STENBOL, 30/5 2007 —Zindana eskerî ya Diyarbekirê bo bakurê Kurdistanê bêt çi wateyê, Nugra as–Salman jî (Nugireselman) bo başûrê Kurdistanê nîmunêyaka wesa ye û hêj kembaxtir e. Nugra Salman zindanek li çola başûrê Iraqê li ser sînorê Erebîstana Suudî bû. Rejîma Sedam di encamên neyariya xwe ya li himberî kurdan Enfal, kîmyabaran, esîr girtine û tunekirin bo xwe kiribû karekê rutîn. Bi vî awayî jî bo xwe rêya cehenemê vekuta!
Sedam jin, zarok, salmezin ji bo mirînê rêdikirin zindana Nugra as-Salman, ji birçîtî, bêavî, ji îşekenca û nexweşiyê gelek kêm mirov ji wir sax difelitîn.
Sedam kurdên ko ji bajêrên Kurdistanê dîl digirtin ew vediguhostin bo başûrê Iraqê, nemaze di operasyonên Enfalê de yên ji 23-ê sibatê heya 6 îlona 1988-ê 182 hezar kurd serwind bûn. Rejîma sedam girtiyên kurd pêşiyê li Topzava û Tikrîtê cih dikirin paşê jî, jin, zarok û salmezin dişandin zindana çola Nugra Salman. Wekî çawe Esat Oktay Yildiranek yê zindana Diyarbekirê hebû, zalim Haccacek yê Nugra as-Salmanê jî hebû. Leqaba wî Haccac bû. Yên ko tarîxa îslamê dizanin, ew baş dizanin ka Hacca figurekê çawe bû.
Wekî tê zanîn derhinêr û rojnamevanê ingilîz Gwynne Roberts di 2006-ê de bi arîkariya wezîrê kurd Mihemed Îhsanî bi navê “Saddam’s road to hell- Rêya Sadamî bo cehenemê” filmek dokumenterî çêkir.
Gwynne Roberts di hevpevîneka Stephen Talbot li ser navê Fortline bi wî re kiriye de, di heqê zindana Nugra Salmanê de wiha dibêje:
“Nugra Salman [zindaneka terkîdiyar, dûr ji hemî şertên jiyanê] dema mirov diçe wê avahiyê ve, mirov dibîne ko cihek bi temamî tirsanek e, xof mirovî digire. Gelek mirov li wir mirin, di şertên gelek dijwar yên nemirovana de li wir hatin girtin. Dema ko kurd li wir zindanî bûn, hertim guhê wan li ser hewtina segan bû, hindek mirovên ko ew der bi çavên xwe dîtin gotin dema ko mirovek di zindanê de dimir, ew diavêtin derveyî zindanê ko her der di nav pîsiyê de bû, seg ji dihatin laşê wan dixwarin an jî vedixirikandin û dibirin.
Kesên ko ji Nugrayê hatine berdan gelek kêm in. Grubek di efûya giştî de ji wir xelas bûn. Bi saya wan me karî em wêneyek yê di heqê jiyana wê zidanê de bigirin, ko ka di wê derê de çidibû. Di wê zindanê de zarokên biçûk jî hebûn. Bo nimûne di ofîseka qeydkirinê ya nêzik Nugrayê de hindek belgeyên navên girtiyan di tê de, ketin destê me, di belgeyekê de navê zarokek 2 salî hebû. Di yeka dî de jî zelamek 92 salî. Ev jî hemî delîlên wê ne ko Sedam hemî ew mîrovên wîha bêguneh ceza kirine”
Vegotin, belge û teferûatên rêya cehenema Sedam gelek in. Berrêz Hacî li malpera Kurdistantv di beşê soranî de, îro nivîsek bi sernivîsa “Beserhatî ew pîrêjine enfalî ke lebiyayanî Nugireselman gullêk leser singî ruwa!!!!” nivîsi ye. Lê hon dibînin ko sernivîsa wê min “latînîze” kiriye.
Bi destûra we ez dixwazim li vir kevanekekê vekim. (Bi qasî ko ez ji rêcehenema Sadamî nefret dikim, ez ew qes ji israra li ser alfabeya erebî jî nefret dikim. Ji ber ko ev alfabe di çaxê "komunîkasyonalîzmê" de nahêle komunîkasyoneka kamil di nava kurdan de çêbe û her nahêle kurdekê yê bakurî bi teferûat û bi têgihştin bizane ka li başûrê welatê wî çi têt nivîsandin, qeyd kirin û çi çîrok tên vegotin.)
Berrêz Hacî çîroka derketina “Gula Enfalê” ya li kêleka diwarên stûrên zindanî yê Nagru Salmanê wiha vedibêje: “Carekê celadekê xwînmêj yê rejîma be’sî dixwaze li tenişta dîwarê kelehya Salmanê rûne. Dibîne ko guleka sor û geş li wê kêlekê serê xwe hildaye. Sersem dibe û aqilê wî jê nabire ka ev gula sor û bêhnxweş çawa li vî erdê hişk û çol şîn bûye. Ji ber ko gelek aşkere ye ko gulek wiha qet li wî memleketî şîn nebûye. Bi mereq li gulê dinêre û dixwazê wê binkol bike ka çawa şîn bûye. Dest bi kolana binê gulê dike. Dibîne ko gul li ser sîngê pîrejinekê hişîn bûye. Di berîka kirasê wê tovê gulan hebûye. Dema ew hatiye girtin û enfal kirin jî tovên gulê ji berîka wê nerijane, mane û tovê gulê li ser singa wê hişîn bûye.”
Belê Berrêz Hacî dibêje gelo wê pîrejinê dixwest wan tovegulan li kîjan bax û baxçeyên jiyanê biçînê, li kîjan kaniyên Kurdistanê şîn bike; ji ber ko ne mimkin e ko wê bi xwe qet xeyal jî kiribe ko ew tovê gulê dê li kêleka diwarekê xwînî li ser singa wê hîşîn bibe navê wê jî dê bibe “Gula Enfalê”.
Zîndaniyên Diyarbekîrê jî qet bawer nedikirin ko ew lî ser dînê ne, wan digot qey bi rast û rasteqîn ew di nêva cehenemê de ne û ezabê gorê dikişînin. Dagirkeran cehenemên ko qet li ser rûyê erdê neyên xeyala mirovan bo kurdan ava kirin. Lê ew bi xwe ji cehenema "îlelebed" xilas nebûn. Bo nimûne Sedam gav bi gav, bi neyariya li himberî kurdan rêya wê cehenemê bo xwe vekir.
Vêca çîroka rêya cehemema Sedam dûr û dirêj e. Lê wesa xuya dike ko hêj rêyên cehenemê ne qediyane. Ev neyariya ko rejîma milîtarîsta tirkîst li himberî kurdan dimeşîne vekirina rêyeka dî ya cehenemê ye; çi dûr an nêzik! Lewma vê rejîmê gelek ji Sedamî hez dikir û Sedam çû cehenema xwe û bi ser de jî wî hemî neyariya xwe ya li himberî kurdan bo tirkan hêlişt; niho qismek yê tirkan jî nehên Sedamî jî danîne ser dehên xwe û ful berê xwe dan cehenemê!
|