kurdistan ; 29 - 6 \ 2007 - Ez ecêbmayî nemam ji hovîtiya leşkerên Hemasê di kolanên Xezzayê de, ewên bi rengê reş rûnuxumandî bûn-sembola tarîperestî û kevneperestiyê–li gor nimûneya terorîstên Zerqawî û Qayîdê û Talîban, li hemberî hevwelatiyên xwe ji karmend û endamên dezgehên desthilatdariya niştimanî ya Filistînê û alîgirên bizava–Feth-kevintirîn rêxistina niştimanî û xwediya rêz û hurmet û xebatkariyê–tevî şaşîtiyên wê yên kêm û hindik-ji dema destpêkên şoreşa gelê Filistînê ya hemdem di sedsala buhûrî de, ta digihîje îlankirina dewletê û pêşkêşkirina bernameyê merhelî û rêbaza hevjiyana herdû milletên Filistînî û Cihûyan-û çareseriya aştiyane û kongirê Medrîd yê aşîtiya ereb û îsrailiyan û çûna berbi welêt ve û avakirina desthilatdariyê û pirojeya Erebî ya aşîtiyê û peymana Mekkê....û heta niha jî, ji ber sedemek sade û xuya, ko em nikarin tiştekî ji komikên"Îslama Siyasî"-li ko dibin bila bibin-hêvî bikin ji bilî hewildanên tunekirina yê din bi hemû şêwe û şêwazan di nav de kuştin û serjêkirin, hetanî ew vegerin ser riya rast û dirûst!!û perensîpa wan"Çareserî di Îslamê de"ye, bipijrînin.
Li gor bernameyên komikên"Îslama Siyasî"çi kesê ko vê perensîpa li jor gotî nepijirîne..kafire û xwîna wî helale, ji ber ko komên"Îslama Siyasî"xwe weke-nûnerên Xweda ser rûyê erdê-dihesibînin, û bacan ji olên din werdigirin, yên ko bi desthilatdariya Îslamê razî dibin.
Bê guman, çalakvan û xebatkarên tavilê beşên karê niştimanî û dêmokiratîk, nemaze guherînxwaz û dêmokiratxwaz û di hemî dewletên nawçeya Rojhilata nêvê de ne li benda bahaneyên din bûn ko koka eslî ya metrsî û xeteriya rêbaz û piratîk û xwezaya rêxistinên"Îslama Siyasî"binasin, ji ber ko herdû aliyan û takekes û rêxistinan di welatê xwe de şer û xirabiyên wan ezmûn kirine, berî ku–serkeftinên–Xumeynî û–Cîhada-Bin Laden û êrîşên–Zerqawî û–şaristaniya-Melle Omer-û–destkeftiyên–Nesrullah û–dêmokirasiya–Erdoxan-û niha jî–rizgarkirina duyemîn ya Xezzayê-ji aliyê Mişe`l ve, rû bidin!.
Ev bûyera dawî encam û bandorên xeternak û neyênî û ziyanê dighîne pirsgirêka Filistînî, û di heman wext de, çend pirs û hizran dadixe holê:
1-Nehêjatiya girûp û komikên"Îslama Siyasî"di dema niha de bi rêbaza wan ya tekfîrî û bawermendiya wan ya pilangerî û înqîlabî û terorîst, ji bo birêvebirina dewletên modêrin berbi pêşkeftina aborî û civakî û hemahengî bi civaka navneteweyî re û bi cîanîna dêmokirasî û parastina mafên mirov û pejirandina hebûn û mafê neteweyan û rêzgirtina bijarteyên wan di warê çareserkirina pirsgirêka neteweyî li ser bingeha yakîtiya bijarteyî û hevjiyan û yekîtiya gel û milletan di bin siya yasa û dadmendî û yeksanî û aşîtiya sivîl de, û pejirandina veguherandina desthilatdariyê li gor encamên sandoqên dengdanê û rêzgirtina lêgaletiya dewlet û dezgehên wê yên destûrî û sivîl û çandî. Berê, ev li Efxanîstana berê û niha li Xezze di van rojan de, pêktê. Her weha, tê pêşdîtin ji paşeroja rêjîma komara îslamî ya Îranê û astengiya li pêşiya pêşkeftina gelên Îranê û pirsa seqamgîriyê di kendavê û deverên rojhilata nêvê û aşîtiya cîhanê bi giştî de.
2-Ji ber nikarbûna wan ji têgehîştina rastiyên niştimanî û paşketina wan ya sedsalan ji bîrbirina semyanên serdemê û pêşveçûnên cîhanê di warên zanistî û teknolojiya û çanda dêmokirasiyê û yasayên aboriyê û yeksaniyê di navbera herdû regezan de, girûpên"Îslama Siyasî"dema ko bu bi rastiyê re rûbirû dimînin û rê li pêşiya wan têne girtin, teror û tundûtûjiyê bikartînin di warê çesipadina baweriyên xwe bi hemû riyên heyî. Ev yek, rojane dixuye ji aliyê van girûpane û bi hemû rengên wê yên tayfegerî-Şîî û Sunnî-di Îraq û Lubnan û Filistînê de, bê ko em Efxanîstanê jibîr bikin.
3-Ji dema bidawîhatina cenga sar û berzbûna sîstêma cîhanî ya nûjen li ser kavilên rêjîmên dîktator û totalîter, û ji dema ko dewletên nawça rojhilata nêvê bûne berbijarên derbasbûna pêvajoya guherîn û çaksaziyê, nemaze piştî hilweşandina rêjîma totalîter ya Bexdayê, hevbendiya di navbera rêjîmên despotîk yên li ber ketinê ji alîkî ve, û girûpên"Îslama Siyasî"ji aliyê din ve, veguhezî qonaxeke nû û bihêztir bû. Ev girûpên ko berzbûne daku rê li pêşiya pêşveçûna gelan û şiyarbûna dewletan bigirin, û bibine"caş"û şerê tevgerên rizgariya niştimanî û şepolên wê yên here demokiratîk bikin. Wan li dijî berfirehbûna hizra neteweyî erebî ya li dijî dagîrkeriyê li Misira Nasirî, şer kirin. Û gelek caran hevbendî bi rêjîmên dîktatorîk re kirin li dijî bizavên millî bi behaneya nehîştina Komûnîstiyê, û şerên–cîhad-ê di bin rêvebirî û şîretên welatên Rojava de, li dijî kampa Sovyêtî–pêk anîn, ko Talîban û Qayîde ji encama wê bûn. Lêbelê, di vê qonaxê de, van komikan bawermend û kirêgirtî û layengerên xwe xistine bin xizmeta hevbendiya(Şam û Tehranê) a despotîk de li Filistîn û Lubnan û Îraqê bi mebesta rawestandina piroseya guherîna demokiratîk liwan deveran.
4-Terora girûpên"Îslama Siyasî"nema tenê ji aliyê rêxistina Qayîdeyê û komên tayfegeriya siyasî yên şîî û sunnî ve tê kirinê, lê gihîştiye–tevgera îxwan musilmîn-(Birayên Musilman) ya ko ji mêj ve xwe ji terorê bêrî dike û xwe tolerans dide nasîn. Eva yeka tirsnake nexasime piştî dîtina rêxistineke gencan girêdayî Îxwanan li Misirê ko ew xwe fêrî bikaranîna çekan dikin, û nemaze piştî tevlîbûna beşekî ji Îxwanên Îraqê di kiriyarên çekdarî de, û piştî rola bi guman di warê piştgirtina têrorîstan ji aliyê koma–Fethî Yeken-ya girêdayî Îxwanên Lubnanê, û di dawiyê de piştî ku–Hemas-rêxistina îxwanên Filistînê kudetaya(înqîlaba)xwe ya leşkerî li dijî lêgaletiyê pêkanî û mûxalîfên xwe kuştin û di kolanan de, termên wan kişkişandin. Bi gotineke din, kudetaya Hemasê cilikê ser rûyê tevgerên îxwanan radike, û rûyê wan yê rastî nîşan dide. Lê, divê tevgerên ji van kar û kiriyaran dûr, helwêsta xwe eşkere bikin, û daxuyaniyên nerazîbûnê derbarê bûyerên Xezzê de îlan bikin, nemaze ko guman zêde dibe ko rêxistina îxwana cîhanî û intêrnasiyonal e!
5-Dê di dîrokê de were tomarkirin ko tevgera–Hemas-a îxwanî kudetayeke leşkerî li Xezzayê li dijî lêgaletiya desthilatdariya Filistînî, pêkanî û berjewendiyên milletê Filistînê kire qurbanî ji bo berjewendiyên hizbî-baweriyê, nemaze ziyaneke mezin gîhande pirsgirêka Filistînî li berjewendiya rêjîmên Şam û Tehranê yên dêspotîk û dijgelî û li dijî pirsa ewlekarî û seqamgîriyê di nawçê de. Her weha, li dijî gelê Lubnanê û hêzên wî yên dêmokiratîk û gelê Sûriyê û tevgerên wî yên opozisyona dêmokiratîk, û wisa di destpêkê de ziyan gîhande xwe û guman derbarê çavkanî û rêbazên fînansekirin û çekkirina wê ji dema berzbûnê, û heta niha jî, her weha guman xiste ser siloganên weke–berxwedan-û-rizgarkirina axê-ji aliyê komikên–Îslama Siyasî-li Filistîn û Lubnan û Îraqê ji Hemas û Hîzbûllahê bigire ta tu bigihîje şepola Sadîr û heyeta zanayên muslimanên sunne û yên dinê.
|