[ ÇARŞEM, 2024-12-04 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Kurdên Sûriyayê piştî nîvsedsalê ji jiyana siyasî
KURDISTAN, 23/9 2007 — Di dîroka tevgera me ya netewî a hevçerx de, du bûyerên here girîng hene: Yekem: Derbasbûna nîvsedsalê ser damezirandina Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyayê, weke yekemîn rêxistina netewî–niştîmanî ya nûjen paş hilweşîna impratoriyeta osmanî û îmzekirina peymana Sayîkis-Pîko û avabûna dewleta Sûriyayê ya ko beşek ji axa Kurdistanê a dîrokî bi xweve girt.

Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyayê ji encama hizr û perwerdeya Xoybûnê hate holê. Xoybûn rêxistineke netewî û Kurdistaniya seranser bû û bi pirs û kêşeyên tevahiya Kurdistanê ve, eleqedar bû.

Partî ji aliyê civakî û siyasî û aborî girêdayî civata nûjen ya derdorên kurdî, û di navbera herdû aliyên netewî - kurdî û niştîmanî - Sûrî de, xwedî balans bû.

Bûyera dûyem jî dîsa derbasbûna 42 salan ser destpêbûna çepgiriya netewî a demokiratîk e. Ev destpêka xwedî roleke mezin û karîgeriyeke berfireh bû di warê nûkirina hizrê netewî û formkirina bernameyê xebatê yê reealîst û şoreşgêr nemaze di warê teorîk de derbarê riyên çareserkirina pirsa netewî û destpêkirina çanda diyalog û rexnê û destnîşankirina sedemên kirîza hundirîn û bipêşxistina helwesta Kurdan a siyasî û serrastkirina rêveçûna tevgera kurdî bi taybetî û ji hertiştî girîngtir di warê piraktikî.

Ji ber van herdû bûyeran, ez erkekî xwe dibînim ko hindek xalan serrast bikim. Di vî warî de, ez dê hewil bidim qonaxên serekî yên tevgerê li dirêjahiya nîvsedsalê bixim bin ronahiyê de. Dîsa, hewildana min girêdayî û rûdan û pirsên yekemîn nakokiya hizrî, siyasî û çandî di tevgera me de. Pêwîste bêjin ko vê nakokiyê zihniyeta siyasî ya kurdî rizgar kir û gelek sedemên objektîv û sebjektîv, navxweyî û derveyî jê re hebûn ta ko di konfêransê 5ê tebaxa 1965an de hate çareserkirin. Sedemekî din yê vê hewildana min ewe ko em sûdê ji wane û îbretên rabirdû werbigrin ji bo serkeftina me di pêşerojê de misoger bibe. Ne hewceyî gotinê ye ko serxistina vê ezmûnê erkê me hemûyan e.

Destpêk bi kurtî

Piştî tevlîbûna kurdan û axa wan bi dewleta Sûriyê ya serbixwe dema hilweşîna Imperatoriya Osmanî li gor biriyarên hêzên navdewletî yên hevbend û berjewendiyên wan bê liberçavgirtina vîn û daxwazên gelên navçeyê, elîtên kurdî yên bîrewer û xwendevan destpêkirin ko pênaseyeke nû ji xwe re bibînin tevlî cihê milletê wan di civata nû de, bi gotineke din hewil dan ko nûneriyeke siyasî ko hêvî û daxwazê wan derbibire û berjewendiyên milletê Kurd yên netewî û civakî biparêze ava bikin, nemaze piştî ko hebûna kurdan bi giştî çand, ziman, maf hatine înkar kirin ne tenê di destûr û zagonan de, lê her wiha di bernameyên partiyên niştîmanperwer yên Sûriyê bi tevahî de (çepgir-rastgir-sîkûlarîst-îslamî…htd).

Di van şert û mercan de, Partiya Demoqirata Kurdistanê li Sûriyayê berî 50 salan hate damezirandinê. Partî pewîstiyeke netewî û niştimanî bû ko bizava demokiratîk li Sûriyê berbi pêşve bir. Kombûna sîstematîk ya kurdên Sûriyê di partiyeke netewî û demokiratîk de bersiveke babetane bû ji pêwîstiyên Kurdistanê re ji ber wê demê partiyên bi heman şêwe li Kurdistana Îranê û Îraqê jî hatine damezirandinê. Ev hemî girêdayî rêveçûna giştî ya (Tevgera şoreşgêr a cîhanê) bûn bi piştgiriya Yekîtiya Soveyêtî a Berê.

Sê faktorên serekî yên damezirandina Partiyê hebûne:

1. Faktorê kurdî-Sûrî girêdayî çînên niştîmanperwer û ronakbîran nemaze rola mezin ya xebatkarên xwedî ezmûn ko bi raperîn û bizavên siyasî û çandî û çekdar şerê serxwebûnê li dijî Osmaniyan û dûvre Komara Turkiyeyê, kiribûn.

2. Bandora Xoybûnê û malbata bedirxaniyan.

3. Karîgeriya tevgera netewî a pêşkeftî li Kurdistana Îraqê û rêbaza Barzaniyê Nemir di çarçoveya bizava kurdayetî di warê pişgirtina manewî û pêşkêşkirina arîkariyê di hemî qonax û şert û mercan de.

Jinûve avakirin

Piştî derbasbûna deh salan ser damezirandinê û berfirehbûna rêxistinê ne tenê li bajarên kurdan, lê her wiha li Şam û Helebê danûsitandineke erênî bi tevahiya çînên civakê re hate li darxistinê.

Li gund û bajaran diyalog bi nûner û endamên partiyên niştîmanî nemaze Partiya Komûnîstên Sûriye re hate destpêkirinê. Di heman demê de, serkirde û kadiroyên partiyê hê zû rastî gelek rikeberiyên hizrî û siyasî û ji hemûyan bêtir rêxistinî, hatin. Paş ko desthilat kete perasengê de, rikeberiya heyî berfirehtir û berbelavtir bû.

Nasandina doza kurdî û xwendina reealetê li gor rastiyên civaka Sûriyê di nav de civata kurdî tevlî pêwîstiya bersivandina pirsên di holê de, serkirdayetiya kilasîk matmayî hîşt: Em kî ne? Em çi dixwazin? Cihê milletê me li ko derê ye? Helwesta me ji bûyerên cîhanê bi giştî, çî ye?

Destnîşankirina koka pirsgirêka navxweyî û rehê nakokiya heyî ji erkên şepêla nû bûn. Ev şepêla ko rastî erka xwe ya dîrokî di şert û mercên here dijwar de hat. Sedem ev bûn: tunebûna ezmûnên berê li ser asta Sûriyê û Kurdistanê bi tevahî– pêkhatina piroseya veguherînê di laşekî rêxistinî ko ne li ser bingehên bihêz hatibû avakirinê û ji ber destdirêjiyên alavên ewlekariyê dinaliya nek weke ko rastgirên kurd dibêjin ko konfêransa 5ê Tebaxê partî parçe kir! lê berevajî vê çendê konfêrans tiştê mayî ji laşê rêxistinê parast. Rastgirên kurd berpirsin di ber tunekirina partiyê de nemaze ev bibû erkê wan piştî girtin û zindankirina dijberên wan li hemî deveran li ser destê hikûmetê hate bicî anîn.

Pirsgirêka dîtir ko rastî xwazyarên guherîna tevav hat beriya konfêransa 5ê tebaxa 1965an durûtiya erkan bû ya dihat xuyakirin weke paradoks: Xilaskirina Partiyê bi giştî weke bizaveke netewî kurdî û hêviya cemawerên berfireh û derbira daxwazên wan, evjî weke gaveke naçar berbi guherînê ve û hesteke bi berpirsiyariyê ji aliyê wê elîta genca bîrewer ve piştî ko Partî rastî sekan û bêliviyê hat ji ber geşbûna nakokiyê di navbera serkirdan de nemaze paş ko desthilatê (dema derfet dît) di riya alavên xwe yên ewlekariyê de bû alîgirê beşekî û beşê din da ber girtin û dûvçûn û lêpirsînan .

Di heman demê de, dîtina alternatîvê ko bikare Partiyê rizgar bike. Ewjî rêbaza çepgira netewî a dêmokirat bû, û bi paşxistina –li gor bendên sîstêma navxweyî şepêla rastgir, û nûkirina şêweyên xebatê - belavokên siyasî wê demê cara yekê derketin - tevlî serrastkirina helwestê ji şoreşa Kurdî li Îraqê nemaze serokê wê Barzaniyê Nemir.

Ked gelek bû. Şepêla guherînxwaz diviya bû ji warê bername û bîrdoziyê derbasî nav karê piratîk bibe. Ji bilî hemû zehmetî û dijwariyên karê piratîkî, desthilata dêspotîk û alav û dûvên wê here xeternak bûn. Pirojeya çepgirê netewî-niştîmanî li dijî pilanên rêjîmê bûn, her wiha, asteng bûn di rûyê wê de paş ko çend gav avêtibûn ji bo bicîanîna pilanên Serjimara Awarte û Zinnara Erebî û kontrolkirina dosiya kurdî li gor daxawazên xwe.

Serkeftina konfêransê Tebaxê bû jêderê netebatiyek mezin li bal derdorên şovonîst yên ko kampaniyake berfireh li dijî çalakvanên çepgir destpêkirin (ez yek ji wan bûm, û ji wê demê ve karê nehênî didim meşandinê) ji dema bidawîhatina karûbarên kongirê yekem havîna 1966an.

— Zehmetiya din di pêşiya çepgirê netewî de, di danûsitandina wî a çandî û zaniyarî bi beşdarên bûyerê re bû eynî weke ko tu ji nûve destpê bikî: Serkirdên ko hevdû rexne dikirin ne di wê astê de bûn ko ji endamên Partiyê û cemawerên Kurd û raya giştî ya Sûriyê re sedem û pirsên nakokiyê eşkere bikin. Di vî warî de, herdû alî-yên xebatkar û yên ko beşdarî di tunekirin û qelskirina tevgerê de kirin-bê bernameyên kar û hizreke bihêz bûn. Tenê konfêransê 5ê Tebaxê bingehek tund û bi hêz di vî warî de, anî holê.
Mixabin ko em tûşî rastgirekî êlperest û ji ezmûna siyasî bê par, hatin.

Rêbaza tebaxê berî 42 salan hindek perensîpên ko hêjî pêwîstin anîn holê wek: Rastiya hebûna milletê kurd li ser xaka xwe ya dîrokî misogerkirina perensîpa mafê neteweyan di destnîşankirina çarenûsa xwe de çareseriya aştiyane di riya diyalogê ya kirîza kurdî hevpişkiya kurdî-erebî a çarenûsî li ser asta welêt û herêmê–pêwendiya tund di navbera doza kurdî û pirsa demokrasiyê û dîtina cihê tevgera kurdî di nav refên opozisyona niştîmanî û hêzên guherînê de terazîkirin di navbera herdû aliyên niştîmanî û netewî yên pirsa kurdî ji nûve avakirina bingehên pêwendiyên dostaniyê di navbera kurd û ereban de.

Encamên berdewam

Qelsiya partiyên Kurdî û nikarbûna serkirdan ko xwe nû bikin û li dijderketina wan ji pêwîstiyên serdemê re û tênegihîştina rastiya bi dawîhatina rol û girîngiya pêvajoya karê hizbî bi şêweya heyî–hîşt ko hêvî geş bibin piştî rabûna kurdî di adara 2004an de û encamên wê ser çarenûsa partiyên - ko her diçe zêde dibin - û dikare dawiyê ne tenê li wê hijmara mezin ya serkirde û lîderan, lê her wiha li rûmeta karê hizbî di nav nifşên kurdî yên bê de jî, bîne.

-----------------------------------
Nivîskar: SELAH BEDREDÎN
Weşandin: 2007-09-23
Xwendin: 5722
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şiroveya şoven ya mafê çarenivîsê (2011-01-29)
Krîza dewletên totalîter di serdema nû de (2011-01-15)
Mafê çarenûsê bi dîtina kurdan (2010-12-24)
Gelo dê ereb ji tecrûbeya Başûrê Sûdanê sûdê werbigrin (2010-11-19)
Sûriye û Tirkiye xwe li dijî kurdan rêk dixin (2010-10-25)
Şertê avakirina dewleta hevdem: mafê çarenûsê (2010-10-06)
Aliyê hizrî di rêbaza Mistefa Barzanî de (2010-08-22)
Hewesên serberdayî yên kovara Livînê û têkdana dîroka kurdan (2010-08-13)
Di nakokiya Tirkiye û Îsrailê de kanî Filistîn (2010-06-18)
Parastina ezmûna herêma Kurdistana Iraqê (2010-05-26)
Banga Nêçîrvan Barzanî bo reformê (2010-04-23)
Rewşa tevger û bizavên gelên Îranê çawa ye (2009-08-06)
Petrola Kurdistanê di bin xizmeta Îraqa federe ya nuh de (2009-06-25)
Ewlewiyet ji rawestandina despotîzmê re ye (2009-05-31)
Çi di navbera Sûriyeyê û Tirkiyeyê de heye (2009-05-16)
Serdana Mehmûd Ebbasî (Ebu Mazin) ya Kurdistanê (2009-04-28)
Newroza îsal – çend têbînî û pêşniyar (2009-04-19)
Dadgehên serdemê rêzê li mafê çarenûsê digirin (2009-03-25)
Herêma Kurdistanê – hinek gavên giring û di cih de (2009-02-25)
Cengên veguhêz yên Rojhilata-nêvê (2009-02-09)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org