STENBOL, 14/10 2007 — Gotina “Bi kû re zirav e bila bi wêderê re biqete”, gotineka pêşiyên kurdan e. Lê ev gotin ti caran temsîla aqlê-selîm nake, di rewşên gelek îrrasyonel de têt gotin. Mirovên xudan “hikmet” û xudanberpirsiyarî zû bi zû gotineka wiha nakin. Ev gotin pêtir di rewşa “an hero an mero” de tê gotin; hikmetek ya serweriyê di vê gotinê de nîne; lê xetimandin û înadeka encama wê nediyar heye. Aqilek “mehelî” ye yanî mîrê memleketekê zû bi zû vê gotinê nabêje, lê ziraxayê gundekî an jî serokçeteyek gelek hêsanî dikarê vê gotinê bêje.
Vêca ev gotin çawa derbasî zimanê tirkî bûye û dibêjin; “Nereden inceyse oradan kopsun.-Bi kû re zirav e bila bi wêderê re biqete” nizanim. Lê rastiyek heye ko piştî Komîteya Têkiliyên Derve ya Nûnêrên Emerîkayê projeya jenosîda ermeniyan di 10-ê vê mehe de erê kir, serokwezîrê tirkan Recep Tayyip Erdogan derket himberî medyayê û got “Ev mijar dê bighî kû, ez ji we re bêjim; bi kû re zirav e, bila bi wêderê re biqete”.
Tayyip Erdoganî di berdewamiya axaftina xwe de bal kêşa ser birîna xwe ya esasî û bi awayekî hemî miktesebata hiqûqa nêvneteweyî bide aliyekê û got “Dema hinek ji dûriya 10 hezar kîlometreyan hatin û li Iraqê dan, destûr ji kesê nexwestin.” Û diyar kir ko di vê mijarê de ew jî destûr û aqilî ji kesê nazxwazin. Erdogan her di vê axaftina xwe ya pêşber medyayê de “lanetek” li Yêkîtiya Ewropayê jî barand û got “Ew dibêjin ‘em PKK-ê wekî rêxistineka terorîst dibîn lê…’, ez vê lanet dikim, lêya vî karî nîne divê kiryarê bikin”.
Li gorî nasnameya niho ya fermî ya Tirkiyeyê; Tirkiye welatekê hikûmran e û endama Neteweyên Yekbûyî ye û serokwezîrê wê jî Tayyip Erdogan e. Lê dema Tayyîp Erdogan diaxive, nizane gelo ka Neteweyên Yekbûyî têt çi wateyê; nizane ka di encama proseseka çawa de midaxale li Iraqê hatiye kirin; nizane di 8-ê meha 11-ê ya 2002-yê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî di heqê Iraqê de bo çi, bi tevaya dengan biryara bi jimare 1441-ê ya bêçekkirina Iraqê girt û her ew nizane hêzên niho li Iraqê ne, navê wan Multi-National Force - Iraq (MNF-I)-Hêza Pirneteweyî ya Iraqê ye; di nav wan hêzan de digel Emerîkayê di serî de Britanya, Îspanya, Îtalya heta bigihî Polonya û Koreya Başûr jî heye. Hemî li aliyekê Emerîka zirehêza tenê ya serekî ya dinê ye. Tevî vê jî dema midaxeleyî Iraqê kir pêwîstî bi hemî rêyên meşrû û hiqûqî dît; ji bo vê bizav kir û koalîsyoneka nêvneteweyî pêk anî. Piştî midaxeleyê jî her bi biryara Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yêkbûyî îdareya Iraqê girt ser xwe.
Baş e dema Erdogan dibêje ez dê midaxeleyî Iraqê bikim û destûr ji kesê naxwazim, çi rasyonalên wî yên dewletî û nêvdewletî hene? Emerîka û Yêkîtiya Ewropayê her gav bo Erdoganî radigihînin û bo wî dibêjin karekê wiha ne karê aqil e. Rûsya û Çîn jî bo tirkan dibêjin xwe tevlî karê Iraqê nekin. Ereb dibêjin tirk bikevin Iraqê em dê serê wan bibirin. Ez bawer dikim ger Erdogan, ji xatun Emîne Erdoganê jî bipirse dê ew jî ne digel fikra wî be ko ew destê xwe bêxe nav karên “Iraqê”.
Vêca çi aqilekê dewletî heye ko Erdogan dibêje, ez dê midaxaleyî “Iraqê” bikim û destûrê jî ji kesê naxwazim. Gelo ordiyek ya tirkan ya bikare bi hemî dinyayê re şer bike heye, ne tenê bi dinayayê re li himberî hemî parametreyên global û postmodern jî. Ji ber ko generalê duyê yê tirkan Ilker Başbuğî digot “postmodernîzm û parametreyên global jî pêkhata me ya neteweyî dixin xeteriyê”!..
Di eslê xwe de wekî hemî doktrînên tirkîtiyê yên serekî çawa direw in, ewqes jî profesyonelîtî û şiyanên ordiya wan jî efsaneyeka ji derewan pêk hatiye.
1. Ordiyeka bi qasî ya tirkan tevlî têkiliyên menfeat û ticaretê bûyî tine ye; firmayên wekî OYAK-ê nimûneyên vê ne. OYAK fîrmaya eskeran e û general wê îdare dikin û fîrmaya herî mezin ya tirkan e.
2. Ordiya tirkan di nav hemî karên çetetiyê û karên îlegal û tarî de ye. Her roj nimûneyên wan li bakurê Kurdistanê bi awayê bûyera Şemzînan derdikevin, an jî ambarên wan yên sîlihan û şebekeyên wan li hindek bajarên tirkan tên keşif kirin.
3. Ordiyeka îdeolojîk e, îdeolojiya wê jî kemalîzmek wekî ya îdeoljiya faşîst ya dema Hitler, Mussolini ye û nimûneya vê îdeolojiyê ya herî dawiyê jî Sedam e.
4. Xwe jî partiyeka siyasî gelek zêdetir tevlî karên siyasetê dike; kodeta û memorandumên leşkerî nimûneyên vê ne.
5. Esil gewdeyê ordiyê yê ko şer bike nefer (erat) in, zarokên feqîran in û ne eskerên profesyonal in, dixwazin rojekê zûtir bigihîn malbata xwe û nefretê ji hemî qedemeyên fermandariyê jî dikin.
Vêca dema mirov di van her çar niqeteyan de ordiya tirkan analîz bike, mirov dê bibîne ko ev ordî ji xususiyetên profesyoneliya mesleka eskerî gelek bi dûr e. Ji ber ko, ji mesleka eskerî zêdetir li ser karên jor dixebite. Ti nimûneyên îmtihanên ko ordiya tirk wekî eskerî bi serketî nînin. Şerê Qibrisê jî konjenktureka navneteweyî bû, ti tiştek ya ko bi awayekê eskerî li wir hatî bi destveanîn tine ye. (Abdullah Ocalan û taxima wî ti caran rênedan ko PKK, bi rastî jî ji aliyê şer û teknîka şerê gêrilatiyê ve, wekî rêxistineka gerîla bêt perwerde kirin û bibe xudan şiyan, tevî vê jî di cihê ko hindek şervanên PKK-ê bi înîsiyatîfa xwe hereket kirine de, nehiştine ekserê tirk çavên xwe vekin.)
Ji aliyê aborî ve jî, li gorî pisporan dema dema bankeya merkezî ya dinê bixwaze dikare bi opresyoneka biçûk jiyanê li Tirkiyeyê bide rawestandin; ev banka jî di destê Emerîka de ye.
Baş e dema mirov van paremetreyên dinê, Iraqê û Tirkiyeyê bide ber hev, ti rêyek ya wê nabîne ko Erdogan li himberî masmedyayê her wekî qebedayiyek yê ko xwe di mirêkeka mezin de dibîne biaxive.
Ji her alî ve baş diyar e ko ti hêzek ya tirkan ya ko bikare şerekê li himberî Kurdistanê-Iraqê û bi vê ve girêdayî tevê dinê îlan bike tine ye. Lê tirsa generalên tirk ew e ko di bin presa başurê Kurdistanê de, îmtiyazên xwe yên li ser bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi tevayî winda bikin. Mixabin ti pêgirek yê rejîmeka faşîst di coxrafyayeka di nêvbeyan Earowpa û Asyayê de li ser lingan bimîne nemaye. Lê general naxwazin îmtiyazên xwe winda bikin, lewma israrê li ser berdewamiya rejîma faşîst dikin û ji bo vê jî hemî rê û argumanan bi kar tînin. Aparata terorê jî ji bo generalan aparata herî prodaktîv e. Ew qet naxwazin ev aparat xilas jî bibe; ji ber ko esil hikmeta wan ya “serweriyê” terorîzm e. Her ti îdealên generalan yên însanî, hiquqî, komalgehî tine ne. Yên bên kuştin ne ew in, zarokên feqîran in. Vêca ew dixwazin bi tehdîta şerî, pere û bertîlên mezin ji Emerîka û kurdan vekin… Ti hedefek dî ya wan ya rasyonel nîne.
Ji aliyê dî, li himberî generalan, li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê hima bêje ji du kesan yekê dengê xwe da partiya Erdoganî; her li gorî niyeteka pak ya ko kurdan ji partiya Erdoganî hêvî kiribû ko niyeta wê pak e, pêtirînê wan jî dengê xwe dan partiya wî. Yanî bi gotine ka dî, li himberî wan dorûber û partiyên alîgirê ordiyê û nîjatperest ko dixwestin rojekê zûtir ordiya tirk bikeve başûrê Kurdistanê, xelkê dengê xwe dan partiya Erdoganî û wî biserketineka mezin bi dest ve anî. Her ji Emerîka heta Ewropa û hemî dewletên misilman jî piştgiriya xwe bo serketina Erdoganî nişan dan. Lê em îro dibînin ko qet guhê Erdogan ne li ser vê meşrûiyeta “neteweyî” û nêvneteweyî ye û pêdivêyiyên wê ne.
Her wekî rewşenbîrê tirk Ahmet Altanî gotî, Erdogan difikire ko wî bi piştgiriyeka gelek baş hilbijartin qazenç kirin û ji xwe tenê tiştek maye, ger nava xwe û eskeran jî xweş bike, her tişt temam dibe, dê bikare meydanê ji dinê re jî bixwîne!.. Helwesta ko Erdogan radixîne ber çavan ev e.
Ji ber vê jî, kurtasî di serî de kurd û paşê hêmî dinyaya ko Tirkiyeyê ve eleqeder dibe, divê baş bibînin ko li Tirkiyeyê rûbirûyî “lîderek” çawa nin. Lewma Erdoganî bi wan beyanên xwe yên ko min li jor behs kirî careke dî ji dinê hemiyê re diyar kir ko ti qudret û prensibên wî yên siyasî û ti hûr û kûr dîtineka wî tine ye; tenê dikare xizmetkarek yê generalan be.
Lewma ew ne mirovek xudanê hikmeta serweriyê ye; ew xudanê aqilyeta ziraxayek yê ko dibêje, “bi kû re zirav dibe bila li wêderê re biqete!” ye û vê gotinê jî dema ko general pişta wî mist didin dibêje. Jixwe dema Erdogan diaxive jî ti caran wekî mirovekê xudan mesuliyet naaxive, ji ber ko ti caran xudanê “mesuliyetê” ne ew e, ew tenê dikare bibe emirberek yê generalan e! |