KURDISTAN, 23/5 2007 — Xanima birêz Sultanê, diya Ehmed. Ehmed, Heval û Ebdulselam û tevahiya malbata Neyo.
Di destpêkê de, bejna xwe li ber koça dawî ya rêhevalê xwe yê mezin Mela Mihemedê Neyo ditewînim, û sersaxiya xwe, berî ya we û hemû dost û meriv û hevalên rehmetî yên kevin, dikim.
Rehmetî hêjayî rêzgirtinê ye ji aliyê miletê me ve, ji ber ko wî ji zaroktiya xwe de û heta mirinê canfidayî di riya xebat û têkoşîna neteweyî de kir, di rewşên herî zehmet û dijwar re derbas bû û jiyana xwe xiste metirsiyê de û gelek caran xwe û malbata xwe kire qurbanê doz û mafên gelê kurd.
Li dirêjahiya 30-salî di xebata me ya hevbeş de (partiya Demoqrata Kurd ya Çep û partiya Hevgirtina Gelê Kurd li Sûriyê), bi hev re me amadekariya konferansê 5-ê tebaxê kir, herweha di serokatiya demkî ya partiya Çep de ko di encama konferansê de hate hilbijartin cih girt û piştî kongreya yekem ya damezirandinê ya sala 1966-an ket polîtbîroyê û piştre jî dema ko ez weke sekreterê partiyê hatime hilbijartin rehmetî di pilîtbîroyê de ma.
Me ji sala 1968-an ve bi hev re serokatiyeke pratîk ya hevgirtî û lihevkirî kir. Xebata me ya bi hev re ji kongreya sêyemîn ya here giring heta kongreya yekîtiyê ya li Nawpirdanê (Kurdistana Iraqê) ko di bin çavdêriya Barzaniyê nemir de sala 1970-an pêkhat berdewam kir.
Di qonaxa nû de jî, rêhevalê min Mela Mihemmedê Neyo xebatkar û têkoşerekî xwedî cesaret û hizr û ramanên nûjen bû. Em bi hev re, ketin ber êrîşa alavên desthilatê û dost û alîgirên wê, em bazdayî man û me karê nehênî meşand û me daxuyaniya bi sloganên gur û germ ya bi nav û deng li dijî desthilatê û plana Zinnara Erebî nivîsî, û di eynî demê de li seranserê parêzgeha Cizîrê belav kir weke uslûbeke nû ko cara pêşî bû dihate bicî anîn.
Mela Mihemed Neyo sembola têkoşeriyê û jêhatî û dûrbîn bû, baş bi doz û rewşa gelê xwe û qonaxa ko tê de derbas dibû, zanîbû û li gor vê yekê siyaseta pêwîst di çarçoveya berjewendiyên bilind yên milletê kurd de, destnîşan dikir.
Rehmetî, xwediyê çandeke neteweyî û dêmokratîk bû. Rewşa parçeyên Kurdistanê yên dinê, nemaze Kurdistana Iraqê (em bi hev re pir caran li wira bûn) bi kite-kitên wê ve dizanîbû, û herweha agahdarê pirsên tevgera neteweyî û partiyên kurdî li Tirkiyeyê û Îranê û Iraqê bû. Rehmetî kitêbek di derbarê şoreş û serhildanên neteweyî kurd de çêkir, ji aliyê Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî ve li Bêrûtê hate çap kirin û weşandin.
Ber vê çendê rêza biraderan wergirt, û di hemû qonaxên xebata me de, bibû aşiq û hezkerê şoreşa Îlonê û serokê wê Barzaniyê nemir. Herweha, hemû hêz û xebata xwe xistibû bin xizmeta serkeftina şoreşê û bihêzkirina wê, tiştê ko hişt nav û dengê wî li seranserê Kurdistana Iraqê belav bibe û tevahiya serkirde, kadro û berpirs û pêşmerge wî nas bikin.
Di heman pileyê de, rehmetî guh dida pêwendiyên kurdî-erebî, û hêvî dikir ko tevgera kurdî bibe beşeke aktîv û çalak di nav refên bizava opozîsyona demokiratîk ya Sûriyê de.
Rehmetî bi kesayetî û piratîkên xwe yên xebatê û bi şêwaza xwe ya cemawerî, nimûneya serokê neteweyî-niştîmanî-demokratîk bû, digel nefisbiçûkî û rûmeta wî ya here bilind.
Careke dinê dibêjim ko mafên wî ser me hene, û erkê me ye ko wefadar bin hember bîranîna wî ya pîroz û pêwîst e em semyanên wî yên bilind û bi rûmet bişopînin.
Ji destpêkê de û heta rojên wî yên dawî, pêwendiyên dostaniyê di navbera me de her berdewam bûn tevî nemana girêdana partiyê û ya rêxistinî, lê ew her ciyê qedirbilindî û rêzgirtina min bû.
Mixabin ko rêjîma tepeser rê nade ko ez bi erkê seredan û sersaxîkirina dost û hevalan rabim.
Di dawî de dîsa sersaxiyên xwe pêşkêşî hemû merivên rehmetî û milletê kurd yê ko serokekî xwe yê dîrokî yê mezin ji dest da dikim. |