KURDISTAN, 10/8 2007 — Rêjîma dêspotîk berdewam e di warê bi cihanîna plana xwe ya sîstemkirî, angu jiholêrakirina tiştê mayî ji têkilî û peywendiyên yekîtiya niştîmanî ya ko çarenûsa ereb û kurd û pêkhatiyên Sûriyeyê yên din bi hev girêdide. Hewla rêjîmê ew e ko welat ber bi nakokiyên nijadî ve biajo piştî ketina di şerên tayfegerî li hundir û derdorê bi mebesta mijûlkirina welatiyên Sûriyeyê bi pirsên ne giring di şûna yên çarenûsî weke pêkanîna guherîna demokiratîk û dîtina alternatîvê niştîmanî.
Armanca rêjîmê ji vê gavê jî ew e ko desthilata xwe ya tiwêjeyî bi çesipîne û samanên welêt talan bike û pilanên xwe yên li dijî yekîtî û serwerî û serbixweyiya welêt, bi cî bîne.
Li gor planeke sîstemkirî ji aliyê serokê rêjîmê ve, û bi fermana tiştê ko weke “serokatiya welatî ya partiya serdest , wezareta çandiniyê di 15/6/2007 de biriyara jiimare 1682/m.d bi cî anî, ev biryara ko rê li pêşiya îmzekirina peymanan ser 5600 donim zevî di gundên devera Dêrikê (niha el-Malikiyê) vedike, wiha: “xerab reşk,qizir cibî, qedîr beg û girê reş û girê mîro“ bi -150-malbatên ereb ji derveyî deverê ji nav zeviyên ko berê ji cotyarên kurd hatibûn sitendin di bin navê pilana bednav (zinnara erebî) di destpêka salên 60-î ji sedsala bûrî, û her weha di bin navê zeviyên dewletê an jî xêza kesk ko deverên berfireh li dirêjahiya sînorên Sûriyeyê-Tirkiyê û Îraqê bixweve digire, û parçeyek jê di rengê 32 avahiyên rûniştinê yên bi qalîteya baş bi pereyên dewletê hatine avakirin ji bo malbatên ereb yên ji derveyî deverê.
Biriyara behskirî naverokeke xwe ya nijad perest û kîndar heye, tevlî armancên nehênî li dijî hebûna kurdan, her weha ew di rastiyê de û ji aliyê dîrokî-stratîcî weke gavekê ye di warê berdewamkirina pilaneke kevine zinnara erebî ko beşê wê yê yekemîn li ser destê rêjîmê hatibû bicîkirin di destpêka salên 60-î ji sed sala buhurî li gor piroseyeke sîstemkirî ji aliyê şovînîstên partiya Baasê ve, weke efser û berpirsê baasîst Mihemmed Teleb Hîlal tevlî piştgirtiyeke ewlekarî di riya dûvdeçûn û lêpirsîn û girtina hema-hema û terorkirina welatiyên kurd û bê parhîştina bêtirî 150 000 welatiyan ji nasnameya sûrî û di heman deveran de bi mebesta hêsankirina bi cî anîna pilanê û bê parhiştina welatiyan ji mafê xwedîbûnê anjî dewekirina vegerandina zeviyan di riya dadgehan de.
Ji aliyê din ve jî, wext û motîvên siyasî yên biriyara gotî hene. Li gor rewşa kirîza rêjîmê û gera serkirdên wê li riya felatê û dîsa li gora agahiyên here nêzîk ji jêderê biriyarê, tiştê ko di van rojan de hewil tê kirin ji bo ko bi cî were ne dûre ji aliyê naverok û formê ve ji bizava rêjîmê a serserîtiyê û reakisiyonên wê yên hêstîrik derheqa rûdan û bûyerên hundir û derve. Rêjîmê, dema ko biriyara avakirina dadgeha navnetewî a taybet bi tawana destkuştina serok Herîrî hate girtin, qet dereng nema û Lubnan da ber agir-şewatan. Dema li Îraqa federe a rizgarkirî de hêza wê kêm bû, di cîde qiyamet rakir, li Felestînê jî, lê xweş nehat ko desthilateke niştîmanî ava bibe, û gelek têde neçû ta ko bombeyên “mirovî” rêkirin Îraqê û nakokî li Felestînê dada, û îzolebûna xwe ji derdora erebî û navnetewî bi yek carê çesipand dema ko bi sîstema Îranê re kete hevbendiyê de!.
Li ser heman rêbazê, rêjîm niha di warê berdewam kirina xelekên şer û nakokiyê di parêzgeha Cizîrê de ye, piştî ko lehengên Qamişloyê û cemawerên kurd bi giştî di rabûna xweparastinê de ya adara 2004an qonaxa yekemîn ya pilana nakokiya nijadperest a ku-weke vê carê jî-ji aliyê berpirsê dosiyeya kurdî lîwa Mihemmed Mensûre ve hatibû rêxistin, di bin çavdêriya dîrêkt ya Mahir el-Esed de. Niha, weke me li jor got pilan dûbare dibe ji aliyê heman jêder û lêveger û kesan ve bi mebesta temam kirina bicîanîna pilanê û tolsitendina ji cemawerên kurd yên ko berî çend salan di rûyê zalim û sitemkaran de, rabûn û li berxwedan. Ew wisa difikirin ko bi vî karê xwe pirsa di holê de, ango guherandina rêjîmê bidin jibîrkirinê berbi derewên weke” şerê li dijî dijminên ometê û cudaxwazan û miletçiyan yên ko dixwazin parçeyekî ji xaka ereban veqetînin û tevlî federasiyona kurdistana îraqê a ziyonîst û ajan, bikin”weke ko di belgeyeke nehênî a desthilata dîspotîk de hatiye.
Belê, eger kes hebe ko gotinên me “tund” bibîne bera biçe ji wezareta çandiniyê bi pirse derbarê motîva siyasî ya biriyarê û feydeya wê ya abûrî û bandora wê ser “şerên rêjîmê yên neteweyî !!?” û jêdera biriyarê ya rastî, û her weha li ser sedemên qedexekirina îmzekirina wan peymanan bi cotyarên navçeyê yên kurd re û nişteciyên resen yên wê li gor perensîpa-heqîtiya yên nêzîk-di yasayên çakkirina çandiniyê de li seranserê cîhanê û di nav de Sûriyeyê...lê helbet ne li deverên kurdî!!? Anjî bera kesên ko wisa dibêjin ji wanên ko zeviyên wan ji ber hin sedemên neteweyî ji wan hatibin sitendin!
Diyar e ko ev piroseya bi giştî mişte bi servekirin û armanc û motîvên nijadperestî û hewlên dadana nakokiyê bihevketina welatiyan û hewldana veguherandina doza kurd ya adilane li Sûriyeyê weke doza mafên neteweyî û demokirat ko di çarçoveya diyaloga aştiyane û xebata niştîmanî a giştî tê çareserkirin, berbi gorepana şer û nakokiyên navxweyî li ser hisabê yekîtiya niştîmanî û peywendiyên hevjiyan û dostanî û biratiyê di navbera kurd û ereban de.
Ji ber vê çendê bû ko hindek niştîman perwerên Sûriyeyê pilana baskirî şermezar kirin tevlî hêz û kesayetiyên ereb ji derveyî Sûriyeyê weke “komcivîna erebî ya piştgiriya doza kurdî “ û hijmartina pilanê weke -enfalkirina kurdên sûriyeyê li gorî dîtina ronakbîrê ereb Şakir el Nabulsî yên ko ji welatiyên ereb yên ji deverên ber bijar ko beşdariyê di destdanîna ser zeviyên cotyarên kurd nişteciyên resen yên deverê de bikin ko tevlî wê nebin û pêwendiyên dostanî û hevjiyanê bi gelê kurd-dostê dilsoz yê gelê ereb û dozên wî- de bikin, û sûdê ji îbretên ezmûna Îraqê de werbigirin dema ko rêjîma Sedam a gorbigor pilanên erebkirin û koçberkirina kurdan li Kerkûk û Şingal û Xaneqîn bicî anî û ereb ji deverên dinê li wan navçeyan niştecîkirin û piştî derbasbûna dehê salan li xwediyan hate vegerandin û destûra Îraqa federal a nû biriyar danî ko yên hatî divê vegerin ciyên xwe û koçberbûyên kurd jî vegerin cî û warên xwe yên resen.
Gelê sûryeyê, ereb û kurd û hemû pêkhatiyên neteweyî yên din, nêrînên wan yên siyasî çi dibin bila bibin, li hemberî vê xetera nû ne, pêre rûbirû ne. Li ser asta kurdî, ciyê bûyerê, xelk dê bê deng ne sekinin bi piraniya wan a niştîmanî ji cemawerên milî yên berfireh yên ne girêdayî girûpên hizbî weke ko dema rabûna adara 2004-an de û hindek rêxistin jî wê di rojevê de bin bi hemû şêweyên heyî weke mangirtin û xwepêşandan û çalakiyên dinê ta bigihêje mîtînga sivîl nemaze di ciyê qewimîna bûyerê de, û heye ko bigihêje seranserî sûriyeyê û xwestekên kurdan yên adilane tevlî armancên niştîmanî yên giştî bibin û ev yek raneweste tanî bi cîanîna vîna gel ya pêkanîna guhertina demukratîxwaz ji ber ko pirs nisbetî kurdan çarenûsiye ji ber ko binxistina pilanê tê maneya rûxandina hemî pirojeyên şovînîst weke zinnara erebî û piorsa nasnameyê, tê maneya serrastkirina hemî ziyanên ko gihîştine kurdan li sûriyayê tê maneya vebûna dergehê bi destxistina mafên netewî yên rewa û çareserkirina doza kurd bi aştiyane û riyên demokiratîk...tê maneya têkbirina pilanên rêjîmê di hundirê welêt de paş ko di dervejî-nemaze li lubnanê têkçûn.
Lê belê, der birînên gelê ereb yê sûriyeyê yên dost û hevpar ji hêzên siyasî û rêxistin û tevgerên opozisyonê, bêtir dikevin ber stûbariyê û pabendin ko li hemberî welat û dîrokê gotina xwe bêjin derbarê tiştên ko ji aliyê rêjîma neteweya serdest ve tê pilankirin, her weha pêwîste ew careke din ne xapin bi lîstina rola temaşevan weke ko di rabûna kurdan de kirin û pirsê veneqetînin ji pirsa welat a agiştî, jiber ko pirsa kurdî a neteweyî tevlî taybetmendiya wê ya kurdî, ji dema berzbîna wê ve aspîktê sûrî yên giştî ser dixuyin û nayê cudakirin ji pirsên guherîna demokiratîk û destûra sûriyeyê ya nû û yasayên ko dê bingehên hevjiyanê destnîşan bikin weke erk û mafan di navbera tevahiya tevahiya pêkhateyên neteweyî û rengê nû yê dewletê. Her weha, di pirsa kurdî de kok û aliyên herêmî û navnetewî hene wekî tevgera niştîmaniya felestînî û yên dinê. Ji wan tê xwestin ko erkên xwe der heqa welat û gelê kurd de pêkbînin û xebata kurdan weke ya opozisyonê bi hesibînin ji bo bi cîanîna guhertina demukiratîk. Bê guman, beşdariya hêzên gelê sûriyayê yên ereb di şerê parastina maf û dadmendî û wek hevî yên di van rewşan de û piştgirtiya biryarên wan yên kurd, dê bibe sedem ko pilana nekokiyê têkbiçe û behaneyên desthilata dêspotîk bi parastina ewlekariya netewî ya gelê ereb, derew derbikeve!! Tevlî bihêzkirin û xurt kirina naveroka niştîmanî û demukiratîk ya livîna kurdî ya parastinê a çavrêkirî. |