan sîstema sovyetê bi carekê têkçû û xerbî di şerê sar de bi ser ketin. Bi gotineke din xerbîyan muharebeyek winda kir lê di şer de bi serketin!
Heke em bidin ber hev: Ma çîyê kurdan ji wan kêmtir e? Ev dused sal e ko kurd ji bo azadîya xwe şer dikin. Bi mîlyonan kurd di vê rêyê de şehîd ketine. Di şertên herî dijar de kurdan bi tena serê xwe, li welatekî dagirkirî, çar alîyên wî dijmin, bêalîkarî û piştgirî bi dehan caran serî hildaye. Di rewşeke weha de ne şerm e ko mirov xwe piçûk bibîne û nimûneyên wek Vîetnamê bide! Çima tu bi xwe ne bawer î, ew alîkarîya ko mîletên din, ji piştgirên xwe dîtin bila ji çaran yekî wî bidana kurdan dê bidîtina ka kurd çi tînin serê dagirkeran.
Divê em fam bikin û bizanin ko herçiqas em gelek caran têkçûne jî lê me tu carî rewşa heyî nepejirandîye, me ji dagirkeran re negotiye erê û her cara ko firset çêbûye me serî hildaye û heta roja bidawîanîna dagirkerî û bidestxistina serwerîya welatê xwe ev tişt dê her berdewam be.
Nimûne, hêz û taqeta mîletê kurd e. Divê em li derekî din li nimûneyan negerin û ji bîr mekin ko pozîsyona DYA îro roj çî ye û li kû ye!
Kurd ne şerxwaz in û ji tecrûbeya xwe ya sedsalan zanin ko şer tişekî xirab e, timî ji wan re malwêranî û felaket anîye. Ji lewre divê mirov defê şer lê nexe û heta mimkin be hewl bide ko pirsgirêkan bi rêyên din çareser bike, sempatî û piştgirîya raya giştî li dunyayê bi dest bixe, xwedî moral û etîk be, danekeve sewîya dagirker û şerxwazan.
Ma hewce ye ko mirov bêje yên ko ev dused sal e ji bo rizgarîya mîlet û welatê xwe têdikoşin, dê ji bo parçeya rizgarkirî ya welat û mîletê xwe bêdeng nemînin û li hember dagirkeran bi hemî hêz û şîyana xwe rawestin. Ma hewce ye ko mirov bêje gava generalên tirkan sînor derbas kirin û berê xwe dan Hewlêrê, divê hedefa hemî kurdên dunyayê kurtkirina asoya menzîla Diyarbekirê be! |