STOCKHOLM, 3/6 2007 — Piştî avakirin an jî gavên ji bo danîna dewleta tirkan, di meclisa pêşîn ya tirkan de hin kurd jî hebûn ko bi nasnameya xwe ya milî, ango wek kurd beşdarî civînan dibûn; lê roja ko êdî hewcedarîya tirkan bi wan nema, piştî serhildana kurdan ya li sala 1925an, tirkan berê wan hemî kurdan da sêpikan û ew îdam kirin.
Ji wê rojê bi vir de êdî li gorî qanûn û sîyaseta tirkan hew li Turkîyeyê tirk hebûn û herkes tirk bû, yên ko ji xwe re nedigotin em tirk in, ew xaîn bûn û bi tenê ji tirkan re xizmet û koletî dibû para wan. Serwerîya dewleta tirkan li ser vê mentalîte û îdeolojîyê hat avakirin û ev sîyaset hîn jî li kar e. Li gorî vê sîstemê mirov eslê xwe înkar bike û bêje “ez tirk im, bextewar im” kare bibe hertişt, lê heke mirov vê yekê nebêje û xwedî li esil û nasnameya xwe derkeve wê gavê divê mirov ji hemî azar, zordarî, qeda û belayan re amade be.
Hemî dezgehên kîşwerê, sîstema perwerdekirinê, huqûq, unîversîte, medya, ordî, dezgehên dînî, yên sivîl û çi bê aqilê we tev li gorî vê sîstema serwerîya tirkan hatine damezrandin û her di xizmeta vê sîstemê de ne. Heke carinan li vir û li wir dengine derveyî vê çarçoveyê derkevin, tirk tavilê dikevin nav hewildanan û bi vî an wî awayî rê li ber wan digirin û gava hewce be wek ko demekê walîyê Enqereyê Tandogan gotibû, welat ne bêxwedî ye, heke hewce be komunîzmê jî kurdîzmê jî ew bi xwe karin bi cîh bînin! Divê mirov neheqî li Tandogan neke, bi rastî jî gava mirov berê xwe dide fin û fetên rêber û birêvebirên vê dewletê, gotinên walî wek rastîyeke berbiçav xuya dibin, birêvebirên vê dewletê kîjan kiras lazim bûye li xwe kirine, bûne komunîst, bûne liberal, bûne faşîst, bûne oldar, bûne kurdçî, bûne demokrat… ji bo berdewamîya serwerîya vê sîstemê hemî tişt kirine û dikin.
Şîfreyên serwerîya vê sîstemê
Ji hêla hukumranîya asasî ve di van mehên çûyî de çend bûyerên balkêş, bûn sebeb ko mirov bi awayekî zelal karibe vê hukumranîyê bibîne. Ji bo hilbijartina serokkomar burokrasîya sivîl û eskerî bi xurtî ev hukumranîya xwe dîyar kirin; careke din nîşan dan ko bi çu awayî wan nîyet nîne ko bihêlin hinên din vê sîstemê biguherin. Hukûqzanên tirkan yên herî payebilind pê li huqûqa tirkan ya heyî jî kirin û li cem eskeran cîhê xwe yê eslî girtin. Ji hêleke din de kevnegeneralên tirkan yên teqawidbûyî tevî cumle kemalîst û şovenîstên tirkan xwepêşandan li bajarên mezin çêkirin. Ordîya ko berê, heyamê 50î salî de, çar caran dest dabû ser hukûmetê û meclisa tirkan girtibû, careke din dengê xwe bilind kir û eşkere got heke hewce be dê careke din vî tiştî bikin. Berê, her cara ko generalan darbe çêkir, parlamenterên tirkan yên ko qaşo bi raya millet hatibûn hilbijartin û meclis dezgeha hukumranî ya mîlet bû, bêdeng man û li bendî destûra generalên xwe sekinîn da ko careke din karibin sîyaseta qaşo bikin.
Herçî kurd in ji xwe cîhê wan di vê sîstema serwerîya tirkan de nîne. Şîfreyên vê sêstemê bi devê generalên tirkan careke din hatin gotin:
— Par li Erzeromê gava keçeke kurd ji ber neçarî ji generalekî tirkan alîkarî xwest û ev tişt bi zimanî xwe yê zikmakî da zanîn, generalê tirkan ji keça kurd ya ciwan re got ewil here zimanê me tirkan hîn bibe paşê were alîkarî bixwaze.
— Ji ber ber bûyereke alaya tirkan, cardin generalekî tirkan ji medyaya tirkan re got li vî welatî “hevwelatîyên qaşo” hene.
— Di dazanîna generalên tirkan ya 27ê nîsanê de ko li înternetê di sîteya generalan de hatibû weşandin, hate gotin ko yên nebêjin “em tirk in û bextewar in, ew dijminê tirkan in.”
Bi kurtî tirkan ev zêdeyê heştê salî ye ji me re gotine û dibêjin divê em dev ji zimanê xwe (kurdî) berdin û tirkî hîn bibin, em behsa nasnameya xwe ya mîlî nekin û bêjin em tirk in û bextewar in; heke em van tiştan nekin nexwe em hevwelatîyên wan yên “qaşo” ne û dijminên tirkan in. Tu rastîyê bêjî tirk di vê polîtîkaya xwe de bi îstîkrar in û çu nîyeta hukumranên tirkan nîne ko ji vê rêyê vegerin jî.
Li Turkîyeyê hukumranî herçiqas şeklen ya “miletê tirk” be jî, lê di asasê xwe de, wek ko me li jor jî got, yên ko di destpêka sedsala çûyî de hukumranî xistin destên xwe, yanî burokrasîya eskerî û sivîl (ku piranîya wan ji devşîrme û koçerên balkanî pêkdihat) ji wê demê bi vir de hukumran e û bi hemî awayî lê dixebite ko rengê xwe bidin civata li Turkîyeyê, yanî insan mecbûr kirine û dikin ko tev wekî wan bibin devşîrme û haşa li eslê xwe bînin, kes bi nasnameya xwe ya eslî ya neteweyî li meydanê nemîne. Û paraloya vê îdeolojîyê jî tê zanîn: Ez tirk im bextewar im. Mirov kare şîfreya vê parolayê weha jî biwxîne, yên bêjin em tirk rê li ber wan vekirîye û dikarin bextewar bijîn; lê yên ko nebêjin em tirk in ji wan re bextewarî nîne!
Meclisa tirkan biryara hilbijartinên giştî da û heke generalên tirkan hin hoyên ko ew bi xwe biafirînên nedin pêş û dest nedin ser hukûmetê dê hilbijartin di 22ê tîrmehê de çêbibin. Lê desthilatdarên asasî yên vê dewletê ev cara ewil e ko hukumranîya xwe di talûkeyê de dibînin. Ji ber vê yekê him ji ber sebebên hundur (xurtbûna AKP û pirsgirêka kurd) û yên derve (Kurdistana Federe, Kerkûk, YE) û ko ne bi dilê burokrasîya eskerî û sivil e, îsal û çend salên nêzîk dê bibin tayînkerê pirsgirêka hukumranîya asasî ya li Turkîyeyê û hewildanên çareserkirina doza miletê kurd.
Hilbijartin
Heke em benda sedî deh ko ji bo partîyên kurd nikaribin bikevin meclisa tirkan li hêlekê bihêlin û berê xwe bidin rewşa sîyasî ya kurdan çend xet xuya dibin:
DTP: Bi kevneşopî an jî bi berdewamîya xeta xwe partîyeke cemawerî û potansîyel kurd e lê armanc û sîyaseta wê li ser asasê entegrasyona kurdan ya bi bi sîstema serwerî ya tirkan e ko rêber û sîyasetmedarên vê xetê yên ji vê tradîsyonê, çi bêje vê yekê eşkere dibêjin. Di nav xelkê de partîya herî bi hêz e, îmkanên wê yên madî zêde ne, di gelek beledîyên bajarên kurdan de desthilatdar e. Ji ber îmkan, medya, kadro û dezgehên xwe ve bala xelkê dikişîne û dibe hoyê vê yekê ko bi gelek alîyan ve insan ji ber sebebên cuda xwe lê bigirên.
Kadep: Partîyeke lîberal e. Ji bo çareserîya pirsgirêka kurdî sîstema fedaralî bingehê programa wê ya sîyasî ye ko dixwaze ji hêla sîyasî û îdarî ve Turkîye ji nûve bête tanzîm kirin û li ser asasê du mîletan (tirk, kurd) dewleteke federal bête danîn.
Hak-Par: Xwe wek partîyeke demokrat û welatparêz bi nav dike. Xeta wê û Kadepê çi bêje wek hev e. Federasyonê ji bo çareserkirina pirsa kurdî wek rêyeke bingehîn dibîne.
Ji bilî van partîyên sîyasî ko li gorî qanûnên serwerîya tirkan hatine amade kirin û timî li ber talûkeya hiqûqa tirkan in ko dê doz li wan bête vekirin û partîyên wan bêne girtin; komik û grûbên piçûk hene ko ne xwedî hêzeke mezin in.
Vêca di rewşeke weha de û li gorî hilbijartinên salên berê û realîteya civakî ya kurdan, kêm zêde dê cardin xeta DTPê ya herî bi hêz be û li gorî rewşa sîyasî ya Turkîyeyê û armanca xwe helwest werbigire ko tu xisarê nade serwerîya sîstema tirkan. Ji ber sîyaset û rêberîya sîyasî û ramanî ya vê partîyê, ya eslî, alîgir û sîyasetmedarên vê xetê, pir bi hêsayî karibûne û dikarin perspektîfa vê partîyê di çarçoveya serwerîya sîstema tirkan de dubare bikin û bi her awayî pêgirîya xwe ji rêvebirên dewleta tirkan re nîşan bidin.
Sîyaset û îmkan
Eger sîyaset hunera bikaranîna îmkan û keysan (firset) be, wê gavê hewildan û gavên ko mirovî ber bi armancê dibin ne tenê hewce ne, herweha zerûrî ne. Hilbijartin, beşdarî li meclisa tirkan jî têde, ya mihîm ev e: ev dezgeh û firsetên li ber dest, dê çi qasî bi kêrî têkoşîna rizgarîya welat û miletê me bên? Heke kesên ko bêne hilbijartin dê karibin bibin dengê hilbijarên xwe û doza miletê me di radeya rewa de biparêzin, him li meclisa tirkan him jî di qada navneteweyî de bibin deng û bêjerên doza kurdî û mefaeta xwe ya şexsî nedin pêş, bêguman wek hemî qadên din mirov kare ji vê dezgeha tirkan jî îstîfade bike.
Lê bêşik hemî dezgehên tirkan ji bo me kurdan him firset him jî kemîn in, firset in ji ber ko kurd karin jê îstîfade bikin, kemîn in ji ber ko li Turkîyeyê sîstema serwerîya tirkan heta niha hebûna miletê kurd bi çu awayî qebûl nekirîye û hemî qanûn û peymanên neteweyî û yên navneteweyî li ser asasê redkirin û tunebûna miletê kurd danîne û îmze kirine; ji lewre kesên ko neşarezayê van kemînên tirkan in divê neyêne hilbijartin ko tecrûbeyên salên berê vê yekê aşkere kirine û xeta DTP ya entegrasyonê bi kêrî kurdan û felişandina wê sîstema tirkan ya behskirî nayê û heta ev xeta tirkparêz li bakûrê welatê me serdest be, dê guhertineke berbiçav ya di menfaeta kurdan de çênebe û kurd dê nikaribin mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bi tirkan bidin qebûl kirin û îradeya xwe ya desthilatê bi dest bixin û bibin tayînkerê çarenûsa xwe. |