Ma kurdiya kirmanciyê li cem desthilata başûrê Kurdistanê hind bê qîmet bûye!
STOCKHOLM, 6/10 2007 — Serokatiya Kurdistanê li ser biryara senatoya emerîkî ya girêdayî erêkirina federaliyê bo Îraqê û helwêsta fermî ya Kurdistanê li ser hindê zelalkirinek belav kir. Xwiya ye ko ew zelalkirin yan daxwiyanî di destpêkê de bi kurdiya soranî derketibû û paşê ew ji kurdiya soranî bûye kurdiya kirmancî. Ev daxwiyanî di gelek malperan de (KTV, PUKmedia, KRG) hem bi kurdiya soranî û hem jî bi ya kirmancî hat weşandin.
Hindî teksta wê daxwiyaniyê ya soranî ye di van hersê malperên li jor binavkirî de wekî yek e û jê diyar dibe ko teksteka orjînal e û ji serokatiyê derketiye û van malperan ew wekî xwe belav kiriye. Lê ko mirov li ser teksta kirmancî ya van hersê malperan radiweste, mirov dibîne ko ew hem çend seetan piştî teksta soranî belav bûne û hem jî hersê tekst ne wekî hev in. Diyar dibe ko teksta kirmancî ji serokatiyê derneketiye û vê çednê dezgehên ragihandinê û ev malper neçar kirine ko ew ji bo xwendevanên xwe yên kirmancîaxêv teksta soranî bikin kirmancî. Her yekê ji van malperan ji ya din wergirtiye û ew li gor pîvan û zanînên xwe yên kurdiya kirmanciyê guhortiye. Wan weha bi kurdiya kirmanciyê sê versiyonên daxwiyaniya serokatiyê ji bo raya giştî weşandine. Hersê jî ne gelek nêzîkî ya orjînal ya soranî ne.
Diyar e Nefelê jî xwest yeka kirmancî hilbijêre û biweşîne lê bala wê ket ser hindê ko hersê tekstên kirmancî ne wekî yek in, evca neçar bû yekê ji wan bineqîne û digel teksta orjînal ya soranî berhev bike û jê teksteka nêzîktirî ya orjînal biweşîne.
Ev bi rastî problemeka mezin e ji bo malperên bi kurdiya kirmancî. Ew jî ji hindê berpirsiyar in ko raya giştî ya kurdên kirmancîaxêv li ser daxwiyaniyên ji vî rengî agahdar bikin û wextê ko teksta kirmancî ji xwediyê daxwiyaniyê yê kurdî dernekeve dê problemeka weha derbikeve holê. Ev dikare bibe egera hindê ko mesajeka şaş, ne seda sed wekî ya xwediyê daxwiyaniyê xwestî bigehe raya giştî. Weha ev ne di berjewendiya raya giştî ya kurdî de ye û ne jî ya wan aliyên kurdî jî, yên ko daxwiyaniyan derdixin û yek ji wan jî serokatiya Kurdistanê ye.
Ma gelo kurdiya kirmancî û raya giştî ya kurdên kirmancîaxêv weha li cem desthilata Kurdistanê bê qîmet bûne ko ew xema hindê naxwe ko du sê kesên şehreza di kirmanciyê de li cem xwe dabimezrînin ji bo ko tekstên bi kirmancî jî wekî yên soraniyê ji cem wan bo raya giştî derbikevin!
Pêwsît e desthilata siyasî ya başûrê Kurdistanê û ji wan serokatî bi ciddî li ser vê mijarê rabiweste û giringiyê bide raya giştî ya kurdên kirmancîaxêv jî.
Ji bo ko teksta daxwiyanî û beyanname û her tiştê din yê wan di kirmanciyê jî de wekî soraniyê bi yek deqî û yek versiyonê be, ji bo ko mesaja wan şaş nehêt belav kirin, ji bo ko ew zû bigehe ber guhdar û temaşevan û xwendevanên kirmancîaxêv, ji bo ew dirist û zû kar bike ser raya giştî ya hemî kurdan û ji bo ko dezgeh û malperên kurdiya kirmanciyê ji sergêjiya wergerandin û gelek versiyonan rizgar bike, pêwsît e desthilata siyasî ya kurdî xemê ji vê pirsê bixwe û xwe niha ji girêya kurdiya resmî yan ya yekgirtî rizgar bike û me kurdên kirmancîaxêv pişt guh neavêje.
Têbînî: Min li jêr bes du parçe ji versiyonên kirmnaciya wê daxwiyaniya serokatiyê bijartine, ew jî xala duyê û sêyê. Min ew ji çar malperan wergirtine. Hûn dikarin li tekstên herçar versiyonan binêrin û newekheviya di wan de zelal bibîin:
Duyem : desthilata merkezî li Îraqê peyrewa nikolîkirina (binpêkirina) mafên rewa yên gelê Kurdistanê dikir û herweha welatiyên Kurdistanê û başûr bi welatiyên pileya wan li jêrî hejmartine. KTV
2. Desthilata merkezî li Îraqê peyrewa înkarkirina mafên rewa yên gelê Kurdistanê dikir û her weha welatiyên Kurdistanê û başûr bi welatiyên pileya wan li jêrî hejmartine. PUKmedia
2- Desthilata merkezî li Îraqê mefên rewayên gelê kurd qebûl nedikir û herwesa hevwelatiyên Kurdistanê û Başûr bi dereceya jêr hisab dikirin. KRG
2. Siyaseta desthilata merkezî li Îraqê înkarkirina mafên rewa yên gelê Kurdistanê bû û her weha welatiyên Kurdistanê û yên başûr bi welatiyên dereceya nizim dihatin hejmartin. Nefel
Sêyem : pêwîste binyatnana deshilata beşdarîkirinê li Îraqê li ser binemayê tewafiq di navbera hemû pêkhatiyên sereke yên gelê Îraqê de be , herweha dubare binyatnana Îraqê li ser binameyê yêkgirtineke arezomandane be. KTV
3. Pêwîst e damezrandina deshilata hevbeş di Iraqê de li ser binemayê tewafiq di navbera hemû pêkhatiyên sereke yên gelê Îraqê de be , her weha dubare damezrandina Îraqê li ser esasa yêkgirtineke arezomandane be. PUKmedia
3. Lazime binyatdanan desthilata beşdarîkirinê li Îraqê li ser esasê lihevkirina navbera hemû pêkhatên sereke yên gelên Îraqê be. Herwesa dubare avakirina Îraqê jî li ser esasê yekgirtineke xwestek be. KRG
3. Pêwîst e damezrandina deshilata hevbeş di Iraqê de li ser bingeha lihevhatinê di navbera hemû pêkhatiyên serekî yên gelê Îraqê de be, her weha dubare damezrandina Îraqê jî li ser esasa yekgirtineka dilxwaz be. Nefel