STENBOL, 22/10 2007 —Sîstema tirkan ya ko li ser derewan hatiya avakirin, ji beriya hertiştî kadirên dewletê bi xwe korfêm û netîbir kirine. Entelejensiya tirkan jî li gorî heman korfêmiyê (rasttênegiştin û tengfikrî) form girtiye. Ev korfêmî û netîbirî ji zihnîyata avakirina vê dewletê dest pê dike heya niho. Zihniyeteka “bîjî ye”. Ev zihnîyet, nikare rastiyên objektîv bibîne. Ji ber ko ev zihniyet li ser derewan hatiye ava kirin. Derewa herî mezin ew ko dibêjin; “Ev welat ji ezel heta ebed tirk e” an jî “tirkek bedelê dinê hemiyê ye”. “Ev welat tenê yê tirkan e”, “Bextewari ji wî re ye yê/a ko dibêje ez tirk im”…
Hon çi qas van derewên wan rêz dikin bikin, dawiya wan derewan nayê û hemî “hikmeta” hikûmraniya tirkan jî li ser van derewan e. Konjonktura dinê jî heta demekê rê dida ev dîwarên derewan li ser lingan bimînin; lê îro qet rê ji van derewan re nîne.
Ji ber vê yekê, ji derveyî hezeyanên têkçûnê kes tiştik dî ji tirkan nabihîse. Di mijara kurd û Kurdistanê de nemaze di heqê Kurdistana azad de rê nadin ti metodek û aqilek yê rê jê derbikeve. Dixwazin hertiştî bi çavsorî û zirzopiyê bi destê xwe ve bînin.
Erdogan serokwezîrê tirkan e, dibêje; “Em guhê xwe nadin kesê; bi kû re zirav dibe bila bi wir re biqete”. Mirov dibêje qey mibarek muxtarê taxa Kasimpaşa ye.
Serfermandarê tirkan yê duyê Ilker Buşbug, dibeje; “parametreyên global û postmodernîzm jî, pêkhata me ya neteweyî dixe xeteriyê”. Ew dê li himberî çaxekê şer bikin!
Generalê teqawît Arman Kuloglo ko serokê meiseseyeka tirkan ya “sitratejîk” e dibêje “divê em Barzanî, Talabanî û Emerikayê jî bêxin di lîsteya xwe ya terorê de”. Li gorî aqilê vî “mibarekî” jî, divê; Talabanî, Barzanî û Bush li Enqereyê bên mehkeme kirin!
Ertugrul Ozkok şefedîtorê rojanameya tirkan ya serekî Hurriyetê ye; “dibeje hedefa me Barzanî ye, ger F16-yên Emerîka li himberî me derkevin, em dê Îran, Rusya û heya Afganîstanê jî bêxin pişt xwe…” Paktekê ji hezeyanên xwe ava dike.
Ji aliyê dî, ekranên televîzyonên tirkan, ji teqawîtgeneral û akademisyenên “stratejîst” û ji analîstên siyasî û rojnamevanên “tîbir” tejî ne. Aqil û dîtinên hemiyan kêm zê de wek hev e; hemî wekî Erdogan, Ilker Basbug û Ertgorul Ozkok e difikirin. Ne gavek dî li pêş û ne jî cudatir. Vê “yekfikriyê” jî wekî “tifaqeka milî” dihesibîn. Rojnameyên wan hemî, heman teranayan, kîn û nefreta xwe ya li himberî kurdan nû ve dikin; ji bişirandina Mesud Barzan û Celal Talabanî ya Selahaddînê har dibin... Çawa be, hemî zarokên “cumhuriyetê” ne! Ew cumhuriyeta ko li ser derewên li jor avabûyî. Di eslê xwe de her dewletek dişibe avakerê xwe.
Di heqê binyata avkarê dewleta tirkan Mustafa Kemalî (Ataturk) de gelek îdia hene; bi rastî jî tirk nizanin ka bavê Ataturkê wan ki ye. Lewma karektarê “bijîtiyê” rengek esasî yê dewleta tirkan. Lê dem hatiye herkes dizivire ser koka xwe û li ser koka xwe tevlî parametreyên global dibin; lê tirk, coxrafyaya ko dagir kirine ji xwe re ti kok û binyatê nabînin; dikevin valayê de... Hêza ko vê valahiyê li ber çavên wan kûr û tarî dike rastiya kurd û Kurdistanê ye û her mixabin parametreyên dinyaya demokratik in jî! Ji bo xatirê tirkan dê dinya hertim di cehenema faşîzmê de nejî!
Bingehê li ser derewan diheje û li ber têkçûnê ye; li himberê vê têkçûnê tirk, ji aliyê siyasî ve aqilek û argumenek tinê yê ko ji derveyî wan bi xwe, bawariya hinek dî lê bêt nadin pêş.
Hindek “aqilmendên” wan carcarinan dixwazin xwe bi “jeopolîtîka rusan” bixapînin. Mixabin di wê jeopolîtîkê de jî tiştek ji tirkan re bi xêr be tine ye. Ger “aqilmezinê” tirkan û sernîvîskarê rojnameya wan ya serekî Ertugrul Ozkokî çavê xwe li kitêba stratejîstê Rus Aleksandr Dugin ya bi navê “Jeopolîtîka Rusya” jî bigerandiya, dê baş dîtiba ko di jeopolîtîka Rusya de jî tirk “gîskê kêrê ne” an jî bi gotineka dî bizina gunehî ne. Ji ber ko rus, tirkan ji kêleka behra Spî, ji Balkanan heya Yakutîstanê wekî daireyeka fitneûfasîde li ser pêkhata xwe ya jeopolîtîk dibînin...
Piştî biryara parlamentoya tirk ya şandina ekser bo başûrê Kurdistanê, li gorî qinaeta min, bi awayekê herî baş û sade berdevgê Pentagonê Geoff Morrell rawşa tirkan raberî ber çavan kir. Wî got: “Tirk di nav êşa xeyalşekestinê de ne. Lê ez bawer nakim gavekê zêditr bavêjin. Ya ya baş e ew e ko tirk encamên ketina Iraqê bizanin”.
Vêca encama ketin Kuweytê bo Sedamî çi anîbe, encama ketina Kurdistanê jî dê tiştek ji wê xêrtir bo tirkan neîne! Tirk mecbûr in an dê rûbirûyî derewên xwe bibin, bibînin ko ji îro şûnde tiştek bi derewan bi rêve biçe tine ye û dê diyalogeka rastaqîn digel kurd û Kurdistanê û dinê danin an jî dê di wê dinyaya xwe ya derewan de bihezin û biçin!
|