STOCKHOLM, 31/8 2007 — Berî çend rojan li ser panoyeke reklamekî li metroya Stokholmê min ev gotinên jêrîn yên Sartre dîtin:
”Ya girîng ne ew e ko çi bi serê me tê, ya girîng ew e ko em çawa bersîva tiştên bi serê me tên didin.”
Çendekî berê min di sîteyeke xwedîkurd lê zimantirk de nûçeyek xwend ko behsa bûyerekê dikir. Bûyer bi kurtî weha bû: Di salên 80î de jineke kurd ji ber rewşa aborî û hejarîyê tevî zarokên xwe ji bajarokê Dîyadînê yê Kurdistanê diçe bajarê tirkan yê bi navê Denîzlî da ko rewşa wan ya aborî hinekî baştir bibe. Li wir karê pembûçinînê bi dest dixe û dixebite; lê jineke tirk rojekê jê re dibêje ”pîs kurd (kurda pîs).” Cewahîr Yaşli (navê jinika kurd e, li gorî agahdarîya sîteyê 86-salî ye) ji vê gotina jinika tirk gelek aciz dibe û biryar dide ko nema bi zimanê wê jinikê ango bi tirkî biaxife. Li gorî nûçeyê ev 26 sal in ko Cewahîr xanim bi zimanê tirkan qise nake û dibêje ”ji ber wê gotina qirêj ez ê nema bi zimanê wan biaxivim.”
Bi xwendina nûçeyê re gotinên Sartre hatin bîra min.
Belê jîyan weha ye, carinan mirov çi wek takekes çi jî wek civat an jî wek milet pêrgî gelek neheqîyan tê, welatê mirov tê dagir kirin, zimanê mirov tê qedexe kirin, ji mirov re ”qirêj, pîs, hov” tê gotin û gelek tiştên din. Lê mîna ko Sartre dibêje: Ya girîng ew e ko mirov çawa bersîva van gotinan dide, mirov çawa bersîva wê zilm û zordarîya dagirkeran dide, li hember êrîşan mirov çi dike? Helwesteke bi heysîyet werdigire an na? Cewahîr xanima kurd li gorî zanîn û şîyana xwe biryareke bi şeref û bi xirûr dide û nema zimanê wê çepelê diaxive. Gotinên wê wek heqareteke mezin qebûl dike û heysîyeta wê dest nade ko bi zimanê wê jinikê biaxife.
Vêca werin em li rewşa kurdên bakurê Kurdistanê û tirkan bidin ber hev û li bersîva me kurdên sîyasî binerin:
Tirkan welatê me dagir kirîye û dixwazin navê me ji tarîxê rabikin lê bersîva me çî ye? Em dibêjin ev 500 sal e em şirîk û hevkarê hev in…
Tirkan ev heştê sal e zimanê me qedexe kiriye û bi darê zorê em zimanê wan hîn dibin lê bersîva me çî ye? Em dibêjin ziman wesiteyeke têkilîyan e ha tirkî ha kurdî ferq nake!
Tirkan li gundên kurdan di bin rêberîya efserên xwe yên payebilind de gû bi gundîyên kurdan da xwarin, bersîva me çî ye? Tirk û kurd bira ne…
Tirkan bi hezaran gundên kurdan wêran kirin, bi milyonan kurd mecbûrî sirgûnê kirin, li bajarên tirkan ew xistin ber bayê asîmîlasyoneke tund; bersîva me çî ye? Kurd û tirk bira ne…
Bi sedhezaran zarokên kurdan li kolanên tirkan, li bajarên tirkan wek koleyan li ber derîyên tirkan dixebitin, bersîva me çî ye? Kurd û tirk bira ne…
Gava rêber û zanayên miletekî nikaribin li hember dagirkerî, zilm, neheqî, koçberî û asîmîlasyona dewlet û miletekî serdest û barbar, bi qasî Cewahîr xanima kurd helwêsteke bi xirûr werbigirin, ev tê wê mahneyê ko karê wî miletî gelek dijwar e!
De ka werin em wek kurd ne 26 salan, lê wek kurd her yek ji me li gorî karîn û rewşa xwe, em 26 mehan, 26 hefteyan, 26 rojan, an jî 26 saetan bi tirkî neaxivin û li kurdbûna xwe, li welatê xwe, li rewşa civat û miletê xwe bifikirin!
De ka werin em bi çalakîyeke sivîl, yeke bêîtaetî rabin, em rojekê ji bo parastina zimanê kurdî destnîşan bikin û wê rojê zarokên kurdan, xortên kurdan, yên ko çi li unîversîteyan çi jî li dibistana detpêkê dixwînin bila neçin dibistanan, bila ew roj bibe xwedîlêderketina zimanê miletê me, bila dê û bav ji zarokên xwe re wê rojê sebebê neçûna dibistanê bêjin, bila balê bikşînin ser asîmîlasyonê!
Mirov kare vê çalakîyê ji Dîyarbekirê dest pê bike û paşê li seranserê bakurê Kurdistanê berfireh bike!
Û divê ev çalakî her bidome heta ko zimanê kurdî wek zimanekî resmî bête qebûl kirin! |