KURDISTAN, 29/6 2007 — Ez ecêbmayî nemam ji hovîtiya leşkerên Hemasê di kolanên Xezzayê de, ewên bi rengê reş rûnuxumandî bûn sembola tarîperestî û kevneperestiyê li gor nimûneya terorîstên Zerqawî û Qayîdê û Talîban, li hemberî hevwelatiyên xwe ji karmend û endamên dezgehên desthilatdariya niştimanî ya Filistînê û alîgirên bizava Feth, kevintirîn rêxistina niştimanî û xwediya rêz û hurmet û xebatkariyê, tevî şaşîtiyên wê yên kêm û hindik ji dema destpêkên şoreşa gelê Filistînê ya hemdem di sedsala buhûrî de, ta digihîje îlankirina dewletê û pêşkêşkirina bernameyê merhelî û rêbaza hevjiyana herdû miletên filistînî û cihûyan û çareseriya aştiyane û kongira Medrîd yê aştiya ereb û îsrailiyan û çûna ber bi welêt ve û avakirina desthilatdariyê û pirojeya erebî ya aştiyê û peymana Mekkê.... û heta niha jî, ji ber sedemek sade û xuya, ko em nikarin tiştekî ji komikên "îslama siyasî" li kû dibin bila bibin hêvî bikin ji bilî hewildanên tunekirina yê din bi hemû şêwe û şêwazan di nav de kuştin û serjêkirin, hetanî ew vegerin ser riya rast û dirûst û perensîpa wan "Çareserî di Îslamê de" ye, bipijirînin.
Li gor bernameyên komikên îslama siyasî çi kesê ko vê perensîpa li jor gotî nepijirîne kafir e û xwîna wî helal e, ji ber ko komên Îslama siyasî xwe weke nûnerên Xweda ser rûyê erdê dihesibînin, û bacan ji olên din werdigirin, yên ko bi desthilatdariya îslamê razî dibin.
Bêguman, çalakvan û xebatkarên tavilê beşên karê niştimanî û demokratîk, nemaze guherînxwaz û dêmokratxwaz û di hemî dewletên nawçeya Rojhilata nêvê de ne li benda bahaneyên din bûn ko koka eslî ya metirsî û xeteriya rêbaz û pratîk û xwezaya rêxistinên îslama siyasî binasin, ji ber ko herdû aliyan û takekes û rêxistinan di welatê xwe de şer û xirabiyên wan ezmûn kirine, berî ko serkeftinên Xumeynî û Cîhada Bin Laden û êrîşên Zerqawî û şaristaniya Melle Omer û destkeftiyên Nesrullah û dêmokirasiya Erdoxan û niha jî rizgarkirina duyemîn ya Xezzayê ji aliyê Mişe`l ve, rû bidin!
Ev bûyera dawî encam û bandorên xeternak û neyênî û ziyanê dighîne pirsgirêka Filistînî, û di heman wext de, çend pirs û hizran dadixe holê:
1. Nehêjatiya girûp û komikên îslama siyasî di dema niha de bi rêbaza wan ya tekfîrî û bawermendiya wan ya pilangerî û înqîlabî û terorîst, ji bo birêvebirina dewletên modêrn ber bi pêşkeftina aborî û civakî û hemahengî bi civaka navneteweyî re û bicîanîna dêmokirasî û parastina mafên mirov û pejirandina hebûn û mafê neteweyan û rêzgirtina bijarteyên wan di warê çareserkirina pirsgirêka neteweyî li ser bingeha yakîtiya bijarteyî û hevjiyan û yekîtiya gel û milletan di bin siya yasa û dadmendî û yeksanî û aşîtiya sivîl de, û pejirandina veguherandina desthilatdariyê li gor encamên sandoqên dengdanê û rêzgirtina lêgaletiya dewlet û dezgehên wê yên destûrî û sivîl û çandî. Berê, ev li Efxanîstana berê û niha li Xezze di van rojan de, pêktê. Her weha, tê pêşdîtin ji paşeroja rêjîma komara îslamî ya Îranê û astengiya li pêşiya pêşkeftina gelên Îranê û pirsa seqamgîriyê di kendavê û deverên rojhilata nêvê û aşîtiya cîhanê bi giştî de.
2. Ji ber nikarîbûna wan ji têgehîştina rastiyên niştimanî û paşketina wan ya sedsalan ji bîrbirina semyanên serdemê û pêşveçûnên cîhanê di warên zanistî û teknolojiya û çanda dêmokirasiyê û yasayên aboriyê û yeksaniyê di navbera herdû regezan de, girûpên îslama siyasî dema ko bu bi rastiyê re rûbirû dimînin û rê li pêşiya wan têne girtin, teror û tundûtûjiyê bikartînin di warê çesipadina baweriyên xwe bi hemû riyên heyî. Ev yek, rojane dixuye ji aliyê van girûpane û bi hemû rengên wê yên tayfegerî şîî û sunnî di Îraq û Lubnan û Filistînê de, bê ko em Efxanistanê ji bîr bikin.
3. Ji dema bidawîhatina cenga sar û berzbûna sîstêma cîhanî ya nûjen li ser kavilên rêjîmên dîktator û totalîter, û ji dema ko dewletên nawça rojhilata nêvê bûne berbijarên derbasbûna pêvajoya guherîn û çaksaziyê, nemaze piştî hilweşandina rêjîma totalîter ya Bexdayê, hevbendiya di navbera rêjîmên despotîk yên li ber ketinê ji alîkî ve, û girûpên îslama siyasî ji aliyê din ve, veguhezî qonaxeke nû û bihêztir bû. Ev girûpên ko berzbûne daku rê li pêşiya pêşveçûna gelan û şiyarbûna dewletan bigirin, û bibine "caş" û şerê tevgerên rizgariya niştimanî û şepolên wê yên here demokiratîk bikin. Wan li dijî berfirehbûna hizra neteweyî erebî ya li dijî dagîrkeriyê li Misira Nasirî, şer kirin. Û gelek caran hevbendî bi rêjîmên dîktatorîk re kirin li dijî bizavên millî bi behaneya nehîştina Komûnîstiyê, û şerên cîhadê di bin rêvebirî û şîretên welatên Rojava de, li dijî kampa Sovyêtî pêk anîn, ko Talîban û Qayîde ji encama wê bûn. Lêbelê, di vê qonaxê de, van komikan bawermend û kirêgirtî û layengerên xwe xistine bin xizmeta hevbendiya (Şam û Tehranê) a despotîk de li Filistîn û Lubnan û Îraqê bi mebesta rawestandina piroseya guherîna demokiratîk liwan deveran.
4-Terora girûpên îslama siyasî nema tenê ji aliyê rêxistina Qayîdeyê û komên tayfegeriya siyasî yên şîî û sunnî ve tê kirinê, lê gihîştiye tevgera Îxwan musilmîn (Birayên Musilman) ya ko ji mêj ve xwe ji terorê bêrî dike û xwe tolerans dide nasîn. Eva yeka tirsnake nexasime piştî dîtina rêxistineke gencan girêdayî Îxwanan li Misirê ko ew xwe fêrî bikaranîna çekan dikin, û nemaze piştî tevlîbûna beşekî ji Îxwanên Îraqê di kiriyarên çekdarî de, û piştî rola bi guman di warê piştgirtina têrorîstan ji aliyê koma Fethî Yeken-ya girêdayî Îxwanên Lubnanê, û di dawiyê de piştî ko Hemas rêxistina îxwanên Filistînê kudetaya (înqîlaba)xwe ya leşkerî li dijî lêgaletiyê pêkanî û mûxalîfên xwe kuştin û di kolanan de, termên wan kişkişandin. Bi gotineke din, kudetaya Hemasê cilikê ser rûyê tevgerên îxwanan radike, û rûyê wan yê rastî nîşan dide. Lê, divê tevgerên ji van kar û kiriyaran dûr, helwêsta xwe eşkere bikin, û daxuyaniyên nerazîbûnê derbarê bûyerên Xezzê de îlan bikin, nemaze ko guman zêde dibe ko rêxistina îxwana cîhanî û intêrnasiyonal e!
5. Dê di dîrokê de were tomarkirin ko tevgera Hemasa îxwanî kudetayeke leşkerî li Xezzayê li dijî lêgaletiya desthilatdariya Filistînî, pêkanî û berjewendiyên milletê Filistînê kire qurbanî ji bo berjewendiyên hizbî baweriyê, nemaze ziyaneke mezin gîhande pirsgirêka Filistînî li berjewendiya rêjîmên Şam û Tehranê yên dêspotîk û dijgelî û li dijî pirsa ewlekarî û seqamgîriyê di nawçê de. Her weha, li dijî gelê Lubnanê û hêzên wî yên dêmokiratîk û gelê Sûriyê û tevgerên wî yên opozisyona dêmokiratîk, û wisa di destpêkê de ziyan gîhande xwe û guman derbarê çavkanî û rêbazên fînansekirin û çekkirina wê ji dema berzbûnê, û heta niha jî, her weha guman xiste ser siloganên weke–berxwedan û rizgarkirina axê ji aliyê komikên îslama siyasî li Filistîn û Lubnan û Îraqê ji Hemas û Hîzbûllahê bigire ta tu bigihîje şepola Sadîr û heyeta zanayên muslimanên sunne û yên dinê. |