STOCKHOLM, 10/7 2007 — Ne hewce ye ez behsê bikim ka Îsmaîl Beşîkçî kî ye. Kurd wî ji mêj ve û ji nêz ve dinasin. Ev çil sal e ko serê xwe bi pirsgirêka kurd û Kurdistanê ve diêşîne. Ji gelek hêlan de kurdan, ji kurdan baştir dinase û li ser rewşa kurdan û bi taybetî li ser rewş û helwesta ronakbîrên kurdan hûr bûye û dibe.
Piştî ko min du nivîsarên wî yên li ser mijara nasnameya milî û ziman xwendin, (digel ko wek mijara guleya pêşîn û hin fikirên din ez ne bi fikira Beşîkçî re me jî) wek hemî carên berê ko ez nivîs an jî kitêbeke Beşîkçî li ser kurdan bixwînim, meseleyek hat bîra min:
Dibêjin li bajarekî yekî reben hebû ko cîranê wî gelek serdestî û tahde lê dikir. Yê reben ji neçarî rojekê diçe ba parêzerekî da ko jê re dîlekçeyekê binivîse ko ew serî li dadgehê bixe û gilîyê cîranê xwe yê zilimkar bike. Vêca yê reben behsa rewşa xwe û cîranê xwe ji yê parêzer re dibêje û parêzer jî jê re bi awayekî lihevhatî û teferûat dinivîse. Piştî ko karê wan yê nivîsandinê bi dawî tê, yê parêzer ji yê reben re dîlekçeyê ji serî heta dawî dixwîne; lê di wê navê de yê reben kelegirî dibe, rondik ji çavên wî dadikevin.
Parêzer dipirse: Xêr e, çima tu digirî?
Yê reben dibêje: Heyran piştî ko min guhdarîya te kir, min nema karî ko ez xwe ragirim û kelegirî mam. Erê min dizanî cîranê min, neheqî, tahde û zilmê li min dike lê min nedizanî ko ewqasî zêde zilm, neheqî û tahdeyê li min dike…
Beşîkçî wek hemî caran vê carê jî, rewşa kurdan bi nimûneyên konkret û bi zimanekî hêsa li pêş çavên kurdan û bi taybetî rewşenbîrên wan radixe. Carinan bêwestan li ser eynî mijarê radiweste û hewl dide ko meseleyê zelal bike, tekrar dike… tekrar dike ji ber ko lê dinêre rewş wek berê ye û tiştên hewce nehatine kirin…
Beşîkçî li kurdan û taybetî li ronakbîrên wan dinêre û dibêje, hemî miletên bindest bi fikrên milî û aksîyonên milî bûn milet û dewlet, ji lewre divê şiûra milî ango kurdayetî li ba kurdan xurt be ko kurd bigihîjin encamekê…
Beşîkçî li kurdan û taybetî li ronakbîrên wan dinêre û dibêje, miletek ko xwedî li zimanê xwe dernekeve û neparêze û bi wî zimanê xwe nefikire, neaxive û nenivîse ew milet nabe milet û bi ser nakeve…
Beşîkçî li kurdan û bi taybetî li ronakbîrên wan dinere û dibêje li ba kurdan nasnameya milî pir lawaz e, ji bo serfirazîya kurdan nasnameyeke qewî û têkûz hewce ye…
Beşîkî li kurdan û bi taybetî li ronakbîrên wan dinêre û dibêje welatê we hatîye dagîr kirin, reel rewşa we di binîya kolonîyan re ye, we çi statuyek nîne, dagîrker dixwazin bi temamî we asîmîle bikin û ji holê rakin…
Beşêkçî li kurdan û bi taybetî li ronakbîran dinêre û dibêje, divê hûn bi xwe xwedî li sembol, tarîx, ziman, kultur û tiştên xwe yên neteweyî derkevin û hûn bi xwe tarîxa xwe binivîsin, bi gotineke din ferqîyetên we yên ji tirkan, dikarin şiûra milî li ba we xurt bikin û ko ev jî ji bo serketina tevgera milî dibe rêveker…
Beşîkçî li kurdan û taybetî li ronakbîrên wan dinêre û dibêje, heke hûn xwedî li nasnameya xwe ya milî dernekevin û hundirê vê nasnameyê bi tiştên pêdivî danegirin şoreşgerîya we ya enternasyonalî ya bi navê vê an wê îdeolojîyê bêmahne ye…
Belê, mirov kare vê lîsteyê dirêj bike lê bawer dikim kesê ko bixwaze mebestê fam bike ev tişt bes û zêde ne jî.
Di asasê xwe de sebebê lawazbûna şiûra milî ya kurdan ronakbîrên kurdan bi xwe ne. Wek hemî aksîyonên sîyasî, tevgera milî jî “aqilê” xwe ji fikirên ronakbîran digire. Gava ronakbîrên civatekê, miletekî, ji alî fikir û îdeolojîyên milî de lawaz bin, bêguman dê alîgir û hêza cemawerî ya tevgera milî jî, ji wî alî de, lawaz be:
Ronakbîrên kurdan dezgehên ziman û kultura kurdî dadimezrînin lê ew bi xwe kurdî nizanin û hîn jî nabin.
Ronakbîrên kurdan ji bo edebîyat û kultura kurdî civînan çêdikin û dipeyîvin, lê ew bi xwe berhemên xwe bi tirkî dinivîsin û li civînan bi tirkî qise dikin.
Ronakbîrên kurdan çi li derweyî welat çi li Turkîyeyê bi sedan sîteyên internetê li hev radigirin û geş dikin, lê mîna ko zimanê kurdî tune be tev digerin û karê xwe bi tirkî dikin…
Ronakbîrên kurdan rojname û kovarên kurdî hîn jî bi tirkî derdixin û li wir bi tirkî dinivîsin û kîjan ziman be ferq nake “ziman ji bo têkîlîyan hacetek e” dibêjin...
Gelo sebebê vê xemsarîya ronakbîrên kurdên bakur li hember ziman, kultur, şiûr û hestên neteweyî çî ye? Gelo serketina sîyaseta kemalîstan e? Gelo nimûneyên weha li ba miletên din jî hene?
Heyf! |