KURDISTAN, 23/7 2008 — Du fundementalên hevbend bê bernamê eşkere; olî û sekûlar Tirkiyeyê bi hevbeşî û hevkarî bi rê ve dibin. Yek jê girûpeke islama siyasî ye hikûmeta AKP-ê (tevgera îxwana Tirkiyeyê) ya pabend bi baweriya muslumankirina dewlet û civak û destûr û yasayê weke stratejiyeke çesipandî li gor nimûneya tevgerên din yên îslamî di nawçe û cîhanê de tevlî hindek cudahiyên tektîkê ko taybetmendiyên civakî û radeya hişmendiya civakî û pêşketina zanistî û aborî, ko Tirkiyeya ewro-asiyayî ya pêşketî li gor dewletên Rojhilata nêvê, wan peyda dikin.
Ya duyemîn, neteweperest û tundrew, ko dezgeha artêşê bi hemû erkan û meclîsên xwe ve wê pêktînin, û radihêjin îdeolojiyaya wê ya nijadperest ji dema tevgera Tirkiyeya genc û Îtîhad û Terakî di serdema împeratoriyeta osmanî de û Kemal Ataturk damzirênerê komarê. Ev dezgeha ko bi hemû şêwazên heyî hêvî dike ko rola xwe di jiyana siyasî ya Tirkiyeyê de bidomîne, û tê naskirin weke partiya here bihêz û xwediya bandora here fireh di warê aborî û birêvebirî û ewlekarî û dîplomasiyê de, û di bin siya xwe de gelek partî û rêxistin û gurup û tîman vedihewîne, di nav de yên nehênî û ne-yasayî wekû mafiya anjî xwedî mêleke oldarî ji bo bikaranîna wan li dijî mûxalîfan û bizavên dêmokirasîxwaz yên tirk û kurd, di demên pêwîst de.
Ji dema cidabûna tevgerên îslama siyasî ji rojava û DYA-yê, piştî cidahiya berjewendîsaz paş vekişana Sovyêtiyê ji Efxanistanê û nemana pêwîstiya amerîkayê bi xizmetên wan yên cîhadê, piraniya wan tevgeran destpê kirin û tivingên xwe yên kirêgirtî ji milekî veguhastin milekî dinê û berê xwe dane rêjîmên rojhilata nêvê yên totalîter û neteweperest ji semoblên dîktatoriyê û dêspotîzmê yên li ber ketinê û nepijirandî ji aliyê navendên rojavayê yên lîberal nemaze piştî bidawîhatina qonaxa şerê sar di navbera rojava û Sovyêta Berê de, weke van rêjîman: Rejîma Îranê û Îraqa rûxandî û Sûriyeyê. Diyare ko hersê rêjîmên navhatî danûsitendinê bi rêxistinên islama siyasî yên tundrew û hişk re dikin û pêwendiyan bi wan re ava dikin û kiriyarên terorîstî li dijî mûxalîfên rêjîmên xwe yên tundrew û dêspotîk , weke hêzên demokiratîxwaz, de pêktînin.
Gelo ev hevbendiya ne pîroz di navbera herdû şepolên tundrew de ko diviya bû li dijî hev bin, çima pêk tê? Belê, sedem ewe ko herdû alî jî hizrê totalîter dimeşînin û li ser dijminahiya yek dijminî digihîjin hevûdu: alîgirên guherîna demokiratîxwaz û wekheviyê di navbera pêkhateyên neteweyî û olî û rêzgirtina mafên mirovan û parastina mafên jinê û azadiya olê û baweriyan û serdestiya hukmê yasa û zagonan li ser bingehê mafê neteweyan di destnîşankirina çarenûsa xwe de û rêzgirtina bijarte û vîna gelan li gor sandoqên dengdanê weke ko li Efxanistan û Îraq û Lubnanê pêkhat. Herweha, girêdana vê hevbendiyê hîşt ko rojava bêtir guh bide pirsa guherîna rêjîmên dêspotîk nemaze herdû rêjîmên Sûriyeyê û Îranê piştî guhêrandina rêjîma Îraqê, û di heman demê de hevbendiya gotî bû sedemê avabûna mihwera Şam-Tehranê parêzera girûpên islama siyasî yên sunnî û şîî di navçeyê de.
Ev hevbendiya di navbera herdû aliyan de bi gelek core û rengan xwe nîşan dide. Rêjîmên dêspotîk piştgiriya mewdanî û mirovane û lojîstîk pêşkêşî komên islama siyasî bi herdû baskên wê yên serekî (şîî û sunnî) dikin, evên ko siloganên opozisyonê li Îraq û Lubnanê hildidin, anjî rêxistina acende û pilanên hevbeş di dema bidestxistina desthilatdariyê de weke ko li Filistînê pêkhat, anjî dabeşkirina desthilatdariyê weke ko li Tirkiyeyê pêktê.
Di salên dawî de, rastiya naveroka neteweyî û nijdaperestî ya piraniya komên islama siyasî di rojhilata nêvê de hate eşkerekirin, weke mînak girêdana kongirên neteweyî-islamî li ser asta welatên ereb ko ji destpêkê de helwestên şovînist himber neteweyên ji bilî ereb, nemaze netewa kurd û federelîzma Kurdistana Iraqê û riswabûna Xumeynî û dijberiya wî ji neteweyên ji bilî faris re ji kurd û ereb û belûc û azerî û tirkmenan. Her weha, ji cîhanê tevî re hate xuyakirin deqê fetweyên îmamê Xumeynî û belgeya kilîta buhuştê ya ko kutşina kurdan weke şertekî bingehîn ji derbasbûna buhuştê re dihesibîne.
Piraniya aliyên islama siyasî li Îraqê li dijî mafên rewa yên gelê Kurd radiwestin, û bi tundrewên şovînîst û netewe-perest re lihev dikin, di nav de komikên rêmîja rûxandî û li Lubnanê dîroka tevgera Emel û Hizbûllahê derbarê tevgera kurdî de xuyane ta radeya beşdarîkirina di destkuştina serokên PDKI li Berlînê û girtina helwestên li dijî gelê kurd û tevgera wî di nawçê de, û karkirina Îxwanê Lubnanî - Fethî Yeken - li berjewendiya rêjîma Bessa şovenî ya Şamê û şopandina dosiyeya kurdî nemaze li Tirkiyeyê li berjewendiya herdû rêjîmên Enqere û Şamê û rola wî di îmzekirina peymana Adene ya ewlekariyê li dijî gelê kurd. Di heman warî de, daxuyaniyên şovonî û nijadperestî ji aliyê berpirsê Hemassê-Îsmayil Haniye-derheqa pêşmergeyên Kurdistana Îraqê, û rawestandina piraniya komên islama siyasî yên Sûriyê yan li dijî mafên gelê kurd weke rêjîmê anjî bipaşxistina wan. Hilbet, ji bîra me neçûye dema ko komên islama siyasî li welatên ereban û musulman sersaxiya dîktatorê Îraqê Sedamî kirin piştî bi cîanîna biriyara dadgehê!!
Nimûneyên li jor gotî têrî dikin ko em bizanibin ta kîjan radeyê hizra îslama siyasî
dagirtî ye bi rêbaza şovonî û nijadperest û bikaranîna siloganên olî ji bo veşartina naveroka xwe ya serekî, angu pêdiviya jinûve xwendina wî hizrî û ravekirina wî ji aliyê lêkoler û zanayn ve, û li Tirkiyeyê de ko desthilatdariya wê dabeşkirî ye di navbera herdû tundrewiyên isalmî û ya netewe-perest de nêrîna wê ji milletê kurd û neteweyên din ji bilî tirkan ne ciyawaz e ji yên din di welatên rojhilata nêvê de.
Dabeşkirina desthilatdariyê di navbera herdû aliyên navhatî de tevlî hemî cidahiyan sipartiye lihevkirineke bingehînî girêdayî niha û paşeroja komara Tirkiyeyê weke rêbaza Ataturk ya şovonî û nijadperest bi venasîn nedana di hundir de di destûr û di yasayê de ji bilî netewa tirk û inkarkirina hebûna gelê kurd ji ber gelekbûna kurdên Tirkiyeyê jimara wan digîhîje 20 milyonan û her weha înkarkirina hebûna kurdan li Îraqê, ta radeya ko hikûmeta îslamî ya Tirkiyeyê hewil dide êrîşeke leşkerî li dijî Kurdistana Îraqê ya federe pêk bîne weke nêrîna generalên faşîst bi behaneya şerkirina li dijî-PKK-ê, lê bi mebesta tunekirina ezmûna Kurdistana iraqê ya federe û dêmokiratîk û nehiştina bingehên aşîtiya sivîl û seqamgîriyê.
Di vî biyavî de, hikûmeta Enqerê carbicar nivîskar û rojnamenivîsên ereb yên girêdayî şepolên îslama siyasî vedixwîne da ko raveyên li gor islamiyan pêşkêş bikin û navê tevgera kurdî pîs bikin û xebata gelê kurd kêm bikin ya ji bo pêkvejiyana di navbera hemû neteweyên Tirkiyeyê de û rawestandina şer ê ko ziyana mirovî û aborî dighîjîne herdû layan, weke mêvandarî kirina nivîskarê islamî Fehmî Huwêdî û kenala el-Cezîre û kadroyên wê yên endamên îxwanan! |