STOCKHOLM, 16/5 2007 — Pêkhatên civakî yên Kurdistanê gelek in û ji alî olî, ziman û etnîkê de ferqîyetên cuda li ber çav in; ji lewre carinan pirsgirêkên olî, ziman û hin tiştên din xwe didin der û li ser wan minaqeşe têne kirin. Di vê nivîsara kurt de ez bi tenê çarçoveya çareserkirina pirsgirêkan destnîşan dikim.
Belê me Dewletên Yekbûyî yên Kurdistanê divêt û ev ji bo çareserkirina pirs û pirsgirêkên welat û civata me hewce û zarûrî ye. Ne hewce ye mirov dûrûdirêj behsa rewşa heyî ya herawayî bike. Ji xwe tê zanîn. Welatek û miletek ko bê daxwaz û îradeya xwe hatîye parçe kirin û parve kirin. Heta ev rewşa heyî ko li ser me hatîye ferz kirin berdewam be û îradeya miletê kurd negihîje daxwaz û serwerîya xwe ya xuristî ko ji bo hemî miletên dunyayê realîte ye, dê têkoşîn û hewldanên ber bi serwerîya milî her bidomin.
Heke em ji hêleke din bala xwe bidin rewşa civakî ya miletê kurd, em dê bibînin ko civata kurd û ya kurdistanî ji gelek rengên cuda pêk tê. Ev reng û dengên cuda xwe bi gelek alîyan didin der û dîyar dibin.
Wek civet îroroj rengê gund û gundîtî hîn jî serwerê rewşa civakî û sîyasî ye. Herçiqas hacet û fikrên bajarvanî di nav civata me de hebin û ber bi xurtbûnê biçin jî, em di rewşa heyî de ji civatên hevdem yên modern gelekî bi paşdetir in. Ev realîteya me ye, ne hewce ye em jê şerm bikin an jî pê serbilind bin.
Prosesa jihevketin û belavbûna eşîr û eşîretîyê ji mêj ve destpê kirîye lê ev proses hîn bi dawî nehatîye. Civata Kurdistanê di rewşeke dînamîk de dijî ko avisê gelek guherînan e.
Me zimanek (kurdî) heye ko çend dîyalektên wî yên mezin ji alî kurdan ve têne axaftin. Digel devok û zaravayên kêmaxêf, kurmancî, soranî û zazakî sê dîyalektên sereke ne. Her yek ji wan xwedî bi milyonan axêfer in. Ji sedî 70yî kurdan kurmancî, 10-15 soranî, 6-8 prosent zazakî û 1-2 prosent jî dîyalektên din diaxifin. Ji hêla coxrafî de soran li Kurdistana başûr û Kuristana rojhilat in, zaza li Kurdistana bakûr û kurmanc li her çarpaçeyan hene.
Kurdên misilman (sunne, elewî, şîe) êzîdî, file, cuhî û yên ateîst hene. Him ji ber pirrengîya olî him jî ji ber civateke modern, sekularîzm ji bo wekhevî û birêvebirina îdarî zerûrî ye. Divê di maneya xwe ya kamil de demokrasî bi hemî pêkhatên xwe ve ji bo civateke demokratîk û sekuler bingeh be.
Di asasê xwe de ji bilî demokrasîyeke kamil çu rejîmeke din nikare pirs û pirsgirêkên civata me di çarçoveyeke maqûl de çareser bike. Ji xwe heke em berê xwe bidin tecrube û pirêzeyên civat û miletên din, em dê bi hêsanî bibînin ko hemî problem ji ber tunebûna demokrasî û fikrên demokratîk e. Bi metod û îdeolojîyên totalîter, we divê bila îdeolojîyên milrast an milçep bin, çu problemek bi awayeke adilane nehatîye û nayê çareser kirin jî. Ev dused sal in kurd ji bo azadîya welat û miletê xwe têdikoşin û dagirkerên welatê wan jî ev dused sal in bi metod û rêyên totalîter dixwazin wan tune bikin. Encam li ber çavan e. Ne mimkin e ko mirov karibe wan ji xwe re bike nimûne û bide ser rêya wan. Ji tecrûbeya wan bi tenê zilm, zordarî, neheqî, xwîn û gemar dinisile. Bila li wan pîroz be!
Ji lewre me United States of Kurdistan divê. Di USKê de divê soran, kurmanc, zaza û axêferên dîyalektên kurdî bi hemî rindî û dewlemendîya xwe, wek parçeyên ziman û miletê Kurdistanê bijîn. Digel dîyalekta xwe bi kêmasî dîyalekt û zimanekî din hîn bibin. Di USKê de, divê hemî ol û mezheb azad bin û çu serdestî û neheqî li kesî nebe û dewlet li hember hemî olan neutral be û civata sivîl di warê bawerîyê de xwe organîze bike ko ev form bi sedsalan e li Kurdistanê bi rê ve diçe. Di USKê de divê hemî grûbên neteweyî yên wek ermenî, ereb, turkmen, azerî, asûrî, kildanî û yên mayî xwedî mafên xwe yên rewa bin û li cîhê ko di piranîyê de ne, karibin otonom bin û xwe îdare bikin.
Ji xwe heke mirov li gorî rewşa civakî ya heyî, berê xwe bide pêkhatên civata Kurdistanê, mirov dê bibîne ko ji bilî pirrengî û plûralîzma sîyasî, fikrî, olî û îdareyeke desentralî çu rê û metodeke din nîne ko karibe pirs û pirsgirêkên welat û civata me çareser bike.
Bêguman rêyên din jî hene, lê wek ko min li jor jî destnîşan kir, ew rê bi sedsalan e, ji alî dagirkerên me ve tê ceribandin û encam jî bi tenê nehelkirina pirs û pirsgirêkan e. Careke din jî dibêjim û bala we dikişînim ser rê û metoda civaka sivîl ya Kurdistanê ko bi awayeke xuristî ev problem çareser kirine, ji lewre ne hewce ye mirov çavên xwe ji vê tecrubeya zirên re bigire û bide dû îdeolojî û metodên din. Divê mirov li civaka sivîl ya kurdî hûr bibe û jê îstîfade bike û pirsgirêkên heyî çareser bike.
Ji lewre United States of Kurdistan zerûrî ye. |