STENBOL, 12/6 2005 — Dizanim bi hilbijartina serok Mesûd Barzanî dilê hemî kurdan bûye yekdil û ev dil, zengilê azadiyê lê dide! Dilê ko bi hemî dirêjahiya dema modern bûyî goristana hemî hêvî û hezjêkiriyên xwe, îro bûye zengilê azadiyê, ravekirina vê yekê ne hêsan e.
Pêşmergeyê qehreman, serok Mesûd Barzanî, bazê Kurdistanê, qelemdarê şerê azadiyê! Îro kurd hemî, bi hemî sifetên te û parlamento û pêşmergeyê Kurdistanê şan û serfîraz in. Ew helwêsta te ya xweragir û xweşmiroviya te bûye cihê şanazî û serbilindiya hemî kurdan. Te serweriya xwe di nava çembera hesin û agir de, daye diyar kirin, di demên herî teng de, her gotineka te bû birqiyeka azadiyê, ew helwêsta te ya xweragir bû mertalekê mifriqî yê parastina xaka azad. Berzî û serbilindiya te, remza pêşmerge û berzî û serbilindiya neteweya kurd e.
Qomandarê mezin Selahedînê Eyubî, li dinyayê hemîyê da zanîn ko mirov dikare siltan û xwedî qudret be û qet mêzîna dadweriyê jî xwar neke. Barzanîyê mezin da diyar kirin ko dinya hemî dijminahiyê bike û hêzên super hemî mekanîzmayên xwe yên quwet û siyasetê pêşber mirovî kar jî bînin, rejîma ko li ser kar e hemî metodên hovane yên ko li dijî mirovatiyê ne, li ser mirov biceribîne, cardî jî mirov dikare xwedî hikmet û dadwer be, qet karekê bêedaletî neke û nehletê li hemî metodên terorane bîne û pêşmerge be, xizmetkarê milet û welatê xwe be…
Lewra di lîteratûra şervaniyê de, di kultur û ferhenga hemî miletên dinyayê de, gotineka wekî gotina “pêşmerge” xwedî îdealîzmeka mezin tune ye. Pêşmerge, mergê xwe, canê xwe fedayî azadî û doza milet û welatê xwe dike. Şervanê helegurt e, qet xwe venade, ew her şervanê pêşiyê ye.
Şovalye û şovalyetî, cihek mezin di edebîyat û kultura Rojava de digire. Şovalye bûne lehengên her mijara kubarî û xweşmiroviyê. Di eslê xwe de şovalye, di dema çerxa navîn de şervanên prens, xanedan û xwedîmilkan bûn û bi miaş û pereyan şovalyetî dikirin. Lê îro îmaja şovalyeyan di hemî cihê dinê de xewdiyê şan û şerefeka bilind e.
Samuraîyên japonî jî, wekî şovalyeyan tebeqeyek ya şervanan bûn û her wan jî xwedîmilk diparastin û pereyên xwe distandin û bi hêviya xenîmetan şer dikirin. Lê îro samuraî fîgurê serekî ye ko sînemaya Japonyayê li dinê daye nas kirin û bûye disiplînek ji nîzama japonî re. Gelo ma pêdivê em behsa kowboyê emerîkî jî bikin?
Gotina “gerîlla” jî wekî termekê, xelatek ya şerê sar e ji dinê re maye. Dergûşa ko Che Geuvare tê de mezin bûyî zêrîn be, wî romantîzmek mezin ji bo hemî ciwanên çep yên dinyayê hişt. Lê gotina “gerîlla” li beranber îdeala “pêşmergeyê” Kurdistanê gelek sivik û biyanî dimîne.
Pêşmerge ji nav dilê Kurdistanê derketiye. Ew piling û baz û serwerê Kurdistanê ye, di felsefeya pêşmergetiyê de, edalet li ser her tiştî re ye, bazarî li ser nayê kirin.
Hêvî û îdeal ew e ko ew îdealîzm û ruhê pêşmergetiyê bibe rêberê hemî miesese û dezgehên Kurdistana azad û madalyeya pêşmergeyî di Kurdistanê de bibe xelata hemî mirovên serkeftî.
Mesûd Barzanî, bazê Kurdistanê, kurê Barzanîyê mezin, şûnwarê Selahadînê Eyûbî û serweriya Kurdistanê çiqas li te tê. Tu serokê rewa yê hemî kurd û Kurdistanê yî. Dê ji îro û şûn de hemî serok û serwerên kartonî ji xwe şerm bikin û dê bibînin ka pêşmerge çawa serweriya welat û xakên azad dike. Bila dinya, ji aliyê beşerî ve xwe ji guhorînên “tektonîk” re hazir bike. Roja welatê kurdan dê germiya xwe bide hemî cîhanê. |