STENBOL, 21/6 2005 — Di nav çara reş de, bêhevî û bêstar direcifî. Berî pênc deqîqeyan qesir bi xurmîniyeka mezin hati bû xwarê, cendekê zelamê wê û zavayê wê li ber çavên wê di nav xwînê de li erdê dirêjkirî bûn. Ew jî yek ji wan kesan bû, dema ko li Urdunê bûn ji zelamê xwe re digot “ger em vegerin dê babê min, me bibexşîne”. Xuşka wê û zavayê wê jî, dilê xwe bi gotina Sedamî aram kirî bûn û helbet zarokên wan jî. Lewra Sedamî gotibû ger ew bizivirin, ez dê wan bibexşînim.
Heyhat, mirovên zalim, hemî hêza xwe ji zilmê digirin, ew bêzilim yek saniyeyê jî nikarin nefesa xwe hildin. Çîroka dîktatoran aliyê reş û nehletî yê dîroka mirovan e. Dîktatorekê wekî Sedamî, pêtirînê wan jin û zarok, qatilê sedhezaran kurd e; lê ji ber ko di çavên neteweyên modern de, nirxê lîtreyeka neftê ji yê toneka edelatê pêtir bû, qirkirin û malwêraniya kurdan, himbe misqelekê jî nûner, serwer û rêvebirên miletan nediêşand; dorûberên mirovperwer jî rojekê gotineka dilê Sedamî pê biêşe nedigotin. Dinyaya modern tişteka bêexlaqî di van malwêranî û qirkirinên di serê kurdan dihat de nedidît. Pênc hezar canên ko di "nîvdeqîqeyê de" li asîmanên Helepçeyê bûyîn stêr jî, têrê nedikir ko xanim û zilamên payebilind û modern rûyê xwe jî li Sedamî biqurmiçînin.
Zavayên Sedamî li gel jin û zarokên xwe ji Urdunê wegeriya bûn. Lê nijdeya Sedamî hêj roj li wan nebûyî didu, êrîşî ser qesra wan kir. Di nava lehzeka hindik de qesir anîn xwarê û cendekê zavayan li gel yên çend lêzim û zarokên wan li kêleka yek bi erdê re dirêj kir. Keça Sedamî ya biçûk direcifî; babê wê ruhstînekê xedar bû; hawar ji erd û asîmanan dixwest, dixwest ko wê saniyê de dinya bibe du şeq û ew di wê şeqê de biçe xwarê, da ko zaroka li ber bedena xwe xilas bike ji xezebê. Hemî hêviya wê ew bû ko babê wê, wî zarokê li ber bedena wê bibexşîne; ji Yezdan, ji vê dinê; ji babê xwe tişteka dî nedixwest.
Heyhat, ji bo dîktatorekê jiyan bêzilim nameşe. Sedam ew destên xwe yên ruhstînî wekî mencenîqan avêt wî zarokê ko li ber bedena keça wî ye. Wekî ko bi derbekê hemî nav û dilê wê dayikê ji gewdeyê wê vebûyî, dayika bêçare wesa li erdê ket. Lêzim û cîranan bi çav û ruhekê qerisî, bi çavên serê xwe dîtin ko bedena wî zarokî di bin paletên panzerê ve bû qet û wesel. Baş e, dîktatorê devbixwîn ji vê yekê têr bû, no!.. Evqes tinê têra ravekirina wehşeta dîktatorekê nake.
Wî ferman da ko çend nas û lêzimên zavayên wî yên li wir hene, hemî bên û li wir bireqisin. Li dora vê wehşetê bi keyf û şahî bireqinsin û bi dengê bilind bêjin “Bi can bi xwîn, em bi te re ne ey Sedam!”. Dîktator tehemila sifetmirovan nekin… Lewra her mirovê/a ko li pêşber van dîmenên wehşetê, li rûyê wî/ê de, tengezarî derket, Sedamî ew ji rêza reqsê derxist, kir cendek û avête nav kuştiyan. Reqsa wehşetê bi dirêjahiyeka bêdawî weha berdewam kir. Roja paştir ajansên dinyayê wiha ragihand: “Sedam zavayên xwe yên ‘xayîn’ kuştin”. Ji mirovperweran qet deng derneket!...
Wan rojan hindek hiquqnasên kurdên bakurî hewldaneka mezin dikin ko da ew, wekî midaxil beşdarî mehkemeye Sedamî bibin û tawanên vî dîktatorî yek bi yek li ber çavên wî raêxin.
Bila dadperwerên kurd, ji bo neviyê Sedamî jî, yê ko hêj li ber singê dayîka xwe bû, bi destên Sedamî di bin paletên panzerê de bû wekî kulmek xwîn û hestî, kulmeka edaletê bixwazin. |